Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Pirtûknasîn»Danasîna Pirtûka Qenewîç A Rojbîn Ozkan
Pirtûknasîn

Danasîna Pirtûka Qenewîç A Rojbîn Ozkan

Faîk OcalBy Faîk Ocal27/02/2026Updated:27/02/2026Şîrove tune ye4 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

17 çîrok hene. Navê çîrokan: Girê Bêmiraz, Bendemayîn, Diyarî, Baskên Evînê, Ala Evînê, Hestên Tevlihev, Hawara Şevê, Gunehên Hevpar, Qenewîç, Nazêya Koçer, Baran, Delal, Evîna Nepen, Rabirdûya Hêvîşikestî, Seyran, Xwezgînî, Şîrîn. Bi mijar her çîrok cuda ye, lê serê evînê di her çîrokê de xuya dibe. Ji wê boneyê mirov dikare bibêje ku ji ber sedemên cur bi cur mijara sereke, evînên têkçûyî ne.

Armanca çîroknûsê ne estetîzekirina çîrokan e. Peyam li pêş her tiştî ketiye. Bi ya min, ji ber ku çîroknûsê bi teybetî dayîna peyaman ji xwe re kiriye xem, xweşiya çîrokan piştguh bûye.

Çîrok kurt in lê mirov baş lê diçe. Çîroknûsê ewil tora çîrokê dibihûne, paşê tora çîrokê diavêje behra bûyeran. Di dawiyê de xwîner li benda masiyekî jirêzê ye? Na, wisa nabe. Ozkan xwînerên xwe metelmayî dihêle. Lewra di tora çîrokên wê de dur hene. Mîna sêhrbazeka wêjeyê durên xwe ji bo mirov rave kirine.

Birêz Rojbîn Ozkanê name, flashback, diyalog û teswîr gelek baş bi kar anîne. Çîrokên xwe bi tayekî efsûnî kêl bi kêl hûnandine, paşê karekterên çîrokan bi niqteya dawîn ve girê dane. Curê fiqreyê bi kar aniye. Hemû çîrokên xwe bi surprîzan diqedîne.

Di 17 çîrokan de bi tenê di çîroka Evîna Nepen de stranek heye. Stran wiha ye: “Bêhna biharê ji te tê yârê. Tu ket bîra min dîsa êvar e…” (Rûpel; 55). Dewama stranê wiha ye: ‘’Hêsir ji çavên min dîsa tên xwarê. Wek ava çeman diherike yarê…”Jixwe ev melodî li hemû çîrokên Qenewîçê tê. Di stranê de jî aşkere dibe: Dema evîndar negihîjin hev û din, evîn dibe evîn. Muzîka Qenewîçê jî ji dilên birîndar dinizile û olan dide.

Çîroknûsê dixwaze mirov sedema têkçûna evînan bibîne. Mirov sedema têkçûna evînan dibîne, bi halê evîndaran diêşe. Çîroknûsê dibêje: Jiyana bi evîn xweş û watedar e. Yên evînê nezanin bila nebêjin em jiyane. Di destên çîroknûsê de dilên birîndar hene û mirov bi çavên wê li dilên birîndar dinêre, bi peyvên wê hest bi êşa dilên birîndar dike û dibîne.

Çîrok li ser bûyeran hatine avakirin. Mirov ne li benda teswîrên sosyolojîk e. Bûyer û tevgera karaktar baş hatine honandin û ravekirin. Teswîrên sirûştî di cih de hatine kirin. Teswîr bi şêweya klasîk in. Lewre bûyer di navenda çîrokan de cih digirin.

Bi cudabûna hibr û qelemê re alozîyek çêdibe. Çawa? Hibr bi zimanê tirkî ye, qelem jî ji kurdî ye. Şêweya çîroknûsê pê qels bûye. Ew nakokî û alozî di gelek nivîskarên Kurd de peyda bûye/heye. Mirov tirkî difikirin û bi kurdî dinivîsin. Ew alozî di çîrokên Ozkanê de jî heye.

Heke ku navê çîroknûsê li ser bergê pirtûkê tunebûya, min nedikarî bibêjim ew pirtûka Rojbîn Ozkanê ye. Çîroknûsê dikare bi hêsanî bi zimanê kurdî vebêje, lê hêj vegotineke cuda bi dest nexistiye. Çîrok tenê bi dîmen, bi bûyeran tên ravekirin. Edebiyat kêm e. Edebiyat bi vegotineke berfireh bi dest dikeve.

Zimanê (peyv) Ozkanê bi kurdî ye, lê rêziman (mantiq)a wê bi tirkî ye. Navê hemû lehengên çîrokan bi kurdî ne. Nav û çîrok li hev hatine. Ji her çîrokê bêhna kurdewariyê difûre. Pirtûk sala 2021ê ji Weşanên Nûbiharê derketiye. Mîzanpaja Dawud Rêbiwar baş e, lê karê editorî û redaksiyonê ku Omer Faruk Feyat kiriye, çênebûye. Di tewandina cînavkan de, di gerguhêz û negerguhêzan de û di çapê de gelek şaşî hene. Çend mînak li ser tewandina cînavkan: “Lê ew bûyera ku ew kêyfxweş kiribû, min gelek xembar kir…” (Rûpel; 27). “Van salên dawî mutehîtên bajêr ketibûn nêçira xaniyên bi hewş wan hildiweşandin…”(Rûpel; 27). Çend mînak li ser xeletiyên çapê: “Ez wê şevê dîsa weke her car di mezela de xwe de…” (Rûpel; 27). “Bele, ez ne xelet bûm…” (Rûpel; 27). Jixwe di forma gerguhêz û negerguhêz û ergatîviyê de jî şaşî hene.

 

 

Pirtûkên kurdî pirtûknasîn The Raising Of Kurds The Raising Of Kurds 14
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Faîk Ocal

Nivîskar, Semsûr

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.