Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Axa Kurdan»Analîzek Li Ser Kilama Ez Gune Me (Dosto) ya Şakiro
Axa Kurdan

Analîzek Li Ser Kilama Ez Gune Me (Dosto) ya Şakiro

admin adminBy admin admin15/03/2025Updated:18/01/2026Şîrove tune ye12 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Dema meriv straneke dengbêjiyê guhdar dike meriv gelek caran xemgîn dibe an jî li ser wê stranê kûr kûr difikire. Gelek caran gotinên stranê bandoreke mezin li ser meriv dike. Hîn gotinên stranan hene merivan dibin demên berê û meriv berdidin li nav rûpelên dîrokî. Helbet çiqas xweş çiqas nexweş lê mixabin nexweşiyên wê zêdetir, dîrokeke me jî heye. Gelek bûyerên dilsoj qewimîne di dîroka me de. Gelek evînên bêmiraz, şer û pevçûn, bûyerên xwezayî, bûyerên mêrxasî û lehengî qewimîne. Helbet şahidên van bûyeran jî hebûne. Lê wan çaxan xwendin û nivîsandin zehf kêm bûye lewra gelek tişt nehatine nivîsandin lê hatine behskirin, xeberdan di nav gel de. Gelek meselok û çîrok hatine gotin li ser van bûyeran. Gelek stran li ser van bûyeran hatine gotin di civatan de. Bi saya dengbêj û çîrokbêjan ev bûyerên dîrokî hatine heya roja me.

Gelek dengêjên me Kurdan hebûne û hê jî hene. Bi sedan salan e dengbêjên me bûne wekî dîrokzanê me û dîroka me bi çîrok û kilamên xwe heya roja me anîne. Hema em bêjin dengbêjan li ser her bûyerê stranek gotine. Çi eşq be, çi merxasî û lehengî be, çi şer û pevçûn be, çi xayîntî û nebaşî be li ser her tiştê kilam çêkirine. Dema meriv guhdariya straneke dengbêjiyê dike meriv gelek tiştan jî jê wî stranê hîn dibe. Meriv navê qehreman û lehengê bûyerê, navê evîndarê ku stran li ser wan hatiye gotin, navê çil û çiya, deşt û newal, çem û rûbarên axa xwe hîn dibe. Dengbêj hemû jî li gorî xwe kedek dane miletê û zimanê xwe, çand û dîroka xwe, hemû dengbêj jî bi qîmet in lê helbet dengbêj di ser dengbêjan de hene. Hîn dengbêj hene ku bi tena serê xwe ekolek in, dîrokek in. Ji wan çend heban jî kesên wekî Evdalê Zeynikê ku dengbêjê ewil tê zanîn, Dengbêj Reso, Şakiro, Huseyno, Zahiro, Dengbêj Ferzê, Filîtê Axtepî, Feqiyê Qizqapanê, Huseynê Farê, Keremê Oxçiya, Evdirehmanê Perê û gelek dengbêjên din. Herkes li gorî xwe tiştek gotiye û kedek daye. Lê ji van dengbêjan niha yê ku herî zêde tê guhdarkirin û naskirin bêguman dengbêj Şakiro ye. Şakiro di nav dengbêjan hema bêje yê ku herî zêde tê guhdarkirin ew e.

Hinek stranên Şakiro wekî belgeyek ji dîrokê ne. Behsa bûyerên dîrokî dikin. Wek mînak kilama Kekê Xîyasedîn, Axao, Îbo Begê Parsînî, Asyayê, Xalis Beg, Mala Paşê, Ez Reben im, Şerê Tarxan û hwd. Ji wan yek jî kilama Ez Gune Me ye. Kilama Ez Gune Me kilameke li ser evînê ye. Şakiro jî herî zêde kilamên evîniyê gotiye. Bi sewt û awaza xwe ya xurt kilaman xemilandiye. Ji heyama Şakiro, heya roja me kilamên wî bi hezkirineke mezin hatine guhdarkirin û yê her tim werne guhdarkirin jî. Lewma stranên Şakiro bingeha xwe ji  bûyerekî, rastiyekî bi kurtasî ji jiyanê digire. Di heyama me yê niha de jî bi xêra medyaya civakî dengê Şakiro digêhêje bi milyon kesan. Gelek keç û xortên ciwan wêne û vîdeoyên xwe bi stranên Şakiro ve parve dikin. Jixwe çend stranên wî hene ku herî zêde ew tên guhdarkirin û parvekirin. Ji wan stranan yek jî strana Ez Gune Me ye. Niha jî em ê li ser vî bisekinin û binêrin ka Şakiro çi gotiye.

Ez Gune Me ( Dosto )[1]

Ax de lê lê lê lê lê lê …

Ê de lê lê lê lê lê lê….

Sibe ye mine li dîharê Xano, di Mano, Malxas, Axadeve

Mine li dîharê Xano, di Mano, Malxas, Axadeve

Lê ava Xano, di Mano, Malxas, Axadeve

Tê li orta Boçikmasûriyê, Zado, di Mado

Bi Şariyanê re daw dibîne, Mûradê re li hev dikeve

Saet li şeşe di şeve bû

Mi dî destekî sar û cemidî nava singê û bere mi çîlê mi başê, mi bozê, mi beyazê

Mi deste goştê bû

Ji mi turê ezrahîlê kulê, meleke mewtê bû

Mi dî deste terese Dosto bû

Pirte pirta zikê Dosto bû

Fenaî kalê cezebe da

Fenanî hirça di çile de

Fenanî gaye qetil û ecele wî bê

Gidîno bizivire ji xwe r ali kêra xwe binere lo lo

Lo Dosto rebeno sibe ye dile mi kînekîn e

Zivistan e, çile erbeîn e

Tu rabe kûzê avê ji mal bîne

Ser qurêneka derî da welgerîne

Derî veke bila neke di çirine

Heft birayê mi hee çûne raw nêçîrîne

Pîre dayîka mi, kale bavê mi ketine xewê hay ji bayê felekê tunîne

Tu rabe deste nivîn bi mi xwe ra bibe

Herem odesiya me ya tewra di jêrîne

Bikeve nava taxima sing û bere mi çîlê, mi başê, mi beyazê,

Mi deste goştê, gul û sosinê dix as baxçê bavê te de wisa nîne

Lê Dosto digo de lê  lê keçikê

Dile min hatinê heye, qam û qidûmê çokê mi tunîne

Gava mi derî vekirderî dikire di çirine

Mine Ezrahîlê kulê, meleke mewtê tev di pişta derî da dînê

Bîst û çar tamarê nav mila mi mirine

Tamara bine zimanê mi tene wa dimîne

Gol o Dosto rebeno

Stêrka tu dibêjî stêrka sibê nîne, stêrka kawranqirîn e

Di orta wê û sibê da hê saet ji sibê ra ca dimîne

Ew gelek canik camêrê fenanî te ji ber deriya

Ji pişt xaniya ji xwe ra dizivirîne

Go de lê lê keçikê dile mi hatinê heye, qam û qidûmê çokê mi tunîne

Go lê Dosto rebeno sibeye vê sibengê eger tuyê têyî were

Gava tu neye bi sonda temam ji te ra ca sond bixwim

Ezê ji te ra bi Horyan Baba kim

Bi Gurgur Baba kim

Bi Uryan Baba kim

Bi Gozel Baba kim

Dede Mexsût, Dede Mirad kim

Ocaxa erde Bilîsê kim

Mala Hecî Heyderî Kêrsê kim

Şêx Ehmedê Amasiyê kim

Bi Seydayê Taxê kim

Şêx Eliyê Paliyê kim

Şêx Şabedînê erde Diyarbekirê kim

Ocaxa erdê Xirtê kim

Şêxê Çoxreşiyê kim

Mala Seydayê Nêhriyê kim

Şêxê Tiloyî kim

Şêx Eşûrê Erebî ewla seyîd e dostê Xwedê kim

Şêx Badînê erde Dignûgê kim

Şêx Evdila Şêxê Milazgirê kim

Bi ocaxa Şêrwêranê, Gogoxlanê, Qizqapanê

Şexsan û zareta sere Kosedaxê, Gilîdaxê, eteğe Sîpanê kim

Bi Încîla Îsa kim, bi Tewrata Mûsa kim

Bi Zebûra Dawid, bi Qurana ser çokê Mihemed Mistefa kim

Eger tuyê têyê were, gava tu nayê

Herçî sondê min sond xwarine

Berxê temamî xenîmê can û bedene te û dê û bavê te bil o lo.

Ji nav stranên Şakiro yê ku herî zêde tê guhdarkirin yek jî ev stran e. Navê stranê rastî Dosto ye lê gelek kes avê stranê wekî Ez Gune Me dizanin û wisa parve dikin. Stran di eslê xwe de ya kê ye baş nayê zanîn, gelek kes dibêjin ya Şakiro bixwe ye lê ev ji sedî sed rast e an na, em nizanin. Lê çi be jî ev stran bi Şakiro hatiye naskirin û bûye ya wî êdî.  Stran, straneke wekî ji nav gotiên wî jî tê fehmkirin straneke Serhedê ye. Ev gund, cih û war, çem û deştên ku navê wan di stranê de derbas dibe gelekî yên wî yên Serhedê ne. Nemaze yê der û dora Agirî, Mûş û Bilîsê ye. Wekî din jî di vê stranê de navên gelek cihan derbas dibe, di stranên dengbêjiyê de ev tişt gelek caran derdikeve pêş.

Di vê stranê de dengbêj behsa bûyereke dîrokî nake. Hema em bêjin behsa çîrokekî evînê dike. Lê ne evîneke wisa veşartî. Lewma di vir de dengbêj ji devê keçikekê xeber dide. Keçik xûyaye ku dildara xortekî ye. Navê xorto jî wekî Dosto bilêvkiriye. Ev jî dîsa taybetiyekî stranên degnbêjiyê ye ku navê kesan nayê eşkerekirin. Ji bo keçikan piranî delalê, xezalê, dîlberê, bedewa nav gund, çavxezalê û hwd. Ji bo mêran jî gelek caran xorto, kuro dîno, mêro, mêrxaso, delalo, egîdo, siwarê eznawir, siwarê gêjo, dosto, mêvano û hwd. Di vir de jî ji bo xortê dildar Dosto bikar aniye. Di stranê de Dosto diçe mala keçikê an jî keçik wisa xeyal dike. Lewma em evî baş nizanin, dibe ku ev xeyalekî keçikê an jî ya wî xortê be. Lê di stranê de ji devê keçikê tê xeber dan û ev jî dide eşkerekirin ku keçik bang li xorto dike. Di serê stranê de behsa çend gundan dike, ev gund hemû jî yên Agiriyê ne. Ev jî tê wê wateyê ku ev bûyer li vî herêmê derbas bûye.

Piştî behskirina van gundan keçik bi awayeke şehwanî dest bi mesele dike û wiha dibêje;

Saet li şeşe di şevê bû

Mi dî  destekî sar û cemidî nava singê û berê mi çîlê mi başê, mi bozê, mi beyazê

Mi destê goştê bû

Ji mi turê ezrahîlê kulê, meleke mewtê bû

Mi dî deste terese Dosto bû

Di vir de keçik dibêje Dosto (dildara wê) bi dizîka ve hatiye li ba min.  Dûre dibêje; ji mi tûrê ezrahîlê kulê bû, meleke mewtê bû. Ango dibêje haya min ji wî tune bû. Dûre piştî çend gotinan dîsa bag li dosto dike û dibêje dilê min kînekîn e, ango ez bi kelecan im. Lewra naxwazim ku kes pê bihese ku hatiyî. Bêdeng were bila kes dengê te nebihîse lewma dibêje; derî veke bila neke çirine. Lê tu dîsa jî dikarî werî mala me lewma birayên min li malê nînin, tenê dê û bavê min yê kal û pîr malê ne û evî jî wiha dibêje;

Heft birayê mi hee çûne raw nêçîrîne

Pîre dayîka mi, kalê  bavê mi ketine xewê hay ji bayê felekê tunîne

Dûre berdewam dike, dibêje deste nivîn jî bixwe re bîne û derbasî herem odesiya me bide ku ew jî tewla me bixwe ye.

Piştî vî dîsa gotina xwe dûbare dike û dibêje;

Bikeve nava taxima sing û bere mi çîlê, mi başê, mi beyazê,

Mi deste goştê, gul û sosinê dix as baxçê bavê te de wisa nîne

Keçik bi van gotinan ve niyeta xwe eşkere dike û dixwaze bi dostê xwe re şa be. Helbet dilê dosto jî heye lê tirsek jî di dilê wî de heye ku dibêje dê û bavê te yê min bibînin, tirsa min jî ev e. Vî tirsa xwe jî wiha dibêje;

Lê Dosto digo de lê  lê keçikê

Dilê min hatinê heye, qam û qidûmê çokê mi tunîne

Gava mi derî vekir derî dikire di çirine

Mine Ezrahîlê kulê, meleke mewtê tev di pişta derî da dînê

Bîst û çar tamarê nav mila mi mirine

Tamara bine  zimanê mi tenê wa dimîne

 Xorto tirsa dilê xwe bi vî awayî eşkere dike. Keçik jî bi awayeke din bersiva dosto dide û ew jî wiha dibêjê;

Go lo Dosto rebeno

Stêrka tu dibêjî stêrka sibê nîne, stêrka kawranqirîn e

Di orta wê û sibê da hê sê saet ji sibê ra ca dimîne

Ew gelek canik camêrê fenanî te ji ber deriya

Ji pişt xaniya ji xwe ra dizivirîne

Go de lê lê keçikê dilê mi hatinê heye, qam û qidûmê çokê mi tunîne

  Keçik di vir de dibêje ku hewce nake ku tu bitirsî, dema tu hatî hê ji sibê re sê saet dimîne û di wî saetê de jî kes şiyar nîne, hemû razane. Gelek mêran gotine em canik û camêr in, mêrxasin heta li ber deriya jî hatine  lê gelek ji wan jî ji ber deriyan revîyane, zivirîne. Ango dibêje çûyîna li ba yarê ne wisa hêsane dibê tu mêr û camêr bî, wêrek bî. Lewma ji bo dîtina yarê divê meriv van tiştan bide ber çavê xwe. Lê dosto dîsa dêbêje, ez dixwazim werim lê qûdûmê çokê min tune ne.

Piştî van gotinan keçik xûyaye ku eciz dibe û xêr jî dibe. Lewma ew dixwaze dostê wê werî li ba wî lê dosto her çiqas bixwaze jî newêre here li ba wê. Keçik jî ji ber van gotinan hêrs dibe êdî zimanê xweş xeber nade û dest bi nifiran dike. Wiha dibêje;

Go lê Dosto rebeno sibeye vê sibengê eger tuyê têyî were

Gava tu neye bi sonda temam ji te ra ca sond bixwim

Ezê ji te ra bi Horyan Baba kim

Bi Gurgur Baba kim

Bi Uryan Baba kim

Bi Gozel Baba kim

Dede Mexsût, Dede Mirad kim

Ocaxa erde Bilîsê kim

Mala Hecî Heyderî Kêrsê kim

Şêx Ehmedê Amasiyê kim

Bi Seydayê Taxê kim

Şêx Eliyê Paliyê kim

Şêx Şabedînê erde Diyarbekirê kim

Ocaxa erdê Xirtê kim

Şêxê Çoxreşiyê kim

Mala Seydayê Nêhriyê kim

Şêxê Tiloyî kim

Şêx Eşûrê Erebî ewla seyîd e dostê Xwedê kim

Şêx Badînê erde Dignûgê kim

Şêx Evdila Şêxê Milazgirê kim

Bi ocaxa Şêrwêranê, Gogoxlanê, Qizqapanê

Şexsan û zareta sere Kosedaxê, Gilîdaxê, eteğe Sîpanê kim

Bi Încîla Îsa kim, bi Tewrata Mûsa kim

Bi Zebûra Dawid, bi Qurana ser çokê Mihemed Mistefa kim

Eger tuyê têyê were, gava tu nayê

Herçî sondê min sond xwarine

Berxê temamî xenîmê can û bedene te û dê û bavê te bil o lo.

Wekî di vir de jî tê dîtin keçik ji bo nehatina dosto dest bi nifiran dike û li ser gelek şexsiyet û cihên dînî, kitêbên pîroz ên her çar dînên pîroz, li ser şêx û meşaîqan sondên mezin dixwe. Dibêje heke tu yê were, na heke ku tu neye jî bila ev sondên ku min hemû xwendin bila xenîmê can û bedena te, dê û bavê te bin. Ya rastî ev gotinên gelek giran in, wekî nifiran in. Mebesa keçikê helbet ne ku nifiran li dosto bike ye, ew dixwaze tenê dostê xwe bibşne. Dixwaze dosto were li ba wê û ji bo ku dosto jî qayîl be û were, van gotinên giran dibêje. Lê dibêje heke ku tu neyê jî bila ev sond xenîmê te bin. Êdî em nizanin va gotinan ji hezkirina xwe gotiye an ji hêrsa xwe gotiye.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

[1] Antolojiya Dengbêjan2/Şakiro/Omer Guneş/îbrahîm Şahîn ( Ev stran ji wî pirtûkê raste rast hatiye girtin.)

3 Dengbêj Ozan Serhedî Şakiro The Raising of Kurds 3
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
admin admin

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.