Gotinek di Bîranîna Barzanî de
Meha Adarê, bi rojên şîn û şadiyên kurdewariyê dagirtîye. Ji wan yek rojbûn û yek koçkirina Barzaniyê nemir e.. Barzaniyê ku bi bihîstina navê wî re giyanê kurdewariyê di hinavê mirov de mezin dike.. Bi helkeftina ku di Adara îsal de (2026), roja 14.3.2026an (123) sal di ser rojbûna wî re derbas dibe, û wek ku diyare ew di roja 1ê Adara 1979an de, anku berî 47 salan, çûye ber dilovaniya Xwedê. Bi vê munasebetê bi min xweş e ku babeta min a vê hejmarê li dor Barzaniyê nemir be. Tevî ku çendî pesnê wî bidim, ew ji pesnê min Mezintir e.
Nizanim di vî pesnî de çi bibêjim û çi nebêjim! Çiku ew ji pesinê min mezintir e. Tiştê ku ez zanim û bîr û baweriya min pê tê ev e: Barzanî semyanekî sembolî ye ji netew û niştimaniya Kurdî re, ji ramanên Kurdî yên pêşverû re. Ta radeyekê ku hêjî pêdiviya me bi kesên mîna wî heye, her û her wê hebe û wê navê wî wek semyan, ji niştimanperwerên Kurdan re bimîne. Li ser rêbaz û pêvajoya wî ya pîroz û bi ronahî, wê gelê Kurd karibe ji xwe re hêviyên bilind û berfireh ava bike. Ew rêbaz û pêvajoya ku ji Kurdan re bûye jêdereke bingehîn. Tevî ez ne di wê baweriyê de me ku, rojên derbasbûyî, rojên îroyîn û pêşerojê, li terazûya xwe xînin, lê sûdeya ku di rêbaz û serboreya Barzaniyê nemir de heye, ji Kurdan re gelekî giring û pêwîst e. Û her wiha ez ne bawer im ku mirovên Kurd wê karibin pêş bikevin, biser bikevin û tiştekî nû ji xwe re pêk bînin, bêyî rêbaza wî.. Erê.. Ma wê çi buhayê nirxandina zinarekî ji çiyayekî wek Barzanî re hebe?
Barzanî, çiyayek bû ji çiyayên Kurdistanê, çiyayekî bi dar û ber bû, bi çem û cobar bû, bi gelî û newal bû, çiyakî poz bilind û bi heybet û saw bû. Rojekê ji rojan, ev çiya ji cihê xwe nehat hejandin, ne pêşberî bahozên dijwar û ne bablîsokên gur û tund. Wek ku min got; Barzanî çiyayek bû û çiya namirin, Barzanî jî namire, her wê di hiş û ramanên Kurdan de zindî bimîne..
Vê paşiyê ji ber mezinbûn û girîngiya navê wî, di nav gelê Kurd û gelên cîhanê de, dewleteke wek Amerîka ku ji mezitirîn dewletên cîhanê ye, navendek di Zankoya Washington de bi navê Melle Mustefa Barzanî damezirandiye, bi merema ku Barzanî yek ji wan kesane, yên ku tev jiyana xwe di ber gelê xwe de xerc kiriye.. Ew jî mîna Nelson Mandela, Charles de Gaulle û George Washington e…
Belê Barzanî mezintir e ku ez şabaş û pesnê wî bidim û wî binirxînim. Barzanî çiyayek bû, navê wî wek navê çiyayekî di nav gelê Kurdistanê de, bi bilindbûn, heybet û asêbûna xwe ve hatiye naskirin. Çendî çerx û dewran di ser vî çiyayî re derbas bibin, kes nikare wî çiyayî ji cihê wî bilivîne. Erê ew semyanekî sembolî ye ji gelê Kurdistanê re. Di vê bîranînê de, ez ji navê wî re temene û xûz dibim. Herwiha ji navê tev şehîdên azadiya xaka Kurdistanê re.
Roja îro, li gor rewşa Herêma Kurdistanê û neyarên ku ji çar hawêr ve şerê wê dikin û dostên ku bi hewldan in wê bikin dewlet, nexasim piştî 100 salî ji Peymana (Sykes–Picot û Lozanê), pêwîst e em dengê xwe, tevî dengê serok Mesûd Barzanî bikin. Evê ku di nav dewletên dinyayê de, bi hewldan e bingeha dewleta Kurdî ava bike. Evê ku bav û kalên wî ji sed salî ve, li vê yekê geryane û xwe ji paş nedane alî. Îro ew xelkên dinyê û alemê serwextî çîroka perîşaniya gelê Kurd û Kurdistanê bûne. Ta pileyekê ku navê wan û Kurdistanê bi hev re hatiye hûnandin û roja îro gelek ji xelkên her çar perçeyên Kurdistanê bi navê Barzanî sond dixwin. Dawî, bi min xweş e bêjim ku Barzanî ne heyranên serokatiya Herêma Kurdistanê ne wek ku heyranên serxwebûn û azadiya Kurdistanê ne. Barzanî Zindî ye navê wî ebedî ye. Silav li giyanê wî bibare.
Di roja 02.06.2014an de, li ser daxwaza Civata Kurdên Libnanê ya Qenciyê, eva ku di sala 1963an de, bi alîkariya Mîr Dr. Kamîran Bedirxan hatiye vekirin, çûm Beyrûtê ji bo pêşkêşkirina semînerekê li dor ziman û rewşenbîriya Kurdî. Piştî semînerê min berê xwe da Muzexaneya Navdaran (Hall of Fame) ya ku peykerê Barzanî jî di nav peykerên 55 serokên dewlet û navdarên dinyayê hatiye bilind kirin. Her wiha ala Kurdistanê ya rengîn jî di nav alan de hatiye danîn. Min çend wêne bi pêkerê wî re girtin. Digel ku nasnameya Barzanî wiha hatiye nivîsandin: “Mele Mistefa Barzanî (1903 – 1979): Babê Rohiyê Neteweya Kurd Û Serokê Dîrokî Yê Tevgera Rizgarîxwaz A Niştimaniya Kurdistanê”.
Erê ji ber ku Barzanî semyanekî semboliye ji netewe û niştimaniya kurdî re, ji ramanên kurdî yên pêşverû re, pêwîste em zarokên xwe fêr bikin ku Barzanî welat e û welat pîroz e! Di 100 Saliya Rojbûna Barzaniyê Nemir de min ev Helbesta xwe ya bi Navê Sermelekê Pêşmergeyan, di sala 2003an de, di bîranîna 100 saliya rojbûna wî de nivîsandiye û li ser gora wî xwendiye:
(1)
Teyrê Baz.. Bazo!
Sermelekê Pêşmergeyan!
Di bîranîna sedsaliya rojbûna te de
Pêlên evîna şop û şûna te
Bêrîkirina nav û dengê te
Serborî û rêbaza te
Li ber çavên me
Direqisin û semayê dikin..
Di guhê me de
Bi zingezing in û
Bîr û baweriyên me
Di bin navê te de
Dibin yek..!
Ey amadeyê
Di nav me de
Mîna rokê…!
Ey dara beriwa.
Dara bi hêl û hêz..!
Va em di bin siya navê te de
Xwe diparêzin.
Ji berê te
Xweş fêkî û êmîşî
Dixwin û bi navê te
Xwe paye dikin û
Pê sûnd dixwin.
(2)
Bazo..!
Di sedsaliya zayîna te de
Welat dikene..!
Gulistan û daristanên wê
Bi ava (Îlonê)
Têne avdan
Qesir û qonaxên wê
Bi lat û zinarên
Derbendîxan, Zozik, Soran û
Baziyan bilind dibin
Navê Xanî û Bedirxan,
Hefîd û Goran
Bi tîpên zêrîn
Di sînga welat de têne nivîsandin..
Welatîno werin, tev werin..!
Werin em bi hev re serboriya BARZANÎ
Bixwînin;
Ji tivinga Berno,
Barzana berxwedanê,
Mehabada xwînlî, peravê Aras,
Şoreşa Îlonê,
11ê Adarê û ta bi Gulana rengîn.
(3)
Wî, wî.. Bi tena xwe dît û
Her tişt nas kir.. Nas kir ku;
(Da ku mirov kurdekî dilsoz û resen be,
Ew hunereke zor çetin û dijwar e).
Bê guman wî,
Her tişt nas kiribû
Ta ku îro, ji me re bûye;
Strana ser zimanan,
Xup-xupa ava çem û cobaran..
Navê wî bi dengê:
Qewalên piristgeha Laleş,
Zengilê dêr û kenîşteyan û
Melayên mizgeftan re
Di sînga asmanê welat de
Deng vedide û li hev vedigere..
(4)
Bazo..! Tu li kû yî niha..?!
Ez te dibînim..!
Tev milet te dibîne..!
Ey mirovê sebirkêş û bi aram
Bavê evîn û dilovaniyê
Parêzerê welat
Sermelekê Pêşmergeyan
(5)
Bazo..! Çendî tu ji xwe bawer bû,
Ji miletê xwe piştrast bû
Dema ku te kelek berda nav
Deryaya kul û xeman..
Ey serokê welat, welatiyê serok
Barzaniyê nemir..
(6)
Bazo..! Sermelekê Pêşmergeyan!
Zindiyê her dem û warî!
Birêzê wate û şirovekirinê,
Asoya dûr û dirêj,
Dengê birûsk û tavan,
Hêviya mişextî û penaberên ku,
Çavnêrên sibehên welat in
Silav silav li te bin
Silav li te bin
Ey sembolê lehengî û
Afirandinê..
Mêzeke, mêzeke!
Va kevok bi aştî di asmanê welat de
Difirin.. Darzeytûn bi geşî
Dipişkivin û bilind dibin
Rok bi ken
Di asmanê welat de
Xuya dike..
Silav, silav li te bin
Sermelekê Pêşmergeyan
Serokê welat,
Welatiyê Serok
BARZANIYÊ NEMIR.
Konê Reş/ Qamişlo 4/3/2026


