Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Hemû Hejmar»Hejmar 23»Cilûbergên Kurdî yên Gelerî Derketin Podyumê
Hejmar 23

Cilûbergên Kurdî yên Gelerî Derketin Podyumê

The Hall KurdîBy The Hall Kurdî01/11/2023Updated:03/11/2023Şîrove tune ye4 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Li Êlihê bi pêşengiya Organîzasyon Hunerî, KESK û DÎSK’ê bernameya “Danişîna Cil û Bergên Gelêrî Lewendî” hat lidarxistin.

Defîle li Eywana Eleganceyê ya taxa Korikê ya Êlihê pêk hat.  Kesên ku cil û bergên kurdî li xwe kiribûn derketin pêşberî beşdarvanan. Fenomenên kurd yên medya civakî jî di vê defîleyê de mankenî kir. Her mankenên keç û xort ji devereke kurdî cilên herêmê lixwe kir û li ser dikê meşiya.

Di bernameyê de Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Partiya Demokratik a Gelan (HDP), Rêxistina Partiya Wekheviyê û ya Demokrasiyê (HEDEP) Endamên Dayikên Aştiyê Navenda Çandê ya Êlihê Lîstikvanên Şanoya Bajer Amedê û gelek endamên sazî û dezgehên sivîl jî tê de dora şeş sed kes beşdar bûn.

Di defleyê de kincên ji çar perçe Kurdistanê hatin nîşandan. Lê yên ji devera Amed, Derîka Rojava, Leşgerî, Koçerî û Botanî bêtir hatin ecibandin.

2 mankenên ciwan hestên xwe bo kovara me wiha bêliv kir:

MAHSUM: Duh bi şev bernameya cil û bergên herêmî ya kurdî hebû. Min jî mankentî kir. Pir xweş bû, ez pir kêfxweş bûm. Ez di heman demê de hem kelecanî bûm hem jî pê serbilind bûm ku beşdarî defîleya cil û bergên kurdî bûm. Min kincên ji herêma Batmanê li xwe kirin. Ez hèvîdarım ku bernameyên bı vî rengî ne tenê li Êlihê lê li bajarên din jî çêbibin.

MERYEM: Min ji herêma Bêdlîs’ê cil li xwe kir. Çaxa ku min li xwe kir ez pir bi kelecanî bûm

Ji bo min gelekî hêja bû. Çaxa ku ez meşîyam hestên min kelecanî kêfxweşî her du bihev re bûn. Hevî dikim cilên me yên gelerî qet winda nebin û tim bên lixwe kirin.

Dizaynerê Fîstan û Kincên Kurdî Yasemîn Suleymanoglu ji bo sazkirina defîleya Cilûbergên Kurdî got xewna min a 22 salan ne.

“Ev amadekirina cil û bergên kurdî xeyalê min ê 22 salan e. Ez bi amadekirina vê bernameya cilûbergên kurdî gelek şanaz bûm. Ji Sanatçayê heval hatin gotin di çarçoveya festîvalê de em dixwazin bila defîleya cilûbergan jî hebe. Min jî dilûcan qebûl kir. Jixwe xewna min bû.

Atolya min heye û bi salane ez fistan û kincên gelerî yên kurdan didirûm û dizayna wan çêdikim. Me kincên gelek deverên kurdî dizaniya. Yên ku me nedizanî jî me ji ser înternetê peyda kir û me dirûtin. Di defîleyê de jî me cî da hama bêje her deverên kurdistanê. Armanca me jî parastina çanda me ye. Tu zanî çanda me, zimanê me tê asîmîle kirin. Em dixwazin çanda ku ji mezinên me maye bînin rojevê û vejînin. Em naxwqzin ew tune bibe. Di atolya xwe de em 7 kes dixwebitin û tenê em cilên kurdî didirûn. Me I bo defîleyê jî kinc amade kirin. Gelek keç û xort bi dilxwazî mankenî kir. Di nav wan de fenomenên kurd yên media civakî jî hebûn. Defile bi dilê min bû. Gelek xweş derbas bû. Dora şeş sed kes beşdar bûn. Lê birastî ev hejmar hindik e lewra ji ber ku eywan li cîhekî dûr hama bêje li derveyê bajêr bû loma gelek kes jî nekarîn werin. Ez dixwazim defîleyeke gelek mezin û bi coş rojekê saz bikim. Ev defile hanê di di 11ê Mijdarê de li Cizîrê û 19ê Mijdarê jî li Mêrsînê jî dê bê lidarxistin.

Ez dixwazim vê yekê jî bêjim. Em dixwazin gelek tiştan bikin li ji ber pirsgirêkên li herêma me em nikarin carna hewesa me jî dişkê. Nîyeta me ew bû ku em beriya erdhejê bikin. Pêk nehat. Piştî erdhejê êşa me hebû me nekarî em bikin. Gava li devereke Kurdistanê pirsgirêkek çêdibe ev tesîr li me dike û li jiyana me dike. Wek mînak şerê li rojava. Dîsa jî em dixwazin li ser karê û bare xwe, hunera xwe berdewam bin.

Ji defîleyên li Cizîr û Mêrsînê bi hêvî ne.”

Cilûbergên Kurdî Defîle Gelerî Hejmar 23 Jimar 23 Kurd Kurdî Mijdar 2023 Nûçe The Hall Kurdî The Hall Kurdî 23
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
The Hall Kurdî

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.