Di pirtûkê de 16 çîrok hene. Navê çîrokan wisa ye: Dengê kewan jî nema, Tirs, Xalê Mihê, Heke ez jî bêm kuştin, Payîza dilê min, Min nizanîbû li vê dinyayê jî bihûşt heye, Qablo, Kewên birçî, Mohra mirinê, Qedera qederê, Bila biçe û venegere, Ax lawo, Bavê min girtî ye, Şîva miriyan, Ez gwîzcî me, Qenepe. Her çîrokek tiştekî ji bo mirov destnîşan dike. Lê ax, axa Kurdistanê ye. Di her çîrokê de mirov aliyekî mirovê Kurdistanê dibîne.
Dîndar hostayê wêjeyê ye, karkerê zimanê kurdî ye, evîndarê welatê xwe ye. Her çîrok awazek e. Mirov bi awirên dayikên biêş çîrokan dixwîne, bi guhên zarokên bêtemen çîrokan dibihîze. Di her çîrokê de mirov xwe dibîne û awaza xwe dibihîze.
Bi 16 çîrokên xwe çîroknûs jî dibêje tu mirov î. Te dil û aqil hene. Di navbera te û jîndarên din de cudahiyek heye. Wê bibîne û li wê gorê tevbigere. Bi aqilê xwe neyarê xwe bibîne, bi dilê xwe hest bi dostê xwe bike, nas û hez bike.
Dîndar bi hostatî siruşt û mirov tevlihev kirine û li gor çîrokê ew ji hev û din veqetandine. Rûyê mirov ber bi siruştê, xweşiya sirûştê jî tev li çîrokan kiriye.
Ew li derveyî dinê û di kûrahiya mirov de li mirovan dinêre. Bawer im ku çîrokên wî dê tu car ji bîr nebin. Lewre wî bi van çîrokên xwe mohra xwe li wêjeya kurdî xistiye. Mohra wî şêweya wî ye. Îmze û uslûba wî ye.
Peyv bi ziman bûne, çi dixwazin wê dibêjin. Peyv bûne lehî, çi ketiye ber wan bi xwe re anîne. Çîroknûs li ser xalîçeya wêjeyê rûniştiye, çi xwestiye bi edebî û bi edeba xwe ji xwîneran re vegotiye. Lê xalîçeya wêjeyê ya wî, rengîn e. Her xwîner rengê xwe tê de dibîne û dixwîne. Paşê di rengê xwe de dest bi rêwîtiya xwe dike. Dawiya rêwîtiye nîn e. Ew jî bi saya vegotina esfûnkar û helbestî ya çîroknûsî ye.
Kewên Birçî sala 2010an ji Weşanên Avestayê derketiye. Li ser bergê pirtûkê wêneyê kewekê heye, tam li gor pirtûkê ye. Ziman û rêzimana çîroknûsî xwerû kurdî ye. Ji xêncî çend şaşiyên teshîh û mîzanpajê tu şaşî nîn in.


