Li Yûnana antîk şano derketibû. Şano ji bo Xwedayê şerabê Dîonîsos dihat lîstin. Dema qusandina rez hemû tirî dihat qusandin û ji wan tiriyan şerab dihat çêkirin. Piştî kar hemû gelê Yûnanê rêya Atînayê digirt.
Însan qefle qefle dihatin Atînayê. Li Atînayê şahiya şanoyê dest pê dikir. Şano bi vî rengî derketibû. Beriya sînema şanoyê hebû û şano bingeha sînemayê bi xwe ye.
Bi demê re şano pêş ket û pişt re şanoyên modern derketin. Heta dema sînema belav bû şano ji bo însanan ciyê kêyfê, ciyê hevnasînê û ciyê civakbûnê bû. Lê wexta sînema li cîhanê belav bû sînema textê şanoyê jê stend û şano jî di hundirê xwe de heland.
Her çiqasî şano ji bo sînemayê bûbe bingeh jî bi demê re gelek şanoger ji şanoyê derbasî sînemayê bûn. Kesên ji şanoyê derbasî sînemayê bûn ji aliyê lîstikvaniyê ve sînema xurttir kirin. Sînema ji aliyê lîstikvaniyê ve bêhtir pêş ket. Bi vî awayî sînema bêhtir bandor li însanan kir. Di fîlmên pêşî de lîstikvanî pir qels bû lê dema şanoger derbasî sînemayê bûn pîleya lîstikvaniyê gihişt astek bilindtir. Yek ji wan şanogerên mezin Ingmar Bergman bû. Bi salan bi şanoyê re eleqedar bû lê Bergman hêza sînemayê baş famkiribû û derbasî sînemayê bû. Dema meriv li sînemayê (Persona) wî temaşe bike meriv bandora şanoya baş fam dike.
Her wisa dekora sînemayê bi saya şanoyê bêhtir pêş ket. Bi demê re tenê ne dekor û lîstikvan pêre pêre piyesên şanoyê ji sînemayê re bûne senaryo. Sînema li ser piyesên ku bi salane têne lîstin ji xwe re çîrokên wan adapte kir.
Carna jî sînema jiyana nîvîskar û lîstikvanên şanoyê ji xwe re dike mijar. Bi vî awayî sînema textê şanoyê jê stend. Êdî însan ji şanoyê bêhtir diçin sînemayan, sînema ji bo însanan ciyê keyfê, ciyê hevnasînê û ciyê civakîbûnê ye.
Bi her awayî şano û sînema gelekî bandor li hev kirine. Tenê ne li hev li hemû dinyayê û li hemû însanan bandor kirine.
Fîlm: Casablanca
Casablanca wek piyes ji aliyê Murray Burnett ve hatiye nivîsin. Ev piyes cara pêşî li ser dika şanoyê hatiye lîstin. Dema Casablanca cara pêşî hatiye lîstin pir bandor li însanan nekiriye û pir belav nebûye.
Piştî çend wext şûn de vê carê heman piyes ji aliyê Michael Curtizji bo sînemayê hatiye adaptekirin û Michael Curtiz jê fîlmekî nemir derxistiye.
Her çiqasî fîlm di sala 1942yan de hatibe kişandin, bi rengê xwe yê reş û sipî bandorek mezin hîn jî li temaşevanên xwe dike. Casablanca li ser evîn û şoreşê çîrokek delal honandiye
Fîlmên tewsiye:
| Nav | -Derhêner
-Çêker |
Senarîst | -Lîstikvan
-Dengvan |
Sal | -Wext
-Beş |
Temen |
| Casablanca | Michael Curtiz | Murray Burnett… | Humphrey Bogart, Ingrid Bergman | 1942 | 1 s.
42 d. |
|
| 12 Angry Men | Sidney Lumet | Reginald Rose | Henry Fonda, Lee J. Cobb… | 1957 | 1 s.
36 d. |
|
| Forky Asks a Question: What is Art? | Bob Peterson | Bob Peterson | Tony Hale, Bob Peterson… | 2019 |
4 d. |
|
| Hamlet | Kenneth Branagh | William Shakespeare | Kenneth Branagh, Julie Christie… | 1996 | 4 s.
2 d. |
|
| Romeo ve Juliet | Baz Luhrmann | William Shakespeare | Leonardo DiCaprio, Claire Danes… | 1996 | 2 s.
|
|
| Driving Miss Daisy | Bruce Beresford | Alfred Uhry | Morgan Freeman, Jessica Tandy… | 2013 | 1 s.
39 d. |
|
| Persona | Ingmar Bergman | Ingmar Bergman | Bibi Andersson, Liv Ullmann… | 1966 | 1 s.
25 d. |
|
| All About Eve | Joseph L. Mankiewicz | Mary Orr | Bette Davis, Anne Baxter… | 1950 | 2 s.
18 d. |
|
| The 39 Steps | Alfred Hitchcock | John Buchan | Robert Donat, Madeleine Carroll… | 1935 | 1 s.
26 d. |
|
| Shakespeare in Love | John Madden | Marc Norman… | Gwyneth Paltrow, Joseph Fiennes… | 1998 | 2 s.
3 d. |
|
| Amadeus | Milos Forman | Peter Shaffer | F. Murray Abraham, Tom Hulce… | 1984 | 2 s.
40 d. |


