Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Pirtûknasîn»Danasîna Pirtûka Bêhna Sêvê ya Fahrî Ayhan
Pirtûknasîn

Danasîna Pirtûka Bêhna Sêvê ya Fahrî Ayhan

Faîk OcalBy Faîk Ocal29/10/2025Updated:18/01/2026Şîrove tune ye3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Di her çîrokê de peyvek bi objeyekê hatiye honandin. Mîsal di çîroka Zerfa Bi Derzî de derzî bi pitikê ve hatiye girêdan. Wê jî çîrok xweş û bedewtir kiriye. Mirov di çîrokên din de jî bedewbûneke bi objeyan ve honandî dibîne.

Çîroknûs ewil pencereyeke gelek fireh li ber mirov vedike. Bi eleqa bê eleqe behsa gelek tiştan dike, piştre behsa bûyera sereke ya çîrokê dike. Bi awayî tevlihevî çê dibe. Yanî dibê pencereya ewil û pencereya bûyerê guncav bûna, lê wisa nebûye.

Çîrok di navbera klasîkbûn û nûjeniyê de winda bûne. Rêzdar Fahrî Ayhan li gor xwe teknîkeke nû bi kar neaniye. Çîrokên bi tesîr hene; lê belê bi teknîkeke nû tesîrê li xwîner nakin. Wekî din ferqa di navbera fiqre û çîrokê de çi ye? Fiqre, birina bala mirov bi ser tiştekî ve, rawestîna li ser xalekê ye. Lê çîrok, seranpê honandina bûyerekê bi hev ve ye. Yanî destpêk, geşedan û encama çîrokê heye. Li gor vê krîterê em li çîrokên Fahrî Ayhan binêrin. Mizgînî Ji Dayika Xecê re, Têl Dikeve Ber, Koçerî û Dayika Qoserî fiqre ne, yên din jî çîrok in.

Di pirtûkê de sêzdeh çîrok hene, mijara her çîrokê cuda ye, lê çîrokên Zerfa Bi Derzî û Mizgînî ji Dayîka Xecê re bi mirina dayikan bi dawî dibin. Piştre di çîroka Koçerî de qet bi nav nabe lê mirina ku tê behskirin ya Seîdê Kurdî ye. Dîsa di çîrokên Xalê Mesûd, Lîska Dawî de jî leheng dimirin. Çîroka ku navê xwe daye pirtûkê Bêhna Sêvê jî serdanpê tijî mirin e. Yanî temaya çîrokan bi piranî mirin e. Ev ji bo pirtûka çîrokan zêde ye.

Di sêzdeh çîrokan de bi tenê deng û awaza çîrokên Zerfa Bi Derzî, Evîndara Min î Binxetê, Lîska Dawî û Cemedê heye. Ew her çar çîrok bi rîtmekê bûyer dest pê dibin, piştre bûyer geş dibin. Di dawiyê de bi peyamekê xilas dibin. Yanî muzîkalîte û peyam bi hev ve hatine honandin.

Dîmenên ne pêwîst, zêde ne. Ev nîşaneya rûneniştina çîrokan e di hişê çîroknûsî de. Diyar e Ayhan bi navdarên çîrokan ên dinyayê re mijûl nebûye. Wî çîroknûsên Kurd H. Yûsiv, E. Karahan, Qedrîcan, O. Sebrî, Ç. Mazî û wd., çîroknûsên Tirk S.F. Abasiyanik, S. Alî, R. H. Karay, M. Kutlu û wd. baş etûd bikirana dê encameke baş bi dest bixista.

Gava mijar û bûyer baş bi hev û din ve tên kelijandin, teswîrên baş derdikevin holê. Lê di çîrokên Ayhanî de pergala mijar û bûyerên tevlihev e. Lewma teswîrên di cih de kêm in. Yanî wî bi teswîrên tevlihev çîrokên xwe fetisandine.

Ne çîroknûsî bi “nêrineke din” çîrokên xwe vegotine ne jî di çîrokan de xwîner “tiştekî din” dibîne. Yanî her tişt ji rêzê û monoton e. Çîrokên bi “vegotineke nû” nehatibin honandin, nikarin “tiştekî nû” ji me xwîneran re vebêjin.

Di tewandina cînavkan de çend xeletî hene. Lê bi giştî ziman û rêzimana çîroknûsî durist e, rûniştiye, serkeftî ye. Diyar e ku çîroknûs bi kurdî difikire, bi kurdî dirame, bi kurdî dijî. Pirtûk sala 2012an ji Weşanên Nûbiharê derketiye. Editorê pirtûkê Suleyman Çevik karekî baş derxistiye holê. Li ser bergê pirtûkê wêneyê sêveke sor heye. Bi ya min tiştekî pir basid e. Wêneyekî hemû çîrokan îfade bike li ser bergî hebûya, dê baştir bûya.

 

Pirtûkên kurdî pirtûknasîn The Raising Of Kurds 10
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Faîk Ocal

Nivîskar, Semsûr

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.