Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Dinya»130 Sal In Di Nexşeyan De Ye, Lê Giraveke Wisa Nîne
Dinya

130 Sal In Di Nexşeyan De Ye, Lê Giraveke Wisa Nîne

DigiKurdBy DigiKurd21/08/2025Updated:18/01/2026Şîrove tune ye2 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Girava Sandy ev zêdeyî 130 sal in di nexşeyan de cih digire, lê bi eslê xwe giraveke wisa li ser rûyê dinyayê nîne!

Girava ku li behra Koralê ya li rojhilatê Awistralyayê ye, bi awayekî xeyalî hatiye xêzkirin û derdora sala 1880î de ketiye nexşeyan. Nexşeyên ku nû dihatin çêkirin jî ji ber çavkaniya fermî ya kevn dîsa jî cih didan vê girava xeyalî.

Tevî pergalên dîmengirtinê yên ji peykê dîsa jî haya tu kesî ji vê şaşiyê çênebû.

Di sala 2000î de xwendekarekî National Geographicê got ku giraveke bi navê Sandyê tune.

Lêbelê ji ber ku delîleke berbiçav tunebû ev girav ji Nexşeyên National Geographic Society jî herwiha ji nexweşiyên Ajansa Saloxgeriya Erdnîgarî ya Neteweyî jî -ku çavkanî ye- nehat derxistin.

Piştre di sala 2012an de hin Zanyarên Awistralyayî dît, li cihê ku nexşe wek Girava Sandy nîşan dide tu erd û girav tune.

Gelo giraveke nexuya çawa kariye heta niha di çavkaniyên pêbawer û yên fermî de cih girtiye?

Pisporê Erdnîgariyê yê National Geographicê Juan José Valdés li ser vê pirsê got “Herêmeke ne pir berbiçav e û ji ber vê jî balê nekişandiye.”

Çavkaniyên weke National Geographic û Ajansa Saloxgeriya Erdnîgarî ya Neteweyî weke referansên pêbawer dihatin dîtin. Ji ber ku Girava Sandy di van çavkaniyan de cih digirt, kesî hewcehî bi pirsyarkirina hebûna wê nedît. Tew xwendekarekî di sala 2000î de behsa nebûna giravê kiribe jî ji ber kêmbûna delîlan ev îdîa ciddî nehat girtin

Herwiha Juan José Valdés dibêje ku li gorî vê rewşê dibe ku gelek cih û girav ên di nexşeyan de hebin ku di rastiya xwe de qet nîn in.

Giravên xeyaletî di dîroka nexşevaniyê de ne kêm in. Şaşiyên weke çewtiyên keşfê, xeletî di tomarkirina koordînatên cografî de, an jî têgihîştinên şaş ên keşfvanan dikarin bibin sedem ku cihekî nehewce li ser nexşeyan cih bigire. Girava Sandy jî yek ji wan mînakan e.

 

Girava Sandy Nexşeya cîhanê The Raising Of Kurds 8
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
DigiKurd
  • Website

Lêkolîner, Washington DC

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.