Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Gotar»Di Dîwana Melayê Cizîrî De Felsefeya Wehdetu’l- Wicûd -1-
Gotar

Di Dîwana Melayê Cizîrî De Felsefeya Wehdetu’l- Wicûd -1-

Muqades AgirîBy Muqades Agirî27/02/2026Updated:27/02/2026Şîrove tune ye7 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

 

Mela berî her tiştî kesekî mutesewif e. Li gorî kesekî mutesewif ji bo ku ramanên xwe diyar bike helbest nivîsandin haceteke gelek girîng e. Di zimanê helbestan de sembol, hêma ji bo mebestên helbestvan diyar bike hacetek e. Bêguman çanda tesewifê jî ji bo  zimanê helbestan musaîd e. Bandora çanda tesewif ya herî girîng ziman, çand û edebiyata gelan pêşxistiye.

Diwana Mela jî di vê çarçoveyê de ji hêla ziman û edebiyata kurdî wekî şaheserekê tê qebûlkirin.  Dema ku mirov dîwana Mela lêkolîn dike fikrên zanistî û ramanên entelektuel ber bi çavin.

Tevgera edebî ku bi Melayê Cizîrî  dest pêkir di nav sofiyên kurd de deng derxist û heman demê de bi fealiyetên tarîqatên cuda di nav civaka kurdan de sînerjiyeke mezin pêk anî. Ev jî edebiyata kurdî ya tesewifê de bu sedema jiyandina qonaxa zêrîn.

Bi bihûrandina salan bi belavbûna îslamiyetê gelek civakên cihê ketin nav dînê Îslamiyetê. Helbet ev civak bi tevahî dev ji bîr û baweriyên xwe yê qedîm û çanda xwe ya qedîm bernedan. Ev civak bi tevî çand û bîr û baweriyê xwe ketin nav Îslamiyetê. Ji ber vê jî êdî tesewif ne wek şêweyek jiyanê lê belê şêweyeke felsefî  derket pêşberî me. Di nav vê felsefeyê de têgeha herî balkêş têgeha wehdet’ul -wicud e. Ev têgeh bi şîroveyên Îbnî Erebî kete nav teşeyeke. Ev teşe, di nav dîroka tesewifê de hin baweriyên wekî aferîner û aferîde yek in derxist holê lê ev bîr û bawerî pir qebûl nedît.

Di bingeha tesewifê de dev ji berdana dinyayê û hezkirina xwedê heye. Li gorî tesewifê divî mirov dev ji xerabiyan berde û hemû însan di hezkirina xwedê de bibin yek. Li gorî vê baweriyê xwedê layiqê hezkirinê ye. Hewce nake ku em ji xwedê bitirsin ji ber ku  xwedê afirîdeyeke ku hemû mexluqatan afirandiye û hezkirin hînî wan kiriye. Ji ber vê jî divê hemû însan hezkirinek bê hempa ji xwedê hez bikin. Ji ber vê jî hemû şaîr Xwedê wek afirîdeyek ku layiqê hezkirinê ye dîtine.  Di heman demê de li gor tesewifê divê ku mirov di vê dinyayê de dev ji mal û milkên dinyayê berde û bive xwedî exlaqek baş, ji ber vê jî divê bi nefsa xwe mirov têkeve nav têkoşînê. Helbet ji ber vê yekê jî lazim e rê û rêbazên tesewifê ji xwe re hilbêjêre. Ji ber van sedeman şaîrên mutesewif tesewifê wekî rêya rastîn yê Îslamiyetê qebûl dikin.

Li gorî tesewifê li ser hemû afîredeyan hezkirinek mûtleq heye û xweşikbûnek mûtleq heye. Mirovên ku di vê rê de meşiyane di rûyê hemû mexlûqaten de neqşên îlahî dîtine û hemû qaînat ji bo wan bûye amûrek hezkirina Xwedê. Ji bo ku Xwedê xweşikbûna xwe derxe holê û xwe bide nîşandan hemû kaînat afirandiye û bi vî avayî têgeha eşqa îlahî derketiye holê. Ev têgeh bi sedsalan dinav zimanê edebiyatê de cih girt.

Çavkani:

*Yekta Saraç, Sosyal Bilimler Ansiklopedîsi, Risale Yayınları, İstanbul 1990 madeya “Wehdetu’l- Wicûd”

*Dâru’z-Zaman, Dimaşk 2009, r. 212-214;    

*Muhammed  Zeki Bervârî, el-Kurd ve’d-devletu’ lOsmâniyye, Dâru’z-Zaman, Dimaşk 2009, r. 273-288.

Beşa Yekem

Jiyana Melayê Cizîrî, Berhem Û Nêrîna Wî Ya Tesewifê

Zanyariyên Nasnameya wî

Melayê Cizîrî, yekem helbestvanê Kurd e ku bi terzê edebiyata klasîk a rojhilatî dîwaneke bi Kurdî derxistiye holê.  Navê wî yê rastîn Ehmed e. Bi hesab meletiya wî ya di medreseyan de û bajarê wî Cizîrê wekî Melayê Cizîrî hatiye naskirin. Wî bi xwe di gelek beytên dîwana xwe de navê xwe emilandiye. Bo nimûne;

Ehmed im sîne siper pêşberî tîra felekê

De’wedarê te me îro tû ji dehlê were der

Melayê Cizîrî di helbestên xwe de bi piranî mexlesa “Mela” bi kar aniye.  Ew kesên ku ji medreseyên berê mezûn dibûn û ji wan medreseyan destûrnameya ilmî distandin wekî “Mela” dihatin binavkirin. Îcar Melayê Cizîrî jî melayekî bi vî rengî bû û çawa ku di vê beyta jêrîn de xuya ye, wî di helbestên xwe de ew wesfê xwe ji xwe re wekî mexles xebitandiye.

Rohniya çehvên Melayî ew tecellaya te dayî

Ya ji Ehmed dil rewayî dil ji min bir dil ji min

Wî carînan mexlesa “Nîşanî” jî bi kar aniye ku ev mexlesa wî di duwazde helbestên wî de derbas bûye.  Bi qasî ku tê şîrovekirin Mela bi neqandina vê mexlesê xwestiye îşaret bike ku ew bûye hedefa tîrên evînê, yan jî tîrên mûsîbetan. Herweha dibe ku emilandina “nîşanî” ji ber hebûna nîşanan li ser rûyê wî jî be. Wekî nimûne di vê beyta jêrîn de Melayê Cizîrî wekî mexles bêjeya Nîşanî bi kar aniye.

Qesdê serçeşmeê heywanê heqîqet ke Nîşanî

Bi cihanê mebe mexrûr ku cîhan ‘eynê serab e

Li gorî nusxeya Ebdulqadirê kurê “Eliyê Amêdî ku di sala 1238/1822an de hatiye nivîsandin navê bavê Melayê Cizîrî Mela Mihemed e. Dîsa li gorî destnivîsa Omerê kurê Es ‘ad ku di sala 1937an de hatiye nivîsandin ew ji malbata Ensariyan e. Herweha ew ji eşîra Bohtiyan e ku wî bi xwe di beyteke xwe de ev tişt aniye zimên:

Gulê baxê Îremê Bohtan im

Şebçiraxê şebê Kurdîstan im

Temenê Mela

Sala ji dayîkbûn û koça dawiyê ya Mela, di çavkaniyan de nehatiye diyarkirin. Lê çawa ku li jorê jî hate nîşandan, ji helbestên Mela bi hesabê Ebcedê jidayîkbûn (975/1567-68) û koça wî ya dawîyê (1050/1640) hatiye derxistin. Li gorî ku Elaeddîn Seccadî, ji destnivîsa Ebdulqadîr Amêdî neql kiriye, Mela 75 salan jiyaye. Bi rastî jî li gorî tarîxa jidayîkbûn û koça wî ya dawiyê ku bi hesabê ebcedê derketibû holê jî temenê Mela 75 sal çêdibe(1050-975=75)

Xwendina Mela

Li gorî ku hatiye rîwayetkirin Mela, li Cizîr, Hekkarî, Imadiye û Diyarbekirê xwendiye. Di 32 saliya xwe de, li gundê Strabasê yê Diyarbekirê ji Mela Taha îcazet girtiye. Piştre li gundekî dî yê Diyarbekirê bi navê Sirba melatî kiriye. Piştre çûye Hesenkeyfê û li wir dersdarî kiriye. Piştre çûye Cizîrê û li Medresa Sor dersdarî kiriye û di heftê û pênc saliya xwe de wefat kiriye û li medreseya sor hatiye defnkirin.

Piştî ku Cizîr 30 salan di destê Çelebî yê Akkoyunî de maye, mîrê çardehem Mîr Şerefxan kurê Bedir (…1512) di sala 1508an de Cizîr ji wî kesî stendiye û Medreseya sor ya ku Mela tê de medfûn e ava kiriye. Mîr Şerefxan herweha sê êrîşên Safewiyan jî berteref kirine.

Zewaca Mela

Li gorî rîwayeta xelkê Cizîrê Mela ne zewiciye. Li gorî ku Mela Mehmûdê Bazîdî dibêje Mela aşiqê xweha mîr Îmadedîn bûye. Herweha tê gotin wî ji Keça Melîk Kamilê Heskîfê Selmayê hes kiriye û ev beytên li jêrê derheqê wê de gotine.

 

Îde û herkes ji dîdara te lê pîroz e îd

Ez tenê mehrûmê dîdar im bi sed menzîl be’îd

                                                                               

Ma bi le’lên canfeza navê me bînit carekê

Bi’du’a bellix tehiyyatî li Selma ya berîd

 

Hin kes jî wekî dilbera Mela, Sitiya bisk-kesk nîşan didin. Sitî keçek ji malbata Mîr bûye.

Berhemên Melayê Cizîrî

Bêguman Melayê Cizirî bi dîwana xwe û menzûmeyên xwe yên derveyî dîwanê mohra xwe li tarîxa edebiyata Kurdî daye. Berhema herî girîng a Mela dîwana wî ye.

Dîwana Mela di tarîxa edebiyata Kurdî de yekemîn dîwan e ku bi awayekî muretteb û di asta dîwanên Farisî, Erebî û Tirkî yên navdar de hatiye nivîsandin. Nusxeya Cizîrê, digel helbesta “Ya Ramiye Qelbî” ku bi bal Xizir û Ehmed Paşa ve tê nîsbetkirin 114 helbest in.

*Qesîde: 21 heb.

*Xezel: Nûbihar: 87 heb.

*Medhiye: 2 heb.

*Rubaî: Di çapa Zivingî de 3 hene. Digel yên Hartman dibine 16 heb.

*Tesdîsa Şêx Remezan 1 heb.

*Terkîb bend: 1 heb

*Terci’bend: 4 heb.

*Terdiye: 1 heb.

*Ferd: 2 heb

* Hinek helbestên Mela yên ku ne ketine dîwana wî jî hene. Bo nimûne, di mecmû’eya Ebdureqîb Yûsif de 2 heb ji wan hene.

Ji bilî van helbestên Mela yên ku di çarçoveya dîwanê de hatine nivîsandin, hinek menzûmeyên wî yên dî jî hene ku evana jî piştre li dawiya dîwanê hatine zêdekirin û bi dîwanê re di nav yek bergî de hatine çapkirin.

Terzê Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî, di edebiyata kurdî de nûnerê terzê xezelê ye. Dîwana wî bi piranî ji xezelan pêk tê. Wî hem xezelên rindane, hem yên şûxane, hem yên hekîmane, hem yên sûfiyane nivîsandine. Mela di terzê xwe de bi taybetî di bin bandora Hafizê Şîrazî de maye ku ev bi awayekî aşîkar ji dîwana wî derdikeve holê. Herweha Mela di dîwana xwe de ji edîbên Farisan behsa Se’dê Şîrazî û Ferruxî jî kiriye.

*Destpêka edebiyata kurdî ya klasîk r. 208-215-216-217-218-230  Doç. Dr. Abdurrahman Adak

Melayê Cizîrî The Raising Of Kurds The Raising Of Kurds 14
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Muqades Agirî

Nivîskar,Brîtanya. Agirî. Muqades Agirî, li navçeya Dutaxê ya Agiriyê hatiye dinê. Heta Lîseyê li Dutaxê xwendiye. Li Zanîngeha Dîcleyê beşa Ziman û Wêjeya Erebî di nîvco de hiştiye. Li Zanîngeha Yuzuncu Yil Beşa Karsaziya Turîzmê qedandiye. Di sala 2014an de, li Zanîngeha Anadolûyê beşa Karsaziyê bi dawî kiriye. Sala 2017an, li Zanîngeha Artûklûyê Lîsansa bilind a Ziman û Çanda Kurdî qedandiye. Di rojnameya Azadiya Welat de edîtorî kiriye. Li ser malperan gotar û nivîsan dinivîse. Niha li Birîtanyayê jiyana xwe didomîne. Berhemên wê: -Dilê Kûvî –Helbest, 2016 Weşana JJ/ Amed -Hestên Xalî -Helbest, 2021 Weşana Payîz/ Amed

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.