Çima Ev Roman?
Gava ku navên berhemên jin ji me re hatin gotin ji bo lêkolînê yekser Newal hate bala min, ji ber ku em di serdemeke pir qirêj de dijîn, di her warî de êrîş li ser jinê tê kirin û di her warî de parastin jî heye, ez hîn xwendekar bûm min berhemeke wê weke şano xwend û doza jinê xwend her tim behsa doza jinê û mafê mirovahî kiriye, gava ez nav berhemên wê geriyam min ev roman hilbijart, ji ber ku bîranînên wê bi xwe bûn, min jî xwest ronahî bidim ser wê yekê ka Newal di zindanê de dibe weke xwe berê yan dibe jineke din? Lewra ev roman hilbijart.
Çima Bi Taybetî Newal Sehdawî?
Newal di nav gelê Misir û welatên Ereban de heya em dikarin bibêjin di cîhanê de bi nav û deng e, ji ber perspektîfa xwe ya girêdayî jinê, ji ber me jî hema hema mudelek li ser nasnameya jinê ber û rewşa jinê di dîrokê de girt dest min jî xwest jineke nivîskar ku li ser nasname û doza jinê peyivîbe bînim ziman, newal jî di vî warî de pir xebat kiriye, lewma min ev nivîskar hilbijart.
Jiyana Newal Sehdawî
Psîkyatrîst û çalakvana femînîst a navdar a Misrê ye ku di 27’ê cotmeha 1931ê de ji dayik bûye û di 21ê adara 2021’ê de wefat kiriye. Ew li cîhanê û di nav welatên erebî de wekî yek ji pêşengên herî wêrek ên parastina mafên jinan tê naskirin.
Jidayikbûn û Perwerdehî
- Sal û Cih: Di sala 1931’ê de li gundê Kefr Tehle yê nêzî Qahîreyê ji dayik bû.
- Zanîngeh: Di sala 1955’an de Zanîngeha Qahîreyê beşa Bijîşkiyê qedand.
- Pisporî: Piştre li Amerîkayê li Zanîngeha Columbia di beşa Tenduristiya Giştî de master kir.
Kar û Têkoşîn
- Bijîşkî: Wekî bijîşka giştî û piştre wekî psîkyatrîst xebitî.
- Rêveberî: Bû Rêvebera Giştî ya Daîreya Perwerdehiya Tenduristiyê ya Misrê.
- Nivîskarî: Zêdetirî 50 pirtûk (romans, çîrok û gotar) li ser jin, ol, sîyaseta civakî û cinsiyetê nivîsandin.
Sûcdarî û Zindan
- Sûcdarî: Ji ber ramanên xwe yên tund ên li dijî sinetkirina keçan û pergalê, ji kar hat avêtin.
- Girtin: Di sala 1981’ê de, di serdemê serok Enwer Sedat de, ji ber rexneyên xwe yên sîyasî hat girtin.
- Zindan: Di girtîgehê de pirtûka xwe ya navdar “Bîranînên ji Girtîgeha Jinan” bi pênûsa çav û li ser kaxizên tuwaletê nivîsî.
Raman û Berhemên Navdar
- Mijar: Ew li dijî pûçkirina laşê jinê (sinetkirina keçan), zewaca bi darê zorê û her weha li dijî pergala baviksalar a olî û sîyasî derket.
- Pirtûkên Girîng: “Jin û Seks”, “Keça Îmam”, “Zeyne” û “Sifir”
Kurteya Romanê
Ev roman bîranîn û tecrûbeyên Newalê di zindana el- Qenatir de ye. Ji xwe kesayeta sereke di romanê de Newal bi xwe ye û roman bi wê dest pê dike ku çawa wê di odeya xwe de dinivîsand, ji nişkeve polîs tên deriyê wê lê ew hewl dide veneke, polîs derî dişkînin û wê dibin bi xwe re, ji ber vê roman li ser pênc beşan hatiye dabeşkirin:
Girtin
Zîndan
Vekirina dorpêçiyê
Derketina ji bo lêpirsînê
Mirina Sadat
Beşa dawî
Pêvajoya romanê ya herî mezin di zindanê de ye, di vê zindanê de hem zilam û hem jin hene, lê cihê wan ji hev cuda ye. Piranî roman li ser zindana jinan disekine. Di vê zindanê de keç, jinê zewicî, dayîk û her jina ku di saziyekê de heye hatine girtin bêyî zanibin ka sûcê wan çi ye û ji ber çi sedemê hatine girtin. Rewşa wan di zindanê de pir nebaş e, ji ber ku alavên jiyanê di zindanê de tune ne û serdana malbat û xizman jî hatine qedexekirin. Ev romanê aliyê jinê yê hundirî û êşên wê di nava civakê û bi taybetî rêveberên dewletê ve tê vegotin ka çawa jin nikare di nava civakê de azad be, weke mînak Newal di romanê de weke nivîskar derdikeve pêş tê diyarkirin ku ew ji ber nivîsên xwe hatiye girtin, lê kaseyetên jin bi xwe nizanin çima hatine girtin her yek ji xwe dipirsin ka çima ketine zindanê. Newal ku xwe kesayeta sereke ye tê zanîn ku di 6.9. 1981an de tê girtin. Gava ku Newal dikeve zindanê rastî pir cureyên nasnameya jinê tê weke: jina kole, jina serdest, jina xweda kursî û jina qesrê, jina ku ji bo mêr xwe tune dike û jina ku zêde bi dîn ve girêdayî ye. Lê tevî van tiştan di zindanê de weke ruhekî komîla ava dibe û doza azadkirina xwe dikin. Herî dawî piştî pir têkoşên azad dibin û vedigerin nava malbata xwe.
Ev roman rewşa jinê li cem Misriyan di salên 1981ê û wê de nîşan dide di heman demê de rola wê di warên cuda û heya çi astê mirovên çalakvan dikarin nêrînên xwe li ser partî û rêveberan bînin ziman, ji ber dawî de diyar dibe ku piranî jin ji ber sedemên vala hatine girtin. Ev yek jî nîşan dide ku rêveber dixwezin rê li pêşiya kesên ku riya heqîqetê dişopînin bigirin.
Rewşa Jinan Di Zindanê De:
Di zindanê de rewşa jianan pir xerab û derûniya wan ne baş e, ji ber ku pêwistiyên jiyaneke aram û tendrûstî li wir peyda nabe. Pirî caran Newal di zindanê de nikare bêhna xwe bistîne. Av, tiwelêt, xwarin û hwd naşibin pêwistiyên rast ên jiyanê. Kesayeta Newal di romanê de ji jiyana kêfxweşî derbasî zindanê dibe, ji bo wê dibe dojeh. Lewra li berxwe dide da ku sererast bike, di dawî de hinekî wan pêwistan bi cih tîne. Lê dîsa em dibînin di nava romanê de hin nexweşî di zindanê de derdikevin û dibe sedema mirinê jî. Her wiha di zindanê de cihê aramî û bawerî nîne, her jinek ji bo ku nameyekê bi malbata xwe re rê bike rastî pir astengiyan tê, ji ber ku di zindanê de her tişt qedexe bû. Lê ew jinên zindanê de karibûn bi ruhê xwe hezkirin û jiyaneke xweş ava bikin û bi hev ve werin girêdan.
Analîza Karakterên Jin Di Romanê De Û Çi Nîşan Dide:
Di romanê de gava ku em bixwezin kesayetên jin analîze bikin, divê em bizanibin çend kesayetên jin hene û her yek bi çi rolê radibe.
Di romanê de pir rengê nasnameya jinê derdikeve, ji ber ku roman bi giştî li ser jinê tê vegotin lewra gava ku Newal dikeve zindanê rastî pir jinan tê hin ji wan siyastmedar hin nivîskar, hin dayîk, hin çalakvan û hwd. Lê hemû ji ber sedemeke nediyar ketine zindanê vêca hewl didin xwe ji vê rewşê rizgar bkin.
Zindan dikare weke welatê Misrî bê şaysandin û rewşa jin ku tê de civaka misrî vedibêje, Newal ji xwe re mînak zindan girtiye ku serpêhatiyên xwe tê de aniye ziman. Ev roman ji biyografiya jiyana wê hatiye girtin.
Di romanê de hin jin nasnameya koletî, hin nasnameya jina xwedî qesrê, hin nasnameya jina older û hin nasnameya jina nezan û hin jî nasnameya jina berxwedêr û jina azad werdigire.
Kesayeta Lehenga Romanê Newal Sehdawî:
Newal di romanê de bi rengê nasnameya jina berxwedêr û azad tê nasîn, ji ber ku em gava ketina wê ya zindanê dinêrin em dibînin ku guhertinek di zindanê de ava kir û xwest hemû jin hişyar bibin û doza maf û azadiya xwe bikin. Newal jineke zewicî ye, kur û keçeke wê heye, di heman demê de jineke xwende, nivîskar, doktor û wêjevan tê nasîn, ji bo azadî û doza jinê têdikoşe. Di destpêka romanê de Newal bi mêjiyê jina azad tê nasandin û di nêrîn û rexneyên xwe de azad e, ne ji dewlet ne jî ji rêveberiyê ditirse. Newal tevî ku dikeve zindanê lê nayê dorpêçkirin, ji ber ku mêjiyê wê nayê dagirkirin. Di zindanê de pênûs dibe çeka wê ya herî tûj û bi wê berxwe dide, di her warî de jina azad û berxwedêr çeka wê ya ku pê riya heqîqetê bişopîne, yek mêjiyê vekirî û du pênûs e, em di kesayeta Newal de dibînin ku pênûs dibe çeka wê ya ku wê jinên bindest diparêze. Newal çawa ku dikeve zindanê dixweze rewşa zindanê biguhere û jinan jî hişyar bike ji bo ku li pey doza xwe bikeve. Newal jineke tevhev hêvî ye, bi wê re zindan rastî guhertineke mezin tê, êdî jinên di zindanê de dikevin nîqaşan li ser rewşa xwe û ya siyasî. Di heman demê de di zindanê de Newal dibe jina pêşeng ku wan fêrî xwendin, werzîş û guhdariya radyoyê dikin, tiştê herî zêde aliyê wê dide pêş ku bijişk e û ji bo hevalên xwe gelek alîkarî dike, lê dîsa astengî li pêşiya wê derdikevin, lê ew berxwe dide.
Gava ku Newalê dibin lêpirsînê, li wir ew ji ber helwesta xwe ya bihêz lêpirsînê dixe bin hikumê xwe û yê ku lêpirsînê jê dike, ji ber vê zardibe û dev jê berdide. Newal di zindanê de rastî pir astengiyan tê weke ku şikestinek di wê de çêbibe, lê dîsa ew şikestin vediguhere jiyaneke xweş, ji ber ku di zindanê de Newal ji hevalên xwe yên jin pir hez dike. Êdî ew dibe malbata wê ya di zindanê de. Di heman demê de em di kesayeta Newalê de rastî jineke pir zana tên ku di rewşên kambax û xerab de ew dibe pêşenga jinên di zindanê de, heya ku Sadat dimire, ew nameyan ji serokê nû re dişîne û tê de diyar dike ku ji ber sedemên vala hatine girtin. Lê ji vê zêdetir gava ku dibihîse navê wê yê wêjeyî tê reşkirin ew zêdetir nameyan rê dibe, di dawiya romanê de Newal helwesta xwe tîne cih û ji zindanê derdikeve, lê di bîra wê de ew bîranînên zindanê dimîne. Ji xwe di ruhê wê de ruhê şoreşek heye ku di dawî de wê şoreşê pêk tîne di nava romanê de wiha tîne ziman:
“Di dema zaroketiyê de azadî di nava irq û xwîna min de diherike. Birayê min ê mezin gava xwest ku li min xe, min destê xwe berî wî rakir û li wî xist êdî dubere nekir, gava ku mêrê min ê berê hebûna min tune bike, min hebûna wî tune kir, gava mêrê min yê duyem ez û pirtûk kirin hilbijartin, min pirtûk hilbijart, gava ku berpirsê kar koletî an dûrxistin da pêşiya min, min dûrketin hilbijart”
Di van metnan de dibînin ku Newal xwedî kesayeteke pir xwedî helwest û li ser ya xwe dimeşî.
Ji ber ku hemû jin û dayîkên ku ketine zindanê ji ber bav, bira, mêr an zilaman ketine zindanê. Di romanê de dîmenek derbas dibe ku keçek ji ber evîndarê wê bi partiyên cuda re dixebitî tê girtin û di zindanê de dimîne, lê Newal ji wan re dibe hêz û hêvî.
Berpirsa zindanê Şawîş
Di romanê de jina berpirs bi navê Şawîşa ye, ew jineke ku weke rêvebera zindanê ya jinan tê nasîn, di kesayeta wê de jineke ku dixwaze gotina xwe li ser jinên hember xwe ferz bike û wan bike bin hukumê xwe. Lê di dawiya romanê de ew tê guhertin û hinekî bi jinên zindanê re dibe alîkar ku nameyan rê bikin ji malbatên xwe re. Ji bo ku karê xwe di zindanê de bike gelek berdestiyan ji xwe re bikar tîne ku yek ji wan jî Zûba ye, Zûba hemû karê wê dike.
Em dikarin di keseyata wan da jina kole û qesrê bibînin.
Bedûra: Keça oldar:
Keçeke sih salî ye bi ol ve girêdayî ye, di zindanê de her tiştî dike gunehî, li gor wê nabe jin canê xwe an laşê wê bê dîtin, her tim pirtûka pîroz dixwîne. Hemû rûyê xwe girtiye û nimêjê dike, lê li ser wê dibêjin ku ew sîxora zindanê ye. Her wiha Foqîyê jî heye ku dişibe Bedûra lê em di warê nîqaşan de pir li pêş e.
Fetîhaya kujer:
Jineke xwedan kar bû, ji bo malbata xwe biparêze û pêdiviyên wan dabîn kar bikin gelek dixebite, lê mêrê wê tu karî nake, ji wê zêdetir zordarî û serdestî li wê dike, ew jî ji bo ku rûmet û zarokên xwe biparêze radibe mêrê xwe dikuje. Di kesayeta wê de em rastî jina ku li dijî zayendperestî derdikeve û doza mafê xwe dike
Ji ber serdestiya mêr li ber xwe dide û wî dikuje ji bo ku jê rizgar bibe, ji ber ku mêrê wê pir serdestî li wê dikir. Ji bilî van jinan di romanê de gelek jinên din derbas dibin. Newal ku xwediya vê romanê ye, hemû kesayetên xwe kirine jin û li ser wan gelek mijarên cuda anîne ziman.
Analîza Çar Qatmanan Di Kesayetên Jin Ê Di Vê Romanê De:
Gava em bên ser çar qatmanan di vê romanê de yan bîranînê de em ê rastî pir nasnameyên van qatmanan werin di serî de di romanê de em hemû jinên di zindanê de berî Newalê weke jinên kole tên dîtin ku ji ber sedemên nediyar dikevin zindanê weke ew navên ku me li jor anîn ziman her jinek nasnameyek ji wan qatmanan di kesayeta xwe de dihewîne
Jina kole ku ji ber hêzên serdest tê kolekirin û hebûna wê wenda dibe hemû jin dikevin zindanê dibin kole û nikarin cîhana derva û malbatên xwe bibînin, ji ber ku erd li wan tê sînordarkirin. Piranî jinên weke dayîk û jinên çîna ne çalak û xwenda dibin kole, lê her wiha em di romanê de rastî çanda satî tên ku ew keça ku di zindanê de tenê pirtûka pîroz dixwîne û her tiştî dike guneh heya bedena xwe jî weke tiştekî xerab be bi nav dike, lewra em bandora wê yekê dibînin ku Newal di bîranînên xwe de vê yekê tîne ziman. Ji xwe Şawîşa bi xwe temsîla jina qesrê dike ku nasnameya serdestî di kesayeta wê de heye gava ku Zûba dike xizmetkara xwe û hemû karê xwe bi wê dike yekser em dikarin jina qesrê di wê de bibînin. Lê Newal bi xwe di zindanê de dibe sembola jina berxwedêr û azad tê dîtin. Ji ber ku Newal gava ku dikeve zindanê hemû jinan hişyar dike û doza azadiya jinan di nava civakê de dike, ji xwe berî bikeve zindanê Newal bi helwesta xwe ya rexneyî ú azadî tê nasîn.
Dawî:
Di dawiya vê gotarê de em dibînin ku Newal bi tecrûbeyên xwe yê jiyanê biyografiyek ava kiriye, di nava vê bîranînê de Newal rewşa jinê di civaka Misrî de tîne ziman ka çawa ji ber sedemên pir vala jin dikeve zindanê û jiyan li wê dibe dûjeh, lê di vê bîranînê de du wêneyên jinê derdikevin ew jî; Jina kole û nezan û ya din jina şoreşger, berxwedêr û azad. Ev yek jî dide diyarkirin ku jin her tim dixwaze xwedî li nasnameya xwe derkeve û têkoşîna riya heqîqtê bike û serî li hember serdestî netewîne. Her wiha ev bîranîn dikare weke belgeyek dîrokî ya sîstema serdest a Misriyan li ser civakê bê dîtin.


