Dema meriv straneke dengbêjiyê guhdar dike meriv gelek caran xemgîn dibe an jî li ser wê stranê kûr kûr difikire. Gelek caran gotinên stranê bandoreke mezin li ser meriv dike. Hîn gotinên stranan hene merivan dibin demên berê û meriv berdidin li nav rûpelên dîrokî. Helbet çiqas xweş çiqas nexweş lê mixabin nexweşiyên wê zêdetir, dîrokeke me jî heye. Gelek bûyerên dilsoj qewimîne di dîroka me de. Gelek evînên bêmiraz, şer û pevçûn, bûyerên xwezayî, bûyerên mêrxasî û lehengî qewimîne. Helbet şahidên van bûyeran jî hebûne. Lê wan çaxan xwendin û nivîsandin zehf kêm bûye lewra gelek tişt nehatine nivîsandin lê hatine behskirin, xeberdan di nav gel de. Gelek meselok û çîrok hatine gotin li ser van bûyeran. Gelek stran li ser van bûyeran hatine gotin di civatan de. Bi saya dengbêj û çîrokbêjan ev bûyerên dîrokî hatine heya roja me.
Gelek dengêjên me Kurdan hebûne û hê jî hene. Bi sedan salan e dengbêjên me bûne wekî dîrokzanê me û dîroka me bi çîrok û kilamên xwe heya roja me anîne. Hema em bêjin dengbêjan li ser her bûyerê stranek gotine. Çi eşq be, çi merxasî û lehengî be, çi şer û pevçûn be, çi xayîntî û nebaşî be li ser her tiştê kilam çêkirine. Dema meriv guhdariya straneke dengbêjiyê dike meriv gelek tiştan jî jê wî stranê hîn dibe. Meriv navê qehreman û lehengê bûyerê, navê evîndarê ku stran li ser wan hatiye gotin, navê çil û çiya, deşt û newal, çem û rûbarên axa xwe hîn dibe. Dengbêj hemû jî li gorî xwe kedek dane miletê û zimanê xwe, çand û dîroka xwe, hemû dengbêj jî bi qîmet in lê helbet dengbêj di ser dengbêjan de hene. Hîn dengbêj hene ku bi tena serê xwe ekolek in, dîrokek in. Ji wan çend heban jî kesên wekî Evdalê Zeynikê ku dengbêjê ewil tê zanîn, Dengbêj Reso, Şakiro, Huseyno, Zahiro, Dengbêj Ferzê, Filîtê Axtepî, Feqiyê Qizqapanê, Huseynê Farê, Keremê Oxçiya, Evdirehmanê Perê û gelek dengbêjên din. Herkes li gorî xwe tiştek gotiye û kedek daye. Lê ji van dengbêjan niha yê ku herî zêde tê guhdarkirin û naskirin bêguman dengbêj Şakiro ye. Şakiro di nav dengbêjan hema bêje yê ku herî zêde tê guhdarkirin ew e.
Hinek stranên Şakiro wekî belgeyek ji dîrokê ne. Behsa bûyerên dîrokî dikin. Wek mînak kilama Kekê Xîyasedîn, Axao, Îbo Begê Parsînî, Asyayê, Xalis Beg, Mala Paşê, Ez Reben im, Şerê Tarxan û hwd. Ji wan yek jî kilama Ez Gune Me ye. Kilama Ez Gune Me kilameke li ser evînê ye. Şakiro jî herî zêde kilamên evîniyê gotiye. Bi sewt û awaza xwe ya xurt kilaman xemilandiye. Ji heyama Şakiro, heya roja me kilamên wî bi hezkirineke mezin hatine guhdarkirin û yê her tim werne guhdarkirin jî. Lewma stranên Şakiro bingeha xwe ji bûyerekî, rastiyekî bi kurtasî ji jiyanê digire. Di heyama me yê niha de jî bi xêra medyaya civakî dengê Şakiro digêhêje bi milyon kesan. Gelek keç û xortên ciwan wêne û vîdeoyên xwe bi stranên Şakiro ve parve dikin. Jixwe çend stranên wî hene ku herî zêde ew tên guhdarkirin û parvekirin. Ji wan stranan yek jî strana Ez Gune Me ye. Niha jî em ê li ser vî bisekinin û binêrin ka Şakiro çi gotiye.
Ez Gune Me ( Dosto )[1]
Ax de lê lê lê lê lê lê …
Ê de lê lê lê lê lê lê….
Sibe ye mine li dîharê Xano, di Mano, Malxas, Axadeve
Mine li dîharê Xano, di Mano, Malxas, Axadeve
Lê ava Xano, di Mano, Malxas, Axadeve
Tê li orta Boçikmasûriyê, Zado, di Mado
Bi Şariyanê re daw dibîne, Mûradê re li hev dikeve
Saet li şeşe di şeve bû
Mi dî destekî sar û cemidî nava singê û bere mi çîlê mi başê, mi bozê, mi beyazê
Mi deste goştê bû
Ji mi turê ezrahîlê kulê, meleke mewtê bû
Mi dî deste terese Dosto bû
Pirte pirta zikê Dosto bû
Fenaî kalê cezebe da
Fenanî hirça di çile de
Fenanî gaye qetil û ecele wî bê
Gidîno bizivire ji xwe r ali kêra xwe binere lo lo
Lo Dosto rebeno sibe ye dile mi kînekîn e
Zivistan e, çile erbeîn e
Tu rabe kûzê avê ji mal bîne
Ser qurêneka derî da welgerîne
Derî veke bila neke di çirine
Heft birayê mi hee çûne raw nêçîrîne
Pîre dayîka mi, kale bavê mi ketine xewê hay ji bayê felekê tunîne
Tu rabe deste nivîn bi mi xwe ra bibe
Herem odesiya me ya tewra di jêrîne
Bikeve nava taxima sing û bere mi çîlê, mi başê, mi beyazê,
Mi deste goştê, gul û sosinê dix as baxçê bavê te de wisa nîne
Lê Dosto digo de lê lê keçikê
Dile min hatinê heye, qam û qidûmê çokê mi tunîne
Gava mi derî vekirderî dikire di çirine
Mine Ezrahîlê kulê, meleke mewtê tev di pişta derî da dînê
Bîst û çar tamarê nav mila mi mirine
Tamara bine zimanê mi tene wa dimîne
Gol o Dosto rebeno
Stêrka tu dibêjî stêrka sibê nîne, stêrka kawranqirîn e
Di orta wê û sibê da hê saet ji sibê ra ca dimîne
Ew gelek canik camêrê fenanî te ji ber deriya
Ji pişt xaniya ji xwe ra dizivirîne
Go de lê lê keçikê dile mi hatinê heye, qam û qidûmê çokê mi tunîne
Go lê Dosto rebeno sibeye vê sibengê eger tuyê têyî were
Gava tu neye bi sonda temam ji te ra ca sond bixwim
Ezê ji te ra bi Horyan Baba kim
Bi Gurgur Baba kim
Bi Uryan Baba kim
Bi Gozel Baba kim
Dede Mexsût, Dede Mirad kim
Ocaxa erde Bilîsê kim
Mala Hecî Heyderî Kêrsê kim
Şêx Ehmedê Amasiyê kim
Bi Seydayê Taxê kim
Şêx Eliyê Paliyê kim
Şêx Şabedînê erde Diyarbekirê kim
Ocaxa erdê Xirtê kim
Şêxê Çoxreşiyê kim
Mala Seydayê Nêhriyê kim
Şêxê Tiloyî kim
Şêx Eşûrê Erebî ewla seyîd e dostê Xwedê kim
Şêx Badînê erde Dignûgê kim
Şêx Evdila Şêxê Milazgirê kim
Bi ocaxa Şêrwêranê, Gogoxlanê, Qizqapanê
Şexsan û zareta sere Kosedaxê, Gilîdaxê, eteğe Sîpanê kim
Bi Încîla Îsa kim, bi Tewrata Mûsa kim
Bi Zebûra Dawid, bi Qurana ser çokê Mihemed Mistefa kim
Eger tuyê têyê were, gava tu nayê
Herçî sondê min sond xwarine
Berxê temamî xenîmê can û bedene te û dê û bavê te bil o lo.
Ji nav stranên Şakiro yê ku herî zêde tê guhdarkirin yek jî ev stran e. Navê stranê rastî Dosto ye lê gelek kes avê stranê wekî Ez Gune Me dizanin û wisa parve dikin. Stran di eslê xwe de ya kê ye baş nayê zanîn, gelek kes dibêjin ya Şakiro bixwe ye lê ev ji sedî sed rast e an na, em nizanin. Lê çi be jî ev stran bi Şakiro hatiye naskirin û bûye ya wî êdî. Stran, straneke wekî ji nav gotiên wî jî tê fehmkirin straneke Serhedê ye. Ev gund, cih û war, çem û deştên ku navê wan di stranê de derbas dibe gelekî yên wî yên Serhedê ne. Nemaze yê der û dora Agirî, Mûş û Bilîsê ye. Wekî din jî di vê stranê de navên gelek cihan derbas dibe, di stranên dengbêjiyê de ev tişt gelek caran derdikeve pêş.
Di vê stranê de dengbêj behsa bûyereke dîrokî nake. Hema em bêjin behsa çîrokekî evînê dike. Lê ne evîneke wisa veşartî. Lewma di vir de dengbêj ji devê keçikekê xeber dide. Keçik xûyaye ku dildara xortekî ye. Navê xorto jî wekî Dosto bilêvkiriye. Ev jî dîsa taybetiyekî stranên degnbêjiyê ye ku navê kesan nayê eşkerekirin. Ji bo keçikan piranî delalê, xezalê, dîlberê, bedewa nav gund, çavxezalê û hwd. Ji bo mêran jî gelek caran xorto, kuro dîno, mêro, mêrxaso, delalo, egîdo, siwarê eznawir, siwarê gêjo, dosto, mêvano û hwd. Di vir de jî ji bo xortê dildar Dosto bikar aniye. Di stranê de Dosto diçe mala keçikê an jî keçik wisa xeyal dike. Lewma em evî baş nizanin, dibe ku ev xeyalekî keçikê an jî ya wî xortê be. Lê di stranê de ji devê keçikê tê xeber dan û ev jî dide eşkerekirin ku keçik bang li xorto dike. Di serê stranê de behsa çend gundan dike, ev gund hemû jî yên Agiriyê ne. Ev jî tê wê wateyê ku ev bûyer li vî herêmê derbas bûye.
Piştî behskirina van gundan keçik bi awayeke şehwanî dest bi mesele dike û wiha dibêje;
Saet li şeşe di şevê bû
Mi dî destekî sar û cemidî nava singê û berê mi çîlê mi başê, mi bozê, mi beyazê
Mi destê goştê bû
Ji mi turê ezrahîlê kulê, meleke mewtê bû
Mi dî deste terese Dosto bû
Di vir de keçik dibêje Dosto (dildara wê) bi dizîka ve hatiye li ba min. Dûre dibêje; ji mi tûrê ezrahîlê kulê bû, meleke mewtê bû. Ango dibêje haya min ji wî tune bû. Dûre piştî çend gotinan dîsa bag li dosto dike û dibêje dilê min kînekîn e, ango ez bi kelecan im. Lewra naxwazim ku kes pê bihese ku hatiyî. Bêdeng were bila kes dengê te nebihîse lewma dibêje; derî veke bila neke çirine. Lê tu dîsa jî dikarî werî mala me lewma birayên min li malê nînin, tenê dê û bavê min yê kal û pîr malê ne û evî jî wiha dibêje;
Heft birayê mi hee çûne raw nêçîrîne
Pîre dayîka mi, kalê bavê mi ketine xewê hay ji bayê felekê tunîne
Dûre berdewam dike, dibêje deste nivîn jî bixwe re bîne û derbasî herem odesiya me bide ku ew jî tewla me bixwe ye.
Piştî vî dîsa gotina xwe dûbare dike û dibêje;
Bikeve nava taxima sing û bere mi çîlê, mi başê, mi beyazê,
Mi deste goştê, gul û sosinê dix as baxçê bavê te de wisa nîne
Keçik bi van gotinan ve niyeta xwe eşkere dike û dixwaze bi dostê xwe re şa be. Helbet dilê dosto jî heye lê tirsek jî di dilê wî de heye ku dibêje dê û bavê te yê min bibînin, tirsa min jî ev e. Vî tirsa xwe jî wiha dibêje;
Lê Dosto digo de lê lê keçikê
Dilê min hatinê heye, qam û qidûmê çokê mi tunîne
Gava mi derî vekir derî dikire di çirine
Mine Ezrahîlê kulê, meleke mewtê tev di pişta derî da dînê
Bîst û çar tamarê nav mila mi mirine
Tamara bine zimanê mi tenê wa dimîne
Xorto tirsa dilê xwe bi vî awayî eşkere dike. Keçik jî bi awayeke din bersiva dosto dide û ew jî wiha dibêjê;
Go lo Dosto rebeno
Stêrka tu dibêjî stêrka sibê nîne, stêrka kawranqirîn e
Di orta wê û sibê da hê sê saet ji sibê ra ca dimîne
Ew gelek canik camêrê fenanî te ji ber deriya
Ji pişt xaniya ji xwe ra dizivirîne
Go de lê lê keçikê dilê mi hatinê heye, qam û qidûmê çokê mi tunîne
Keçik di vir de dibêje ku hewce nake ku tu bitirsî, dema tu hatî hê ji sibê re sê saet dimîne û di wî saetê de jî kes şiyar nîne, hemû razane. Gelek mêran gotine em canik û camêr in, mêrxasin heta li ber deriya jî hatine lê gelek ji wan jî ji ber deriyan revîyane, zivirîne. Ango dibêje çûyîna li ba yarê ne wisa hêsane dibê tu mêr û camêr bî, wêrek bî. Lewma ji bo dîtina yarê divê meriv van tiştan bide ber çavê xwe. Lê dosto dîsa dêbêje, ez dixwazim werim lê qûdûmê çokê min tune ne.
Piştî van gotinan keçik xûyaye ku eciz dibe û xêr jî dibe. Lewma ew dixwaze dostê wê werî li ba wî lê dosto her çiqas bixwaze jî newêre here li ba wê. Keçik jî ji ber van gotinan hêrs dibe êdî zimanê xweş xeber nade û dest bi nifiran dike. Wiha dibêje;
Go lê Dosto rebeno sibeye vê sibengê eger tuyê têyî were
Gava tu neye bi sonda temam ji te ra ca sond bixwim
Ezê ji te ra bi Horyan Baba kim
Bi Gurgur Baba kim
Bi Uryan Baba kim
Bi Gozel Baba kim
Dede Mexsût, Dede Mirad kim
Ocaxa erde Bilîsê kim
Mala Hecî Heyderî Kêrsê kim
Şêx Ehmedê Amasiyê kim
Bi Seydayê Taxê kim
Şêx Eliyê Paliyê kim
Şêx Şabedînê erde Diyarbekirê kim
Ocaxa erdê Xirtê kim
Şêxê Çoxreşiyê kim
Mala Seydayê Nêhriyê kim
Şêxê Tiloyî kim
Şêx Eşûrê Erebî ewla seyîd e dostê Xwedê kim
Şêx Badînê erde Dignûgê kim
Şêx Evdila Şêxê Milazgirê kim
Bi ocaxa Şêrwêranê, Gogoxlanê, Qizqapanê
Şexsan û zareta sere Kosedaxê, Gilîdaxê, eteğe Sîpanê kim
Bi Încîla Îsa kim, bi Tewrata Mûsa kim
Bi Zebûra Dawid, bi Qurana ser çokê Mihemed Mistefa kim
Eger tuyê têyê were, gava tu nayê
Herçî sondê min sond xwarine
Berxê temamî xenîmê can û bedene te û dê û bavê te bil o lo.
Wekî di vir de jî tê dîtin keçik ji bo nehatina dosto dest bi nifiran dike û li ser gelek şexsiyet û cihên dînî, kitêbên pîroz ên her çar dînên pîroz, li ser şêx û meşaîqan sondên mezin dixwe. Dibêje heke tu yê were, na heke ku tu neye jî bila ev sondên ku min hemû xwendin bila xenîmê can û bedena te, dê û bavê te bin. Ya rastî ev gotinên gelek giran in, wekî nifiran in. Mebesa keçikê helbet ne ku nifiran li dosto bike ye, ew dixwaze tenê dostê xwe bibşne. Dixwaze dosto were li ba wê û ji bo ku dosto jî qayîl be û were, van gotinên giran dibêje. Lê dibêje heke ku tu neyê jî bila ev sond xenîmê te bin. Êdî em nizanin va gotinan ji hezkirina xwe gotiye an ji hêrsa xwe gotiye.
[1] Antolojiya Dengbêjan2/Şakiro/Omer Guneş/îbrahîm Şahîn ( Ev stran ji wî pirtûkê raste rast hatiye girtin.)


