Derûn(nas)iya Biyanîbûnê

Ji aliyê Brahîm Alûcî – – Nûkirin: Şirove tune ye 13 deqe xwendin

(Psychology of Alienation)

Destpêk

Derûn(nas)iya biyanîbûnê yek ji warên herî girîng û balkêş e di qada derûnnasiya modern de. Ev têgeh ku xwedî dîrokeke felsefî û civakî ya zengîn e, bi gelek aliyên jiyana mirov re têkildar e û bandoreke girîng li ser tendirustiya derûnî, têkiliyên civakî (social relations) û heta jiyana siyasî (political life) jî dike.

Biyanîbûn, di koka xwe de, tê wateya dûrketina mirov ji xwe, ji xwebûna xwe, ji civakê an jî ji nirxên ku jiyan ji bo wan bê wate dibe. Ev rewş ne tenê problemeke takekesî ye; ew di heman demê de nîşaneya girêk û pirsgirêkên kûrtir ên civakî û binyadî (structural) ye jî. Ji ber vê sedemê, têgeha biyanîbûnê bala gelek şaxên zanistî kişandiye ser xwe; ji felsefeyê (philosophy) bigire heya derûnnasiyê, civaknasiyê heta zanistên siyasî.

Di vê nivîsê de, armanca me ew e ku bi awayekî akademîk û sîstematîk em li ser derûniya biyanîbûnê rawestin. Ji bo vê armancê, em ê pêşî pênaseya têgehê bidin, paşê dîroka fikrî û ramanî ya wê vekolin û di dawiyê de li ser teoriyên sereke, bandorên biyanîbûnê, hêmanên ku dibin sedema wê û rêbazên serederîkirinê bi vê pirsgirêkê re bisekinin. Herwiha, lêkolînên nû yên di vî warî de jî dê bên behs kirin.

Têgeha biyanîbûnê girîngiya xwe ya taybet heye ji ber ku ew di navbera takekesî û civakî de pireyekê ava dike. Fêmkirina kûr a vê têgehê alîkar e ji bo derûnnasan, civaknasan û siyasetmedaran ku dixwazin civakeke saxlemtir û yekgirtîtir ava bikin. Nemaze di serdema dîjîtal, globalîzasyonê û veguherînên aborî yên bilezûbez de, biyanîbûn weke arîşe û pirsgirêkeke civakî girantir dibe û hewcedariya wê bi peywendî, têkilî û lêkolînên nû yên akademîk heye.

Têgeha Biyanîbûnê

Biyanîbûn di wateya xwe ya bingehîn de tê wateya cihêbûn, cudabûn an veqetînê. Di warê derûnnasiyê de, ev têgeh bi gelemperî tê bikaranîn ji bo wesifkirina rewşa derûnî ya takekesên ku xwe ji civak, çand, kar, malbat an jî xwebûna (self) xwe dûr û xerîb hest dikin. Biyanîbûn wateya xerîbbûnê dide. Lê ne xerîbbûna li welatekî din — xerîbbûna di jiyana xwe de. Mînak: mirovekî ku sibê radibe, diçe kar, vedigere malê, dixwe û radizê — lê di hundirê xwe de hîs dike ku “ev jiyan ya min nîne”. Ew hest, ew valahî — ew biyanîbûn e.

Seeman (1959), yek ji pisporên sereke yên vî warî, biyanîbûnê wiha pênase dike: Rewşa takekesê ku pêwendî û têkiliyên wî yên bi civakê, çandê an xwebûna wî re qut bûne an jî sist û lawaz bûne. Ev pênase diyar dike ku biyanîbûn ne tenê rewşeke derûnî (psychological state) ye, lê herwiha rewşeke civakî (social condition) ye jî.

Pêkhateyên Biyanîbûnê

Seeman (1959) di xebata xwe ya klasîk de pênc cureyên sereke yên biyanîbûnê (five types of alienation) destnîşan kiriye:

1) Bêhêzî (Powerlessness): Ev cure biyanîbûn dema ku mirov hîs dike ku ew nikare bandorê li ser rûdanên girîng ên di jiyana xwe de bike, çêdibe. Bo nimûne, karkerek ku hest dike ku ew nikare ti bandorê li ser biryarên girîng ên şîrketa xwe bike, dikare vê cureya biyanîbûnê bijî.

2) Bêwateyî (Meaninglessness): Ev cure biyanîbûn dema ku mirov nikare mane û wateyekê di jiyana xwe de bibîne an jî nikare têbigihîje ku çi li dora wî diqewime, çêdibe.

3) Bênormî (Normlessness): Ev rewş dema ku mirov hîs dike ku norm, nirx û qaîdeyên civakî êdî ne derbasdar in an ne girîng in, çêdibe.

4) Tecrîdkirin (Isolation): Ev cure biyanîbûn dema ku mirov xwe û hebûn û xwebûna xwe ji nirx û armancên civakê dûr dibîne, çêdibe.

5) Xwe-biyanîbûn (Self-estrangement): Ev rewş dema ku mirov hîs dike ku ew ji xwe û xwebûna xwe re biyanî ye û nikare xwe û xwebûna xwe nas bike, çêdibe.

Kokên Felsefî

Têgeha biyanîbûnê di felsefeyê (philosophy) de dîrokeke wê ya dûdirêj heye. Hegel (1807/1977) di xebata xwe ya Fenomenolojiya Giyanê (Phenomenology of Spirit) de behsa biyanîbûna ruh û giyanê ji xwe dike. Li gorî wî, ev pêvajoyeke pêwîst e ji bo hişyariya xwebûnê û xwe-hişmendiyê (self-consciousness). Jean-Jacques Rousseau, fîlozofê Fransî yê sedsala 18an, di xebatên xwe de balê dikişand ser biyanîbûna mirov ji siruşt û xwezayê û wisa got ku geşedana şaristaniyê (civilization) bûye sedema dûrketina mirov ji rewşa xwe ya sirştî û xwezayî.

Søren Kierkegaard, fîlozofê Danîmarkî yê sedsala 19an, di xebatên xwe de balê dikişand ser biyanîbûna mirov ji Xwedê û ji xwebûna xwe. Li gorî wî, ev biyanîbûn dibe sedema rageşiyê (anxiety) û mirov tenê bi rêya baweriya olî (religious faith) dikare ji vê rewşê rizgar bibe.

Marksîzm û Biyanîbûn

Karl Marx (1844/1964) têgeha biyanîbûnê bi awayekî berfireh bi kar aniye û ew bi pêvajoya hilberînê (production process) ve girê daye. Li gorî Marx, di pergala sermiyandar (capitalist system) de, karker ji hilberîna xwe, xwezaya xwe û civakê dûr dikeve û dibe biyaniyê xwe û xwebûna xwe. Marx çar cureyên biyanîbûnê destnîşan kiriye: biyanîbûna ji hilberîna xwe (alienation from product), ji pêvajoya hilberînê (from labor process), ji xwezaya mirovî (from species-being) û ji mirovên din (from other humans). Bîrdoziya Marksîst a biyanîbûnê bûye bingeha gelek lêkolînên li ser biyanîbûna di warê kar (work alienation) de.

Derûnkolînerî/Derûnşîkarî û Biyanîbûn

Erich Fromm (1955) di xebata xwe ya Civaka Saxlem (The Sane Society) de biyanîbûnê weke encama wendakirina têkiliya mirov bi xwezaya xwe û civakê re dinirxîne. Li gorî Fromm, civaka nûjen (modern society) rê li ber biyanîbûna mirov vedike. Fromm dibêje ku pênc hewcedariyên bingehîn (five basic needs) ên mirovan hene: têkilîdarî (relatedness), derbasbûn (transcendence), kokdarî (rootedness), nasnameya takekesî (sense of identity) û çarçoveya rêberiyê (frame of orientation). Civaka kapîtalîst nikare van hewcedariyan bi awayekî rasterast bicih bîne û ev yek dibe sedema biyanîbûnê.

Bîrdoziya Civakî ya Seeman

Melvin Seeman (1959) biyanîbûnê di çarçoveya peywenda civakî (social context) de dinirxîne. Seeman balê dikişîne ser girîngiya peywend û konteksta civakî di fêmkirina biyanîbûnê de û dibêje ku biyanîbûn encama têkiliyên di navbera takekes û civakê de ye. Bîrdoziya wî bûye bingeha gelek lêkolînên ezmûnî (empirical studies) di warê biyanîbûnê de.

Bîrdoziya Hebûnparêziyê

Jean-Paul Sartre (1943/1956), yek ji fîlozofên sereke yên hebûnparêziyê (existentialism), dibêje ku mirov mehkûmê azadiyê (condemned to be free) ye û ev azadî dibe sedema rageşî/anksiyete û biyanîbûnê. Li gorî Sartre, mirov bi temamî berpirsyarê jiyana xwe ye û ev berpirsyarî dikare bibe bareke giran. Albert Camus (1942/1989) jî di romana xwe ya Biyanî (The Stranger) de rewşa mirovekî ku xwe bi temamî ji civakê xerîb û biyanî hîs dike radixe ber çavan û dibêje ku mirov divê bi mane û wateyekê ji bo xwe û xwebûna xwe biafirîne.

Bîrdoziya Venasînî

Aaron Beck (1967), damezrînerê terapiya venasînî ya reftarî (cognitive-behavioral therapy), balê dikişîne ser rola ramanên neyînî (negative thoughts) di biyanîbûnê de. Li gorî Beck, kesên ku xwe biyanî hîs dikin, gelek caran xwedî ramanên otomatîk ên neyînî (automatic negative thoughts) ne derbarê xwe, cîhanê û pêşerojê de. Ev raman dibin sedema depresyon, anksiyete û biyanîbûnê.

Bandorên Takekesî

Biyanîbûn dikare bibe sedema gelek pirs û girêkên derûnî li ser takekesan. Lêkolînan nîşanî me daye ku têkiliyeke xurt di navbera biyanîbûn û depresyonê de heye (Kanungo, 1979). Herwiha biyanîbûn dikare bibe sedema zêdebûna rageşiyê (anxiety), kêmbûna xwe-rêzdariyê (low self-esteem) û bêhêvîtiyê (hopelessness) (Chiaburu û hevkarên xwe, 2014). Lêkolînên dawî nîşanî me didin ku biyanîbûn dikare bibe sedema pirs û girêkên tendirustiyê yên fizîkî jî weke nexweşiyên dil û pêvajoyên enflamasiyonê yên di laşê mirov de (Shankar û hevkarên xwe, 2017).

Bandorên Civakî

Biyanîbûn herwiha bandoreke mezin li ser civakê jî dike. Finifter (1970) nîşanî me da ku takekesên ku xwe biyanî hîs dikin kêmtir beşdarî jiyana siyasî (political participation) dibin. Calabrese û Adams (1990) jî destnîşan kirin ku biyanîbûn dikare bibe sedema zêdebûna tevger û reftarên dijcivakî (antisocial behavior) û tawan û sûcdariyê (delinquency). Di warê karûbar de, biyanîbûn dikare bibe sedema kêmbûna berhemdariyê (decreased productivity) û zêdebûna îstîfayan (increased turnover) (Nair & Vohra, 2009). Di qada perwerdehiyê (education) de jî biyanîbûn dikare bibe sedema kêmbûna serkeftina akademîk û zêdebûna terkkirina dibistanê (Hascher & Hagenauer, 2010).

Hêmanên Civakî

Geşedana teknolojiyê (technological development), nemaze otomatîzekirina kar, dikare bibe sedema biyanîbûnê di warê kar de (Blauner, 1964). Jiyana bajarî (urban life) jî dikare bibe sedema biyanîbûnê ji ber kêmbûna têkiliyên civakî yên rû-bi-rû (face-to-face social relations) (Wirth, 1938). Pêvajoya globalîzasyonê dikare bibe sedema windabûna nasnameyên çandî (cultural identities) û biyanîbûnê (Kinnvall, 2004). Herwiha, zêdebûna newekheviya civakî û aborî (social and economic inequality) jî dikare bibe sedema hesta biyanîbûnê di nav beşên civakê de (Wilkinson & Pickett, 2009).

Hêmanên Takekesî

Ezmûn û serpêhatiyên neyînî yên zaroktiyê (negative childhood experiences) dikarin bibin sedema biyanîbûnê di jiyana kamil û gihîştî de (Bowlby, 1969). Hin taybetmendiyên kesayetiyê (personality traits), weke zêde xwe-rexnekerbûn, dikarin mirov zêdetir li hember biyanîbûnê vebirê bikin (Neto & Barros, 2003). Nexweşiyên derûnî yên wekî depresyon û anksiyete jî dikarin hem sedem û hem jî encama biyanîbûnê bin (Brown û hevkarên xwe, 2003). Bêkarî (unemployment) jî dikare bibe sedema hesta biyanîbûnê û windakirina nasnameya civakî (social identity), ji ber ku kar ne tenê çavkaniya dahatê (income source) ye, lê herwiha çavkaniya nasnameye jî (Jahoda, 1982).

Çareseriyên Takekesî

Terapiya reftarî ya venasînî – TRV (cognitive-behavioral therapy, CBT) dikare alîkar be ji bo guherandina ramanên neyînî û tevger û reftarên ku dibin sedema biyanîbûnê (Beck û hevkarên xwe, 1979). Terapiya hebûnparêzî (existential therapy) jî dikare alîkar be ji bo ku mirov mane û wateyê di jiyana xwe de bibîne (Yalom, 1980). Xurtkirina têkiliyên civakî (strengthening social relations), medîtasyon û fêrbûna hişmendiyê û çalakiyên xwebêjî û xwe-derbirînê (self-expression activities) wekî nivîsandin, muzîk û huner jî di kêmkirina biyanîbûnê de roleke girîng dilîzin (Kabat-Zinn, 2003; Pennebaker, 1997).

Çareseriyên Civakî

Perwerdehiya navçandî (intercultural education) dikare alîkar be ji bo zêdekirina fêm û têgihîştinê di navbera çandan de û kêmkirina biyanîbûnê, bi taybetî ji bo penaber, koçber û kêmîneyên çandî (Banks, 2015). Polîtîkayên civakî yên yekparî (inclusive social policies) ku armanca wan zêdekirina beşdariya hemû beşên civakê ye, dikarin alîkar bin (Silver, 1994). Bernameyên entegrasyonê jî ji bo koçber û penaberan dikarin bibe alîkar ji bo kêmkirina biyanîbûnê (Berry, 1997). Di warê kar de, reformên ku armanca wan zêdekirina kontrola karkeran li ser karê xwe ye dikarin biyanîbûnê kêm bikin (Vallas, 1991).

Lêkolînên Nû di Warê Biyanîbûnê de

Lêkolînên dawî nîşanî me didin ku bikaranîna zêde ya medyaya civakî (social media) dikare bibe sedema zêdebûna hesta biyanîbûnê, tevî ku hin lêkolîn destnîşan dikin ku medyaya civakî dikare ji bo takekesên ku ji aliyê fizîkî ve tecrîd bûne jî alîkar be (Nowland û hevkarên xwe, 2018; Primack û hevkarên xwe, 2017). Pandemiya COVID-19 bû sedema zêdebûna lêkolînan li ser biyanîbûnê; tedbîrên tecrîdkirinê û dûrbûna civakîbûne sedema zêdebûna hesta biyanîbûnê li seranserê cîhanê, bi taybetî di nav ciwanan de (Saltzman û hevkarên xwe, 2020). Geşedanên di warê hişê çêkirî – HÇ (artificial intelligence – AI) û robotîkê de jî bûne mijarên lêkolînan li ser biyanîbûna di warê kar de. Herwiha, veguherîna avhewayê (climate change) û krîza ekolojîk jî bûne sedemên cureyekî nû yê biyanîbûnê ku wek ekolojî-anksiyete ango eko-rageşî (eco-anxiety) tê binavkirin (Pihkala, 2020).

Encam

Derûn(nas)iya biyanîbûnê wareke berfireh û girîng e di qada zanista mirov de. Biyanîbûn ne tenê rewşeke derûnî ya takekesî ye, lê di heman demê de diyardeyeke civakî û binyadî ye ku ji têkiliyên tevlihev di navbera takekes û civakê de çêdibe.

Ji Hegel û Rousseau bigire heya Marx û Fromm, gelek fîlozof û derûnnas bal kişandine ser wê rastiyê ku biyanîbûn encama pergalên civakî, aborî û çandî ye. Têgeh, di rêya bîrdoziya civakî ya Seeman, nêzîkatiya Marksîst, bîrdoziya hebûnparêzî û bîrdoziya venasînî re, bi awayekî berfireh û pir-alî hatiye dahûrînkirin. Her bîrdoziyê aliyekî cuda yê biyanîbûnê ronî kiriye û bi vî awayî fêmkirina me ya vê arîşe, pirs û girêkê zengîn kiriye.

Bandorên biyanîbûnê, hem li asta takekesî hem jî li asta civakî, giran û berfireh in. Ji depresyon û rageşiyê bigire heya kêmbûna beşdariya demokratîk û zêdebûna sûcdariyê, biyanîbûn girîft û pirsgirêkeke civakî ya cidî ye. Hêmanên ku dibin sedema wê jî piralî ne: guherînên teknolojîk, bajarîbûn/ûrbanîzasyon, newekheviya civakî û serpêhatiyên takekesî yên jiyanê, hemû di avakirina biyanîbûnê de rol dilîzin.

Ji bo serederîkirina bi biyanîbûnê re, pêwîst e ku çareserî hem li asta takekesî û hem jî li asta civakî werin pêşxistin. Terapiyên derûnî, xurtkirina têkiliyên civakî û polîtîkayên yekparî yên civakî, hemû pêkhateyên girîng ên stratejiyên serederîkirinê ne. Di serdema globalîzasyon û şoreşa dîjîtal de, pirsgirêka biyanîbûnê bêtir girîng dibe û lêkolînên navçandî (cross-cultural research) û nêzîkatiyên nû yên têkildarî teknolojiyê, ekolojiyê û guhertinên civakî hewce dikin. Biyanîbûn ne nexweşiyek e ku tenê di derûnê mirov de ye — ew di heman demê de nîşana pirsgirêkên civakê ye. Mirov bi tenê ne sûcdar e; pergal, jiyana bajêr, newekhevî û teknolojî jî di vê de rol dilîzin.

 

Di dawiyê de, divê were zanîn ku civakeke saxlem û tendirust ew civak e ku tê de her takekes xwe û xwebûna xwe bi cih, bi wate û bi têkildar hîs bike. Ji ber vê yekê, têkoşîna li dijî biyanîbûnê ne tenê pirs û girêkeke derûnnasiyê ye, lê pirs û girêkeke civakî û siyasî ya bingehîn e jî. Bi fêmkirina kûr a biyanîbûnê û hêmanên ku dibin sedema wê, em dikarin gavên baştir bavêjin ber bi civakeke yekgirtî û saxlem û tendirust.

 

Çavkanî

Banks, J. A. (2015). Cultural diversity and education: Foundations, curriculum, and teaching (6th ed.). Pearson.

Beck, A. T. (1967). Depression: Clinical, experimental, and theoretical aspects. Harper & Row.

Bowlby, J. (1969). Attachment and loss: Vol. 1. Attachment. Basic Books.

Camus, A. (1989). The stranger (M. Ward, Trans.). Vintage International. (Original work published 1942)

Cooper, M. (2003). Existential therapies. Sage.

Finifter, A. W. (1970). Dimensions of political alienation. American Political Science Review, 64(2), 389–410. https://doi.org/10.2307/1953840

Fromm, E. (1955). The sane society. Rinehart & Company.

Hegel, G. W. F. (1977). Phenomenology of spirit (A. V. Miller, Trans.). Oxford University Press. (Original work published 1807)

Jahoda, M. (1982). Employment and unemployment: A social-psychological analysis. Cambridge University Press.

Kanungo, R. N. (1979). The concepts of alienation and involvement revisited. Psychological Bulletin, 86(1), 119–138. https://doi.org/10.1037/0033-2909.86.1.119

Kawachi, I., & Berkman, L. F. (2001). Social ties and mental health. Journal of Urban Health, 78(3), 458–467. https://doi.org/10.1093/jurban/78.3.458

Lacković-Grgin, K., Deković, M., Milosavljević, B., & Opačić, G. (2002). Alienation and self-esteem in adolescence. Journal of Adolescence, 25(1), 99–109.

Marx, K. (1964). Economic and philosophic manuscripts of 1844 (M. Milligan, Trans.). International Publishers. (Original work published 1844)

Nair, N., & Vohra, N. (2009). Developing a new measure of work alienation. Journal of Workplace Rights, 14(3), 293–309. https://doi.org/10.2190/WR.14.3.d

Neto, F., & Barros, J. (2003). Predictors of loneliness among students and pupils in Portugal. Social Behavior and Personality, 31(3), 227–240.

Pennebaker, J. W. (1997). Writing about emotional experiences as a therapeutic process. Psychological Science, 8(3), 162–166. https://doi.org/10.1111/j.1467-9280.1997.tb00403.x

Sartre, J.-P. (1956). Being and nothingness: An essay on phenomenological ontology (H. E. Barnes, Trans.). Philosophical Library. (Original work published 1943)

Seeman, M. (1959). On the meaning of alienation. American Sociological Review, 24(6), 783–791. https://doi.org/10.2307/2088565

Silver, H. (1994). Social exclusion and social solidarity: Three paradigms. International Labour Review, 133(5–6), 531–578.

Tummers, L., & den Dulk, L. (2013). The effects of work alienation on organizational commitment, work effort and work-to-family enrichment. Journal of Nursing Management, 21(6), 850–859. https://doi.org/10.1111/jonm.12159

Vallas, S. P. (1991). Workers, firms, and the dominant ideology: Hegemony and consciousness in the monopoly core. Sociological Quarterly, 32(1), 61–83. https://doi.org/10.1111/j.1533-8525.1991.tb00343.x

Wilkinson, R., & Pickett, K. (2009). The spirit level: Why more equal societies almost always do better. Allen Lane.

Yalom, I. D. (1980). Existential psychotherapy. Basic Books.

 

Brahîm Alûcî

Derûnnas