1 – Cizîra Botan Bûka Mezopotamya ye
Bajarê Cizîra Botan bajarekî gelekî kevnar e, mirovahiyê mora xwe li gelek perestgeh, mizgeft, keleh, qesr, pir, sûr, burc û gelek avahiyên wê yên cur bi cur xistiye. Gelek şaristanî têre derbas bûne û her şaristaniyekê bermayê xwe, şop û şûna xwe lê hiştiye. Bajarê Cizîrê Botan ji kurdan re bajarekî pîroz e, ew jî mîna bajarê Qudsê ye (Orşelîm). Ji ber ku hê jî ew bajarê Kurdî yê orjînal e; Kurdîtiya xwe parastiye, zimanê kurdî di kolan û çarşiyên wê de tê axaftin û yê bazarê ye.
Jixwe wek ku tê zanîn, piştî tofana Nûh Pêxember mirov li herêma Botan anku Mezra Botan; bajarê Şernex û Cizîrê bi cih bûne. Di pey re di cîhanê de belav bûne. Dibêjin dema keştiya Nûh pêxember li ser çiyayê Cûdî sekiniye, nav li çiyayê Cûdî hatiye kirin û gotine (Cî dî), anku keştiyê wî cihek ji xwe re dît.
Di Qurana pîroz de jî hatiye: (We estewet e’lell Cûdî), anku keştiya Nûh pêxember li ser çiyayê Cûdî sekinîye. Jixwe kurd dibêjin; di heyama tofanê de, dema keştiya Nûh di ser çiyayê Şingalê re derbas bûye, li çiya ketiye û konek têde vebûye. Mar xwe kiriye gulofîtkek û ew kon dagirtiye, da ku av nekeve keştiya wî de. Û dibêjin ku kevokê bi nikilkê xwe şaxek ji dara zeytûnan wek mizgînî ku nêzîkî bejayê bûne ji Çiyayê Cûdî ji Nûh pêxember re biriye û ji wê hinge ve kevok û şaxikê zeytûnê bûne sembola aşîtiyê. Hem jî dibêjin ku navê Nûh pêxember ji gotina (Nû) a kurdî hatiye birin, bi wateya nûbûnê. Ji ber ku dinya wê hingê ji nû ve hatiye avakirin. Dema ku Nûh û her heştê hevalên xwe, li ser çiyayê Cûdî ji keştiya xwe daketine, wana di quntara çiyayê Cûdî de gundek bi navê Heştêyan ava kirine. Ew gund ta roja îro jî di pala çiyayê Cûdî de ye. Xuyaye ku di pey gundê Heştêyan re, bajarê Şernexê hatiye ava kirin û jê re gotine Şarê Nûh anku bajarê Nûh an şarê Nû. Bi dirêjiya demê û pirbûna mirovan re xelk ji herêma Botan derketine û li dinyayê belav bûne û weha kurdmanc li cihê xwe, herêma Botan mane û ji wan re hatiye gotin Kurdmanc, anku (Kurd Man li Cî).
Di baweriya min de bajarê Cizîra Botan ji kurdan re mîna bajarê Mekke ye ji Ereban re. Zimanê wê jî ji kurdan re mîna zimanê Qureyşiyane ji ereban re. Ji kevin de û ta roja îro zimanê kurdî tekane zimanê axaftina xelkên wê ye. Zimanê danûstandin û bazirganiya wê ye. Di roja îro de bajarê herî dawîn e di nav kurmancaxêvan de, ku bi tenê zimanê wê kurdî ye û zimanê kurdî parastiye û diparêze. Piştî ku serhildana mîr Bedirxan di sala 1847an de beravêtî bûye, mîr û malbata xwe di sirgunê de dûrî welatê Botan jiyana xwe derbas kirine, bi taybetî piştî damezirandina komara tirkiyê di sala 1923an de, ji wê hinge ve şerê ziman, dîrok û hebûna kurdan bi tundî hatiye kirin û ji wê demê ve xelkên Cizîrê li ber xwe didin.
Erê ji berî 100 salî ve, dagirkeran bi sedema ku zimanê kurdî nemîne, bi rêk û pêk şerê zimanê kurdî kirine. Zimanê kurdî wek sembola paşverûtiyê û nezaniyê destnîşan kirine û dikin. Û ne tenê planên bişaftina çand û ziman li ser kurdan meşandine, lê belê wan xwestiye ku kurdan di her warî de paşketî û asîmîle bikin. Lê Botanî, di roja îro de şerm dikin ku bi hev re bi tirkî biaxifin. Xuyaya ku Mîrên Botan jî, digel serhildan, nakokiyên xwebixweyî û têkçûnan, hişmendiyeke kurdewarî di herêma Botan de çandine. Di bin desthilatiya wan de çandek kurdewarî hatiye afirandin û zimanê kurdî wek zimanekî şaristaniya pêşketî di nav çerx û dewranên salan de hatiye bikaranîn û cihê xwe girtiye. Wêjeyek bi zimanê kurdî hatiye nivîsandin û weha gelek zanyar û rewşenbîr ji nav civaka Botan derketine. Nav û dengê gelekan ji wan di cihanê de belav bûye. Bêguman armanca dagirkeran ne tenê pişaftina çand û zimanê kurdî bû, wan xwestiye ku hişmendiya dîrokî jî, ya gelê Botan ji holê rakin.
Li gor ku di rojên 23-24-25/09/2008 çûm Cizîrê û min ji nêzîk ve dît û nas kir ku dîroka mîrnîşîna Mîrekên Botan di herêmeke berfireh de, bi navê Kurdistanê li hezarê salan vedigere û wê herêmê qet destûr nedaye dagirkeran ku planên xwe bi rehetî lê derbas bikin. Her dem û gav Botanî bûne kelem û asteng li pêşiya projeyên wan. Wek ku min got, di serdana Cizîrê de, min 84 mizgeft li bajarê Cizîra Botan dîtin û ku dewlet mehiya 84 Melayan dida û dide, lê min ew bandora olperestiya îslamê a zêde lê nedît.
Erê! Cizîra Mîr Şeref; Roka jiyanê ye. Landika şaristaniya mirovahiyê ye. Navendek ji navendên olên cîhanê ye. Deftera afirandina ramyariyê ye. Kaniya reseniya kurdewariyê ye. Keleha berxwedana azadî û zimanê kurdî ye. Heca kurda ye û bûka Mezra Bota ye (Mezopotamya).
Sebaretî bajarê Cizîra Botan û çima bi navê Cizîra Mîr Şeref hatiye naskirin? Wek ku diyare Cizîra Botan, Cizîra Mîr Şeref Xan e: Mîr Şeref Xan, kurê mîr Evdalê Azîzê Xalidî ye, yê ku di sala 1596an de mîrê Cizîra Botan bû. Dr. Nûredîn Zaza, di pêşgotina (Destana Memê Alan), dibêje ku Mîrekên Botan bi eslê xwe Êzidî ne:
“Dîroka Ereban dibêje ku çil û yek zarokên Xalid Binî Welîd hebûn. Tenê ji wan Evdirehman mezin bûye, ew jî kurdûndan miriye. Ji lewre dibêjin ku mîrekên Botan ne Xalidî ne, lê (Xalitî) ne. Ango eslê wan Êzidî bû”. Şeref Xanê Bedîsî jî di Şerefnameya xwe de behis dike.
Erê Mîr Şeref Xan e yê ku Medreseya Sor, di rex sûra wê de avakiriye. Xwendin, xwarin, razan û vexwarina mamoste û şagirtên wê Medreseyê ji zeviyên çend gundên ku ji bo xerciya medreseyê hatibûn terxan kirin, dihat standin. Gundê Eyîndîwerê yek ji wan gundan bû. Di van çend malikên xwarê de, Malayê Cizîrî pesinê mîrê Botan/ Mîr Şeref Xan daye û navê Kurdistanê jî aniye ziman:
Xef wan reşandin dilxweding, Teşbîhên tîrên Mîr Şeref.
Gotiye jî: Ne tenê Tebrîz û Kurdistan li ber hukmê te bin.
Hem jî gotiye: Sed wekî şahê Xurasan defrewarê te bin.
Tenha ne Kurdistan didin, Şîraz û Yeng û Wan didin
Her yek li ser çehvan didin, ji Espehan têtin xerac.
2 – Hunera Mîr Bedirxan Ji bapîrê Wî Mîr Şeref Xan Bû
Ez ne bawer im ku çi malbatan wek malbata Mîrê Cizîra Botan, Mîr Bedirxanê Azîzî: 1802 – 1868, yê ku bi eslê xwe li bapîrê xwe Mîr Şeref Xan vedigere, ji dil û can kar, xebat û bizav di ber gelê kurd de kiribin û tev malê xwe û canê xwe di ber de winda kiribin. Mîr Bedirxanê ku di sala 1843an de, di herêma Botan de mîrnişiyek ava kir, pere bi navê xwe deranîn û di bin navê Peymana Pîroz de, kurd li dor xwe civandin û belav kir û got: Dîn dîne Xwedê ye, em tev birayên hev in. Û wiha biyaniyan di pesnê wî de gotin: Bedirxan Edalet e û edalet Bedirxan e.
Tevî ku neferên vê malbatê ji sala 1847an ve di koçberî û sirguniyê de dijiyan, lê wan qet welatê xwe Botan, warê bav û kalên xwe, jibîr nekirin, ji desthilanîn neketin, li ber xwe dan û gelek xebat û bizav kirin, da ku navê gelê xwe di nav gelên cîhanê de bilind bikin. Neferên vê malbatê di sirguniyê de, di bin şert û mercên çetîn û dijwar de, xwe berpirsyarê gelê xwe didîtin û kêşeya gelê kurd barê xwe yê yekemîn dinasîn. Bi gotin û kirinê dixebitîn; çi di warê civakî û rewşenbîriyê de, û çi di warê siyasî de û wiha tev di sirguniyê de, dûrî xaka Cizîra Botan mirin. Her û her daxwaza wan pêşxistina gelê kurd û bilindkirina navê Kurdistanê bû.
Wiha wan Bedirxaniyan gelek komele û dibistan damezirandin, gelek kovar û rojname weşandin, hem jî bi saya wan gelek navend û enstîtu ji gelê kurd re hatine ava kirin.
Piştî koçkirina mîr Bedirxan li Şamê, di sala 1868an de, kurê wî mîr Miqdad Medhet Bedirxan, li ser rê û şopa bavê xwe kir qêrîn û gazî. Qêrîn û gaziya wî ji ya bavê wî bû. Wî di roja 22ê Nîsana 1898″an de, yekemîn Rojnameya kurdî li Qahîre bi navê KURDISTAN weşand û di nav rûpelên wê de gazî û qêrînî kurdan kir û got:
(Gelî Mîr û Axano! Kurmancno! Qenc bizanin xwendin, ilm û merîfet (li) dinyayê û axretê rûyê mirov sipî dike, mirov mihtacî tu kesî nabe. Riya Xwedê de paş niho zaroyên xwe bie’limînin ilm û merîfeta, hûn bi xulaqetê xwe şûca’ û cesûrin, heke hûn bibin xweyî ilm, hûnê ji dinyayê hemîyan xurtir û dewlemendtir bin).
Mîr Miqdad Midhet Bedirxan, Kurdistan, hejmar4/1898 Qahîre.
Neviyê mîr Bedirxan jî, mîr Celadet Ali Bedirxan:1893 – 1951, hêviyên bav û bapîrê xwe li erdê nehiştin, bi xwe re hilgirtin û hilanîn û di ber wan de xebitî ta ku wî jî di roja 15.5.1932an de kovara xwe (Hawar) a bi tîpên latînî, li Şamê çap kir û di nav kurd û biyaniyan de belav kir. Wî jî, bi Hawara xwe, qêrîn û gaziya bav û bapîrê xwe gîhand kurd û biyaniyan û got:
(Herçî em Kurd, me zimanekî delal heye û em pê diaxifin, piraniya me ji vî zimanî pê ve bi tu zimanî nizanin.
Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin. Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletekî, êdî ne bi tenê wezîfeke şexsî ye, lê wezîfeke milî ye jî. Herî bi vê wezîfê ranebûne, wezîfa xwe ya milî pêk neanîne û bi kêrî miletê xwe ne hatine. Ji bona ko mirov bikare xwe ji miletekî bi hesibîne, divêt ko bi kêrî wî bê.)
Mîr Celader Alî Bedirxan, Kovara Hawar, jimar: 40,1942
(Malxerabino! Ma we ew çend wext nîne, ko hûn ji bo hînbûna zimanê biyaniyan bi salane ve xebitîne, îro jî dixebitin, ji bona ko bikarin – fînfoneke – derewîn bi lêv bikin.. Kuro! Eybe, şerme, fihête, an hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bibin, an mebêjin em Kurdin, bê ziman Kurdîtî ji we ra ne rûmete, ji me ra rûrewşiyek girane.. Heyf û xebînet û hezar mixabin, nemaze ji wan ra ko bi zimanên din dizanin bixwînin û binivîsînin û alfabêya zimanê xwe hêç nas nakin.)
Mîr Celadet Bedirxan, kovara Hawar, jimara, 27 Şam,1941
Not: De werin vê pirtûka min (Bajarê Cizîra Botan û Hunera Mîr Bedirxan), bixwînin û pêlekê di nav dîroka Cizîra Botan, berxwedan, xebat û karên ku Mîr Bedirxan, zarok û neviyên xwe, xwe di ber wan de westandine, mijûl bibin. Mijarên pirtûkê têvel in û li ser yek zîlanê dizîvirin; Bedirxanî anku Kurdayetî. Pirtûk di weşanxaneya Azad de li Stanbol hatiye çapkirin/ 2013).


