Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Hemû Hejmar»Hejmar 20»Danasîna Romana Gava Heyatê ya Lokman Ayebe
Hejmar 20

Danasîna Romana Gava Heyatê ya Lokman Ayebe

Faîk OcalBy Faîk Ocal01/08/2023Updated:18/08/2023Şîrove tune ye3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Roman ji pênc beşan pêk tê. Di beşên (Çîroka Belengêz, Çîroka Şervên, Çîroka Ewên, Çîroka Evîndêr) de vebêjer bi vegotina sêyemîn, serpêhatiyên serkarekterî vedibêje. Di beşa pêncemîn a dawî de (Çîroka Vegerê) vebêjer, serkarekter bixwe ye. Serkarekter, bixwe çîroka xwe vedibêje, ji xwe mikur tê, sedema vegera xwe vedibêje. Bi herdu vegotinên xwe ve romannûs serkarekterê xwe tekûz rave kiriye. Em him bi çavên serkarekterî him ji bi çavên vebêjerê sêyemîn çîroka serkarekterî dixwînin. Bi beşa dawî re romannûs çîroka xwe baş girê dide.  Bi hilbijartina teknîkên guncav em-xwîner rastiya bêjiyekî û poşmaniya wî û li xwe mikurhatina wî yekser dibînin. Ew jî serkeftina Lokman Ayebe ye.

Em her pênc beşan bi cihên xwe ve ji hevdu cuda bikin. Beşa Yekemîn: li Dêrikê heta panzde saliya Tasar Mancêlî tê vegotin. Beşa duyemîn: li Çiyayê Sahdênê şoreşvaniya Siyabendê Dêrikî tê vedigotin, paşê di pevçûnê de Siyabend tenê difilite û teslîmê dewletê dibe, Siyabend dibe îtîrafkar û dewlet nasnameyeke din (Sefa) dide wî. Beşa sêyemîn: li Amedê Sefa îtîrafkar e. Ew, hevalên xwe, welatê xwe, her tiştê xwe difiroşe dewletê.  Beşa çaremîn: li Deryaya Reş Sedat Alyurek, evîndarê Gulbiharê, lê Gulbihar guh nade wî. Beşa pêncemîn: li Dêrikê Tasar Mancêlî, dîsa vedigere jêderka jiyana xwe, dihere gora dayika xwe jî ziyaret dike. Di destpêk û dawiyê de navê serkarekter eynî ye: Tasar Mancêlî. Xuya dibe ku ew romaneke lixwedûrketinê ye, lixwegerê ye, lixwevegerê ye. Romannûs Lokman Ayebe bi hostatî romana jêderk û vegera jiyanê nivîsandiye. Şûna Gava Heyatê di wêjeya Kurdî de cuda ye.

Xwîner di beriya Mêrdînê de guh dide strana Gava Heyatê. Strana wê romanê Zerya ye. Tasar di aliyekî Zeryayê de dimîne, Qeder li aliyê din. Xwîner guh dide strana mirovekî bîj. Di vê stranê de her heft melodî jî hene. Yanî sêwîbûn, belengazî, tenêtî, welatparêzî, îxanet, evîn û poşmanî.

Bêjiyek çawa tim sax dimîne, difilite? Em-xwîner baş dibînin. Em di her beşê de rastiya mirovekî bêjî çawa dibe, dixwînin. Di her beşê de gunehê me bi serkarekterî tê, lê tim em li ber rastiya serkarekter stûxwar dibin. Di her pênc beşan de psîkolojiya serkarekter bi hostatî hatiye rave kirin.

Teswîrên berfireh û edebî gelek in. Di her beşê de romannûs, teswîr li gor nasnameya serkarekter kiriye. Him psîkolojiya serkarekter him jî rewşa derveyî baş hatine teswîrkirin.

Ewil Hemoyê Ûsiv û Sarê, paşê Qado û Zerga dê û bavîtiyê li serkarekter dikin, li wî xwedî derdikevin, li wî mêze dikin. Romannûs her çar karekteran jî (Tasar Mancêlî, Siyabendê Dêrikî, Sefa, Sedat Alyurek) bi xûy û xusnetên xwe ve afirandiye. Her çar karekter zindî ne, xurt in, xweser in. Serkarekter bi wan çar karekteran, bi nakokî û bêjîbûna xwe ve hîn pêş dikeve, hîn geş dibe, hîn cuda dibe.

Lokman Ayebe ji beriya Mêrdinê dil û mêjiyê xwe heta ber dev tijî kiriye. Beriya Mêrdinê bi teknîkên modern hatiye rave kirin.

Li beşa duyemîn di rûpelên 68-72’yan de romannûs hevokek tenê bikar aniye, di hevokê de sedî zêdetir (û) hene. Di vê beşê de serkeftina vegotin û şêweya romannûsî diyar dibe. Ayebe penûsa xwe ya bi hêz û quwet serbest berdaye. Xwîner li hember hêza penûsa wî stûyê xwe ditewînin.

Gava Heyatê
Lokman Ayebe
Weşanên Belkî
188 rûpel
Amed, 2007

Faîk Ocal Gava Heyatê Hejmar 20 Jimar 20 Kurd Kurdî Lokman Ayebe Pirtûkmasîn Tebax 2023 The Hall Kurdî 20
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Faîk Ocal

Nivîskar, Semsûr

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.