Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Derûnnasî»Derûn(Nas)iya Aştiyê (Peace Psychology)
Derûnnasî

Derûn(Nas)iya Aştiyê (Peace Psychology)

Brahîm AlûcîBy Brahîm Alûcî29/06/2026Şîrove tune ye17 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Bi Nêrîneke Derûnkolerî

Destpêk

Rewşa kurd û Kurdistanê, ji nêrîneke derûnkolerî mînakek e ku tê de tundîtûjiya rasterast, binyadî (structural) û çandî bi hev re û bi demsalên demdirêj hatine domandin. Kurdan di sedsala bîstê de parvekirina welatê xwe di çarçova serkeftin û şikestinên gelek dewletan de jiyane: Peymana Sewrê û piştî wê Peymana Lozanê ku xewna dewleta kurd li ser kaxizê tarûmar kir; ji nêrîneke derûnkolerî, ev tarîx ne tenê rûdanên siyasî ne, lê trawmayên dîrokî yên neçareserkirî ne ku heta îro di nasnameya hevpar (collective identity) ya kurdan de hebûn û xwebûna xwe didomînin.

Derûnnasiya aştiyê îro hewl dide rêgezên derûncivakî (social-psychological) bisepîne da ku pêşî li tundîtûjiyê bigire û di têkiliyên mirovî de ahengê û wekheviyê berz bike. Lêbelê nêrîna derûnkolerî nîşanî me dide ku koka van pirs û girêkan tenê di avahiyên civakî û siyasî de nayê lêkolîn; divê ew di kûrahiyên zihn û hişmendiya derhişî (unconscious mind) ya takekesan û koman de jî were vekolandin.

Ji Freud (1930/1961) vir ve tê zanîn ku mirov ji aliyekî xwediyê Eros — nihiçk û ajoya jiyanê, hezkirinê û çêkirinê — û ji aliyê din xwediyê Thanatos — nihiçk û ajoya mirinê, wêrankirinê û vegerandina bo rewşa bê-jiyan-dî — ye. Di rewşa kurdan de, ev du hêz bi awayeke taybet xwe diyar dikin: Eros di têkoşîna berdewam a jiyanê, çandê û zimanê kurdî de, Thanatos jî di zilm û zoriyê, kuştinê û hilweşandina civat û komelên kurdan de xuya dibe.

Divê were zanîn û dîtin û behs kirin ku derûnnasî, herdem bi aştî û pêşvebirina aştiyê re eleqedar nebûye. Di demên berê de, bîrdoziyên derûnnasiyê piştevaniya bîrdoziyên nijadperest û mîsantropîk kirine ku mirov ji ber cudabûnên xwe tên tepeserkirin û kuştin. Ji nêrîneke derûnkolerî, ev dîroka tarî ya zanistê nîşanî me dide ku mekanîzmayên berevaniyê yên wekî maqûlkirin (rationalization) û rewşenkirin (intellectualization) gelek caran hatine bikaranîn da ku kirdarên tundîtûj ên dewletê û saziyên zanistî rewa bikin (Fromm, 1973). Ji ber vê yekê, divê em di dahûrîna rewşa kurdan de bi nêrîneke xwe-rexnekar (self-critical) tevbigerin.

Geşedana Dîrokî û Trawmaya Hevpar a Kurdan

Trawmaya hevpar (collective trauma) ya kurdan bi tarîxek dûdirêj û xûnbar ve girêdayî ye. Qirkirina kurdan û şikestina pê re ya têkoşîna kurdan bo serxwebûnê, kuştina şêx Seîd (1925), Dêrsim (1937-38), operasyonên Enfal (1988) û Halebçe (1988) û hwd ku di wan de çekên kîmyewî (chemical weapons) hatin bikaranîn, şerên 1990yî yên Bakurê Kurdistanê û tevgera destpêkirina DAIŞê (ISIS) ya ji 2013an ve — ev hemû rûdanên trawmatîk in ku di bîra hevpar (collective memory) ya kurdan de bi kûrahî cih girtine.

Ji nêrîneke Vamık Volkan (2004), ev rûdanên dîrokî birîn û trawmayên hilbijartî (chosen traumas) ne — trawmayên dîrokî yên neçareserkirî ku civat û koman wekî nasnameyeke hevpar hildigirin û vediguhêzin nifşên siberojê. Ev pêvajoya veguhastinê bi awayê xwe yê taybet di nav kurdan de dixebite: Malbat û komel vegêranakên (narratives) trawmayê vediguhêzin zarokên xwe — ne tenê bi zimên, lê bi laş û berfirehî jî. Dema ku kurdek diaxive û dibêje “em lanetî ne” an jî “hemû dijminê me ne,” ev gotin tenê baweriyeke siyasî ye; ew nîşaneya trawmaya antrîlojîk (dij-mentiq) e ku bi nifşan re hatiye (Martín-Baró, 1994).

Di dema Şerê Sar (Cold War) de rewşa kurdan xira bû: Ew ji ber berjewendiyên mezin a dewletên Rojava û Sovyetê gelek caran wekî amûrê siyasî hatin bikaranîn û paşê hatin terikandin. Ji nêrîneke derûnkolerî, ev têkiliya bêdomdar a terikandinê bandoreke girîng li ser nasnameya hevpar a kurdan kiriye. Bîrdoziya têkiliya heyberê (object relations theory) ya Winnicott (1965) nîşanî me dide ku têkiliyên ne-domdar û bêbawerî yên di destpêka jiyanê de şêweyê têkiliyên siberojê diyar dikin. Heman hêman dikare di asta civakî de jî were bikaranîn: Kurd ku ji hêla hêzên mezin gelek caran hatine bikaranîn û terikandin, êdî ji derveyî xwe bi bêbaweriyeke kûr li her tiştî mêze dikin.

Piştî Şerê Sar bi dawî bû, rewşa kurdan di çarçoveyeke nû de dom kir. Pêvajoya aştiyê ya di navbera Kurdan û Tirkiyeyê de (2013-2015) ku bi şikestinê bi dawî bû, wisa mînakeke berbiçav e ku aştiya neyînî (negative peace) — kêmkirina tundîtûjiya rasterast bêyî çareserkirina pirs û girêkên bingehîn — bi tenê bê berdewamî dimîne. Ji nêrîneke derûnkolerî, ev bi têgihên serhildana veşartî û bêdeng (latent aggression) û tepisandinê (repression) re dişibihehev: Pirsgirêka bingehîn a hişmendiya derhişî çareser nebûbû, ji ber vê yekê aştiya neyînî şikest.

Çêkirina Îmajên Dijmin û Mekanîzmayên Berevaniyê

Çêkirina îmaja dijmin (enemy image formation) di rewşa kurdan û dewletên serdest de bi awayekî taybetî xebata xwe dike. Ji nêrîneke derûnkolerî, ev pêvajo bi mekanîzmaya rengvedanê (projection) ve girêdayî ye: Dewletên serdest — Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye — tiştên ku di xwe de qebûl nakin, wekî têkçûna aborî, bêrayeya siyasî an jî dîktatoriya xwe, li ser kurdan rengvedan e ango projekte dikin û kurdan wekî sedema pirsgirêkên xwe nîşan didin. Bi vî rengî, kurdên sivîl û çanda wan, ji aliyê dewletan ve wekî “xetere” û “terorîst” tên sêwirandin û teswîrkirin.

Di Tirkiyeyê de, bikaranîna gotina “terorîst” ji bo hemû kurdên siyasî nîşaneyeke veqetandin û parçebûnê (splitting) ya berbiçav e: Ev mekanîzmaya berevaniyê ya veqetandinê bi têkûzî cihana civakî li du parçeyên reş û spî — “me û wan” — parve dike. Xwebûn û eziya hevpar (collective ego) a dewletê hemû xerabiyê ji xwe dûr dixe û li ser kurdan rengvedan û projekte dike. Ev diyarde di gotinên fermî yên dewletê de, di medyaya sansûrkirî de û di bernameyên perwerdehiyê de xwe nîşanî me dide (Fanon, 1963; Martín-Baró, 1994).

Ji hêla kurdan ve jî mekanîzmayên berevaniyê dixebite. Mîta mexdûriyetê (victimhood myth) — ku mirov li hember gelemşe û pirsgirêkekê bertekên rast û dirust dihesibîne, sûcê wê pirsgirêkê jî bi têkûzî li dijberê xwe bar dike — di vegêranakên (narratives) kurdî de jî ev heye. Ji nêrîneke derûnkolerî, ev diyarde bi rengvedan (projection) û parçabûnê (splitting) ve têkildar e û xwe di hin seknan de diyar dike: Ji bo nimûne, dema ku eşîretên kurd ji ber zilm û zoriyan hevdû sûcdar dikin û pirsgirêkên navxweyî (hundurî) yên civaka xwe yên ku ne ji derxweyî (derveyî) têne, lê wê nadin ber çavan. Ev mijar nasnameya hevpar (collective identity) xurt dike lê di heman demê de jî dikare bibe astengiyeke li hember pêkanîna aştiya erêniyê (positive peace).

Şerê Enfal û Halebçeyê (1988) mînakeke herî kûr ya dermirovkirinê (dehumanization) ye. Bi bikaranîna çekên kîmyewî û bi gotineke fermî ya jenosîdê, hikûmeta Baas bixwe îlan kir ku kurdan wekî mirovan qebûl nakin. Ji nêrîneke derûnkolerî, dermirovkirin pêvajoya bidestxistina tundîtûjiyê hêsan dike: Dema ku “yê-din” êdî wekî mirov nayê dîtin, Thanatos bêyî astengiyên derûnî yên siruştî û normal dixebite. Ji bo ku tundîtûjiyeke wisa bîne holê, pergalên îdeolojîk û siyasî divê bi bikaranîna mekanîzmayên wekî maqûlkirin (rationalization), înkar (denial) û berzkirinê (sublimation) bixebitin.

Tundîtûjiya Çandî û Mîtên Hevpar li Kurdistanê

Tundîtûjiya çandî (cultural violence) — aliyên sembolîk û nerm yên wekî ziman, zanist û îdeolojiyê ku bo peyitandin û rewakirina tundîtûjiya rasterast û binyadî tên bikaranîn (Galtung, 1969) — di rewşa kurdan de bi aşkere xwe diyar dike. Li Tirkiyeyê di salên 1990î de bi fermaneke dewletê qedexekirina zimanê kurdî û di sedsala bîstê de binavkirina kurdan wekî “tirkên çiyayî” mînakên berbiçav ên tundîtûjiya çandî ne ku hewl didin kurdbûnê ji holê rakin.

Ji nêrîneke derûnkolerî, ev tundîtûjiya çandî wekî xebata bilindeziya hevpar (collective superego) dikare were şirove kirin (Marcuse, 1955). Ev bilindeziya hevpar, bi riya norm, mît û îdeolojiyê, hem serdestiya dewletê û hem jî kiryarên tundîtûj rewa dike. Dema ku zarokên kurd diçin dibistanê û dibîne ku zimanê wî/wê qedexe ye, ev yek ne tenê zimanê wî/wê lê nasnameya wî/wê jî red dike. Ji nêrîneke bîrdoziya têkiliya heyberê (object relations theory) ya Winnicott (1965), ev pêvajoya xweyîkirina (internalization) kurdê ciwan fêr dike ku xwebûn û zimanê xwe kêm û bêhêz bibîne.

Tundîtûjiya çandî bi hêza hegemonîk û pergalên gerdûnî yên navendîkirî re jî girêdayî ye. Kolonyalîzm û baviksalarî (patriarchy) her du di çarçova rewşa kurdan de xwe diyar dikin: Kolonyalîzma navxweyî (internal colonialism) ya dewletên dagirker û serdest li ser kurdên di nav sînorên xwe de û baviksalariya hundurî ya civakên kurdî li ser hebûn û xwebûna xwe. Ji nêrîneke derûnkolerî, ev pergal bi hişmendiya hegemonîk a derhişî (hegemonic unconscious) xwebûna xwe didomîne (Fanon, 1963): Kurdên bindest hêza serdestiyê di xewnê, zimanê xwe, daxwaz û ajoyên xwe de jî nas dikin, lê gelek caran bi têkûzî fêmnakin ka ev hêz çawa wan ava û çêkiriye û diparêze.

Di Kurdistana Iraqê de piştî ketina pergala federal (2005), nîqaşên li ser aştiya erênî (positive peace) dest pê kir. Lêbelê geşedana nefta Kurdistanê û pirsgirêkên korupsiyon û bindestiya xwebûnê nîşanî me didin ku aştiya rasterast tenê bes nake. Ji bo Galtung (1969), aştiya erênî bi bidestxistina edaleta civakî (social justice) re li hev e. Ji nêrîneke derûnkolerî, ev tê wateya ku ne tenê tundîtûjiya rasterast were rawestandin, lê herwiha xweyîkirina bindestiyê (internalization of oppression) jî were nas kirin û ji wê azad bibe (Martín-Baró, 1994).

Mîtên hevpar û vegêranakên mexdûriyetê di rewşa kurdan de rola domdar dilîzin. Mîteke sereke ya ku di nava kurdan de belav e, baweriya ku “hemû dost û hevalên kurdan wan xapandine” ye. Ji nêrîneke derûnkolerî, ev mît ji yekê re nêzîkê birîn û trawmaya hilbijartî (chosen trauma) ya Volkan (2004) e: Ev bawerî ku bi dîroka rastîn ya terikandinê ve hatiye û girêdayî ye, dikare bibe hêzeke biryargirtinê ya hevpar. Lê di heman demê de, dema ku ev mît zêde xurt dibe, dikare bibe astengiyeke li hember avakirina têkiliyên nû û hevkariyên pêwîst.

Xweyîkirina Bindestiyê û Rizgariya Derûnî

Xweyîkirina bindestiyê (internalization of oppression) — pêvajoya ku tê de mirovên bindest normên serdestiyê ên ku wan bindest dikin di nav xwe de birêz dikin û wekî siruştî, xwezayî an jî hêjayî qebûl dikin (Fanon, 1963; Martín-Baró, 1994) — di civaka kurdan de weke formên curbicur vedigire.

Mînakek girîng: Kurdên ku zimanê xwe bi xwe wekî “zimanekî kêm” an jî “zimanekî ne-zanistî” dibînin û zarokên xwe bi zimanê dewletê perwerde dikin. Ev ne tenê biryareke siyasî ye, ew nîşaneya wê ye ku hêza serdestiyê xwe di hişmendiya derhişiya bindestiyê de xurt kiriye. Ji nêrîneke Fanon (1963), ev pêvajoya “spîbûna derûnî (psychic whitening)” ye ku di wê de bindest hêza serdestiyê ji xwe re wekî standard dihesibîne.

Di heman demê de, pêvajoyeke berevajî jî heye: Reftar û tevgerên welatparêziyê û çandî yên kurdî ku ji sedsala bîstê vir ve bi hêz in, nîşaneya berxwedana li hember xweyîkirina bindestiyê ne. Ji nêrîneke derûnkolerî û li gorî Martín-Baró (1994), ev reftar û tevger dikarin wekî nîşaneyên hişmendiya rizgariyê (liberatory consciousness) were şirove kirin — rewşa ku kom dev ji xweyîkirina bindestiyê berdidin û berxwedaneke nû ava dikin. Perwerdehiya bi zimanê kurdî, çanda kurdî ya televîzyonê û muzîkê û ramana siyasî ya kurdî van rolan dilîzin.

Lêbelê nakokiyên hundurî û navxweyî yên civaka kurd jî divê ji nêrîneke derûnkolerî bên analîz kirin. Nexweşiya eşîretiyê û parçebûna siyasî ya kurdî — ku tê de hêzên siyasî yên kurdî gelek caran li hev nakin û hevdû sûcdar dikin — dikare wekî pêvajoya parçebûn û veqetandinê (splitting) û rengvedanê (projection) di nav civaka kurdî de were şirove kirin: Dijminahiya navxweyî û hundurî bi parvekirina dilketinên civakê ve girêdayî ye û gelek caran tirs û windahiyên derhişî yên giştî nîşanî me dide. Ji nêrîneke Fromm (1973), ev diyarde dikare di çarçoveyeke wêrankeriya civakî (social destructiveness) de were analîz kirin ku ew bi hêza şer û zilma demsalên dûdirêj ên rûdanan ve girêdayî ye.

Aştiya Erênî û Destwerdanên Rizgariyê li Kurdistanê

Aştiya erênî (positive peace) bo kurdan ne tenê bidawîbûna şer e, lê ew tê wateya bidestxistina dad û edaleta civakî (social justice), mafên çandî û zimanî, têkiliyên wekhev ên civakî û rizgariya derûnî (psychological liberation) jî. Ji nêrîneke derûnkolerî, pêkanîna aştiya erênî di rewşa kurdan de çend hêmanan hewcedar e:

Yekem, pêvajoyên xebata şîn û xemê û lêkolîna trawmayê bo trawmayên dîrokî yên neçareserkirî. Ji bo nimûne, Halebçe û Enfal heta niha wekî jenosîd (genocide) ji hêla gelek dewletan ve nehatiye qebûlkirin. Vê neqebûlkirinê êşa trawmaya hilbijartî (chosen trauma) kûrtir dike. Ji nêrîneke derûnkolerî, naskirina fermî (official recognition) û îhtiramkirina qurbanan pêngava ewil a xebata şînê ye ku di pêvajoya çareserkirina trawmayê de pêdivî pê jeye (Erikson, 1995; Volkan, 2004).

Duyem, perwerdehiya aştiyê (peace education) û derûnnasiya rizgariyê (liberation psychology) dikarin bo aştiya erênî li Kurdistanê wekî motîv û handerekê tevbigerin. Ji nêrîneke derûnkolerî, ev pêvajoyên perwerdehiyê bi dahûrînkirina mekanîzmayên berevaniyê ya hevpar (analysis of collective defense mechanisms) re dişibin: Mebest ew e ku komên mirovan saziyên înternalizkirî yên bindestiyê bibînin, wan nas bikin û pê re karibin ji wan azad bibin (Martín-Baró, 1994). Di Kurdistana Iraqê de gava bernameyên xwendegehê yên bi zimanê kurdî di salên 1990î de dest pê kirin, ev ne tenê pêngaveke siyasî bû; ew pêngaveke rizgariya derûnî bû.

Sêyem, piştgiriya civakî (social support) û torên civakî (social networks) yên ava û piştgirker dikarin li hember bandorên trawmayê wekî hêmanên başker (restorative factors) tevbigerin (Winnicott, 1965). Di civakên kurdî yên ku bi şer bandor lê bûye, vegerandina civakîbûnê (resocialization), xurtkirina têkiliyên malbatê û komê û avakirina saziyên civakî yên ewle — weke mêrgehên nûşiyanê û bernameyên xebata şîn û xemê ya komê — hêmanên bingehîn ên destwerdanên piştî şer (post-conflict interventions) in.

Çarem, têkiliya derûnnasan di aştiya erênî li Kurdistanê de pir girîng e. Tevgera derûnnasan a kurdî — bi taybetî li Bakurê Kurdistanê — bi hêzeke bêhempa li hember tundîtûjiya çandî (cultural violence) têdikoşe. Ji nêrîneke derûnkolerî, ev reftar û tevgeran dikarin wekî nîşaneyên hişmendiya rizgariyê (liberatory consciousness) were şirove kirin ku di wan de mirov dev ji xweyîkirina bindestiyê berdidin û formên nû yên nasnameya hevpar çêdikin. Pergala beşdariya mirovên hişmend ya ku di nav hin rêxistinên kurdan de tê bikaranîn, her wiha wekî hewldana şikestina derhişî û hişmendiya bindestiya hevpar dikare were şirove kirin.

Encam

Ji nêrîneke derûnkolerî (psychoanalytic perspective), rewşa kurdan û pêvajoya aştiyê li Kurdistanê çend çarçoveyên girîng ên şirovê derdixe holê ku di nêrîneke kevneşopî ya civakî û siyasî de namînin:

Yekem, pêvajoyên hişmendiya derhişî (unconscious processes) — mekanîzmayên berevaniyê wekî rengvedan (projection), parçekirin (splitting), înkar (denial) û berzkirinê (sublimation) — di şêwedana nakokiyan, çêkirina îmajên dijmin û domandina tundîtûjiyê de roleke bingehîn dilîzin. Ev mekanîzma hem di dewletên serdest û hem jî di civaka kurdî de dixebite. Derûnnasên aştiyê ku bi rewşa kurdan re mijûl dibin divê van mekanîzmayan hem di lêkolîna xwe û hem jî di destwerdanên kirdarî yên xwe de hesab bikin.

Duyem, têgihên trawmaya hevpar (collective trauma) û birîn û trawmaya hilbijartî (chosen trauma) yên Volkan (2004) nîşanî me didin ku trawmayên dîrokî yên neçareserkirî — Enfal, Halebçe, Dêrsim û hwd parvekirinên trawmayê — di nav nifşên kurdî de hatine veguhastin û bibin sedema domandina nakokiyan û bêbaweriyê. Ji ber vê yekê, pêvajoyên xebata şînê (grief work) û pêvajoya trawmayê (trauma processing) divê hêmanên bingehîn yên destwerdanên piştî şer (post-conflict interventions) li Kurdistanê bin.

Sêyem, xweyîkirina bindestiyê (internalization of oppression) û siruştîkirina tundîtûjiyê (normalization of violence) — ku ji nêrîneke derûnkolerî bi hûrgilî hatine lêkolîn kirin — nîşanî me didin ku çareseriya nakokiyê ya ne-tundîtûj (nonviolent conflict resolution), heke tenê li ser asta siyasî û civakî bimîne, kêm û qels e. Pêdivî bi rizgariya derûnî û psîkolojîk jî heye ku di wê de zimanê kurdî, çand û tarîxa kurdan wekî hêja û zengîn bên dîtin û qebûlkirin.

Çarem, nakokiyên navxweyî yên civaka kurdan — parçebûna siyasî, eşîretbûn, pirsgirêkên di navbera rêxistinên siyasî de — divê jî ji nêrîneke derûnkolerî bên dahûrîn û analîz kirin. Veqetandin û rengvedan di nav civaka kurdî de xwe didomînin û gelek caran pêkanîna yekîtiya pêwîst bo aştiya erênî (positive peace) hêsa nakin. Derûnnasiya rizgariyê (liberation psychology) û perwerdehiya aştiyê (peace education) dikarin li vir roleke girîng bilîzin.

Bi kurtî, hevgirtina zanîna derûnkolerî — ya ku li ser hişmendiya derhişî (unconscious), trawmayê, mekanîzmayên berevaniyê û nasnameya hevpar bisekine — bi armancên aştî û edaleta civakî (social justice) re, dikare rêyeke nûtir û bi hêztir bo avakirina aştiya domdar û mayînde (sustainable peace) li Kurdistanê veke. Naskirina trawmayên dîrokî, rizgariya derûnî, perwerdehiya bi zimanê kurdî, beşdariya zanînê û hişmendiya xwe-rexneyî (self-critical consciousness) hin taybetmendiyên sereke yên destwerdanên rizgariyê (liberatory interventions) ne ku divê ji hêla derûnnasên aştiyê û dîsîplînên din yên zanistî ve bên bipêşxistin.

Çavkanî

Erikson, K. (1995). Notes on trauma and community. In C. Caruth (Ed.), Trauma: Explorations in memory (pp. 183–199). Johns Hopkins University Press.

Fanon, F. (1963). The wretched of the earth (C. Farrington, Trans.). Grove Press. (Xebata eslî di 1961ê de hat weşandin)

Freud, S. (1920/1955). Beyond the pleasure principle. In J. Strachey (Ed. & Trans.), The standard edition of the complete psychological works of Sigmund Freud (Vol. 18, pp. 1–64). Hogarth Press.

Freud, S. (1930/1961). Civilization and its discontents. In J. Strachey (Ed. & Trans.), The standard edition of the complete psychological works of Sigmund Freud (Vol. 21, pp. 57–145). Hogarth Press.

Fromm, E. (1973). The anatomy of human destructiveness. Holt, Rinehart & Winston.

Galtung, J. (1969). Violence, peace, and peace research. Journal of Peace Research, 6(3), 167–191. https://doi.org/10.1177/002234336900600301

Galtung, J. (1990). Cultural violence. Journal of Peace Research, 27(3), 291–305. https://doi.org/10.1177/0022343390027003005

Galtung, J., & Fischer, D. (2013). Johan Galtung: Pioneer of peace research. Springer.

Jameson, F. (1981). The political unconscious: Narrative as a socially symbolic act. Cornell University Press.

Marcuse, H. (1955). Eros and civilization: A philosophical inquiry into Freud. Beacon Press.

Martín-Baró, I. (1994). Writings for a liberation psychology (A. Aron & S. Corne, Eds.). Harvard University Press.

Volkan, V. D. (1988). The need to have enemies and allies: From clinical practice to international relationships. Jason Aronson.

Volkan, V. D. (2004). Blind trust: Large groups and their leaders in times of crisis and terror. Pitchstone Publishing.

Wessells, M. (1996). Psychology, human rights, and peace. Peace and Conflict: Journal of Peace Psychology, 2(4), 305–315. https://doi.org/10.1207/s15327949pac0204_2

Winnicott, D. W. (1965). The maturational processes and the facilitating environment: Studies in the theory of emotional development. International Universities Press.

Termên Sereke

Zihnê Derhişî (Unconscious Mind) — beşa hişê mirov ku ji hişmendî û hişyariya rasterast dûr e, lê bêdeng li ser bîr û kiryarên mirov bandor dike.

Mekanîzmayên Berevaniyê (Defense Mechanisms) — awayên ku ego bi wan xwe ji êşa derûnî diparêze. Nivîs çend cûreyên wan binavdike:

  • Rengvedan (Projection) — tiştên mirov di xwe de qebûl nake, davêje ser yên din
  • Parçekirin (Splitting) — cihan li “reş û spî” parve dike, navber nabe
  • Înkar (Denial) — rastiya êşdar nadin ber çavan
  • Maqûlkirin (Rationalization) — kirdarên xelet bi sedemên maqûl tên nixumandin
  • Berzkirn (Sublimation) — ajoyên xeternak dibin formên civakî yên qebûlkirî

Eros û Thanatos — du hêzên bingehîn ên Freud: Eros ajoya jiyan, hezkirin û çêkirinê; Thanatos ajoya mirinê û wêrankirinê.

Trawmaya Hevpar (Collective Trauma) — êşa derûnî ya ku giştî komekê dixe, ne tenê takekesê.

Trawmaya Hilbijartî (Chosen Trauma) — têgeha Volkan: trawmayên dîrokî yên neçareserkirî ku kom wan wekî nasnameyek hildigire û dide nifşên bê.

Xebata Şîn û Xemê (Grief Work) — pêvajoya derûnî ya ku mirov tê de trawmayê nas dike û pê re dijî da ku azad bibe.

Tundîtûjiya Rasterast (Direct Violence) — kuştin, zext, êrîş — ya ku bi çavan tê dîtin.

Tundîtûjiya Binyadî (Structural Violence) — newekhevî û bêedaletiya ku di pergalên civakî û siyasî de veşartî ye.

Tundîtûjiya Çandî (Cultural Violence) — ziman, ol, îdeolojî û zanist ku tundîtûjiya din rewa dikin.

Aştiya Neyînî (Negative Peace) — tenê şer rawestandin, bêyî ku pirsgirêkên kûr çareser bibin.

Aştiya Erênî (Positive Peace) — edaleta civakî, wekhevî û rizgariya derûnî jî pê re hene.

Xweyîkirina Bindestiyê (Internalization of Oppression) — bindest normên serdestiyê di xwe de wekî xwezayî qebûl dike — têgeha Fanon û Martín-Baró.

Hişmendiya Rizgariyê (Liberatory Consciousness) — rewşa ku kom dev ji xweyîkirina bindestiyê berdidin û nasnameya xwe ji nû ve ava dikin.

Dermirovkirin (Dehumanization) — pêvajoya ku “yê-din” êdî wekî mirov nayê dîtin, bi vî rengî tundîtûjî hêsantir dibe.

 

 

Derûnasiya Aştiyê
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Brahîm Alûcî

Derûnnas

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.