Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Axa Kurdan»Di Çanda Kurdî De Meha Remezanê
Axa Kurdan

Di Çanda Kurdî De Meha Remezanê

Dilazad ARTBy Dilazad ART15/03/2025Updated:18/01/2026Şîrove tune ye5 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Meha Remezanê di dînê Îslamê de meheke hêja û pîroz e. Ev meh li gor salnameya Koçî (Hicrî) meha neha (9) ye. Di vê mehê de gelê misliman yên ku temenê wan û hişê wan gihaştibê asta rojî girtinê rojî digirin. Rojî girtin fermana Xwedê ye. Di Qurana Pîroz de Xwedê (c.c) wiha rojîyê li mislimanan ferz dikê:

“Ey kesên ku bawerî anîne; her ku rojî li umetên berîya we ferz bûye, li we jî ferz e.” -Sûretê Beqera, ayêta 183an.

Cenabê Pêxember (s.x.l) rojî girtin di hadîseke xwe de wiha tênê ziman:

“Zekata her tiştî heye, zekata bedenê jî rojî girtin e.” -Îbn Macê, Rojî, 44.

Her wek ku di vê ayeta pîroz û di hadîsa pêxember de hate dîtin rojîya meha Remezanê li her mislimanê ku karibê bigrê ferz e. Gelê Kurd di serdema Hezretî Umer de bi dînê Îslamê re hevnas bûn. Ji vê demê şûn ve gelê Kurd bir girseyî dînê Îslamê pêjirandin û bûne peyrevê dînê Îslamê. Îslamê civaka Kurd bi destûrê xweyî pîroz guherand. Rojî jî yek ji van destûrên ku gelê Kurd ji bo Xwedê bi cîh tênê ye.

Beriya meha Remezanê destpê bikê, her malbat li gor şert û mercên xweyî aborî amadekariyên rojîyê dikin. Li gor vêna qûtê xwe, xwarinên xwe û jiyana xweyî rojanê ji bo rojîyê amade dikin. Di meha rojîye de şeş têgehên sereke hene.

1- Paşîv

2- Fitar

3- Leyleqedir

4- Cejn

5- Terewîh

6- Fitir (Sedeqe)

Jiyana rojane mehekê li gor van têgehên navborî rengvedidê. Rojî bi paşîvê destpê dikê. Ji bo paşîvê li gundan an li taxên bajaran daholvan ji bo ku mirovan ji xewê şiyar bikin li daholê dixin û pêre metelokan dibejin. Piştî ku mirov şiyarbûn amadekariya xwarina paşîvê dikin. Di malê de kesê ku dikarê rojî bigrê ji bo paşîvê radibin û paşîva xwe dixwin. Piştî nimêja sibehê mirov dirazin. Bi roj kesên ku karên wan hene diçin karên xwe. Piştî esrê kevanîyên malbatan amadekariya xwarinên fitarê dikin. Xwarinên fitarê bi giştî xwarinên taybet û ên tehmxweş in. Piştî ku xwarin amade dibe, lê heta ku mela ezan nedê kes dest bi xwarinê nakê. Piştî ku mela ezana mexrebê xwend herkes rojîya xwe vedikê. Bi giştî rojî bi xurma yan bi avê tê vekirin. Bi ezana eşayê re mirov diçin mizgehta. Li mizgefta piştî nimeja ferz ya eşayê terewîha dikin. Bi giştî bîst rekat terewîh têne kirin. Di nav Kurdan de hin kes ji bedêla terewîha de nimejên ku li wan çûne qeza dikin. Bi vî awayî rojên rojîye berdewam dikin.

Di van rojan de kevanî heta ji wan tê xwarînên xweş dikelênin û dipijînin. Malbat ji cîranê xwe re tepsikek xwarin dişînin. Tepsika wan vala navegerê. Di van rojên taybet te mirov mevana vedixwîne malê xwe û xêr û alîkariyan didin kesên xîzan û jar û perîşan. Bi xêra van rojan gelek kesên xîzan xwarînên xweş dixin. Di nav meha Remezanê de kesên dewlemend behtîr xêra dikin. Di nava vê meha pîroz de her kesek fitra serê xwe wek xêr û alîkarî didê kesên xîzan û mihtac. Di deh rojê dawî yên rojîyê de şeva Leyleqedir heye. Vê şevê mirovên ku rojî digrin heta ezana sibehê ranakevin. Li malên xwe yan jî li mizgehtan Quranê dixwînin û nimêjen ku li wan çûne qeza dikin. Bi taybetî her kesê ku Quranê dixwenê xitma xwe bi dawî dikin. Vê şevê her kesek li gor hêza xwe şekir, biskevît, mewîj, leqûm, helîl, bastîq li zarokan belav dikin. Roja dawî ya rojîyê ku bû danê êvarî mirov diçin gorîstanan û her kesek li ser miriyên xwe diayan dikin, yasînan dixwînin û li zarokên ku têne ser goran şekir belav dikin.

Di her sê rojê dawî yên rojîyê de amadekariyên Cejna Remezanê hene. Roja sisiyan roja cila ye. Mezin zarokên xwe dibin nav bajar û ji bo cejnê cilan ji wan re dikirin. Roja duduyan roja şûştinê ye. Di vê rojê de her kes ji bo cejnê serê xwe dişo. Dema roja dawî ya rojîye jî roja kulîçe (sewik) ye. Kevaniyên malbatê kulîçeyên ku nişana cejnêye çêdikin. Bi vi awayî gel ji bo cejnê amadeye.

Cejn sê roja berdewam dike. Vê rojê, mezin diçin mizgehtê nimêja cejnê dikin. Piştî nimêjê diçin goristanê zîyaret dikin û têne malên xwe. Kevanî goşt û savar (birinc) û tirşikê amade dikin. Roja pêşî ya zaroka ye. Zarok cilên xwe yên nû li xwe dikin û derdikevin nav gund. Mal bi mal digerin, ji xwe re şekir didin hev. Dema zarok diçin devê derîyên malbatan bi vî awahî bangî xwedîye malê dikin.

“Eyda (Cejna) we pîroz be, bimbarek be”

Roja duduyan roja zilama ye. Zilam ji bo cejna hev pîroz bikin li malê hev digerin. Roja siseyan roja jina ye. Di vê rojê di jin ji bo ku cejna hev pîroz bikin li malê hev digerin. Bi vî awayî meha Remezanê û Cejna Remazanê di nav Kurdan de tê pîroz kirin. Her çendî van demên dawî hin toreyên meha Remezanê û Cejna Remezanê hatibin guhertin jî, mirovên Kurd dîsa li çanda xwe ya cejnê xwedî derdive û zîndî digre.

Cejna We Pîroz Be.

3 Îslam ol Remezan The Raising of Kurds 3
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Dilazad ART

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.