Zarokên Dilzêrîn

Ji aliyê Muqades Agirî – – Nûkirin: Şirove tune ye 1 deqe xwendin

wa ye tênê

ew zarokên dilzêrîn

ewên ku bi xwîna xwe

rûpelên dîrokê guhirandin

di destên wan de ala rengîn

li ser xeleqa agir de banz didin

ref bi ref

ber bi  ronahiyê

û çirûskên wan bajarên sêwî

carek din vêdikevin yek bi yek

û kerwana aştiyê

ji welatên reşbadayî vedigerin

bêhna azadiyê tê

ji qerenfîlên porê çiya

gulberoj zîl  didin dîsa

roj dizê

roj dizê

li ser rûyê axa mirî

û kevoka mizgîniyê

pelên zeytûnê digerîne

li ser ax, av û hewa

û li ser newaya çiya

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Muqades Agirî

Nivîskar,Brîtanya. Agirî. Muqades Agirî, li navçeya Dutaxê ya Agiriyê hatiye dinê. Heta Lîseyê li Dutaxê xwendiye. Li Zanîngeha Dîcleyê beşa Ziman û Wêjeya Erebî di nîvco de hiştiye. Li Zanîngeha Yuzuncu Yil Beşa Karsaziya Turîzmê qedandiye. Di sala 2014an de, li Zanîngeha Anadolûyê beşa Karsaziyê bi dawî kiriye. Sala 2017an, li Zanîngeha Artûklûyê Lîsansa bilind a Ziman û Çanda Kurdî qedandiye. Di rojnameya Azadiya Welat de edîtorî kiriye. Li ser malperan gotar û nivîsan dinivîse. Niha li Birîtanyayê jiyana xwe didomîne. Berhemên wê: -Dilê Kûvî –Helbest, 2016 Weşana JJ/ Amed -Hestên Xalî -Helbest, 2021 Weşana Payîz/ Amed