Belê yarê…
Li her derî li pey şopa te digerim lê tu nîn î.
Ji dema tu çûyî ey yar di dil de hêst mîna kevirê Sîsîfon rûniştîye. Mîna kevir mirî û mîna kevir giran.
Li te digerim da wî kevirî ji dil biavêjim.
Xwe dispêrim çola û ji Mecnûn pirsa te dikim. Berê xwe didim deşt û çîya ji Sîyabend û Ferhad pirsa te dikim. Dikevim nava zindana dilê xwe û li wir ji Mem pirsa te dikim. Lê tu nîn î.
Li bajar û mekanên me yê berê digerim.
Di ber mala te re derbas dibim. Ji nas û dostan pirsa te dikim lê bersivek tenê jî li min venagere. Tu nîn î.
Rê dibêtilin, pêlavên di lingê min de dibetilin, cîhan jî ji min dibetile lê hîn jî li te digerim lê tu nîn î.
Heta kengî ez ê li te bigerim? Mirin jî ji vî halî xweştir e. Mirin hebûya lê hêstên mirî tunebûya. Hêstên mirî û ji mirina rastî zehmet û dijwartir e.
Bi çûyîna te êdî ez jî çûm.
Ez ji xwe çûm, ne mantiq û ne aqil tiştek nema. Tu nîn î, êdî ez jî nîn im.


