Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Pirtûknasîn»Danasîna Pirtûka Dilşa ya Felat Dilgeş
Pirtûknasîn

Danasîna Pirtûka Dilşa ya Felat Dilgeş

Faîk OcalBy Faîk Ocal21/08/2025Updated:18/01/2026Şîrove tune ye3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Felat Dilgeş bi karê wêjeyê baş dizane. Mirov çîrokan bi kêfxweşî dixwîne. Gava mirov çîrokan dixwîne, rojên berê tên bîra mirov. Yanî hevîrê nostaljî û hiznê bi hev re baş hatiye sitirandin û tehmeke xweş û baş jê çê bûye.

Çîroknûs ewil bingeha çîrokên xwe lê dike, piştre derbasî serpêhatiyan dibe. Xwîner zivêr (aciz) nabe. Bûyer û gotin bi hev temam dibin. Xwendina çîrokan gelek hêsan û bi ekl e. Çîrûknûs behsa ededa şeleberfkan dike, piştre behsa bûyera Osoyî dike.

Çîrok bi hostatî hatine honandin. Mesela Sêzdeh û Nîv. Yanî bi diziya peredankê re têkçûna xeyala stendina radyoyê. Çîroknûsî çîrok hostatî honandiye û bi dawî kiriye.

Pênc çîrokên sifte (Qeymeqam, Oso, Sêzdeh û Nîv, Kevokên Me, Mebrûre) li Farqînê, li Minara Qot derbas dibin. Çîroknûs di wan pênc çîrokan de heye. Her heft çîrokên din li dewr û demên cuda dibihurin.

Bihîstina her çîrokê cuda ye. Dengê her lehengî heye. Bo mînak, mirov Oso, Fadoyê Boşatî û mamoste Mebrûre, Hecî Yaşar, Zerdeşt, Reco, Dilşa, Zûra, Keşe Tûma baş nas dike. Her karekter strana xwe ji mirov re distrê û mirov lê guhdariyê dike.

Min hesreta Keşe Tûma ya Dêra gundê Hesenan dît û ez pê re giriyam. Bi qefleya Filehan re meşiyam. Bi Zûra re kire zarezar. Lê Dilşa hîn êşeke nekewiyaye di dilê min de. Me bi Reco canê xwe bi bîst mecîdiyan stend. Mebêjin can tê stendin. Dibe! Di bin zilmê de her tişt dibe. Mirov wê zilmê dibîne.

Em di aliyê teswîrê de li çîroka Kevokên me binêrînin. Mirov bi çavên Bawerî kevokên cur bi cur nas dike. Xwîner bi çîroknûsî re heyecana xwe dibihûne û kevokan dijî. Belekê, Firdayê û Şerûdî nas dike. Aqûbeta Pisîka Reş meraq dike.

Dilgeşî bi pirtûka Dilşayê hostatiya xwe îsbat kiriye. Hostatî jî bê şêwe nabe. Ez tu caran tolazên Farqînê ji bîr nakim.

Çîroknûsî vegotineke xweş û sivik bi dest xistiye. Mirov naxwaze çîrok biqedin. Ew hem wêrek e, hem nefsbiçûk e, hem nûjen e. Ew hem li daran dinêre hem jî daristanê bi tûmî dibîne. Pê re jî mirov heye. Çîrokên Dilgeşî mirov bi xwe re dikişîne.

Ziman û rêzimana Felat Dilgeşî tam kemiliye, yanî rêya xwe bi dest xistiye. Ew li tu der û daristanan winda nabe, rêya xwe şaş nake. Zimanê Dilgeşî bûye qeder û kedera wî. Heşr (hêwirîn) a xwe bi zimanê xwe kiriye, ew pejirandiye. Ji xêncî çend xeletiyên biçûk Nubiharê karê xwe baş kiriye.

 

Danasin Pirtûkên kurdî pirtûknasîn The Raising Of Kurds 8
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Faîk Ocal

Nivîskar, Semsûr

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.