Xwediyê Microsoftê Bill Gates di sala 2021ê de projeyekê bi pêş xistibû ku ji bo gelek kesan tiştekî nepêkan xuya dikir. Gates digot bi tarîkirina tavê yanê bi veşartina wê ya bi demkî dibe ku li şûna germahiya global sarbûneke global dest pê bike. Ku ev sarbûn pêşiya germahiya global bigire û nehêle pêşdetir here.
Niha zanyarên Brîtanî dixwazin heman tiştî bikin. Hikûmeta Britanyayê jî piştgiriyê dide projeyê. Ji bo ev proje pêk were bi qasî 50 milyon pounds pere hatiye veqetandin.
Zanyar niha dixwazin pêşiya tirêjên tavê wek demkî bigirin hindik be jî dinya tarî bikin. Helbet ji bo wê jî wê li asîmanan xweliyeke reflektor were çêkirin û ev ewrên xweliyan wê berê tirêjan dîsa bide fezayê. Ji bo ku bi ser keve wê ew xwelî ewrên gelek biriqî bin û tirêjên rojê wekî li eynikekê ketine wê paşde vegerin. Armanca zanyaran ne tarîkirina tavê heta hetayî ye, tenê daxwaz ew e ku heta demekê tesîra tavê bimire û ji xwe atmosfera heyî wê karibe li dinyayê têra çandiniyê bike.
Lêkolînerên projeyê dibêjin helbet proje ji ber ku erzan e pêkan e bi hêsanî bi ser keve. Ji ber ku tiştekî nehatiye ceribandin metirsî heye tesîra projeyê neyînî be û zirarekê mezin bide dinyayê.
Bi vê projeyê armanc ew e cemedên li cemserê nehelin, daristanên Amazonan tune nebin.
Beriya 4 salan proje ji aliyê Zanîngeha Harvardê ve bi navê SCoPEx ket meriyetê û zanyaran dixwest kalsîyûm-carbonatê ne-toksîk (CaCO3) bi kar bîne. Xweliyê (CaCO3) wê bikeve atmosferê û bi ewran ve bizeliqe û heta ku tune bibe wê li asîmanan pêşiya tavê bigire. Ji ber ku ne-toksîk e ji aliyê zanyaran ve wek erê tê dîtin.
Lêbelê metirsiya ewil e ku nayê zayîn wê piştî barana (CaCO3) bibare wê çi zirar bide jîngehê.
Ku ev proje bi ser keve wê ji bo dinyayê rûpeleke nû vebe û metirsiya germahiya global heta demekê dirêj ji holê rabe.


