Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Axa Kurdan»Di 99 Saliya Avakirina Qamişlo De Camiya Qasimo Û Hin His Û Hest
Axa Kurdan

Di 99 Saliya Avakirina Qamişlo De Camiya Qasimo Û Hin His Û Hest

Konê ReşBy Konê Reş21/08/2025Updated:18/01/2026Şîrove tune ye7 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Di roja 20ê Tebaxa 2025an de, desthilata Fransî ya ku li Sûriyê hikum dikir bingehê pêşî ji Qamişlo re danîn, anku 99 sal di ser roja avakirina bajarê Qamişlo re derbas dibe. Ev bajarê ku Kurd, kildoaşûrî, ereb, ermen û xelkên din têde dijîn. Bajarê ku bûka Beriya Mêrdînê ye. Nisêbîna nû ye, paytexta Kurdewariyê ye. Navenda êl û eşîrên herêmê ye. Bajarê olên Xwedê ye; Misilman, Xiristiyan, Cihû û Êzidîya ye. Bajarê Cegerxwîn, Karebêtê Xaço, Mîlkonê Nadir, Aramê Dîkran, Corc Saado, Can Karat, Mihemed Şêxo û Seîd Yûsiv e. Hêlîna hejar û mişextiyên zor û kotekiyê ye.

Qamişlo bajareke wek tev bajara ye, lê taybetiyeke xwe ya cuda heye. Ew taybetî ku welatiyên wê bi heyecan hez jê dikin. Erê li gor vê hezkirinê, ev bajar ji rex Kurdistaniyan ve jî hatiye hezkirin û dîtina vî bajarî ji wan re bûye hêvî û daxwazek şêrîn.

Berê jî min gotiye; Qamişlo bi veşartokan dagirtiye. Gelek veşartokên wê bi kesayetiyên wê, cih û şûnewarên wê, ta bi dînên wê ve girêdayî ne. Ta niha kesî – wek ku pêdiviye- ew veşartok ne xepartine û li dor wan ne nivîsandiye û wiha di tariyê de mane. Belê nivîsandin jî ne henek û tinaz in, ne yariyeke ku mirov sebra xwe pê bîne û çax û demên xwe pê re derbas bike. Nivîsandin berpirsyarî ye. Nivîsandin name ye. Nivîsandin ji îro û sibe re ye, nexasim ku nivîsandin li dor veşartokek ji veşartokên bajarê Qamişlo be, wek Camiya Qasimo.

Camiya Qasimo; di sala 1958an de xwedênas Hecî Îbrahîmê Selmê ku ji malbata hunermend Mihemed Şêxo ye, erdê ku camî li ser hatiye avakirin, kir diyarî ji avakirina camiyekê re û bi alîkariya xelkên derdorê ev Mizgeft (Camî), dûrî bajêr, ser rêka ku diçe Amûdê, di rex xanîk û dikana Hecî Muradê Îssa de hat avakirin. Bi demê re mal li dor wan kombûne û taxa Elî Fero jî di navbera wan û taxa Hilêliyê de hatiye avakirin û wiha derdorî camiyê bûne avanî û di encam de taxek bi navê taxa Xerbî hatiye bi nav kirin.

Xweş tê bîra min dema ku em ji gund dihatin Qamişlo, li vegerê em li ber camiya Qasimo û dikana Hecî Murad komdibûn, bi hêviya hatina otomobîlan û vegera gund (Doda). Di wan salan de melayê camiyê geh mele Izzedîn bû û geh mele Ehmedê Bizgûrî bû û bangdanvanê camiyê Qasimo bû. (Qasimo mirovekî gewde hûrik û kin bû, xwedî denkekî qube û zelal bû, bi eslê xwe ji mehcirên Serhedê bû). Rehmetiyê Qasimo rojê pênc caran di wê camiyê de bang dida.

Ji ber ku akinciyên li derdora camiyê bi piranî xelkên Omerî bûn, ku imamê camiyê ne bi dilê wan ba, protesto dikirin û ew imamê ku mala Şêxê Xiznewî ji wan re şandibû diguhertin. Yê ku bêtir ev yek gur dikir Evdikê Gijomijo bû. Ez bawerim ku Selîm Berekat jî ev yek di pirtûkek xwe de aniye ziman. Wek ku tê bîra min, mele Ehmedê Bizgûrî melayê camiyê bû, ji ber ku Bizgûrî bû, Omerî li pişt disekinîn. Cegerxwîn jî ji civat û berberiya ku di camiyê de dibû ne dûr bû. Xelkên diçûn camiyê tev nas, cîran û dostên wî bûn. Ez nebawerim ku rojek bê miçorge di nav Cegerxwîn û wan kesan de derbas bûbe. Dibêjin; piştî ku Cegerxwîn di sala 1979an de çû Swêdê, xweşbûn û geşbûna wî welatî dît, nameyek ji wan dost û hevalên xwe yên camiya Qasimo re şand û têde ji wan re got: Lawo! Ew buhişta we qal dikir va ez têde me. Navê camiyê yê fermî Yekîtî ye (Elwehde), lê bi demê re, ji ber dengê azana Qasimo ya xweş û hezkirî, camî bi navê Qasimo di nav gel de hatiye naskirin.

Ji bûyerên kurdewariyê yên bi vê camiyê ve hatine girêdan:

– Di roja 05.11.1984an de, dema ku termê Cegerxwîn ji Swêdê hat Qamişlo, berî wê bi rojekê hat belav kirin ku wê termê Cegerxwîn bînin camiya Qasimo û wiha camiya Qasimo bû navend ji pêşwaziya termê Cegerxwîn re.

– Di roja 9ê Adara 1989an de, termê hunermendê netewî Mihemed Şêxo ji camiya Qasimo ber bi goristana Hilêliyê ve hat meşandin.

– Di roja 04.11.1997an de, ji camiya Qasimo rahiştin termê avokat Kemal Ehmed Derwêş serokê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Elpartî) û termê mamoste Şêxmûs Yûsiv endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Çep a Kurdî li Sûriyê û di sikak û kolanên Qamişlo re ber bi goristana Qidûr Beg re me meşiyan. Di roja 03.11.1997an de wefat kiribûn.

– Di roja 12ê Adara 2004an de, roja kuştin û raperîna Qamişlo a navdar, careke din guhestina termê şehîdan ji camiya Qasimo destpê kir.

– Di roja 21ê Adara 2008an de, anko roja Newrozê, termê herdu şehîdên bi navê Mihemed ji camiya Qasimo hatin rahiştin û ber bi goristana Hilêliyê ve liviyan.

Not: Di êvara cejna newrozê de sê Mihemed hatibûn kuştin. Mihemedê sisyan başqe hat veşartin.

– Di sibeha roja 19.10.2010an de komcivîna xêlyên rahiştina termê mamoste Ismaîl Omer serokê Partiya Yekîtî ya Demokratîk ya kurdî li Sûriyê (YEKÎTÎ), ji camiya Qasimo destpê kir û ber bi gundê wî Qere Qoyê, navçeya Derbasiyê meşiya. Di roja 18.10.2010an de li Qamişlo wefat kiribû.

– Şeva 18/19.12.2010 termê siyasetmedar û welatparêzê Kurd Reşîd Hemo di vê camiyê de hat razandin û sibeha 19.12.2010an ber bi Efrîn û gundê wî ve hat birin û di eynî rojê de li gundê wî Hopka hat veşartin.

– Di roja 15 Adara 2011an de yekemîn xwepêşandana guhertinê di Sûriyê de li bajarê Qamişlo, ji camiya Qasimo destpê kir.

– Di roja 30 Tebaxa 2013an de, roja kuştina Issa Hiso de, careke din guhestina termê şehîd Issa Hiso ji camiya Qasimo hat rahiştin û ber bi goristana Şehîdan ve hat meşandin.

– Di roja 18.12.2019an de termê siyasetmedar û rojnamevanê Kurd Ekrem Mela ji camiya Qasimo hat rahiştin û birin Derbasiyê/ gundê wî Til Êlonê.

Erê, roja îro camiya Qasimo bûye navend ji bûyerên Kurdewariyê re û navê Qasimo û Qamişlo bi hev ve hatine girêdan û hunandin û di mejiyê xebata kurdewariyê de hatine tomarkirin. Em bi hêvî ne ku camiya Qasimo bibe sembola yekîtî û hevgirtinê ji gelê Kurd re û ji tev xelkên bajarê Qamişlo re.

Qamişlo! Gelo xak bi kê dimîne?! Tê bêje bi feqîr û hejaran. Kî darên Çinarê di pala çiyan de diçîne? Tê bêje belengazên cotkaran. Belê, rast e wiha ye û bela dewlemend û ziktilêrên welatê te bibin rewrewk.

Erê Qamişlo! Di navbera me de, dem û xem e. Ne xem bi dawî dibe û ne dem bêhna xwe vedike. Çiya jî ji çûn û hatina pezkoviyan naweste. û ne peravên deryayê ji qûma derdora xwe aciz dibe.. êş li vir e.. û tu li vir e.. û welat wek hina li ser destê bûkê ye. De hela rabe sînga xwe ji pêlên nû re veke. Bayê azadiyê nêzîk dibe, erê bayê serxwebûnê bi xêra şehîdan nêzîk dibe.

Qamişlo! Her roj ez di sikak û kolanên te re derbas dibim, li hat û çûyên welatiyên te temaşe dikim, pêre pêre di dîroka te ya kevin û nû de diponijim. Gelek caran bi tirs li rojên te yên ayinde mêze dikim. Ew tirs dihêle ku ez hezar rûpêlên spî ji bo te binivîsim û his û hestê xwe bînim ziman.

Erê Qamişlo! Min tev sikak û kolanên te pîvane! Kevirek di wan de nîn e ku min nas nake! Di ger û geşta xwe de, pêrgî bi sedan dêm hatime. Gelek dêman ez hejandime. Tu zanî niha min çi divê? Min divê ku ez sênc bim ji gulistanên te re, şax bin ji gulên te re, wênekêş bin ji wêneyê te re.

Qamişlo! Ez ê ji bo te gelek tiştan binivîsînim; ew tiştên ku hêj nehatine nivîsandin.. Ez ê gelek çîrokan ji bo te bibêjim da ku penaberiya xelkên te sivik bibe. Qey qedera min e ku ez di vî temenî de karibim van gotinên evîndariyê ji bo te bibêjim û bidar vekim.

 

Mizgefta Qasimo Qamişlo The Raising Of Kurds 8
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Konê Reş

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.