Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Giştî»Danasîna Romana Mirîyê Heram a Bavê Nazê
Giştî

Danasîna Romana Mirîyê Heram a Bavê Nazê

Faîk OcalBy Faîk Ocal01/11/2023Updated:03/11/2023Şîrove tune ye3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Mirîyê Heram (Celadet Goçmen-Tûjo) di navenda romanê de cih girtiye. Wek xwîner em aqûbeta Miriyê Heram meraq dikin. Jixwe em paşê tê digihêjin ku Tûjo ji zindana Diyarbekirê nîvruhî derdikeve. Mîna marê nîvkuştî.

Roman li ser teknîka flashbackê ava bûye. Vebêjer ji dema nû de –ku Feylesofê Serxweş, Melle Evdilrehman û çend kesên din dixwazin termê Tûjo binax bikin lê girseyek ji bajêr radibe ser piyan dibêje em termê vî Miriyê Heram li goristana xwe naxwazin-  vedigere dema berê ya Tûjo di zindanê de. Ji rûpela 29’an şûnde vebêjer heta dawiya romanê bûyerên zindanê vedibêje.

Ewil em bala xwe bidin rastiyekê. Dem û cih û karekterên romanê li gor rastiyên derbeya 12’ê Îlonê hatine honandin. Belkî serleheng Celadet Goçmen-Tûjo, Kamber Ateş bixwe be. Di romanê de cih zindana Diyarbekirê ye, lê di rastiyê de Kamber Ateş 11 salan li hepsa Mamakê zindanî bûye. Dayîka Kamber Ateş bi gotina “Kamber Ateş nasılsın?” (Kamber Ateş tu çawa yî?) meşhûr bûye, ew bi vê gotina xwe bûye mijara gelek pirtûk û fîlman. Bavê Nazê di vê kurteromana xwe de pir cih daye gotina “Nasılsın oğlum?”(çawa yî kurê min?) ya dayîka Tûjo-Celadet Goçmen. Nivîskar bi navan bala me dikişîne li ser bûyerên tarîxî. Dixwaze em paşêroja xwe ji bîr nekin. Bi rastî jî hîn Kamber Ateş-Tûjo-Celadet Goçmen-Celadet Alî Bedirxan bi me re dijîn. Kamber Ateş sax e, termê Tûjo binax kirin lê fikr û ramanên wî zindî ne.

Mijar bi kurtasî wisa ye. Hevalê Feylesofê Serxweş (Mecîd), Tûjo-Celadet Goçmen miriye. Feylesofê Serxweş ji bo definkirina hevalê xwe serî li çend melayan dixe, lê tu mela naxwazin Miriyê Heram defin bikin, xêncî Mella Evdilrehman. Melle Evdilrehman jî mîna Feylesofê Serxweş ji Terîqeta Neqşîbendiyê hatiye qewirandin. Herdu jî (Feylesofê Serxweş û Melle Evdilrehman) ji refên xwe dûr ketine lê di bin darbesta Tûjo de tên ba hev.

Mijara romanê Kurdayetî ye. Serleheng Tûjo-Celadet Goçmen e. Bavê Nazê tesadufî navê serlehengê xwe nekiriye Celadet. Bi wî awayî nivîskar dixwaze em dawe û doza Celadet Alî Bedirxan bi bîr bînin. Her du heval biryara xwe didin ku nasnameya xwe ya dewletê daye wan bidirînin. Didirînin jî lê paşê herdu hevalan heps dikin, îşkenceyan bi wan dikin. Feylesofê Serxweş-Mecîd êdî zêdetir nikare berxwe bide, teslîm dibe û ji hepsê derdikeve lê Tûjo-Celadet berxwe dide, fikra xwe ya Kurdistanîbûnê diparêze, ji bo wê jî wî nîvkuştî ji hepsê derdixin.

Di romanê de deng û awaza gelê kurd heye. Ew jî qêrîna Tûjo ye. Lê di her rûpelê de dengê îşkenceyan û awazên mehkuman dibihîzin. Na, tu caran ew deng û awaz ji bîr nabin. Em tenê deng û awaza darbest û zindanê dibihîzin. Di navbera herduyan de jî gelê Kurd nalenal e. Yên Kurdbûna xwe înkar nakin, ji zindanê li ser darbestan derdikevin.

Mirîyê Heram
Bavê Nazê

Weşanên Lîs
93 rûpel
Amed, 2009

Faîk Ocal
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Faîk Ocal

Nivîskar, Semsûr

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.