Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Hemû Hejmar»Hejmar 22»3 Pirtûkên Nû
Hejmar 22

3 Pirtûkên Nû

The Hall KurdîBy The Hall Kurdî18/10/2023Updated:19/10/2023Şîrove tune ye3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Kitêbên nû yên Pall Weşanê derketin. Pall Weşan di meha îlonê de 2 kitêbên helbestan û kitêbeke çîrokan weşandin.
Pall Weşan, di payîza 2022yê de li Diyarbekirê bi mebesta weşandina kitêbên edebî, fikrî, dîrokî û qadên din ên zanistên civakî ava bû. Armanca wê ew e ku kitêbên bijare yên di merhaleyeke fireh a xwendin û edîtoriyê re derbas bûne, bi bergên xweser û sê formatên cuda yên wekî e-kitêb, kitêba dengî û kitêba çapkirî bigihîne ber destê xwîneran.

Ji bo xwestina kitêban û derbarê Pallê de agahiyan bistînin hûn dikarin herin serdana malpera weşanxaneyê. Navnîşana malpera weşanxaneyê «www.pallwesan.com» e.

Pirtûka Baranê,
Armîn Temerzade

Armîn Temirzade şairekî bi emir hêj ciwan e, belê dinivîse helbesteka bilind. Helbestên wî, li pey xwendin, lêgerîn û ponijînên dûr hatine nivîsîn û gelek şêweyên dîtin û hestiyariyê bi estetîka xwe ya taybet raberî çav û dilê me dike. Pirtûka Baranê, bi hêmagerî û rewanbêjiya xas a şair, ji bo edeba me yek ji bûyerên herî xweş ê vê payîzê ye.

Agirek tune ye
ji bilî xolemêşa dilê min
ku te bi çavên xwe
pê xistiye.
Eger ew agirê te,
veşartî be li nav pêlên tarî
an azad be li nava kulîlkan,
hêvî û wêrekî
dê her hebe
ji bo van Kaweyan.

Şorişek tune vê carê
laşê min ê melûl
naşibe serwekê
li ser vî milê hejar
tune dengê Tezerwekê!

  • Edîtor: Yehya Omerî
  • Helbest,
  • 56 rûpel

Surra Hisretê û Çend Helbestên Din
Elîxanê Memê

Elîxanê Memê, yek ji du sê şairên dawî ye ku di helbesta kurdî ya Sovyetê de piştî navên mezin ên wekî Fêrîkê Ûsiv, Şikoyê Hesen, Cerdoê Esed, Egîtê Şemsî, Mikaîlê Reşîd, helbesteke çak nivîsî. Bi rehetî dikare were gotin ku yek ji sedemên başiya helbesta wî ev e ku gihaye ser mîrate û serhevdeya helbesta ji salên 1930î û vir ve û bênavber li xwe zêde kiriye, berhem û keresteyên baş civandine.

Ez ê pirs kim: – Qîzik,
kîjan rengî hiz dikî?
hergê cabê bide:
– Ê sor!
Ez ê bixemilînim
sîng û berê qîzê
bi gul-sosinêd sor.

Ez ê pirs kim: – Qîzik,
kîjan rengî hiz dikî?
Hergê cabê bide:
– Ê sor!
Ez ê wergirim
bejn û balêd qîzê
bi kincê sor.

  • Amadekar: Ferec Koyistanî
  • helbest,
  • 160 rûpel
  • Edîtor: Yehya Omerî

Heft û Heştên Mirinekê
Înan Eroglu

Çîrokên Heft û Heştên Mirinekê ya sêbeşî, li ser zemîneke xurt bi hev ve hatine girêdan ku ev zemîn bi firewantirîn maneya xwe, cîhana honakî ya berhemê ye. Gotinên dayikekê ku bi neyekserî tebeqeyan li honaka berhemê zêde dikin, zeman, mekan û karakterên dîrokî ku em şik û gumanê ji rastiya wan dibin. Hûrgiliyên rasteqîn, çîrokan ne nêzî rasteqîniyê lê nêzî cîhana fantazmayê dikin û edebiyatê ne nêzî rasteqîniya req lê nêzî vegêraneke edebî dikin.
Xaleke din a van çîrokan jî ew e ku ji babet û temayên van çîrokan zêdetir, aliyên girtî û kêmmayî yên van çîrokan in ku meraqa me radikêşin. Digel van aliyan, di gelek çîrokan de tîrahiyeke berçav heye ku ji kana romaneke danizilî avê vedixwe.
Heft û Heştên Mirinekê bi zimanekî kamil, kûrfikir û bi rîtma xwe ya rewan, xwendineke hûr û dûr pêşkêşî xwînerên xwe dike.

  • çîrok,
  • 88 rûpel
  • Edîtor: Mihemed Şarman
  • Serrastkirin: Îkram Baban

Ji bo xwestina kitêban û derbarê Pallê de: www.pallwesan.com

Cotmeh 2023 Hejmar 22 Jimar 22 Kurd Kurdî The Hall Kurdî 22
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
The Hall Kurdî

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.