Pirtûk ji heft çîrokan hatiye. Bi kurtasî nav û naveroka çîrokan wiha ye. Qelebalix: Çîroka kuştina bavê Leylayê ye. Elî evîndarê Leylayê ye lê belê li ber çavên Qelebalixê Eliyê bavê Leylayê dikujin. (Rûpel; 7-21). Çîroka Çûnê ji pênc beşan pêk hatiye. Di çîroka “Çûn”ê de Azad û Kurdistan dotmam û pismam in û evîndarên hev in. Di şer de Kurdistan bi heft hevalên xwe re tê kuştin. (Rûpel; 22-33). Kendal: Çîroka kalekî ye ku xwe ji kendal berdide. (Rûpel; 34-37). Pîrê û Saeta Çengeke Şikestî: Çîroka şoreşger û dayika wî ye. Di çîrokê de sê kes hene: Heso, Tîrêj û Sîdar. (Rûpel; 38-48). Şer: Çîroka xortekî diçe Stembolê û piştre mecbûrî li wir dimîne ye. Xort pir bêriya kûçikê xwe Şear û kevokên xwe dike. (Rûpel; 49-56). Di çîroka Hevpeyvînê de di navenda çîrokê de du navdarên Kurd hene: Rehşan Demîrel û Mûsa Anter. (Rûpel; 57-68). Di navenda çîroka Namûs Çi ye? yê de çîroka Mamê Hesen heye. Mam Hesenê 67 salî û Suadê 17 salî di qezaya înşeatê de dimirin. Kurdên li wir cenazeyên wan dişînin Diyadînê. (Rûpel; 69-80).
Armanca Kemal Yîgît ne afirandina çîrokên bedew e. Jixwe di çîrokên polîtîk de çîroknûs peyamên polîtîk li ber her tiştî digirin. Yîgît jî wiha kiriye. Nexwestiye bi çîrokên xwe tabloyên estetîk biafirîne. Wî fotografên polîtîk kişandine û ji mirov re rave kirine.
Zimanê çîroknûsî giran e, vebêjer tevlihev in. Bo mînak, di çîroka Qelebalixê de sê heval hene: Xalit, Felît û Elî. Di navenda çîrokê de evîna Elî û Leylayê û kuştina bavê Leylayê heye lê belê rewş bi awayekê gelek belawelat hatiye ravekirin; ji wê boneyê çîrok zêde ne herikbar e.
Çîroknûsî bi teknîkeke cuda çîrokên xwe nehonandine. Di hinek çîrokan de teknîka flashbackê bi kar aniye. Ji pirtûkan çîrokan bêhtir bişibe bîranîn, biyografî û ceribînê.
5-Pirtûk ji van heft peyv-notayan pêk hatiye: Qelebalix, çûn, kendal, saet, şer, hevpeyvîn, namûs. Lê belê ji heft peyv-notayan muzîkek derneketiye holê. Bi tenê deng û awaza şer û mirinê heye.
Di her heft çîrokan de jî peyam wek hev e. Peyama çîroka Qelebalixê: Şeytanokên ku kûçikên dewletê ne welatparazên mîna bavê Leylayê dikujin. Di çîroka Çûnê de peyama “hesta tolhildanê” heye. Di çîroka Kendal de peyama jiyaneke bi rûmet heye. Peyama çîroka Pîrê û Saeta Çengeke Şikestî, bi dil û can şopandina rêya wan a bi şeref û namûs e. Peyama çîroka Şer bêrîkirina welêt e. Peyama çîroka Hevpeyvînê ev e: “Ji bo kesên insan, tiştekî ji xiyaneta bi gelê xwe û nirxên xwe re pîstir, mekrohtir û gemartir tune ye.” (Rûpel; 68). Peyama çîroka Namûs Çi ye, ji bo gelê xwe fedakarî ye.
Çîroknûsî bûyerên bi peyaman ve girêdayî vegotine. Karekter ne bi hêz û bandor in. Vegotin û karekter li gor peyamên polîtîk hatine sêwirandin.
Çîroknûsî li gor xwe çîrokên xwe honandine. Lê belê ziman û vegotin nebûye. Şêwe jî bêyî ziman û vegotinê nabe. Her kes dikare wan çîrokan vebêje yan jî binivîse. Hînê tiştekî nû nebûm. Şêwekarî bi zimên derfetên nû bidestxistin e. Şêwekarî, bi vegotina vekirina deriyên hestên nû ye. Lê belê ew tişt di çîrokên Kemal Yîgîtî de ne nîn in.
Çiya çûyîn û ketina xwe ji hev û din re vedibêjin û mirov guh dide çiyayan lê belê mirov nikare tev li vegotina çiyayên çîrokên Kemal Yîgît bibe. Mîrov li jêr, li deştê dimîne, çîrokên wî li jor, li çiyayan dimînin. Heger vegotineke serkeftî hebûya di navbera me xwîner û çiyayan de çûyîn û hatinek, derketa holê. Lê belê tiştekî wiha tuneye.
Kendal Gulana 2022yan ji Weşanên Sîtavê derketiye. Karê edîtoriyê Mazlûm Yilmaz, yê bergê Biro Hovo, yê wêneyê bergê Hogir Arî kiriye. Di pirtûkê de şaşiyên biçûk hene.
Zimanê çîroknûsî ne sivik û herikbar e. Bergê pirtûkê basît e.


