Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Erdnîgarî»Derûnnasiya Karesatan
Erdnîgarî

Derûnnasiya Karesatan

Brahîm AlûcîBy Brahîm Alûcî11/02/2025Updated:18/01/2026Şîrove tune ye10 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Di roja me de, karesat êdî ne rûdanên dûr û kêm in. Her roj bi sedan civak rastî bandorên karesatên xwezayî an jî yên mirovî tên. Ji ber vê yekê, têgihiştin û fêmkirina bandora derûnî ya van karesatan û rêbazên serederîkirinê bûye mijareke sereke ya lêkolînên derûnnasiyê.

Ev mijar bi taybetî watedar e ji ber ku di dema karesatekê de ne tenê windahiyên fizîkî, lê herwiha birînên kûr û zûr ên derûnî û giyanî jî çêdibin. Piraniya caran, ev birînên nediyar ji yên fizîkî dijwartir in û arambûna wan demeke dirêj dixwaze. Ji ber vê yekê, têgihiştina qonaxên derûnî yên piştî karesatekê ne tenê ji bo pisporên tendirustiya derûnî, lê herwiha ji bo her endamê civakê pêwîst e.

Lêkolînên vê dawiyê destnîşan dikin ku pêvajoya aram û başbûna piştî karesatekê ji bo ku takekes bi rêkûpêk vê trawmayê ji ser xwe bavêje û derbas bike, divê ji şeş qonaxên ji hev cuda derbas bibe. Her qonax taybetmendî û zehmetiyên xwe yên taybet vedihewîne û têgihiştina van qonaxan dikare bibe alîkar ji bo pêşbînîkirina astengiyên ku dê bên û amadekirina stratejiyên guncaw ji bo serederîkirinê.

Qonaxên Karesatan

Di lêkolînên trawmayê de, pispor trawmayê dikin du beş: “trawmaya mezin” û “trawmaya biçûk”. Trawmaya mezin tundiya nav malê, êrişa cinsî, mirin, şer an jî karesatên xwezayî di nava xwe de vedihewîne.

Piraniya pisporan dibêjin ku dema mijar trawma be, divê ticarî trawma neyên berawirdkirin.

Fêmkirina bandora derûnî ya domdar a karesateke xwezayî beşek girîng e ji pêvajoya nûşiyan û jinûveavakirina civakekê.

 Tirs, tevlihevî û hesta windabûnê ya ji karesateke xwezayî dikare mirov bi tevahî daqurtîne.

Yek ji mekanîzmayên serederîkirinê yên ku em bi kar tînin dema ku em rastî zehmetiyekê tên ev e ku em hewl didin tiştekî bikin ku em xwe bikêrhatî hîs bikin.

Digel ku rêyek “rast” a serederîkirinê tune, bersivek derûnî ya hevpar heye ku hemû mirov dema ku rastî karesateke xwezayî an mirovî tên, jê derbas dibin. Çi koçberiyên vê dawiyê yên li Kurdistanê bin, çi zirarên karesatê yên berfireh ên ji destê mirovan bin, an jî her karesatek din be, lêkolîn nîşanî me didin ku şeş qonaxên derûnî yên hevpar ên karesatekê hene.

Şeş Qonaxên Derûnî Yên Karesatan

Dema em dizanin di demên qeyran û qirîzê de çi li benda me ye, em dikarin bêhtir têbigihêjin bersiva xwe ya hestiyarî û bibînin ku dibe ku başbûn hêdî be, lê em dikarin baş bibin.

1.Qonaxa Beriya Karesatê

Qonaxa berî karesatê bi çaverêkirin û xemgîniyê tê nîşankirin. Ew dem e ku em giraniya gefeke nêzîk dibînin lê hîn qeyran û qirîz nehatiye serê me. Dibe ku em dest bi amadekariyê bikin – xwe amade bikin, riyên revê kontrol bikin. Di vê qonaxê de asayî ye ku mirov tevlihevî an jî înkarê hîs bike.

Qebûlkirina tirsê dikare alîkariya me bike ku em li ser lingan bimînin û gavên pêwîst ji bo serederîkirinê bavêjin – çi planên valakirinê çêbikin, çi tenê bi hestên nerehêt re rûnin.

 2.Qonaxa Bandorê

Qonaxa bandora dema ku karesat li mirov rast dibe. Ev ew gav e ku mirov fêm dike ka karesat bi rastî çiqasî nêzîk e û dibe ku mirov neçar bimîne ku der û malê xwe vala bike.

Di vê qonaxê de mirov şok û tevliheviyê hîs dikin û mirov ji hêla gefeke lezgîn ve têne dagirkirin. Mirov di wê gavê de xwe pûçbûyî hest dike, mirov nizane ka çi bikin.

Ev qonax bi tirs û bêbaweriyê tê nîşankirin. Dikare wisa xuya bike ku her tişt pir zû diqewime û fikirkirina zelal an jî mentiqî zehmet e. Ev demek e ku mejiyên me dikevin moda “şer an revê”. Bersiv dikarin bi berfirehî vebiguherin li gorî xwezaya karesatê û mekanîzmayên me yên serederîkirinê yên takekesane.

Di vê qonaxê de dîtina qencî an jî bikaranîna hin amrazên xwe-rêvebirinê, weke bêhnkişandina kûr an jî desthilanînê, girîng e ji ber ku dê hemû bersivên me tune bin an em nizanibin ka dê çi were serê me.

 3.Qonaxa Qehremaniyê

Qonaxa qehremaniyê piştî şoka destpêkê tê û dema ku pêdiviya reftar û tevgerînê lezgîn dibe diyar dike. Ev dem e ku mêrxasî û fedakarî derdikeve holê û dibe ku em pêleke adrenalînê hîs bikin. Di dema qeyran û qirîzê de gel pirî caran tên cem hev da ku alîkariya hevdu bikin.

Ev ew qonax e ku em bi cîran an hevalên xwe re têkiliyê datînin. Ev ew dem e ku dibe ku em li rêxistineke herêmî bêpere bixebitin. Ev ew dem e ku mirov dest pê dikin li ser medyaya civakî parve dikin ka li ku derê bixebitin an jî wekî ku min berê qal kir derbarê ka ez dixwazim tiştekî bikim ku ez xwe “bikêrhatî” hîs bikim.

Pêla adrenalînê pêleke enerjiyê tîne, lê dikare westiyayî jî bike. Asayî ye ku mirov hesta armancekê û heta hesta têkiliyeke bilindtir a bi yên din re hîs bike. Lê gava ku enerjî kêm dibe, “bilindahiya” destpêkê jî kêm dibe.

Qonaxa qehremaniyê ji bo jiyanê pêwîst e, lê nikare her û her bidome. Girîng e ku mirov hay ji berdêla wê hebe. Ev bi taybetî ji bo bersivderên pêşîn û kesên ku di pîşeyên alîkariyê de dixebitin girîng e.

4.Qonaxa Hinguvînê (1-7 Roj)

Qonaxa hinguvînê bilindahiya hestiyarî ye ku piştî qeyran û qirîzeke lezgîn tê. Mirov aramî, spasdarî û geşbîniyê hîs dikin. Ew hîs dikin ku dê baş bibin û dikarin “bi hev re ji vê derbas bibin”.

Lê geşbînî bi gelemperî kurt e. Gava ku pêvajoya arambûnê dest pê dike, rastiya ka dê çi were dest pê dike derdikeve holê. Wekî hinguvînê, ev qonax demkî ye. Qonaxa hinguvînê rihetbûnekê pêşkêş dike, lê karê domdar ê başbûnê wextekî dirêjtir digire.

5.Qonaxa Bêhêvîbûnê (Roj Û Meh)

Wekî daketina ji cihekî bilind, qonaxa bêhêvîbûnê piştî ku bandora adrenalînê diqede dest pê dike û karê nûşiyan û jinûveavakirinê bandoreke hestiyarî çêdike. Bêhêvîbûn, westandin, hêrs û xezeb asayî ne.

Geşbîniya qonaxa hinguvînê ewqasî berbiçav nîne û rastiya ka dê jiyan piştî karesatê çawa be wekî kulma di zik de xuya dike û wekî ku dinya ku me demekê nas dikir bi dawî bûye xuya dike. Dema ku dê ji bo bidestxistina hin xuyayên normaliyê bigire pir mezin xuya dike û dibe ku berdêla hestiyarî ya serederîkirina encamê wekî neçarî xuya bike.

Divê em bi rastiya hestiyarî ya nûşiyan û jinûveavakirinê û ka jiyana me ya nû dê çawa xuya bike re mijûl bibin. Herwiha cihê ku başbûna rastîn dest pê dike ev der e.

6.Qonaxa Nûşiyan Û Jinûveavakirinê An Başbûnê (Meh Û Sal)

Qonaxa başbûnê bi têgeha “qebûlkirinê” ve têkildar e û yek pêvajoyek e. Ne tenê derbarê vegerandina tiştê windabûyî ye; derbarê wergirtina tiştên ku me ji serpêhatîyên xwe fêr bûne, destûrdayîna xwe ji bo şînê û veguherandina êşê bo tiştekî baş li ser navê yên din e.

Qonaxa başbûnê alîkariya me dike ku em di nav wêraniyê de wateyê bibînin. Dibe ku encama başbûnê neyê zanîn, lê di vê qonaxê de ye ku em dest pê dikin hêviyê hîs dikin û di pêvajoya xwe-nûkirinê de armancê dibînin.

Digel ku wêranî, windahî û trawmaya ji karesateke xwezayî mijarek cidî ye û navlêkirina bandorên wê ne karekî hêsan e, başbûn mimkin e û fêmkirina şeş qonaxên derûnî yên karesatê dikare di dema rêvebirina trawmayê de pir alîkar be.

Fêmkirina bersiva me ya hestiyarî ya li hember qeyran û qirîzekê dikare alîkariya geşkirina nûşiyanê bike.

 Encam

Piştî ku me qonaxên derûnî yên karesatê û bandora wan a li ser takekes û civakê vekolaye, em dikarin çend encamên watedar derxin.

Ya yekem, tevî ku her karesat û bandora wê ya li ser mirovan yekta ye, pêvajoyên derûnî yên ku em jê derbas dibin gelek caran wekhev in. Ev têgihiştin girîng e ji ber ku dihêle em pê bizanin ku hestên me normal in û em di vê rêwîtiyê de ne bi tenê ne.

Ya duyem, başbûn pêvajoyek e ku dem dixwaze û divê bi sebir were meşandin. Hewldana zûzûka vegerîna jiyana normal dikare bibe sedema zexta zêde û astengkirina pêvajoya başbûnê ya xwezayî. Di şûna wê de, qebûlkirina her qonaxê û dana dema pêwîst ji bo derbasbûna jê dikare bibe alîkar ji bo başbûneke mayînde.

Ya sêyem, piştgiriya civakî roleke bingehîn dilîze di pêvajoya başbûnê de. Kesên ku di dema qeyran û qirîzê de bi tenê dimînin, bi gelemperî zehmetiyên zêdetir dikişînin di warê serederîkirinê de. Ji ber vê yekê, avakirina û bikaranîna torên piştgiriyê yên civakî girîng e.

Di dawiyê de, divê em bizanin ku tevî ku karesat dikarin birînên kûr çêkin, mirov xwedî hêz û şiyana nûşiyanê ya balkêş in. Bi alîkariya têgihiştina van qonaxan û bikaranîna stratejiyên guncaw ên serederîkirinê, em dikarin ne tenê ji trawmayê derbas bibin, lê herwiha bi serpêhatîyên xwe mezin bibin û bi hêztir derkevin.

Ev têgihiştin rê li ber hêviyan vedike û dihêle ku em bizanin tevî ku rê dikare dijwar be jî bi alîkarî û piştgiriya guncaw, başbûn ne tenê mimkin e, lê herwiha dikare bibe gavek ber bi geşedana takekesane ve.

Termên Sereke

Karesat (Disaster) di warê derûnnasiyê de rûdaneke wisa ye ku civakekê ji aliyê derûnî, civakî û aborî ve dihejîne. Ev dikare xwezayî be weke erdhej û lehiyan, an jî mirovî be weke şer û teqînan. Dema ku karesat çêdibe, bandora wê ne tenê li ser kesên rasterast bandor lê bûyî, lê li ser tevahiya civakê çêdibe.

Trawma (Trauma) şopa kûr a derûnî ye ku piştî rûdaneke dijwar li ser kesekî dimîne. Di warê pisporî de du cure trawma hene: Trawmaya T-mezin (Big T Trauma) ku ji rûdanên mezin ên weke şer, karesat û tundiyê çêdibe, û Trawmaya t-biçûk (Little t Trauma) ku ji rûdanên rojane yên weke windakirina kar an têkiliyekê çêdibe.

Nûşiyan (Resilience) hêz û şiyana mirov a ku ji rewşên dijwar derbas bibe û xwe ji nû ve ava bike ye. Ev ne tenê “xwe ragirtin” e, lê herwiha hêza fêrbûn û mezinbûnê ji serpêhatîyên dijwar e. Lêkolîn nîşan didin ku nûşiyan dikare were perwerdekirin û geşkirin.

Başbûn (Recovery) pêvajoyeke domdar e ku tê de kes ji trawmaya xwe derbas dibe û jiyaneke nû ava dike. Di vê pêvajoyê de girîng e ku mirov fêm bike ku başbûn ne xetek rast e û dikare demên hêsan û zehmet tê de hebin.

Serederîkirin (Coping) hemû rêbaz û tevgerên ku mirov bi kar tîne ji bo ku bi rewşên dijwar re rû bi rû bimîne ne. Ev dikare erênî be wek werzîş û axaftina bi pisporên derûnî re, an jî neyînî be wek bikaranîna madeyên hişber.

Qonaxa Bandorê (Impact Phase) dema yekser piştî karesatê ye ku tê de şok û tevlihevî serdest in. Di vê demê de mirov dikare biryarên rast nede û mejî di moda “şer an rev” (fight or flight) de be.

Qonaxa Hinguvînê (Honeymoon Phase) demeke kurt e ku tê de hêvî û hesta yekîtiyê di nav civakê de zêde dibe. Piştî vê qonaxê, pirî caran bêhêvîbûn dest pê dike.

Çavkanî

  • Van der Kolk, B. (2014). The Body Keeps the Score
  • Herman, J. (1992). Trauma and Recovery
  • (2020). Guidelines for Mental Health in Disasters
  • American Psychological Association. (2021). Disaster Response Guidelines

 

Derûnnasî Karesat The Raising of Kurds 2
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Brahîm Alûcî

Derûnnas

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.