Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Dîrok»Çîroka Strana Şam û Heleb, Diyarbekir Kekê Mino Zave
Dîrok

Çîroka Strana Şam û Heleb, Diyarbekir Kekê Mino Zave

Konê ReşBy Konê Reş29/06/2026Şîrove tune ye3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Strana Şam û Heleb, Diyarbekir: Ev strana ku di guhestina bûkan de li Beriya Mêrdînê û gundên derdora Mêrdînê tê gotin, straneke trajîdî ye. Bûyera wê di Beriya Mêrdînê de rûdaye û li berî 200 salî zêdetir vedigere.

Wek ku eşkere ye piştî peymana Sykes–Picot di sala 1916an de û bi taybetî piştî danîna herdu şivên hesin ji bo tirêna Berlîn–Bexdayê, di sala 1917an de xelkên çiya û deşta Mêrdînê, ji hev dûr ketin û her yekî navekî nû li yên din kir. Yên binya Xeta Almanî ji yên di ser xetê re gotin Serxetî û yên di ser xetê re ji yên di bin re got Binxetî û wiha ji wê hingê ve gotina Serxetî û Binxetî hatiye holê. Belê berî ku sînor bi maîn û têldriyan bê pêçan her pêwendiyên wan wek berê bi hev re hebûn. Di tengahiyan de hev hembêz dikirin, di firehiyan de sînga xwe ji hev re vekirin.

Erê, berî ku xeta trênê bê danîn, xelkên herdû rexan li gor civaka xwe a koçeriyê, çûn û hatina berî û çiyanê Mêrdînê ji wan re zozan û germiyan bû. Di wî heyamî de jî, Beriya Mêrdînê xweş warê tebayên çolê, nexasim xezala bû. Xelkên wê bi tîr û kevan û riman diçûn nêçîra xezalan. Tiving kêm bûm. Dibêjin; berî rojekê ji şokirina (daweta) xortekî ji gundekî ji gundên Beriya Mêrdînê, ew xort digel çend hevalên xwe, ji bo haziriya daweta xwe û xwarina mêvanan derdikevin nêçîra xezalan.

Di nêçîrvaniya wan de, çav bi keriyekî xezalan dikevin û her yek ji aliyê xwe ve pey wan dikeve. wî li wî yê ku xezalekê bi rim û tîra xwe bikuje.. di wê bez û peyketina xezalan de xortê zave, bi şaşî, bi rima hevalekî xwe tê kuştin..

Piştî Çar rojan ji kuştina wî xortî, xwîşka wî ya ku bi xortekî ji gundekî çiyayê Omerya re zewicî bû, ji bo pîrozkirina zewaca birayê xwe, tê gundê mala bavê xwe li Beriya Mêrdînê.. Dema digihêje gund û dibihîze ku birayê wê yê zave di roja berî şokirina xwe de (zewaca xwe) de hatiye kuştin, dike hawar û ji kerba, dixwaze dengê wê di Şam, Heleb û Diyarbekir derkeve û vê stranê davêje ser birayê xwe.

Min gotinên vê stranê ji hunermend Îmadê Darî girtiye:

Şam û Heleb, Diyarbekir

Kekê mino zave…

Rim hilanî.. Rim hilanî

Birakê mino zave

Rim hilanî.. Rim hilanî

Kekê mino zave..

Îro Çar roj dawet danî

Birakê mino zave

Tu zava bû min nizanî

Kekê mino zave

Xwîşka te hat bi mêvanî

Birakê mino zave..

Şam û Heleb, Diyarbekir

Kekê mino zave

Min bazara bedlê te kir

Birakê mino zave

Min jibîr kir, witî nekir

Kekê mino zave

Min dirût û te li xwe nekir

Birakê mino zave..

Rim hilanî.. Rim hilanî

Birakê mino zave

Şam û Heleb, Diyarbekir

Kekê mino zave…

 

Binxet Serxet Stran Xeta Trênê
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Konê Reş

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.