Navên çîrokan: Bihara Sivik, Kût, Gregor Samsa an jî Gorbegor ‘Eysa, Kartona Nimêjê, Jêrenot, Parka Zarokên Azad, Rukîye, Bira, Çêleka ku Nikare Bêje “Mooo”, Çûka Li Ser Darê, Clark Kurd.
Reşad Kemal bi yanzdeh firçeyan, yanzdeh tabloyên cuda afirandine. Penûsa wî bi zimanê xwe, bi helwesta xwe, bi ezmûna xwe bihêz e. Di her tabloyê de deriyekî bedew li ber mirov vedibe.
Heke ku nivîskar ji mijara xwe re serwext dibe, çîrokên gelek baş çê dibin. Mirov tehmeke xweş ji çîrokan digire. Reşad Kemal bi per û baskên wêjeyê li asîmanên kurdî difire. Xwîner pê re rehet e, aram e. Ji ber ku pişta xwe dide çîroknûsî.
Di pirtûkê de yanzdeh çîrok hene, her çîrok bi teknîkeke cuda hatiye nivîsîn. Honandina her çîrokê cuda ye, balkêş e, serkeftî ye. Bo mînak, çîroka Çûka Li Ser Darê gelek kurt e, çîroka Clark Kurd sî û hêft rûpel in; her du çîrok jî baş in, serkeftî ne.
Bavê çîroknûsî dengbêj e, Kemal jî xwe wekî dengnivîs dinasîne. Wî ahenga di navbera dengbêjî û dengnivîsiyê bi dest xistiye û li gor wê çîrokên xwe nivîsîne. Deng û awaza her çîrokê cuda ye. Wî senfoniya çîrokên xwe li ser deng û awaza zarok û ajalan ava kiriye. Mirov dikare senfoniya çîroknûsî bi sê cotepeyvan îfade bike: Xwezayî û mesûmî, sirûşt û safîtî, rehm û insanetî.
Mirov di Kûtê de çi dibîne? Çîroknûsî rastiya insên bi çîrok û zarokan ji bo mirov dinimîne. Mirov dibîne? Belê, Kemal dixwaze bi Kûta xwe di navbera destpêk û bidawîbûna insên de pirekê ava bike. Ew pir ava kiriye? Belê, ava kiriye, serkeftî ye.
Bûyer û karekteran bi rastiya xwe bûne teswîr. Yanî her karekter bi rastiya xwe derketiye holê. Her karekter tiştekî disewirîne, tiştekî dibêje, tiştekî rave dike. Lê di bingeha her çîrokê de kût heye.
Li hember mirov şêwekarek heye. Lewre her çîrok bi şêweyeke cuda hatiye nivîsîn. Di behra Kûtê de her çîrok bi dest û pîyên xwe avjeniyê dike. Şêwekar dikarin wisa bikin. Her çîrokê bi şêweyeke cuda biafirînin.
Belkî serkeftina herî mezin vegotina çîroknûsî ye. Vegotina her çîrokê balkêş e. Çîroknûsî awayê xwe afirandiye. Dema her çîrokê heye. Dema hinekan kin dibe ya hinekan jî dirêj dibe. Nivîskarên hosta dema çîrokên kin û dirêj dizanin, li gor wê jî dibêjin, dinivîsin. Fictiona her çîrokê di cih de ye. Çîroknûs dizane dê kengê kîjan çîrokê vebêje.
Ziman û rêzimana Reşad Kemalî xwerû kurdî ye. Zimanê wî sivik û herikbar e. Min zimanê wî gelek eciband. Kût sala 2021ê ji Weşanên Darayê derketiye. Gerînendeyê giştî Bawer Berşev e. Karê redaksiyonê Ahmed Kanî, yê dîzayna bergê Sadik Hangül, yê mizanpajê jûjî tasarimê kiriye. Wêneyê bergê li pirtûkê hatiye. Weşanxaneyê bi her awayî karekî tekûz kiriye.


