Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Sînema»Di Fêrbûna Xweda, Ol û Baweriyê de Rola Sînemayê
Sînema

Di Fêrbûna Xweda, Ol û Baweriyê de Rola Sînemayê

Mihyedîn NahrînBy Mihyedîn Nahrîn15/03/2025Updated:18/01/2026Şîrove tune ye4 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Ji însanên pêşî heta niha, însanan baweriya xwe bi tiştna aniye. Bi rêya baweriyan însanan ji xwe re manewiyatek xurt ava kirine û bi sayê vê manewiyatê barê dinyayê ji wan re siviktir bûye.

Hatina me ya ser rûyê dinyayê ne bi destê me ye û her wisa çûyîna me jî dê ne bi destê me be. Em nizanin ji bo çi em hatine vê dinê û dema diçin dê çi bibe. Ev bêbersivî jiyana me însanan serobino û tevlîhev dike. Ji bo vê yekê însan derketine rê û çûne serê çiyayan (Tûrî Sîna, Çiyayê Nûr…) û ketina fikaran. Di dawiyê de gihiştine encamekî û ew encam jî bawerî ye.

Însan ji xwe re bawerî ava kirin û bi rêya baweriyan xizmet ji Xwedê re kirine, hîn jî dikin û dê bikin jî. Bi saya van xizmetên wan dê Xweda wan xelat bike û dê jiyana ebedî û bihuştê bike nesîbê wan.

Bi vê mantiqê însanan ji xwe re cîhanek û armancek ava kirin. Bi vê armancê jiyana wan bi wate bû. Êdî dizanibûn ji bo çi hatine vê dinê û dema ji vê dinê çûn dê çi bê serê wan. Ji bo pirsên xwe bersiv dîtibûn. Êdî jiyana wan bi wate bûbû.

Kesên bawermend an jî kesên bawerî avakirine (pêxember); baweriya xwe li ser çîrokan ava kirine. Bi çîrokan bêhtir xwe gihandinê dilê însanan. Bi çîrokan bala însanan kişandine ser xwe. Hemû bawerî li ser mîtekê/çîrokekê ava bûne.

Sînema jî li ser çîrokekê/senaryoyê ava dibe. Çîrokên ji aliyê bawermendan ve hatine neqilkirin an jî hatine nivîsin bala sînemayê kişandiye. Sînema jî dest avêtiyê ser vê xezîneyê û ji çîrokên baweriyan fîlmên xweş an jî projeyên xweş derxistine pêşberî temaşevanan.

Di aliyê sînemayê de bêhtir rojhilatî (Hollywood), Hindistan (Bollywood), Japonya, Çîn… li pêş in. Lewma di fîlman de bêhtir em leqayî baweriyên Xaçperestî û Budîzmê tên. Ji aliyê îbadetgahan ve jî Dêr, Kenişt û îbadetgahên Budîstan li pêş in. Misilmantî û îbadetgehên wan her çiqasî di sînemayê derketibe pêşberî temaşevanan dîsa jî bi qasî yên din pir derneketiyê pêşberî temaşevanan. Demek dirêj alimê misilman li hemberî sînemayê bûn lewma sînemaya misilmanan hîn nû nû pêş dikeve.

Kesên sînemayê baş bi kar bîne dikare vê teknîkê ji bo belavkirina baweriya xwe re bike xizmet. Mîsyonerên niha sînemayê ji bo belavkirina baweriyê bi kar tînin.

Bi saya sînemayê însan baweriyên xwe bêhtir nas dikin. Dewra pêxemberê xwe baştir analîz dikin û bi vî awayî hêstên wan yê baweriyê xurttir dibin.

Fîlm:…..

Mijara baweriyê mijarek bi talûke ye. Di vê meriv şaşiyan neke. Di vir de ez nikarim tenê li ser fîlmekî bisekinim û ji we re behsa sînemaya baweriyekê bikim. Lewma ji bo her baweriyên dinyayê min ji bo we lîsteyek amade kiriye. Hûn jî dikarin li gorî baweriya xwe ji lîsteyê fîlman bineqînin û temaşe bikin. Di lîsteya hatî amadekirin de hûn dikarin fîlmên li ser Misilmantî, Xaçperestî, Cihûtî, Budîzm û Konfiçyûzmê bibînin.

Fîlmên tewsiye:

Nav -Derhêner

-Çêker

Senarîst -Lîstikvan

-Dengvan

Sal -W

-B

The Message Moustapha H.A.L. Anthony 1976 2
  Akkad Craig… Quinn,   57
      Irene    
      Papas…    
The Ten Cecil B. Dorothy Charlton 1956 3
Commandments DeMille Clarke Heston, Yul   40
    Wilson Brynner…    
Muhammad: Majid Majid Mahdi 2015 2
The Messenger Majidi Majidi… Pakdel,   42
of God     Sareh    
      Bayat…    
The Passion of Mel Gibson Mel im 2004 2
the Christ   Gibson… Caviezel,   7
      Monica    
      Bellucci…    
The Prince of Brenda Philip Val Kilmer, 1998 1
Egypt Chapman… LaZebnik… Ralph   39
      Fiennes…    
The Story of   Frank Morgan 2016 15
God with Kosa… Freeman… –  
Morgan     2019  
Freeman        
Spring, Summer, Kim Ki-duk Kim Kim 2003 1
Fall, Winter…   Ki-duk Ki-duk, Oh   43
and Spring     Yeong-su…    
Yousuf e Farajollah Farajollah Mostafa 2008 45
Payambar Salahshoor Salahshoor Zamani, –  
      Katayoun 2009  
      Riahi…    
Islam: Empire of Robert H. Jonathan Esin Atil, 2000 2
Faith Gardner Grupper Ben   40
      Kingsley    

 

 

 

 

 

3 bawerî Hezkirina Xweda Mihyedîn Nahrîn ol The Raising of Kurds 3
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Mihyedîn Nahrîn

Mamosta, Stenbol. Li gundekî Mêrdînê tê dinê. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdarîya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Niha li Stênbolê dijî û karê mamostetîyê dike.

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.