Ji mêj ve bû ku em li ser entrîkayê, li ser çîrokên mîtolojîk nediştexilîn. Em qala Arakhneya ku jîr û jêhatîbûn; em qala Arakhneya ku dest û pêçiyên zîv û zêr dibirin, ya ku ji ber qurebûna wê rastî xezeba çavnebariya Xwedawendan hatiye bikin. Arakhne keçeke ji Lydiayê ye. Bavê wê li bajarê İdmon Kolophonê bi karê boyaxkirina cilan rabûye. Keça wî jî bi karê, lihevhûnînê û dirûnê rabûye, keçik di vî karî de ewçend jîr û jêhatî bûye ku, tu kesî nedikarîbûye pê re qaxişê bikêşe, li çarmedorê kes negihaye asta hostahiya wê.
Ewçend jêhatî bûye ku li ser karê xwe, wextê periyên ku ji daristan û çiyan hatine û lê temaşe kirine, hingê matbûyî mane. Rojekê dîsa, wextê ku periyên Nymphayê hatine û bi awayekî matbûyî li karê Arakhneyê temaşe kirine, hingê gotine, hunera wê ya destan bêhempa ye, paşê pirsîne gelo bê ka ew vê hunerê ji Athena hîn bûye. Arakhne, hem ji jêhatîbûna xwe hem ji bedewiya xwe hêz girtiye hem jî ji ber vê yekê ji xwe ewçend bawer bûye ku, bi awayekî qure tevgeriyaye û bi bersiveke welê ─ya ku dê paşê bela û bêtaran bi serê wê de bîne daye─ bersiva pirsa periyên Nymphayê ‘’Athena kî ye? Bila ew were ez dê dersê bidime wî!’’
Ev mîtolojî ye, bila paşgotiniyek neyête bihîstin. Herkes bi awayekî bêdeng ev gotinên hanê yên ku Arakhneyê kiribûn di nav xwe de digerînin. Pir nebûriye ev gotinên Arakhneyê gihane Athena. Athena, wextê ku ev gotinên hanê yên qerase yên keçikê dibihîse, ji hêrsê bi çolê dikeve. Tavilê xwe dixe rengê jineke pîr û paşê diçe serdana Arakhneyê. Hingê dibîne ku bi rastî jî keçik tenteneyên gelekî spehî li hev tîne, dineqişîne û dihûne. Rewş welê ye, Athena li ser hemû kar û xebatên keçikê dûr û kûr, hûr dibe, lê tu kêmanî aya tu qisûrê bi cih nake. Bi taya pexîliyê dikeve hingê. Lê difikire ka ew paşgotiniyên ku hatibûn kirin, rast bûn aya? Ji Arakhneyê pirsiye ka wê ev xebata xwe ji Athena hîn bûye aya nebûye. Athena bi rengê pîrê li Arakhneyê çend şîretan dike. Dibêje ku, divê tu dilnizm bî û tu têkilê kar û xebatên Xwedawendan nebû. Lê Arakhne, guh nedaye gotina vê jinika salbûrî û tew di ser de, ‘’Bila bê, ez nîşanî wî bikim ka karê neqişê çawa li tê anîn.’’ Gotiye, hê jî qîma xwe pê neaniye û gotiye ez dikarim bi Athena re qaxişê bikişînim.
Athena zêdetir li ber xwe nedaye, li hember vê bêrêziyê. Xwe ji rengê pîrê veguhestiye rengê xwe yê xwerû. Ji Arakhneyê re welê gotiye ‘‘Mafir ku tu ewçend bi xwe bawer î, em bikevin pêşbirkê.’’ Athena, 12 Xwedawendên ku li çiyayê Olymposê dijîn neqişandiye, Arakhneyê jî Xwedawendê sereke Zeus ê ku Europe direvand neqişandiye. (Em li ser çîroka Europeyê berê peyivîbûn.) Pêşbirk bi dawî bûye. Athena bi çolê ketiye. Lê mêze kiriye ku tiştinên ku keçikê neqiş kirine ji yên wî gelekî xweştir û spehîtir in. Ji Arakhneyê re gotiye ku ‘‘Ez dê te veguherînim tiştekî welê ku, tu dê êdî neqişkirinên xwe li deverên ku însan lê najîn, lê nahewin, li cihên gemar û qirêj, li cihên tenha û bêdeng çêbikî. Însan ê êdî neqişkirinên te nexwazin ku bibînin. Heke bixwazin wan neqişkirinan bibînin jî, dê mîna îro, ev neqişkirinên ku min anîne pê dê jekin û virr biavêjin!’’
Athenayê yeman, vê yekê nikare biqultîne û Arakhneyê vediguherîne pîrepindê. Her weha, Arakhne, heya bêyî ku neqişan bineqişîne, li cih û quncên tenha, tarî bi torhûnandinê ve hatiye tohmetkirin. Heman mîna ku Athena gotibû, neqişkirinên ku wê pêk tanîn, ji hêla herkesî ve nexweş hat dîtin û hat jêkirin û hat avêtin. Tirsa pîrepindê ya ku wekî di psîkolojiyê de Araknofobî yan jî Araknofobya tê zanîn, navê xwe ji Arakhneyê hildide.
Heya çîrokeke dîtir ya entrîka ya mîtojîk bimînin di nava xêr û xweşiyê de, bi xatirê we.


