Destpêk
Dagirkerî û mêtinkarî, li gorî Fanon, ne tenê dagirkirina axê ye; ew hewldanek e ji bo tunekirina nasnameya bindestan e. Ew dixwazin çand, ziman, dîrok û kelepora wan ji holê rake û li şûna wan, nirxên serdestan têxe dilê bindestan. Di encama vê de, bindest di nav qeyraneke derûnî û giyanî de dimînin: Nasnameya wan pelçiqî dibe, hişmendiya wan parçe parçe dibe û ew di nav hesta tirs, şerm û kînê de digevizin. Fanon bi çavekî derûnbijîşkî (psychiatric) rewşa dagirkeriyê û mirovên bindest vedibêje û dinivîse. Di nivîsên xwe de qet tiştekî venaşêre û bêtirs tiştê ku hest dike û dibîne tîne zimên. Ji ber vê yekê, mirov dikare bibêje ku Fanon serpêhatî û çavdêriyên xwe li gorî bîr û baweriya dilê xwe nirxandine û vegotine. Vê vegotina ji dil û rasterast, li her derê dinyayê mirov xistine bin bandora xwe. Lewre mirovan xwe di van nivîs û vegotinan de dîtiye.
Fanon heya koça xwe ya dawî behsa dagirkeriyê, koloniyalîzmê, pişaftinê û bindestiyê kiriye. Fanon dema ku behsa van tiştan dike, bi awayekî razber (abstract) tevnagere û nanivîse û nabêje; bi awayekî şênber (concrete) behsa rûdan û rewşa mirovên bindest û serdest dike. Dibe ku ciyawaziya Fanon û bandora wî ya herî mezin ev yek bixwe be. Fanon tiştê ku jiyaye nivîsandiye û vegotiye. Loma mirov dikare bibêje ku ew derûnbijîşkekî întrospektîf e, lewre ji xwe dest pê dike, li xwe dinêre û ya herî girîng hebûna xwe dixe ber lêpirsînê û bi wêrekî çavdêriyên xwe û tiştên ku hest dike vedibêje û dinivîse. Ji ber vê yekê kesên ku Fanon dixwînin, xwe an jî parçeyekî xwe di fikir û ramanên wî de dibînin.
Armanca Dagirkeriyê
Fanon dibêje ku derdê dagirkeran (serdestan) ne tenê mal û milkê dinyayê û xulamtiya bindestan e; ew dixwaze kevneşopî, kelepora (culture), çand û dîroka bindestên xwe ji holê rake û li dewsa zimanê wan zimanê xwe têxe devê wan. Bi vî awayî dixwazin nasnameya bindestan ji hev belav bikin û hişmendiya wan tarûmar bikin. Fanon dibêje ku di vê kêliyê de bindest li ber xwe didin da ku kesayetî û rûmeta xwe ji bin lingê dagirkeran rizgar bikin ango biparêzin, lê parêzvanên dagirkeran (sixûr, ajan, provokator, cerdevan, notirvan û hwd.) rêya wan dibirin û daxwaza têkçûnê li wan dikin. Li pêşiya wan du rê dimînin: yan dê serî hildin, bên kuştin û girtin yan jî dê bipejirînin. Heke bipejirînin êdî dest û lingên bindestan tên girêdan û dibin xulamê dagirkerên xwe. Ev xulambûn hêdî hêdî kesayetî, çand, ziman, dîrok û kelepora wan ji holê radike. Di encama vê dagirkeriyê de bindest êdî ne mirov e ne jî heywan e. Lewre kesayetî pelçiqî ye, hişmendî parçe parçe bûye û zar û ziman nîvmirî ye.
Tirs, Kîn û Girêkên Bindestiyê
Fanon dibêje ku armanca zilm û zora dagirkeriyê ya sereke ew e ku tirsê bixe dilê bindestên xwe lewre ev tirs rê li ber şermezarî û şermdariyê vedike ku bindest êdî bi tirs tevbigere û ji xwe û ji hebûna xwe fedî dike. Fanon dibêje ku ev tirs û fedî, tovên kîn û nefretê di dilê bindestan de diçikîne. Lê bindest gava ku nikaribin berê vê kîn û nefretê bidin serdestên (dagirker) xwe, ev kîn û nefret li wan vedigere. Ango li kesên bindest vedigere. Ji ber vê yekê, bindest bi hev dikevin, hev biçûk dixînin, biçûk dibînin û hemû kîn û nefreta serdestan bi ser hev de direşînin û belav dikin. Di zimanê derûnnasiyê de ji vê re dibêjin, girêka xwe-kêmdîtinê (inferiority complex) û girêka bindestiyê. Bi dagirkeran re jî girêka serdestîbûnê (superiority complex) peyda dibe, xwe mezin dikin û xwe ji hedê xwe zêdetir dinepixînin û wekî ku heqê wan ji bo kirina her tiştî heye dibînin.
Bindestên ku ji vî derdî nexweş ketine ango yên ku derûniya wan xerab bûye, ji hêla dagirkerên xwe ve bi awayekî ‘derûnî’ tên dermankirin. Sartre vê yekê wekî şûştina mêjiyê dibîne. Li gorî Fanon jî tekane tedawiya vî derdî (nexweşiya derûnî) şidet e; divê bindest li hemberî serdestên (dagirker) xwe serî hildin û şidetê bi kar bînin lewre ev şidet dê hişê bindestan bîne serê wan û ew dê nasnameya xwe ya pelçiqî û parçebûyî ji bin lingê wan rizgar bikin.
Jiyana Fanon
Fanon di 20ê Tîrmeha 1925an de li Martînîkê ku koloniya Fransayê ye tê dinê. Ji ber ku rewşa malbata Fanon ji hêla aborî ve baş bû Fanon dikarîbû biçe dibistaneke Fransî. Wê demê pir kêm reşik dikarîbûn biçûna dibistana ku Fanon diçûyê. Di vê dibistanê de dersa yekem “je suis Français” (ez Fransî me) bû. Ev rewş bi dilê Fanon bû, lewre ew jî wekî yekî Fransî perwerde dibû û xwe wekî yekî Fransî hest dikir. Loma gava ku Alman (Nazî) Fransa dagir kir ji bo ku ‘welatê xwe’ biparêze bi kêf û rêza xwe çû navê xwe li leşkeriyê nivîsand. Lê hêj di rêwitiya Atlantîkê de kêfa wî di dilê wî de ma, lewre di rê de ciyawaziya di navbera reşik û spiyan (Fransî) de bi çavên serê xwe dît û ferq kir ku reşikan naxin dewsa mirovan. Ev rêwitî, ji veguherîna ramanên Fanon re dibe destpêk.
Li derdora xwe didît û dibihestt ku bê reşik çawa ji ber rengê çerm, çand û zimanê xwe dibin mijara henekê û tîna ziyan. Êdî ev ciyawazî, netewperestî û tunehesibandin bala Fanon dikişîne û wî dixin bin bandora xwe. Fanon di bin vê bandorê de dest bi zanîngehê dike û qeyda xwe li Zanîngeha Lyon li Fakulteya Bijîşkiyê dike û di vir de derûnbijîşkiyê dixwîne û qut dike. Fanon bi xêra perwerdehiya derûnbijîşkiyê bandora psîko-patolojîk ya dagirkeriyê çêtir dinas. Fanon ji ber rengê çermê xwe yê reş hîn bêtir “reşik”bûna xwe hest dike û li ser vê rewşa ciyawaz radiweste. Vê qeyrana derûn-hebûnî (psycho-existential) kir ku Fanon bala xwe bide mijarên bi vî awayî; jixwe ji ber vê jî teza xwe li ser cudahiya reşik û spiyan amade kir, lê teza wî ji hêla akedemisyenan ve nehat pejirandin.
Kitêba “Çermê Reş, Maskeya Spî”
Fanon ev teza xwe di sala 1952an de bi navê “Peau Noire, Masques Blancs” (Çermê Reş, Maskeya Spî) weke kitêbekê çap kir. Piştî ku çap kir nav û dengê kitêbê li dinyayê belav bû. Ev kitêb îro di nav kitêbên sedsala 20em de yek ji kitêbên herî bi bandor tê qebûlkirin. Kitêba wî bi taybetî behsa Martînîkiyan dike lê bi giştî li ser rewşa derûnî, biyanîbûnê û girêka xwekêmdîtinê û bindestiya reşikan e. Jixwe Fanon di destpêka vê kitêbê de dibêje “mirovên reşik, ne mirov in”. Di navbera reftar û tevgerên mirovên reşik yên li hemberî reşikekî/ê û yên li hemberî spiyekî/ê de cudahiyeke mezin heye. Mirovên reşik dixwaze ku çermê xwe biqetîne û ji ser xwe biavêje, lê nikare. Ji ber vê yekê ji xwe re li rê û rêçikan digere da ku xwe spî bike û weke spiyan hest bike.
Yek ji van rêyan jî ew e ku zimanê xwe ji bîr bike an jî weke ku ji bîr kiriye tevbigere û bi Fransî biaxive, heta ji yekî Fransî çêtir bi Fransî biaxive. Yeka din jî xelasiya ji çanda xwe ye; bawer dikin ku pejirandina serdestiya çanda Fransî dê deriyê spîbûnê li wan veke û wan ji vê rewşa “nezanî, xizanî û erzaniyê” ya bindestiyê rizgar bike. Loma ji bo jineke reşik mêrekî spî (Fransî) û ji bo mêrekî reşik jineke spî xelasiya jiyan û nasnameya bindestiyê ye. Fanon dibêje, dildariya miroveke/î spî kêm be jî, kesê/a reşik xwe ji girêka xwekêmdîtinê û bindestiyê bi dûr dixe û hebekî êşa xwe ya bindestiyê sivik dike.
Girêka Bindestî û Serdestiyê
Fanon dibêje ku reşik girtiyên girêka bindestî û xwekêmdîtinê ne û spî jî di nav îluzyona (illusion) girêka serdestîbûnê de digevizin û dijîn. Mirovên spî miameleya zarokan bi reşikan dikin û her tim di mêjiyê wan de têgehên weke “neguherbar, reşikên çarqozî” hene. Fanon dibêje: “Ji mirovan dixwazin ku weke mirovan tevbigerin, lê ji reşikan dixwazin ku weke reşikan tevbigerin.” Mirovê reşik ji xwe nefret dike, reşikbûn bi tena serê xwe ne nirxek e; hêmaneke berawirdkirinê ye. Ji ber vê yekê reşik, xwe wekî reşikan nabîne û naxwaze bibîne jî.
Ev girêka xwekêmdîtinê, di nav kesên xwende û yên ku baş perwerde bûne hîn zêdetir e (Fanon di vir de bi taybetî behsa Antînîyan dike). Çiqasî stranên mirovên spî bibêjin û çiqasî kitêbên spiyan bixwînin, ewqasî ji xwe û reşikbûna xwe fedî û nefret dikin. Fanon ji bo reşikên girava xwe -wekî Antînî tên nasîn- dibêje: tiştekî ku ez bikim tune, lewre ez bi serê xwe spî me. Û ji ber vê yekê reşikiya xwe ango kakila hebûna xwe, hevîrtirşê xwe biçûk dibînin û dibêjin madê min jê dixele. Antînî ji bo ku reşikbûnê ji ser xwe biavêjin dibêjin em ji Efrîqiyan cuda ne û em ne wekî hev in. Ji ber vê Fanon dibêje, Antînî negrofob (negrophobic) in û neyarê reşikan e û wisa berdewam dike: ev Antîniyên ku ji derhişiya hevpar ya Ewropî yan xwedî dibin, mecbûr in hemû arketîpên ku derihiş di nava xwe de vedihewînin bipejirînin û wan ji xwe bihesibînin.
Serpêhatiya Kesayetiyê
Fanon sedema qrîza nasname û kesayetiyê ya xwe bi serpêhatiyeke xwe rave dike: Li Fransa zarokek bi tiliyên xwe wî nîşanî dêya xwe dide û dibêje: “Dayê, li vî reşikî binêr! Ez ditirsim!” Fanon dixwaze vê nêrînê veguhere û bibêje ku reşik jî bi qedir û qîmet in û xwedî rûmet in. Fanon li ser derûniya serdest û bindestan radiweste ku bê çawa nasnameya bindestan parçe û ya serdestan nepixandî ye û bê çawa rê li ber dinyayeke dumend û manîk vedike. Ev dinyaya manîk, dike ku mirov xwe tune, kêm, serpêl û rezîl hest bike. Tenê serdest tê nasîn û navê bindest nayê xwendin û kesê/a nas nake, ev têkiliya bêwate û bêfêde bindest ji rê derdixe, lewre mirov bi nasîna yên din xwe mirov hest dike û dibe mirov.
Ev jî rê li ber dinyayeke manîk û psîko-patolojîk vedike ku pê re bêpergaliyên derûnî û kesayetiyê derdikevin holê. Di encama vê têkiliyê de hin dîn dibin û bi çolê dikevin ku bi wan re nîşanên psîkotîk (dînîtî) derdikevin holê. Ji ber ku nikarin wî barê giran yên bindestiyê ragirin, gelek kesên bindest wekî ku ev bobelat ne bi serê wî/ê bi serê hinê din de hatiye tevdigerin. Kitêba Fanon ya bi navê “Çermê Reş Maskeya Spî”, derbarê rewşa mirovên ku welatê wan hatiye dagirkirin e. Û di encama vê dagirkeriyê de li ser disekine bê çawa dagirker dibin serdest û xwediyên welatî dibin bindest. Derûniya kesên bindest xerab dibe û ew hesta tunebûnê, bindestî û xwekêmdîtinê dijîn. Di berdewamiya van hestan de ji xwe re dinyayeke manîk ava dikin û bi gelemperî di nav rewşeke dukesayetî û dunasnameyetî de dijîn. Fanon ev kitêb li ser rewşenbiya takekesiya xwe û rizgariya xwe nivîsiye. Ev kitêb ji şoreşgeriya wî û ji ramanên şoreşa serxwebûna neteweyan û ji civakparêziyê re dibe pêlikek. Di encama vê şoreşgeriyê de Fanon dibe bîrewerê serxwebûna hevpar.
Li Cezayirê
Fanon piştî ku derûnbijîşkiyê qut dike ji bo xizmeta welatê û welatiyên xwe vedigere Martînîkê, lê bala xwe dide ku Martînîkî li hemberî dagirkeriyê pir rûnerm in û oto-kolonyalîzmê li ser xwe qebûl kirine. Ji ber vê yekê hewasa Fanon nabe û di demeke kurt de ji girava Antînîkê vediqete û dîsa vedigere Fransayê. Lê li vir jî tebata wî nayê, di sala 1953an de ji Senghor re nameyeke dinivîse û dixwaze ku li Senegalê bixebite lê nameya wî bêbersîv dimîne. Vê carê li Cezayirê ji xwe re karekî dibîne û li Nexweşxaneya Blida Joinvilleyê wekî serbijîşk dest bi kar dike. Ev biryar jî ji tûjbûna şoreşgeriya Fanon re dibe pêlikeke din. Cezayir jî ji sala 1830î pê ve koloniya Fransayê bû, lê Fransa Cezayir ne wekî koloniyê wekî şaxeke ji xwe didît. Lê bêguman Cezayirî wekî hemwelatiyên xwe nedihesibandin.
Fanon bi çavên serê xwe dît bê çawa zilim û zor li Cezayiriyan tên kirin û kêm tên dîtin û her cure şidet li ser wan tê bikaranîn. Fanon li vir ferq kir ku gerdûniya mirovperweriya Fransayê çiqasî derew e. Lewre Fransî li ser axa Cezayiriyan pergaleke kedxwarî û zext û zorê ava kiribûn. Bi vî awayî Fanon ji mirovperwerî, zanist û şaristaniya Ewropiyan dûr ket. Di encama van çavdêriyan de ferq kir ku mesele ne tenê meseleya reşik û spiyan e; di hemû dinyayê de mirovên çîna yekem û mirovên çîna duyem hene.
Laboratuwara Derûnî
Nexweşxaneya Blidayê ji bo Fanon dibe laboratuwareke derûnî, lewre komeke derûnterapiyê (psychotherapy) ji bo nexweşên Fransî û Cezayiriyan ava dike. Fanon bi roj li dagirkeran (îşkencekerên) û bi şev jî li bindestan (mexdûran) dinêrî û ew derman dikirin. Lê dikir û nedikir tu encam ji vê derûnterapiyê bi dest nedixist, ji ber vê, girêdana xwe ya bi derûnbijîşkiya Ewropiyan re qedand. Lewre zanista Rojava (Ewropa) zanyarî û analîzên xwe li gorî burjuvaya spiyan bi kar anîne û ew ji xwe re kirine norm û tenê kesên ku derdikevin dervî wan norman wekî nexweş tên qebûlkirin. Fanon hebekî bi saya nêrînên Freud rêbazeke întrospektîf bi pêş xist.
Fanon dibêje, dagirkerî ne tenê ji hêla aborî, siyasî û leşkerî ve mirovan bêhêz dike, di heman demê de ji hêla derûnî ve jî mirovan bêhêz dike û derûniya bindestan tarûmar dike. Lê li hemberî vê derûniya serdest bihêz dibe. Fanon dibêje, divê derûnî û derûnbijîşkî bi civak û dîrokê re têkildar be û bi mînakên takekesên serdest derûniya mirov û gelên bindest qet nayê fêmkirin. Gotinên serdestan tên guhdarîkirin û qedir û qîmeta wan heye, lê kes yên bindest nas nake û ne peyv û ne ziman heye, bêhêz in û her dem tên zextkirin, kêm tên dîtin û bi tu awayî nayên pejirandin. Fanon dibêje, nasnameya bindestan bi dermanên derûnî û derûnbijîşkî nikare bê dermankirin, ew tenê bi derûniyeke veguherîner û rizgarîxwaz dikarin ji vê çerxa bêsûd rizgar bibin.
Şer û Şidet
Fanon Şerê Rizgariya Cezayirê weke mîfteya (key) rastîn ya rizgariya civakî dibîne û dibêje ku tenê şidet dikare vê nasnameya bindestiyê ji binî ve xerab bike û bindestan bigihîjîne nasnameya rasteqîn. Fanon bixwe jî bi dizî di FLNê (Front de Libération Nationale – Eniya Rizgariya Neteweyî) de dixebite. Fanon di sala 1956an de îstîfaya xwe bi nameyekê ra digihîne waliyê Cezayirê. Di nameya xwe de dibêje, Cezayirî di welatê xwe de her tim wekî biyaniyekî ne û teqez di rewşeke bêkesayetiyê de dijîn û dibêje asta vê biyanîbûnê wî ditirsîne. Divê derûnbijîşkî teknîkeke bijîşkiyê bûya ku bikarîbûya kes ji biyanîbûna derdorê rizgar bikira, lê wateya vê yekê li Cezayirê nemaye. Piştî vê nameyê Fanon bi awayekî fermî dike venavê FLNê û dibe endamê wê. Fanon, “dema ku bêdengî dibe sextekarî” ji nexweşxaneya Blidayê vediqete û di sala 1957an de wî ji Cezayirê diqewitînin, ew jî derbasî Tunusê dibe ku wê demê FLN li wir çalak bû. Fanon heya mirina xwe (1961) ji bo şoreşa Cezayirê dixebite: nivîs û kitêban dinivîse, derûnbijîşkiyê, edîtoriyê û dîplomatiyê dike.
Fanon di sala 1959an de li ser civaknasiya şoreşgeriya Cezayirê kitêbeke bi navê “L’An Cinq de la Révolution Algérienne” (Sala Pêncemîn ya Şoreşgeriya Cezayirê) dinivîse. Ev kitêba wî bandoreke mezin li ser zanista civakî û cureyên sînemayê dike. Ev kitêb li ser berdewamiya şoreş û berxwedana serxwebûnê ye. Di vê kitêbê de behs dike bê şoreşê çawa jin, mêr û civaka Cezayirê çawa guhertine. Fanon dibêje, “hêza şoreşgeriya Cezayirê di mûtasyona tûj ya Cezayiriyan de veşartî ye”. Fanon di vê veguherînê de rola sereke dide jinê.
Kitêba “Lanetiyên li ser Rûyê Erdê”
Haya Fanon di dawiya sala 1960an de, ji nexweşiya wî ya losemiyê (cureyek pençeşêrê – leukemia) zêdedibe, ji bo dermankirinê diçe Moskowayê lê çareyekê peyda nake. Piştî ku hêviya wî namîne vedigere Tunusê û di nava 10 hefteyan de kitêba xwe ya bi navê “Les Damnés de la Terre” (Lanetiyên li ser Rûyê Erdê) dinivîse. Herçiqasî ne bi dilê wî be jî bi zora hevalên xwe, bo dermankirinê berê xwe dide Amerîqayê. Berî ku çavên xwe bigire bi sê rojan çapa kitêba xwe dibîne. Fanon di 6ê Kanûna 1961an de, hêj ku 36 salî ye diçe ser dilovaniya xwe.
Ev kitêba wî ya dawî di nav berhemên wî de berhema herî bi nav û deng û ya herî bi bandor e. Jean-Paul Sartre bi daxwaza Fanon ji bo vê kitêbê pêşgotineke dirêj dinivîse. Hin zanyar dibêjin ku ev gotinên Sartre yên “kuştina Ewropayiyekî/ê weke wê ye ku tu bi tîrekê du nîşanan hilbidî, bi tîrekê hem serdest hem bindest ji holê radibe: di dawiyê de miroveke/î mirî û miroveke/î azad dimîne; yê/a ku dimîne cara yekem e xwe li ser axa neteweya xwe hest dike” kurtasiya meselê bixwe ye. Ev gotinên Sartre di çapemeniya Fransayê de bi nav û deng dibin û li hemberî vî feylesofê herî navdar yê Fransî nerazîbûna xwe tînin zimên. Lê Sartre ji bo kesên li dijî şidetê li ber xwe bikevin û ji xwe fedî bikin çi ji destê wî tê dike: “dîmenên mirovên li dijî şidetê ne pir xweş in; ne qurban ne îşkenceker. Ew desthilatdariya ku hûn dengê xwe didinê û birayên me yên ku ji artêşê re dixebitin, bêrawestan û bêyî ku êşa wijdanê xwe hest bikin “komkujî”yê dikin, heke hûn ne qurban in, teqez hûn îşkenceker in; bêdengiya we xizmeta armancên serdestan dike û we jî dixe nav refên wan.”
Naveroka Kitêbê
Fanon di kitêba xwe ya bi navê “Lanetiyên li ser Rûyê Erdê” de dibêje, Fransî tenê ji ber çermê xwe yê spî xwedî sermayan û dewlet in, ne ku xwediyê karxane û fîrmayan in. Vê jî ji ber şideta eşkere dikarin bikin û loma dikarin li Cezayirê bihewin. Lê ji ber vê şideta eşkere tenê Fransiyekî jî nehatiye darizandin, belê rewş ji bo Cezayiriyan berevajî vê ye: Di dinyayeke ku desthilatî di destê dagirker de be, gelê ku welatê wan hatiye dagirkirin heta ku ji bêsûcdariya xwe piştrast nebe sûcdar e. Ji yana Fransî û Cezayirî ne wekî hev e; mirina Fransiyekî/ê dram û hereşe ye lê mirina Cezayirekî/ê di hikmê tunebûnê de ye.
Serdest (dagirker), bindestê xwe wekî heywanan dibîne û ji bo wî/ê têgehên heywanî bi kar tîne: “kerî, naxir, garan”, “bêhna berateyan”, “wekî kulmoza mêşan” an jî “artêşa moriyan”. Xwe jî bi şaristaniyê, bi zimanê Fransî yê şarezayan, bi nirxên gerdûnî, bi peykerên generalên fetihker vedibêje û xwe wisa dihesibîne. Her tim mirovan hişyar dikin û dibêjin ku şiyan û nirxên Fransî ji bo Cezayiriyan ewqasî pêwîst in ku jê dûr bikevin, dê welatê wan vegere serdema navîn. Ji ber ku kesên bindest, xwe di dewsa serdest de xeyal dike; xwe, hebûna xwe, çand, ziman û kelepora xwe bikêrnehatî, dirinde, hov dibîne û jê şerm dike.
Hêrs û Veguherîna Şidetê
Fanon dibêje berî ku serhildan dest pê bike, berê hêrsa bindestan li hev e û ji serdestên xwe zêdetir bi xwe dadikevin. Serdest jî, agirê vê kîn û hêrsê gur û geş dikin. Di encamê de berberî, mêrkuştin, xwînîbûn, dozên namusê kuştinên li ser namusê, şer û pevçûnên bêwate, birîndarbûn, dilmayîn û dilşikestin zêdedibin. Heçê bindest in, pelçiqandina nasnameya xwe û êş û jana wê di serê birayên xwe, jina xwe, zarokên xwe, cîranên xwe û hevalên xwe derdixin.
Lê dema ku şideta dijî-dagirkeriyê dest pê dike, êş û jana kesayetiyê, hêrsê û girêka xwekêmdîtinê vediguhere û berê xwe dide serdestan. Ev xeyd, dilmayîn û xwînîbûnê ji nav bindestan radike û dibin yek. Şerê eşîran, mêrkujî, dozên namusê û xwînîbûn kêm dibe. Şidet, di asta civakî de pêkhêner e û ji bo yekîtiya bindestan sazker e. Di asta kesayetiyê de jî şidet, kesî ji tebatîtiyê, ji girêka xwekêmdîtinê, ji hesta bêhêvîbûn û bêhêziyê rizgar dike û radike ser pêyan. Bindest êdî wekî mirovekî dibe takekes û hest dike ku mafê çarenûsiya xwe diyar bike. Fanon dibêje, şidet di asta takekesiyê de wekî medîtasyoneke bêqisur tê dîtin. Gelek rexne li ser gotinên Fanon yên derbarê şidetê çêbûn. Lê Fanon şidetê teşwîq nake, jixwe li hemberî dagirkeriyê şidetê dest pê kiriye û bi awayekî zêde tê bikaranîn. Fanon çavdêriyên xwe nivîsandine. Fanon wekî derûnbijîşkekî ji nexweşên xwe yên kujer guhdarî kiriye ku dibêjin tenê ji bo ku em heyfa xwe hilînin dikujin û ji ber vê jî em kêfxweş in.
Sê Qonaxên Rewşenbîran
Fanon dibêje, rewşenbîrên bindestan di sê qonaxên bingehîn re derbas dibin. Yek pişaftinê ye. Ango qonaxa xweşibîna serdestan e. Lê gava hewldana xweşibînê neyê pejirandin, mîna reşik (negritude) qonaxa duyem dest pê dike ango dikeve nav tevgera lixwevegerînê (return to nature). Qonaxa sêyem jî veguherîna di nav şoreşê ye. Di vê qonaxê de rewşenbîr ji reaksiyonê derbasî aksiyon û çalakiyê dibe. Berxwedan bixwe ji bo avabûna hişmendiya neteweyî û ji bo hayjêhebûna neteweyî pêkhera herî girîng e. Fanon dixwaze ku di dinyaya post-kolonî de dinyayeke nû, mirovekî/ê nû û ramaneke nû biafirîne. Her kesî li gorî xwe Fanon xwendiye û hêlên wî yên cuda derxistine pêş û bi awayekî cuda ketine bin bandora wî.
Bandora Fanon
Che, piştî ku “Lanetiyên li ser Rûyê Erdê” xwend, ji bo ku li Kubayê çap bibe pêşkeşiya wê kir û dema ku di sala 1965an ji bo cara duyem diçe Cezayirê bi jina Fanon, Josie Fanon re hevpeyvînekê dike. Jiyana her du şoreşgeran jî dişibe hev. Her du jî terkî welat dibin û li welatekî din dijîn, her dem mîna gerokan geriyane, tevlî şoreşan bûne û her ku mirov û cih û warên ciyawaz dîtine li ser wan û li ser xwe rawestiyane û bi vî awayî veguherîne. Her du jî bijîşk in û di dem û dewranên herî zor û zehmet de jî ji devê bijîşkiya xwe bernedane, digotin sedema bingehîn ya nexweşiyên derûnî û fizîkî dagirkerî bixwe ye.
Hişmendiya Reşikan
Fanon, di kitêba xwe ya bi navê “Lanetiyên li ser Rûyê Erdê” de dibêje, “Înkara birêkûpêk ya bindestan û tunehesibandina bi dînitî û bibiryar û bêparhiştina ji her cure taybetmendiyên mirovî, dike ku bindest her tim vê pirsê ji xwe bike: ‘Di eslê xwe de ez kî me?'”. Li Başûrê Afrîqayê tevgereke ku li bersîva “Di eslê xwe de em kî ne?” digeriyan, Hişmendiya Reşikan (Black Consciousness) geş kir û gotin ku reşikbûn tiştekî baş û qenc e û me bi zanebûn û bi hişmendî ev hilbijartiye. Em ji reşikbûna xwe fedî nakin û dîrokek û çandeke me heye ku em pê şanaz in û em dikarin pê pesnê xwe bidin. Sartre vê yekê wekî berteka li hemberî “hişmendiya dumend” dibîne û dibêje, bindest vê bo rizgariya ji parçebûna xwebûnê (ezîtî – nasname/identity) dikin. Bi vî awayî li hemberî hişmendiya spiyan, hişmendiya reşikan derdikeve holê.
Bi Nêrînên Jean-Paul Sartre
Sartre ramanên xwe yên derbarê Fanon bi gelemperî di pêşgotina kitêba wî ya bi navê “Lanetiyên li ser Rûyê Erdê” de dinivîse. Sartre dibêje ku bi vî dengî welatên Dinyaya Sêyem xwe dibînin û bi xwe re diaxivin. Em dizanin ku em ne di dinyayeke hemcure de dijîn; gelên bindest û xulam hêj li vê dinyayê hene, jê pê ve gel hene ku bi qaşo serxwebûna xwe bi dest xistine, ji bo desthilatdariya xwe şer kirine û bi rastî serxwebûna xwe bi dest xistine lê di bin êrîşên emperyalîstan de ne. Dagirker di welatê ku dagir kirine de çend feodalan bertîl dikin û bi xwe ve girêdidin, li hin ciyan jî wan ji hev parçe dikin û burjuwaziyeke xwemalî lê sexte ava dikin; li cihekî din jî dualî dilîzin: Hin rûniştiyên nû tînin cihê ku dagir kirine û di heman demê de jî kedxwariyê dikin. Bi xelat û nîşaneyan bindestan ji hev parçe parçe dikin.
Fanon bi vê kitêba xwe hemû dek û dolabên Ewropiyan li ber çavên birayên xwe yên bindest raxistine û dibêje ku di tûrikên wan de xap û qîl nemaye ango li binê kundir xistine. Fanon dibêje, divê em dest bi şer bikin; ku tu çekên me tunebin jî kêr û dasa me bes e. Ev xemnexurî û guhnedêriya we dê gelek tiştan bîne serê we û tîne jî: bavên wan, ew afîrandeyên sîtav ji giyana we ya mirî afirandine. Hûn ronahiyê didin wan û bi saya serê we wê rek dibin û diaxivin. Hûn agirên ku wan germ û ronî dikin vêdixin. Lê yên ku di reşayiyê de ditirse û ji serma diricife hûn bixwe ne. Ji rewşa xwe fedî bikin, weke ku Marx jî dibêje, “şerm, hesteke şoreşgerî ye”.
Şideta Dagirkeriyê
Şideta ku dagirker bi kar tîne ne tenê ji bo xulamtiyê ye, armanc ew e ku wan ji mirovatiyê dûr bixe û çand, ziman û kelepora wan ji holê rake. Sedema vê jî hêsan e: tirsa ku hêz û desthilatdariya xwe wenda bike, dagirkeran dîn û har dike. Ji ber vê yekê mirovatiya xwe ji bîr kirine. Ev jî bandorê li nifşan dike ku nifşên nû çavên xwe vedikin-venakin li ber çavên xwe dibînin ku bavê wan çi lêdanê dixwe. Di zimanê derûnbijîşkiyê de dibêjin, trawmatîzebûna (traumatization) jiyanê. Di destpêkê de şideta dagirker heye lê piştî demekê ew (bindest) jî şideta xwe diafirînin ango şidet mîna ku mirov li mirêkê binêre li mirov vedigere. Ev şideta bindestan bi gelemperî li wan vedigere û bindestan reben û belengaz dike.
Sartre dibêje, Fanon bixwînin: Di qonaxa xemsariya wan de, ew xwesteka kuştinê ya bi dîn û harkî nîşaneya wan ya derhişiya hevpar e. Ev kîn û nefreta ku di bin zextan de ku ji xwe re rêyekê nebîne, dibe wekî valahiyekê û bindest xwe pê tune dikin. Ji bo ku xwe xelas bikin hevdu dikujin. Eşîretên cuda ji ber ku bi dijminê xwe re şer nakin an jî nikarin şer bikin, bi hevdu dikevin û hevdu dikujin. Sartre dibêje: “Bila baweriya we baş bi vê yekê bê ku dagirker bi polîtîkayên xwe ji bo vî agirê hevkuştinê gur bike çi ji destê wan tê dikin.” Bira bêbextiyê bi birê xwe dike û dibe hevkarê dagirkerê xwe. Lê ev rewş rojekê wê di cihekî de biteqe û li dagirkeran vegere.
Fanon dibêje ku ev şideta ku nayê tepîsîn din ne deng û hêrs e, ne serhildana nestên kûvî ne û heta ne bandora xeydaniyê ye; ev ew mirovêkî ku xwe ji nû ve diafirîne. Tu ciwanmêrî nikare şopên şidetê û vê rastiyê ji holê rake, tenê şidet dikare şopên şidetê paqij bike û wan bide jibîrkirin. Dema ku niştecihê xwemalî bi devê tifingê, dagirker ji welatê xwe derxist, wê demê dê xwe ji noroza dagirkeriyê û ji dukesayetiyê rizgar bike. Dema ku hêrsa wî/ê fûriya, dê masûmiyeta xwe ya ku windakiriye ji nû ve dê kifş bike û her ku xwebûnê (ezîtî-nasname) biafirîne dê xwe nas bike.
Ku agirê şer carekê dest pê kir pê ve tefandin ne hêsan e. Piştî ku gundiyan çek hilgirtin milê xwe, êdî agirê mîtosan vedimire û qedexe yek bi yek tên jibîr kirin. Çeka îsyankaran nîşaneya mirovayetiya wî/ê ye. Di encamê de girêk û girêdan ji holê radibin. Gava ku hûn Fanon bixwînin, li şûna dagirkerekî/ê hûn dê bixwazin ku hûn bibin xwemaliyên hejar û xizan. Lewre hûn dê ferq bikin ku ev ji bo we hîn çêtir e û hûn dê vê bi dilê xwe bipejirînin.
Banga Sartre
Sartre di pêşgotina “Lanetiyên li ser Rûyê Erdê” de bangî hemwelatiyên xwe dike: “Gelî hemwelatiyê min yên dildar, hûn tev baş dizanin van sûcên ku li ser navên me tên kirin. Lê ji ber tirsa xwe-darizandinê derheqê van tiştan ji tu kesî, heta ji rihê xwe re jî hûn peyvekê bi tenê jî nakin, ev ne rast e. Di destpêkê de dibe ku gumana we hebû bê çi dibe û çi nabe, lê aniha hûn dizanin lê hûn bi zimanê xwe dikarin û hûn bêdeng dimînin.
Ev bêdengiya heft-heşt salan; ev nizmbûn, xwekêmkirineke herî mezin e! Heke ev bêdengiya we bi kêrî tiştekî bihata dê şewqa îşkenceyê di lûtkeya herî bilind de ye û seranserê welat kor dike. Di bin vê ronahiya dilkevir û bêmerhamet de tiştekî ku ne sexte be tuneye: kenê me, giriyê me, tevgera me, reftarên me û em ji bo ku hêrs û tirsa xwe veşêrin rûyê xwe makyaj dikin û hevkarî û ixaneta me ya ku madê mirov dixelîne bi dawî nabe. Dema ku du Fransî tên cem hev mîna du miriyan tevdigerin. Min got mirî? Fransa demekê navê welatekî bû. Baldar bin, ji sala 1961ê pê ve nebûbe navê nexweşiyeke noronî (neurosis). Em dê baş bibin? Belê. Lewre şidet, mîna ‘Paniya Aşîl’ (Achilles’ spear) ku bûbû sedema birînan, dê baş bike. Îroroj dest û lingê me girêdayiye û ji tirsa vê em di rewşeke nexweş û biçûkxistî de ne, divê hîn bêtir em biçûk nekevin.”
Encam
Fanon bi taybetî bi her du kitêbên xwe “Lanetiyên li ser Rûyê Erdê” û “Çermê Reş, Maskeya Spî” bi nav û deng bûye û bûye mijara lêkolînan. Bi gelemperî fikir û ramanên Fanon di du kitêban de diyar dibin. Fanon di her du kitêbên xwe de, li ser du mijarên bingehîn dixebite.
Yek: Fanon dibêje ku divê dagirkerî ne tenê ji hêla aborî û leşkerî ve, ji hêla derûnî ve jî bê nirxandin. Lewre serdest (dagirker) derûniya mirovên bindest hildiweşîne û wêran dike, di encama vê de jî dukesayetî derdike ve holê ku ev rewş mirovan ji mirovatiyê dûr dixe. Fanon netewperestiyê û nijadperestiyê jî di heman babetê de dinirxîne.
Du: Fanon dibêje gava mirovên bindest li hemberî serdestê xwe şidetê bi kar bîne dê ji dunasnameya xwe û ji girêka xwekêmdîtînê û ji girêka bindestiyê rizgar bibe û axa welatê xwe hest bike. Li gorî Fanon şideta li hemberî dagirker ji derûniya bindest re derman e. Mirovê bindest bi bikaranîna şidetê ya li hemberî dagirker, ne tenê welatê xwe, derûniya xwe jî rizgar dike û dibe mirov.
Ku em ji hêla derûnî li her du kitêbên wî binêrin em dikarin bêjin ku serdest tenê ax û keda mirov dagir nakin, mêjiyê mirov jî dagir dikin û ji hev belav dikin. Sartre jî di pêşgotina kitêba bi navê “Lanetiyên li ser Rûyê Erdê” de dibêje, mirovên bindest dema ku serdestên xwe bikujin, di rastiyê de ew du kesan dikujin: xwebûna xwe ya bindest û serdest. Di encama vê de digihîje azadiya xwe. Fanon dibêje ku Naziyan axa Fransayê dagir kir, lê Fransa ne tenê axa Cezayirê, ziman, çand û dîroka wê jî dagir kir. Li gorî Fanon hemû pirsgirêkên derûnî û nexweşi û bêpergaliya mirovên bindest di encama dagirkeriyê de derketine holê û gava dagirkerî bi dawî bibe dê ev pirsgirêk, nexweşi û bêpergaliyên derûnî jî bi dawî bibin.
Nirxandina Dawî
Herçiqasî hin lêkolîneran zimanê Fanon bi taybetî jî gotin û nivîsên wî yên derbarê şidetê bi tundî rexne kiribin jî bi gelemperî dibêjin ku Fanon dixwaze dagirkeran ji dagirkeriyê, bindestan ji serdestan, reşikan ji spiyan, objeyê ji subjeyê rizgar bike. Fanon li ser mirovperwerî û mirovheziya navnetewî lêkolîn kirine û li rê û rêçikên bê mirov dikare çawa ji biyanîbûnê, ji bindestî û serdestiyê û ji dinyaya manîk xelas bibe geriyaye. Fanon heya ku rizgarî pêk neye; newekhevî, tepîsandin, zext, zor, biçûkxistin, biçûkdîtin, bêeleqetiya bi yên din re, koranî û kerîtî berdewam dike. Ji ber vê yekê Sartre di pêşgotina kitêba Fanon de dibêje: “Xîret bikin û vê kitêbê bi wêrekî bixwînin, hûn dê ji sedema xwe ya herî sereke jî şerm bikin; şerm, wekî ku Marx jî dibêje: ‘hesteke şoreşkgerî ye’.”
David Macey ku bi nivîskariya jiyannameya Fanon tê nasîn, dibêje: Fanon bi berdewamî bûye sedema şermê. Ji bo Fransayê sedema şermê ye, lewre Fransa tu carî bi rastî rûxalî paşeroja xwe ya nijadperestî û Cezayirê nebûye. Heç ku navê Fanon bixwe têra wan bîranînê dike jî. Bi heman awayî ji bo derûnbijîşkên Ewropayî û rewşenbîrên Martînîkiyan jî sedema şermê ye, lewre ji Fransîbûnê dûr neketin. Jixwe Martînîkî tu carî ji dil li Fanon xwedî derneketin, lewre kes ji wan wekî Fanon li gorî ramanên xwe tevnegeriya û berpirsiyarî negirt ser milê xwe.
Ji bo Cezayiriyan jî sedema şermê ye, lewre Fanon di kitêba xwe ya bi navê “Lanetiyên li ser Rûyê Erdê” de pêşniyar û şîretên xwe nivîsandibûn. Lê piştî şoreşê gava ku dewleta Cezayiriyan ava bû ne bi tiştekî rûspî yên dewleta Cezayirê, Fanon ji nav çîrokên şoreşê derxistin û gotin “wî alîkarî da me lê ew ne ji me ye”. Cezayirî îro dixwazin ku Fanon ji bîr bikin û bidin jibîrkirin. Lewre gotin û nivîsên Fanon mîna mirêkê ne, mirov xwe di wan de dibîne.
Çavkanî
Arendt, Hannah (1969). On Violence. New York: Harcourt, Brace & World.
Fanon, Frantz (1959). L’An V de la Révolution Algérienne. Paris: François Maspero.
Fanon, Frantz (1961). Les Damnés de la Terre. Paris: François Maspero.
Fanon, Frantz (1952). Peau Noire, Masques Blancs. Paris: Éditions du Seuil
Sartre, Jean-Paul (1961). “Préface” di Les Damnés de la Terre de Frantz Fanon. Paris: François Maspero.
Termê sereke
Mêtinkarî / Dagirkerî (Colonialism) Dagirkerî, di nêrînên Fanon de, ne tenê dagirkirina axê ye, lê herwiha dagirkirina çand, ziman, dîrok û derûniya gelên bindest e. Armanca dagirkeran ew e ku kesayetî û hişmendiya bindestan parçe bikin û wan bêhêz bikin.
Bindestî (Subjugation) Bindestî rewşa gelên ku di bin zordestî û kontrola serdestan de ne. Ev rewş dibe sedema pelçiqandina kesayetiyê, windakirina rûmetê û hesta xwekêmdîtinê.
Girêka Xwekêmdîtinê (Inferiority Complex) Ev têgeh behsa hesta kêmî û bêhêziyê dike ku di encama dagirkeriyê de di derûniya bindestan de çêdibe. Bindest ji hebûna xwe şerm dikin û xwe biçûk dibînin.
Girêka Serdestîbûnê (Superiority Complex) Ev têgeh hesta xwe ji bindestan bilindtir dîtina serdestan vedibêje. Serdest xwe wekî xwedî şaristanî û nirxên bilind dibînin û bindestan wekî “hov” an “kêmtir” dihesibînin.
Şidet (Violence) Li gorî Fanon, şidet di têkoşîna li dijî dagirkeriyê de dermanekî derûnî ye ku bindestan ji girêka xwekêmdîtinê rizgar dike û wan dibe kesayetiyeke yekpare û azad.
Hişmendiya Neteweyî (National Consciousness) Fanon hişmendiya neteweyî wekî qonaxa dawî ya têkoşîna bindestan dibîne ku tê de gel ji bo nasnameya xwe ya hevpar şer dike û xwe wekî neteweyekê nas dike.
Pişaftin (Assimilation) Pişaftin polîtîkaya serdestan e ji bo tunekirina nasnameya bindestan bi rêya qedexekirina ziman, çand û dîrokê û bi zorê têxistina çanda serdestan.
Nasnameya Parçebûyî (Fragmented Identity) Dagirkerî dibe sedema parçebûna nasnameya bindestan ku di navbera nasnameya xwe ya resen û nasnameya serdestan de diqewimin û ev yek rê li ber qeyranên derûnî vedike.
Rizgariya Derûnî (Psychological Liberation) Fanon bawer dike ku rizgariya derûnî bi têkoşîna li dijî dagirkeran pêk tê ku bindestan ji tirs, şerm û girêka xwekêmdîtinê xelas dike.
Şerm (Shame) Li gorî Fanon û Sartre, şerm hestekî şoreşgerî ye ku bindestan hişyar dike ku li dijî bindestiyê serî hildin. Şerm ji bêhêziyê tê û dibe hêzek ji bo guhertinê.


