Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Edîtor»NAMEYA EDÎTOR
Edîtor

NAMEYA EDÎTOR

admin adminBy admin admin16/06/2025Updated:18/01/2026Şîrove tune ye4 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Meha Hezîranê xweş û germ dest pê kir li Londonê. Berevajî hewaya sar, ewrên gewr û baranê Gulan û Hezîran rojên bi tav û germ zêdetir bûn û her wisa berdewam dike.

Di roja ewil a vê mehê de bi konsereke xweş dilê me jî geş bû. Stranbêj û hozanê gewre Şivan Perwer cara duyem ji bo konserê hate Londonê. Konsera îsal ji ya par mezintir û coştir bû. Ji ber ku vê carê eywan mezin û fireh bû. Rojek piştî konsera serkeftî Şivan Perwer li parlamena Brîtanyayê hate ezimandin. Di rûniştineke taybet de ku ji aliyê Saziya Center for Kurdish Progress ve hat lidarxistin, hûnermendê gewre Şivan Perwer xelata Rûmetê wergirt. Ev xelat spasiyek bû ji bo keda wî ya 50 salî di warî mûzîka kurdî de.

Me wek nûçeyek cî da konserê û merasîma xelatê ya li Parlemana Brîtanyayê. Herwisa di bergê kovarê de jî me cî da stranbêj û kedkarê mûzîk û zimanê kurdî Şivan Perwer.

Nivîskar û yasanas Rêngîn Amêdî di beşa duyem a babetê xwe de ya bi navê “Partîyek Tenê Ayîdî Jinan” çareyekê ji pirsgirêkên jinan re di civaka Kurdistanî de pêşkeş dike û planek ji bo avakirina structurek ji bo partiyeke jinan pêşkeş dike. Sedem û pêwîstiya dîrokî ya damezrandina partiyek wiha diyar dike û gav û stratejiya ku divê bên avêtin û armanckirin bo avakirina partiyê rave dike.

Nivîskar Konê Reş vê mehê li ser Peşmergeyan gotarek amade kir. Konê Reş Pêşmerge wek Siwarên Azadiyê û Pira Serxwebûna Kurdistanê Ne pênase dike.

Di vê hejmarê de du nivîsên Rengîn Amêdî cî digrin. Di kurteçîroka xwe ya bi navê Giloverên Têkwerbûyî Li Ser Rûyê Avê de Rengîn Amêdî şiyana têgehên wekî hevdemî (synchronization), girêdana giyanî ya kûr û rêwîtiya di nav cîhanan de diceribîne da ku eşq şanseke din a hevdîtinê bidestxîne.

Nivîskar Brahîm Alûcî vê mehê li ser Hişmendiyê gotarek pêşkeş kir: Hişmendî (Hay-Ji-Xwe-Hebûn) Bi Nêrîneke Kurdistanî. Di vê nivîsa zanistî û bi ber de mamoste bi hûrgûlî li ser girîngiya hay ji xwe hebûnê disekine û feydeyên wê ji bo me kurdan yek bi yek rêz û rave dike.

Nivîsa Rûmet Med (Onur Kaya) li ser lehengekî ji axa brîtanyayê û çîroka wî ye: Dengê Qencî Û Rastînê Û Rengê Şînbûna Biharê: Robîn Hood

Di hejmara şeşan de Dilazad Art jî li ser sînemayê gotarek pêşkeş kir. Dilazad di nivîsa xwe diçe destpêkê û behsa derketina sînemayê vedibêje. Tişta ku sînema jê tê pê ango film çi ye, wê pênase dike û li ser dîroka sînemayê û çawanîya çîkirina fîlmekê disekine.

Ozan Serhedî di vê mehê di gotara xwe ya bi navê Çend Xwarinên Navdar Yên Mûşê de heşt xwarinan bi me dide nasîn. Ev xwarin çi ne, çi dikeve nava van xwarinan û çawa têne çêkirin yek bi yek vedibêje.

Germbûna kûrewî ango zêde germbûna dinyayê talûkeyeke mezin e ji bo mirovahiyê. Niha zanîst li ser dixebitin ku rêyek bibînin da ku hinek dinyayê sar bikin. Digikurd li ser vê projeyê nivîsî: Li Hemberî Germahiya Global Wê Roj Were Tarîkirin. Ev proje ya Bill Gates e. Lê projekeye çawa ye û çiqas pêkane? Digikurd dibersîvîne.

Di beşa danasîna Pirtûkan de nivîskar Faîk Ocal ji me re danasîna pirtûka Asûs a Mehmet Dîcle dike. Ev pirtûkeke çîrokan e û di sala 2005an de ji weşanên Tevnê derketiye.

Hejmara hezîranê bi beşa Fotoşirove diqede. Wênegir Dilazad Art du wêneyên xwe bo me şandin.

Wêne 1: Ji Kelepora Kurdî Cirn û Mîrkut

Wêne 2: Ji Kelepora Kurdî Destar

Hejmara şeşan amade û li ber destê we ye. Hûn dikarin li ser malpera me www.theraisingofkurds.com hemû nivîsên vê hejmarê û hejmara berê bixwînin. Her wiha hûn dikarin PDFa hemû hejmarên kovarê daxînin.

Bimînin dixweşiyê de.

 

 

 

 

Nameya Edîtor RK HEJMAR 6 the Raising of Kurds 6
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
admin admin

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.