Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Nivîsxane»Danasîna Pirtûka Belkî Îşev Binive ya Murat Bayram
Nivîsxane

Danasîna Pirtûka Belkî Îşev Binive ya Murat Bayram

Faîk OcalBy Faîk Ocal13/05/2025Updated:18/01/2026Şîrove tune ye5 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Pirtûk 102 rûpel e û ji 25 wêne û 25 çîrokan pêk hatiye. Çîroknûsî bi wêne û çîrokên xwe şerê xendekan (2.12.2015-10.03.2016) û rewşa gelê herêmê nimandiye. Jixwe çîroknûsî di destpêkê de ji çavkaniyên wek Rêxistina Navneteweyî ya Efûyê, Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Walîtiya Şirnexê-Ajansa Anadoluyê agahiyên fermî dide.

Bi wêneyan, nav û naveroka çîrokan bi kurtasî wiha ye. Belkî: Keçikek ji ber ku bebika wê di malê de ma ye nenive. Dayika Cizîrî bebikê dibîne û dibêje: “Belkî îşev binive.”

Hişş be: Rojnameger diçe Stembolê ji bo ku “ji êş û xemên di bîra xwe de dûr bikeve.”

Hestiyên reş: Rojnameger û hevalê xwe Mehmûd li jêrzemînên Cizîrê ne. Kurik dibêje: “Ev hestî ye lê yê reş birî.”

Ez û mirî cotek in: Bedena rojnamegerî li Stembolê ye lê giyanê wî li Silopiyayê ye. “Jineke li Silopyayê jê re gotibû: Divê mirî di avahiyên girtî de nemînin.”

Ya mirî li malê bû: Fişekek li jintiya Wesîlayê ketiye.

Yê bizanin ku ez dikenim: Rojnameger li toqeyê Delalê ku hezkiriya wî ye, dinêre. Navê Tahir Elçî ewil li vir derbas dibe.

Delalê min: Tahir Elçî wek lehengekî xuya dike û navê wî çar caran tê nivîsîn.

Navê wê Helîm e: Çîroka jinekê û rojnamegerî ye. Navê zaroka wê Helîm e. Navê Tahir Elçî careke din derbas dibe.

Kurdê bêdeng: Li Cizîrê şer germ e. Kî hene? Rojnameger, nûçegihan, kameravan, Tahir Elçî, dewlet û Yekîneyên Parastina Sivîlan.

Mirina Saetê: 08.05. Ew dibînin “Fîşekek li saeta bi dîwarî ve jî ketibû û saet sekinî bû. Saet li 08.05ê sekinîbû.”

Rûyê mirinê: Rojnameger û hevalê xwe rêya xwe şaş kiriye. “Ji bo Rojnamegerî, rêya di navbera Cizîr û Diyarbekirê de wek delaltirîn rêya di dinyayê de bû.” (Rûpel; 53). Tahir Elçî jî li vir e.

Nameya delalê: Ji Mêrsînê ji aliyê Delalê ve nameyek ji rojnameger re tê; va evîn e. Hêvî jî wiha ye: Ma me hêvî nebin em ê çi’bkin dayê gorî.” (Rûpel; 57).

Ez kî me? Derûniya rojnamegerî xirab e û “termê çêlekê” mohra xwe li vê beşê dixe. Lewre ew çêlek “ji bo jinikê endameka malê bû, li erdê bû.” Omer Farûk Baran wek wênekêş xuya dike.

Hêviyê “copy-paste” bike: Ji bo kovarê OFB ji rojnamegerî wêneyan dixwaze. Rojnameger dosyaya hêviyê amade dike.

Axx! Xwedê mane te dizanî: “Wêneyê jinika her du destên xwe rakirî jorê” tê bîra rojnamegerî.

Bila zarok nebînin, ew biçûk in: Rojnameger wêneyê zarok û bavekî bi xercê mala xwe tamîr dikin, şîrove dike.

Kîsikek pirteqal, komek nevî: Rojnameger “Zelamekê ji pêyên xwe ve kêmendam bi kursîkê xwe yê bi teker hatibû taxa xerabe û li xaniyekê herifî dinêrî” şîrove dike.

Heybeta herifî: Bi daxuyaniya walîtiya Şirnexê qedexeya derketîna derve ji bo hin saetên rojê tê rakirin. OFB xuya dike. Cemaeta Fethullahî hewil dide ku derbeyê pêk bîne. Dem 15.07.2016 e.

Kurmên termê wî: Rojnameger pêrgî Xezala xaleta xwe tê. Çîroka “kirmê ketine laşê kurikî” balkêş e.

Ka xaniyê hewe?: Rojnameger çîroka du kurikan (kurikê qazax-zer, kurikê qazax-gewr) vedibêje.

Dayêgorî…: “Pîrejinekê li rojnamegerî û her du zarokan nêrî.” (Rûpel; 87).

Ez: Rojnameger serdana malbata xwe dike.

Mifteya bîran: Defter; rojnameger di deftera xwe de bi sê kesan re hevpeyvînê dike.

Çiq: “Ew xanî ew xanî bû ku li jêrzemîna wê wiha dihat gotin ‘mirov hatine şewitandin.’ Mêjî li ser banê xenî ye.

Ji bîr neke: Rojnameger ji xwe re dibêje: Binivîse belkî îşev binivî!

Mirov nalenala dê û bavan, zarezara zarokan, qêrîna kal û pîran dibihîze. Di her wêne û çîrokê de dengê bêdengî û bêçarebûnê heye. Xelk bêdeng dimire, mirov bêçare dimînin. Peyv-notayên aîdê çîroknûsî nîn in. Wî ji xendek û sîlehan nekariye peyv-notayên xwe bi dest bixe û muzîkeke xweser biafirîne.

Çarçoveya çîrokan nîn e lewre sedema şerê xendekan nehatiye nivîsîn. Çîroknûs girêdayî rêbaza rojnameya edebî maye. Jixwe di şer de du alî hene; mirov her du aliyan dibîne lê nizane kî ne û dixwazin çi bikin. Nabe ku mirov neheqiyê li çîroknûsî bike, dîmenên wêneyî û wêjeyî peyamên polîtîk didin.

Rê û rêbaza çîroknûsî bi zimanekî edebî şîrovekirin û teswîrkirina wêneyê ye. Dîmenên fotojenîk li gor sêwirandinên wêjeyî lipêştir in. Bo mînak; xelkê herêmê dibêje “qestecî”, çîroknûs dibêje “rojnameger.” Qestecî pir herêmî ye, rojnameger gelekî kitêbî ye. Çîroknûsî ji peyvên qestecî û rojnamegerî gotineke nû nesêwirandiye.

Mirov bi wêneyên makîneyê dikeve şerê xendekan, jêrzemînan lê mirov bi peyvên çîroknûsî nikare jê derbikeve, bi pênûsa wî nikare pêşiya xwe bibîne. Çîroknûsî dîmenên şerê xendekan, laşên şewitî nimandine lê ne bi şêwekariyê. Mirov bi makîneya çîroknûsî dibîne, ne bi zimanê wî. Zimanê wêneyan heye lê yê çîrokan nîn e. Çîrokên bêziman jî bi şêwaz nayên nivîsîn.

Vegotina wêneyan li pêşangehan diyar dibe. Êş di wêneyan de xuya dibe, ne bi wate û kûrahiya xwe. Di pirtûkê de bi wî awayî dayîna cih ji bo wêneyan, dezavantaj e. Jixwe zimanê çîrokan jî girêdayî wêneyan e. Ji wêneyên bêreng û sar zimanekî ciyawaz û vegotineke birêkûpêk dernakeve. Mirov dîsa neheqiyê li çîroknûsî neke. Wî ji bo rojnamegeriya edebî û çîroknûsa kurdî karekî gelekî hêja kiriye. Pêngavek muhim e.

Pirtûk sala 2018an ji Weşanên Avestayê derketiye. Karê edîtoriyê A. Keskin, yê xwendinê O. F. Baran û Michael L. Chyet, yê dîzayna bergê A. N. Firat, yê bergê A. Akturk kiriye. Fotoyê bergê aîdê Murat Bayram e. Çîroknûsî û weşanxaneyê karê xwe baş kiriye.

 

 

 

Pirtûkên kurdî pirtûknasîn RK HEJMAR 5 the Raising of Kurds 5
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Faîk Ocal

Nivîskar, Semsûr

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.