Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Pirtûknasîn»Danasîna Pirtûka Şaneşîn a Bawer Ronahî
Pirtûknasîn

Danasîna Pirtûka Şaneşîn a Bawer Ronahî

Faîk OcalBy Faîk Ocal28/03/2026Şîrove tune ye3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Di pirtûkê de neh çîrok hene. Naveroka çîrokan bi kurtasî wiha ye. Jibîrnekirin: Çîroka gundiyekî ye ku serbazekî ew şêlaye. Cixare: Çîroka dergistiyekê ye ku hatiye terikandin. Agir û Perperok: Çîrokeke mîstîk a di dewra Moxol û Abbasiyan de ye. Şaneşîn: Çîroka Çetîn û dapîra wî ye. 12.05.2004: Çîroka Selîm û Reyhan Kayayî ye. Rêwî: Çîroka keçikeke ku li rastiya xwe digere. Perde: Çîroka Ferhat Sari û Bûketê ye. Bîr: Çîroka Metoyê dîn e. Utopya: Çîroka helbestkar Z.Ç.ê ye.

Bawer Ronahî bi peyv û rêbaza xwe neh tabloyên balkêş ji mirov re rave kirine.  Tabloyên li derveyî cih û demê derxistine holê. Rengê her tabloyê (çîrokê) cuda ye. Di neh tabloyên wî de rastiya insên hatiye ravekirin. Mirovên serdest û bindest.

Tevn lihevhatî ye. Karekter xweser û rast in; di atmosfera xwe de diherikin. Mirov meraq dike ku dê dawiya çîrokê çawa biqede. Lewre zemîn û honandina her çîrokê ji rastiya insên hatiye hilberîn.

Di çîrokan de diyalog û monolog baş hatina bikaranîn. Di diyalogan de mirov têkiliya karaktan nas dike, di monologan de jî mirov karekteran bixwe nas dike. Di deh çîrokan de yek jî naşibe yekî din; honandina her çîrokê cuda ye.

Mirov dengê mirovan dibihîze. Deng û awaza her çîrokê heye. Ronahî bi peyvên xwe çîrokên xwe honandine. Çîrok di tevnên xwezayî de hatine honandin. Wê jî muzîkalîteyek daye çîrokan. Nexasim deng û awaza çîrokên Jibîrnekirin, Agir û Perperok, Şaneşîn, Rêwî û Bîrê balkêş in û ji bîr nabin.

Di her çîrokê de rastiyeke mirov heye. Mirov di her çîrokê de wan rastiyan dibîne. Bo mînak, mirov di Jibîrnekirinê de dibîne ku ji bêxwedîbûnê çi tê serê mirov. Di Cixareyê de mirov bi cixareyê çawa xwe teselî dike, mirov wê dibîne. Agir û Perperok, cudabûna vîna mirovan raveyî me dike. Di Şaneşînê de mirov dibîne ku her kes û her tişt zindî ye û ji hev re şahidiyê dikin. Bi çîrokên din jî li gor mijarên xwe rastiya jiyanê ji bo mirov tê ravekirin.

Di çîrokan de monolog li pêş in. Karekter bi derûniya xwe derdikevin pêrgî me. Ronahî karekterên têr û tijî afirandiye. Em xwîner karekterên bi rastiya xwe hatine afirandin, dibînin.

Di warê şêweyê de Ronahî serkeftî ye. Şêweyeke xwe ya xweser heye. Bi karekterên xwe rabûye û rûniştiye, kiriye û xwariye, rakiriye û daniye. Gelek ked û xebat daye. Zimanê çîrokên xwe bi dest xistiye. Çîrokên Ronahî ji bona wêjeya kurdî serkeftineke bêhempa ye.

Vegotina serkevtî guncavbûna teorî û pratîkê ye. Vegotina serkevtî lihevhatina bejn û libasê ye. Vegotina serkevtî bi hostatî pê li axa xwe kiriye. Ronahî teorî û pratîka çîrokên xwe baş kiriye. Bejn û libasê çîrokan qenc bûne. Çîroknûsî bi lingên xwe dizane pê li ku derê bike.

Zimanê çîroknûsî xwerû kurdî û lihevhatî ye. Mentiq û rêzimana pirtûkê kurdî ye. Pirtûk sala 2012an ji Weşanên Avestayê derketiye. Li ser bergê pirtûkê bi tenê çavekî bi bibîkên şîn heye. Baran di ser çav de dibare. Fotoyê bergê yê Jillian Hoppeyî ye. Bergê pirtûkê Azad Aktürk amade kiriye, berg baş bûye. Çapa pirtûkê ji xêncî çend xeletiyên xalbendiyê baş bûye.

Danasin Pirtûkên kurdî pirtûknasîn
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Faîk Ocal

Nivîskar, Semsûr

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.