Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Jin»Heta Kengî Ez Ê Li Te Bigerim?
Jin

Heta Kengî Ez Ê Li Te Bigerim?

Mihyedîn NahrînBy Mihyedîn Nahrîn04/04/2026Updated:02/05/2026Şîrove tune ye1 Min Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Belê yarê…

Li her derî li pey şopa te digerim lê tu nîn î.

Ji dema tu çûyî ey yar di dil de hêst mîna kevirê Sîsîfon rûniştîye. Mîna kevir mirî û mîna kevir giran.

Li te digerim da wî kevirî ji dil biavêjim.

Xwe dispêrim çola û ji Mecnûn pirsa te dikim. Berê xwe didim deşt û çîya ji Sîyabend û Ferhad pirsa te dikim. Dikevim nava zindana dilê xwe û li wir ji Mem pirsa te dikim. Lê tu nîn î.

Li bajar û mekanên me yê berê digerim.

Di ber mala te re derbas dibim. Ji nas û dostan pirsa te dikim lê bersivek tenê jî li min venagere. Tu nîn î.

Rê dibêtilin, pêlavên di lingê min de dibetilin, cîhan jî ji min dibetile lê hîn jî li te digerim lê tu nîn î.

Heta kengî ez ê li te bigerim? Mirin jî ji vî halî xweştir e. Mirin hebûya lê hêstên mirî tunebûya. Hêstên mirî û ji mirina rastî zehmet û dijwartir e.

Bi çûyîna te êdî ez jî çûm.

Ez ji xwe çûm, ne mantiq û ne aqil tiştek nema. Tu nîn î, êdî ez jî nîn im.

Evîn Evîndarî Name Nameyên Derengmayî yên Evînê The Raising Of Kurds 16
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Mihyedîn Nahrîn

Mamosta, Stenbol. Li gundekî Mêrdînê tê dinê. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdarîya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Niha li Stênbolê dijî û karê mamostetîyê dike.

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.