Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Pirtûknasîn»Danasîna Pirtûka Qêrînek Ji Axa Zelûl a Dağıstan Karakoç
Pirtûknasîn

Danasîna Pirtûka Qêrînek Ji Axa Zelûl a Dağıstan Karakoç

Faîk OcalBy Faîk Ocal02/01/2026Updated:02/05/2026Şîrove tune ye5 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Pirtûka Qêrînek Ji Axa Zelûl a Dağıstan Karakoçî ji neh çîrokan pêk hatiye. Hêşt çîrokên ewil ji 57 rûpelan pêk tên. (Rûpel; 17-74). Lê belê çîroka herî dirêj Naza Bê Miraz ji 59 rûpelan pêk hatiye. (Rûpel; 75-134). Yanî nîvê pirtûkê ji Naza Bê Miraz pêk tê. Yên din kurt in. Karakoç di her çîrokê de bi gotinên helbestî dest bi vegotinê dike. Ji bo bibe mînak ez ê mijar û naveroka Naza Bê Miraz rave bikim. Jixwe çîroknûsî hemû çîrokên xwe bi heman awayî honandine û vegotine. Di Naza Bê Miraz de çar û pênc rûpelên ewil bi awayê ceribîna helbestî hatine nivîsandin. Mijara Naza Bê Miraz basid e: Nexweşiyên me Kurdan. Naz keçikekê biçûk e, hêj 14 salî ye. Silo û Înco dê û bavê Nazê ne. Celoyê dostê Siloyî, Nazê ji bo lawê xwe ji Silo dixwaze. Lê Nazê wê zewacê naxwaze; çimkî ew evîndara Cewoyî ye. Cewo li ku ye? Xuya nake. Nazê qet naxwaze bi lawê Celo re bizewice. Nazê biryara xwe ji hevala xwe Gulê re wiha rave dike: “Gereke ez tişteke wisa bikim ku ebedel ebed kes bê riza qîzên xwe, wan nedin mêr.” (Rûpel; 124).  Nazê wisa dike xwe darde dike.

Jixwe ji navê pirtûkê jî diyar dibe ku muzîkek heye. Deng û awaza muzîkê ya sereke jî qêrîn e. Kurd ji ber sedemên pûç û vala xwîna hev û din dirijînin, axa xwe ya pîroz, zelûl dikin. Li axa Xoçvanê nalenala Nazê bi ser hemû qêrînan dikeve. Nazê li ber çavên her kesî dimire, lê kes wê nabîne. Piştre mirina Nazê dibe tiştekî jirêz e. Laşê Nazê binax dikin û şîna wê digirin û wek berê dijîn. Dora kîjan Nazê ye îcar? Ne girîng e. Nazek diçe û yek tê.

Di herêma Xoçvanê de çi orf û ededên Kurdan hene, mirov dibîne. Hem yên baş hem jî yên xirab. Ji yên xirab çend mînak:“ (Mele Çistir) Ka de îja we netirsîne, wê çawa erebê tije tişt bike bibe mala xwe?” (Rûpel;26). “Simbêla Nûrxîn ji bo me berdêla sed mêrî ye.” (Rûpel; 5).“ Gerek em li ber simbêlê, herî hindik çar mêrên wan bikujin.” (Rûpel; 54). Çîroknûsî kîjan peyamê dide yan jî ew dixwaze mirov çi bibîne? Çîroknûs dibêje: Kurdno! Bi dîrok û kevneşopiyên xwe hûn miletekî esas û xas in, lê xurafe û xeletiyên we jî gelek in. Werin em dest bidin hev û xwe ji xurafe û xeletiyan rizgar bikin. Werin em Xoçvanê ji nû ve ava bikin. Wekî tu çarenûsa me nîn e.

Teswîrên sosyolojîk û psîkolojîk baş hatine ravekirin. Xwîner li deşta Xoçvanê hemû xûy û xisletên Kurdan ên sosyolojîk û karekterîstîk dibîne. Bo mînak, di Eyşan û Îdoyî de dilsoziya Kurdan, di Zeyto û Şilikî de bikaranîna dîn, di Aşê Ûçoyî de çavbirçîtiya Kurdan, di Saldat û Xalidî de quretiya Kurdan û hwdn tên ravekirin. Dîsa her karekter bi psîkolojiya xwe ya tabiî, di çîrokan de cihê xwe digire. Çimkî çîroknûsî perspektîveke berfireh û objektîf bi kar aniye.

Gava min pirtûk xwend, ew hêst bi min re çêbû: Hezar sal in Karakoç Xoçvanê dijî. Êdî bûye hostayê kelepora axa xwe û vegotineke cuda bi dest ve aniye. Bûye berdevkê herêma Xoçvanê, bûye bilûrvanê çiya û baniyên Xoçvanê, bûye Mîrê deng û awazên Xoçvanê. Xwîner mecbûr dimîne ku bi hurmet tevbigere, birame. Çimkî li pêş mirov şêwekarekî Xoçvanî heye.

Neh çîrok jî li herêma Xoçvanê diqewimin. Divê mirov ewil Xoçvanê nas bike. Xoçvan di navbera Qafqasya û Anatolyayê de ye. Li herêma Xoçvanê bajarên mîna Qers, Îdir, Erdexan û başûrê Wanê hene. Ji mêj ve tê zanîn ku niştecihên Xoçvanê Kurd, Ermen, Gurcî û Terekeme û Tirk in. Li gor wê rastiyê çîroknûsî konê vegotina xwe li ser pênc stûnên kurdewariyê ava kirine. Wî projektora xwe daniye ser mintiqeya Kurdan. Ew pênc stûn: Çîroknûs ji zimanê xwe hez dike û jê re serwext e. Teorî û pratîka çîrokan baş honandiye; resenî û rastînî bi hev ve kelijandine; çîrok bi hev ve girê dane, ji wê boneyê bêhna romanê ji pirtûkê tê; bi peyamên xwe pirtûk gihîştiye armanca xwe.

Ziman û rêzimana Karakoçî resen û elastîk e. Peyvên biyanî û zimanê rojane bi hostatî kelijandine û honandine. Çend mînak: “…deha nakeve dest.” (Rûpel; 20).“…pirsa te yabanê navêjim…” (Rûpel; 20).“…li wir tof dibûn…” (Rûpel; 22).“Bila borcê stûyê min be.” (Rûpel; 29).“Xwedê merivan ji ya nebûyî huvz bike.” (Rûpel; 37).“Ez jî dixwazim ji bin vê êligiya te de nemînim.” (Rûpel; 38). Lê di bin tesîra devoka Kurdên me yên Ermenistanê de ma ye. Mînak:“Êpêce hatin…” (Rûpel; 51).“…çend heb qeraltî xuya dikin.” (Rûpel; 51).“…kevirê van yapiyan.” (Rûpel; 51). Biwêj û pêşgotinên folklorîk gelek in û baş hatine bikaranîn. Mînak: “Zîn li bizine kirin.” (Rûpel; 22).“Salê were Siltan be, mehê were mêvan be, her roj neyê wê bêtehm be.” (Rûpel; 23).“Diz ku ji malê be, ga di kulekê re derdikeve.” (Rûpel; 23).“Nanê mêran li ser mêran deyn e.” (Rûpel; 37).

Pirtûk sala 2016yan ji Weşanên Nûbiharê derketiye. Suleyman Çevik karê edîtoriyê kiriye. Wêneyê bergê Birkan Çelik çêkiriye. Wêne li naveroka pirtûkê hatiye. Pirtûk ji neh çîrokan pêk hatiye, lê li ser bergê paş “hîkaye” hatiye nivîsîn. Bi rastî di navê curê pirtûkê de tevliheviyek heye. Çimkî Nebo û Elk mîna çîrokê ye, Naza Bê Miraz mîna novelekê ye û yên din jî mîna hîkayeyan in.

 

Çîrok Danasin Pirtûkên kurdî pirtûknasîn The Raising Of Kurds 13 Wêje
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Faîk Ocal

Nivîskar, Semsûr

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.