Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Antîk Yunan»Çîroka Mîtolojîk a Tîma Stêrikan a Hirça Mezin û Hirça Piçûk
Antîk Yunan

Çîroka Mîtolojîk a Tîma Stêrikan a Hirça Mezin û Hirça Piçûk

Salomé CizrawîBy Salomé Cizrawî15/03/2025Updated:18/01/2026Şîrove tune ye3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Keçikeke Keyê Arkadia ya ku bi xweşikiya xwe navûdeng dabû ya bi navê Callisto, hebû. Callisto û Artemis hevalên hev ên nêzîk in. Mîna ku berê jî em li ser peyivîbûn û wekî hûn jî dizanin Artemis, rahîbeya dinyaya Xwedawendan e. Artemis, Nymphên ciwan digihand. Tev nêçîr dikirin, tev bi Xwedayê şerabê Dionysos re beşdarî li şahiyan dikirin. Bi Apollon re refakatkarî ji xeberdoxê Xwedawendan Hermes re dikirin. Artemis, ew keçên ku difermand cem xwe, ji wan sondxwarina pêbaweriyê dida xwarin. Keçên ciwan bi vê sondxwarinê, soz didan da ku ew ê ji nîmetên dinyayê bi dûr bimînin. Aha Callisto yek ji van keçan bû û di demek herî nêz de ew dibe peywirdar û hevalê Artemis ê berbiçavtirîn.

Ew ê ku nahêle ne bifire ne bireve, ew ê ku pê çav bibire û nehêle bi tu derê ve venegere û ew ê bi hîlebazkariyê sondxwarî Zeus, Callistoya ku bi sozdariya sondxwarinê ya keçikaniyê ya Artemis piştrast bû, dixîne ber lepên xwe. Zeusê ku rojekê Callisto dibîne, dikeve bin bandora xweşikahiya wê û dibe dilketiyê wê. Lê Callisto sondxwarî û sozdar e, Zeus bi paş de vedigerîne. Zeus vê yekê li xwe nayine û xwe dike dewsa Artemis û Callistoyê pîs dike. Callisto avisiye. Hewldaneke mezin dide da ku vê serê vê rewşê binixumîne lê rojekê bi hevalên xwe re di golê de xwe dişo, hingê Artemis dibîne ku Callisto ducanî ye. Callistoya avis, ji ber ku sozdariya xwe bi keçikaniyê bi cih neaniye hingê rastê xezeba Artemis û Herayê tê.

Callisto, kurikekî bi navê Arcas diwelidîne. Artemisê ku vê yekê têdigihîje, hingê Callistoya nesozdar vediguherîne hirçekê. (Hingê lê tê fikirîn ku ji ber çavnebariya Herayê ya jina Zeus, Callisto veguheriye hirçekê.) Li gor çankanînine jî tê gotin ku, ji bo ku Callisto rastî xezeba Xwedawendan neyê, Zeus ew veguherandiye hirçekê.) Ew devê ku Zeus ramûsandiye, veguheriye bûye devekî ku dengekî wehşî û fetisok jê tê, devekî ku diranên tûj ên sawdar tê de hene. Laşa wê pirç vedaye û ji dest û piyên wê pençe şîn bûne. Callisto êdî bûye nêçîreke ku nêçîrvan li pey in. Piştî salên dirêj Callisto, di nav daristanê de rastî kurê xwe, Arcas tê. Callistoya siûdneçê lawê xwe dinase û dixwaze nêzîkî lê bike; lê Arcas ditirse. Arcasê ku diya xwe nanase, naxwaze vê nêçîrê ji dest bifilitîne û biryar dide da ku lêxe bikuje. Arcas tam dike ku diya xwe bide ber tîran, Zeus dê û kurik vediguherîne, dike, hirçê mezin û hirçê piçûk, wan vediguhesîne asîman, wan dixe navbera stêrikan û cîwar dike. Naxwaze ku pûçên wî zêdetir birûerdê bigihin.

Jina Zeus a pexîl, Hera, van tiştan dibihîse, ji ber ku dijmina wê mîna stêrikekê li asîman dibiriqe pir sil dibe. Ji Tethys, daxwaz dike da ku ew hirça ku veguheriye stêrikê, tu carî nikaribe xwe di ava zeryayê de bişo. Lewma ye ku hirça mezin tu carî danayê. Ev raveyeke wê ya ku di derheqê daîrebûna wê de ye ji serdema antîk maye. (Ev tîma stêrikan di hêlîpên bakur ên navînê de tu carî nakeve bin xêzasoyê.)

Çîroka tabloya navdar a Diana and Callisto, Hirça Mezin û Hirça Piçûk ji vê derê tê. (Navê Artemisê li Romayê Diana ye.) Di heman demê de, Callisto navê dûvikekî Jupîter e.  Jupîter, di mîtolojiya Romayê de xurtirîn Xwedawend e.

Bi xatirê we.

 

 

3 Hirça piçûk û hirça mezin Mîtolojî The Raising of Kurds 3 Tîma Stêrîkan
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Salomé Cizrawî

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.