wa ye tênê
ew zarokên dilzêrîn
ewên ku bi xwîna xwe
rûpelên dîrokê guhirandin
di destên wan de ala rengîn
li ser xeleqa agir de banz didin
ref bi ref
ber bi ronahiyê
û çirûskên wan bajarên sêwî
carek din vêdikevin yek bi yek
û kerwana aştiyê
ji welatên reşbadayî vedigerin
bêhna azadiyê tê
ji qerenfîlên porê çiya
gulberoj zîl didin dîsa
roj dizê
roj dizê
li ser rûyê axa mirî
û kevoka mizgîniyê
pelên zeytûnê digerîne
li ser ax, av û hewa
û li ser newaya çiya
Nivîskar,Brîtanya.
Agirî. Muqades Agirî, li navçeya Dutaxê ya Agiriyê hatiye dinê. Heta Lîseyê li Dutaxê xwendiye. Li Zanîngeha Dîcleyê beşa Ziman û Wêjeya Erebî di nîvco de hiştiye. Li Zanîngeha Yuzuncu Yil Beşa Karsaziya Turîzmê qedandiye. Di sala 2014an de, li Zanîngeha Anadolûyê beşa Karsaziyê bi dawî kiriye. Sala 2017an, li Zanîngeha Artûklûyê Lîsansa bilind a Ziman û Çanda Kurdî qedandiye. Di rojnameya Azadiya Welat de edîtorî kiriye. Li ser malperan gotar û nivîsan dinivîse. Niha li Birîtanyayê jiyana xwe didomîne.
Berhemên wê:
-Dilê Kûvî –Helbest, 2016 Weşana JJ/ Amed
-Hestên Xalî -Helbest, 2021 Weşana Payîz/ Amed