Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Hemû Hejmar»Hejmar 25»BANDORA WERGERÊ DI PÊŞDEBIRINA RAMANÊN FILOZOFÎ DE
Hejmar 25

BANDORA WERGERÊ DI PÊŞDEBIRINA RAMANÊN FILOZOFÎ DE

Dilazad ARTBy Dilazad ART19/01/2024Updated:20/01/2024Şîrove tune ye3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Felsefe berîya zayîne di sedsala 6an de li Yewnana Antîk derketiye meydanê. Wek filozofê yekem Thales tê naskirin. Beriya ku ramana felsefî derkevê bi giştî mirovan li gor ramanên dînî, mitolojîk û efsaneyi jiyana xwe didomandin. Piştî ku felsefe derket qata mirovahîye edî ramanê hişî derket pêş. Her rewş û bûyerên ku diqewimîn êdî li gor ramanên hişî dihatin şîrovekirin û li gor ramanên hîşî dihate bikaranîn.  Filozofan di derbarê her mijarê de ramanên xwe diyar kirin. Ev ramanên xwe nivîsîn û wek mîratê ji nivşê nû re hiştin. Di dema felsefeya Filehîye de dêrê tiştê ku ne li gora baweriya Filehiyê ye qedexe kir. Ji bo ku felsefeya dînî li dijî hin ramanên filozafan bû di sedsala 5an de pirtûkxaneya Skenderiye hatiye hilweşandin. Di sedsala 6an de jî akademîya Platon hatiye girtin. Di sedsala 8an de berhemên Porphyrius ji Grekî ber bi Latînî ve hatine wergerandin.  Lê Filehan tiştê ku ne dijî baweriya Filehiyêye wergerandin ser zimanên gelen Fileh.

Dema ku dînê Îslamê li cihanê belav dibe bi awayekî sirûştî bi pirtûk û ramanên felsefî re hevnas dibe. Beriya Îslamê li rojhilat bi taybetî wek navêndên  Enteqya, Haran, Îran û Skenderiyê wergerên berhemên felsefî yê Yewnana Antîk hatibûn çêkirin. Ev werger bi taybetî bi saya Suryanan wergerên Suryanî bûn. Di sedsalên 8-9an de erdnîgarîya Îslamê de navendê wek Entaqya, Riha, Cundişapur, Haran, Nisebîn û Bexda bûne cihê wergerê. Bi saya van wergeran zaneyên Îslamî ji felsefeya Yewnanî haydar bûne. Bi alîkariya xelîfeyên Abasî di navbera sedsalên 9-12an de berhemên Suryanî, Farisî, Hindî û Yewnanî bi bal Erebî ve hatine wergerandin. Di dema Harun Reşîd de bi navê Beytûl Hikme navendê wergerê hatine damezrandin. Bi vî awayî zaneyên Îslamê hinî felsefê bûn û li ser felsefe xebatên heja kirin. Ji van zanayan hin kes; Îbn Sîna, Xezalî, Farabî, Îbn Ruşd, Îbn Haldûn, El Kindî û hwd. Bi saya felsefê şaristaniya Îslamî ji hêla jiyana rojanê û zanistî ve pêşde çû. Bi gotineke dî mîrata zanînê û felsefê derbasî şaristaniya Îslamê bû.

Di sedsala 12an de cara yekem Rojava an kû Ewrûpa berhemên Yewnana Kevin, Hind û Misirê ku bi Erebî bûn wergerandin ser zimanê xwe. Di sedsala 12an de Konstantinê Efrîqî pirtûkên ku ji Tunusê anîbûn –ê tib ê- li Salernoyê wergerandin bal bi zimanê Latînî ve. Ev rewş heta sedsala 17an didomê. Bi saya van wergeran Rojava jî ronesansa xwe avadike. Her ku di sedsala 8an de bi saya wergerê felsefeya antîk şaristaniya Îslamê pêşde çû, bi heman awayî saya wergerên sedsala 12an jî şaristaniya Rojava ronesansa xwe ava kir. Ji van zaneyên Rojavayî hin kes; Machiavelli, Kopernik, T. More, F. Bacon, Galileo, Descartes, Spinoza, J. Locke, Newton û hwd.

Wek encam werger di pêşdebirin û avakirina şaristaniya de roleke sereke lîstiye. Werger wek pirekê di navbera şaristaniyan de wazîfeya xwe bicîh anî ye. Îro jî zanist bi saya wergerê li cîhanê belav dibe.

Çile 2024 DILAZAD A.R.T Hejmar 25 Jimar 25 Kurd Kurdî The Hall Kurdî The Hall Kurdî 25
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Dilazad ART

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.