Em di jiyanek global de dijîn êdî hemû dinya bûye gundek. Ji vî gundî re dibêjin: “Gundê Global”. Ev peyv ji bo dinya modern hatiye bikaranîn. Çawa di gund de her kes hev dinase di jiyana modern de jî însan hev nas dikin û bi hev re hevaltiyê datînin. Êdî ev hemû dinya û hemû însanên wê dikevin hundirê telefona me.
Çiqasî sal derbas bibin her salên nû bi xwe re zehmetiyan tînin. Dê û bav an jî mezinên zarokan çiqas sal derbas bibe hewqas ji derdorê û ji hevalên zarokan ditirsin. Helbet hin sedemên bi mantiq yên ku mezinan ditirsînin hene. Ti kes nikare dêrûdora zarokan an jî hevalên wan timî kontrol bike.
Hevaltî di jiyanê de meriv dilşad dike. Bi saya heval û hogiran însan xurttir dibe û bi saya hevalan însan xwe pêş dixe. Hevalên baş timî me ji aliyê erênî ve diguherînin. Bi saya wan roj bi roj em têkiliyên xwe xurttir dikin û em xwe pêş dixin. Lê her daîm meriv leqayî hevalên baş nayê. Carna meriv li leqayî hevalên xirab jî tê. Heger hevaltiya hevalên xirab dewam bike bi wan re em jî xirab dibin. Ew heval berê me didin rêya xirab û carna meriv nikare ji wê rêyê jî vegere. Lewma di tercîhên xwe divê em hay ji xwe û hay ji hevalên xwe hebin. Hevalên me qedera me ango dahatûya me dê biguherînin.
Îbn Haldun dibêje: “Erdnîgarî qeder e”. Hin herêm û hin tax li gorî herêm û taxên din paş mayî ne û ev paşmayîn dibe sedemên xirabiyê. Li cihên paşmayîn kêmasî, xirabî û pîsîtî xilas nabe. Li wan cihan heger meriv zarokan mezin bike dê ev tişt bandorê li zarokan jî bikin. Lewma herêm û taxa hûn lê dijîn ji bo zarokan gelekî girînge. Ne tenê ji bo zaroka ji bo me hemûyan girîng e.
Ji bo zarok bên parastin karekî mezin dikeve ser milê mezinan. Divê em hevalên zarokan nas bikin. Ji bo naskirinê meriv dikara wan vexwîna xwarinê û çayê. Car carna meriv dikare gazî wan bike ku bi hev re li malê li dersên xwe bixebitin. Bi vî awayî bi demê re hûn ê hevalên zarokên xwe nas bikin. Heger hevalên wan qenc bin ji xwe pirsgirêk tune ye. Lê heger hevalên wan qenc nebin hûn ê bi rehetî bikaribin bi zarokên xwe re li ser hevalên wan sohbetê bikin û wan hişyar bikin. Ji ber ku hûn êdî hevalên wan nas dikin wê demê zarok dê li we guhdarî bikin û dê qîmet bidin gotinên we. Lê heger hûn hevalên wan qet nas nekin û di derbarê hevalên wan biaxivin dê ev axaftina we ti bandorê li zarokên we neke.
Ji bîr nekin, bi saya hevalan zarok dê bi rehetî tevlî civakê bibin.
Bi saya hevalan zarok dê bi rehetî însanan nas bikin.
Bi saya hevalan zarok dê fêrî tiştên nû bibin.
Bi saya hevalan zarok dê fêrî hezkirinê bibin.
Bi saya hevalan zarok dê fêrî hurmetê bibin.
Bi saya hevalan zarok dê fêrî eşqê bibin.
Bi saya hevalan zarok dê pêş bikevin.
Bi saya hevalan zarok dê fêrî berpirsiyariyê bibin.
Lewma bihêlin bila zarok ji xwe re hevalan çê bikin. Heger zarokên we asosyal bin hûn dikarin di çêkirina hevalan an jî di naskirana însanan de alîkariya wan bikin.
Meseleyek din heye. Ew jî hevaltiya înternetê ye. Êdî hevaltî derbasî ser înternetê bûye. Bi saya teknolojî û gundê global însan bi rehetî bi hev re heavaltiyan çê dikin û hev dinasin. Bi rehetî sohbetê dikin. Lê di vî gundê global de însanên bi talûke hene û bi dilxwazî zerarê didin însanan. Lewma divê em hay ji hevaltiya zarokan ya gundê global hebin.
Di zarokatî û balixbûnê de hevalên me bi wan re têkilî danî dê bandorê li hemû jiyana me bikin. Belkî di nava wan de hin kes heta dawiya emir bibin hogir û rêhavelên me.
Yek ji kaniya ku sînema jê avê vedixwe kaniya hevaltiyê ye. Ev mijar di hemû xebatên sînemayê de derdikeve pêşberî me. Di sînemayê de her timî du karekter derdikevin pêşberî temaşevanan. Yek ji wan karekterê baş e û yê din jî yê xirab e. Bi rehetî tê dîtin karekterê baş timî serkeftî ye û tiştên baş dike. Lê karekterê xirab tim binketî ye û tiştên xirab dike. Ev nakokî di gelek fîlman de hatiye veçirandin û timî jî tê temaşekirin.
Fîlm: Ice Age
Ice Age rêzefîlmekî anîmasyon e. Pir hatiye hezkirin û pir hatiye temaşekirin. Di fîlm de sê leheng derdikevin pêşberî me: Sid, Manny û Diego. Rêzefîlm ji serpêhatiyên van her sê hevalan pêk tên. Her sê ji hev gelekî cuda ne. Qet naşibin hev. Lê di her rewş û di her wextî de herdem alîkariya hev dikin. Di navbera wan de hevaltiyek saxlem heye. Bi saya hevaltiyê pirsgirêkên xwe bi rehetî çareser dikin.
Fîlmên tewsiye:
| Nav | -Derhêner
-Çêker |
Senarîst | -Lîstikvan
-Dengvan |
Sal | Wext | Temen |
| Forky Asks a Question: What is Friend? | Bob Peterson | Bob Peterson | Tony Hale, John Ratzenberger… | 2019 |
4 d. |
|
| Ice Age
|
Chris Wedge | David Silverman… | Jack Black, John Leguizamo… | 2002 | 1 s.
21 d. |
|
| 3 Idiots | Rajkumar Hirani | Rajkumar Hirani, Abhijat Joshi… | Aamir Khan, Madhavan… | 2009 | 2 s.
50 d. |
|
| Toy Story
|
John Lasseter | John Lasseter, Pete Docter… | Tom Hanks, Tim Allen… | 1995 | 1 s.
21 d. |
|
| The Boy in the Striped Pajamas | Mark Herman | John Boyne | Asa Butterfield, David Thewlis… | 2008 | 1 s.
34 d. |
|
| The Breakfast Club | John Hughes | John Hughes | Emilio Estevez, Judd Nelson… | 1985 | 1 s.
37 d. |


