Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Felsefe»DI FELSEFÊ DE SERDEMA RONAHIYÊ AN SERDEMA HIŞ
Felsefe

DI FELSEFÊ DE SERDEMA RONAHIYÊ AN SERDEMA HIŞ

Dilazad ARTBy Dilazad ART27/05/2024Updated:30/05/2024Şîrove tune ye3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Felsefeya sedsala 18-19an li Rojava anku li Ewropa ji hêla kesayetî û civakî de wek serdema ronahîye tê binav kirin. Di vê serdemê de hiş derketiye pêş û civak ronî kiriye. Ji vê serdemê re Serdema Hiş jî tê gotin. Felsefeya sedsalên 18-19an bi saya Şoreşa Fransa û Şoreşa Senayiyê  li hember fikrê kevneşopî derketîye û hiş azad kiriye. Di vê serdemê de bi taybetî zanist û senayî pêşketiye. Ev rewş bêguman bandora xwe li her qada jiyanê xistiye.

Fîlozofên vê serdemê yên navdar ev in: Montesquieu, Voltaire, Rousseau, Diderot, İ. Kant, Schopenhauer, A. Comte, Kerkegaard, Marx û Nietzsche. Fîlozofê navdar Kant di nivîseke xwe ya bi navê ‘Ronahî Çi ye?’ de wek dirûşma vê serdemê dibêjê: ‘Cesareta bikaranîna hişê xwe nîşan bide.’ Di vê serdemê de mirov û sirûşt bi rêya hiş tên şîrovekirin.

Taybetmendiyên felsefeya ronahîye;

  • Ewlekarîya hiş derketiya pêş
  • Ji sêdema ku azadiyê asteng dike li hember erka dînî û sîyasî derketine
  • Destek dane azadiya raman
  • Çîna rewşenbîr û nivîskaran derketiye
  • Berhemên hêja di qada hûner û felsefe û edebiyatê de derketine meydanê
  • Pirsgirêkên ku Şoreşa Fransa û Şoreşa Senayîye derxistine hatine nîqaşkirin
  • Di felsefede ekol (rêbazên) nû derketine.

Pirsgirêkên felsefeya ronahîye;

  • Çavkaniya zanînê
  • Tekîliyên kes û dewletê
  • Rêbazên ehlaqê
  • Çêbûna hebûnê

Li ser çavkaniyên zanîne sê ramanên sereke derketine pêş. Wek çavkaniya zanînê hiş (rasyonalizm), ceribandin (emprizm) û senteza hiş û ceribandin (kritisizm) di vê serdemê de hatine nîqaşkirin. Descartes hiş derxistiye pêş. J. Locke ceribandin ku mirov wek Tabula Rasa anku pelekî spî vala hatiye dinyaye û jiyanê bi ceribandinan fêm dike derxistiye pêş. Li hember van ramanan Kant her du ramanan sentez dike û kritisizme anku hiş û ceribandinê wek sentezekê derdixê pêş.

Di derbarê tekîlîyen kes û dewletan de Locke peymana civakî dipêjirêne lê li hember monarşiya mutlaq e. Montesquieu li ser dadê (hukuk) dirawestê. Li gor Montesquieu cûdahiya hêza divê hebê. Anku serekê dewletê, parlemento û dad hevdu kontrol bikin. Îro li ser rûyê dinyayê gelek dewlet sîstema ku Montesquieu aniye bikar tîne. Rousseau jî bi pirtûka xwe ya bi navê Peymana Civakî tekîlîyên di navbera kes û dewletê de anîye ziman. Li gor Rousseau divê kanûn li gor jiyana sirûştî bin.

Di derbarê rêbazên ehlaqê de Kant bi maksîm (destûr) mohra xwe li vê serdemê xistiye. Ji maksîmên Kant yek jê; ‘Bi wî awayî tevbigere ku maksîma pişt tevgera te ji bo her kesî bibe kanûneke gerdûnî.’ Wek dî Bentham jî bingeha ehlaq wek berjewendî digrê.

Di çêbûna hebûnê de Hegel diyalektîkê bikar tîne. Hegel pêvajoya çêbûnê bi tez, antitez û sentez (anku teza nû) şîrove dike. Ev pêvajo ji Tîn destpê dike ber bi Sirûştê ve diçê. Ev pêvajo wek zîvronekekê her dem didomê. Ji xwe Hegel; ‘Dibin rojê de tiştekî nû nîne’ dibejê.

Di felsefeya sedsala 18-19an de berhemên edebî jî cihê xwe girtine. Fîlozofan ramanên xwe bi berhemên edebî anîne ziman. Di vê serdemê de kes û berhemên wan ên navdar ev in:

Voltaire: Candide

Jonathan Swift: Seyranên Gulliver

Daniel Defoe: Robinson Crusoe

Goethe: Janên Wertherê Ciwan

Rousseau: Emile

Tolstoy: Anna Karanina

Dostoyevskî: Biraderên Karamazov

Wek di vê kurte xebatê de hate dîtin felsefeya sedsala 18-19an dibin siya Şoreşa Fransa û Şoreşa Senayîye de derketiye. Ew rewş bêguman bandor li felsefê kiriye. Ji ber ku hiş di wê serdemê de rola sereke dileyîze navê serdemê jî wek Serdema Hiş hatiye binav kirin. Bi taybetmendî û pirsgirekên xwe ve felsefeya sedsala 18-19an her çiqasî ji serdemên beriya xwe sûd wergirtibê jî bandoreke mezin li ser serdema piştî xwe û roja me ya îroyîn kiriye.

 

 

Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Dilazad ART

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.