Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Nobel»Di Meha Cotmehê De Du Nûçeyên Cîhana Wêjeyê
Nobel

Di Meha Cotmehê De Du Nûçeyên Cîhana Wêjeyê

Rûmet MedBy Rûmet Med04/11/2025Updated:18/01/2026Şîrove tune ye4 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Di meha Cotmehê de du nûçeyên wêjeyê derketin pêş. Yek ji xelatên herî girîng a wêjeyê, Xelata Nobelê ya Wêjeyê di Cotmehê de diyar bû, wêjekarê navdar László Krasznahorkai îsal hêjayî Xelata Nobelê hate dîtin. Nûçeya din a girîng ew e ku heşt kurteçîrokên winda yên wêjekara navdar Harper Leeyê piştî 70 salan hatin weşandin, Harper Lee bi romana xwe ya bi navê “To Kill a Mockingbird” re Xelata Pulitzerê girtibû ku yek ji xelatên herî girîng a wêjeyê ye.

László Krasznahorkai Îsal Hêjayî Xelata Wêjeyê Ya Nobelê (2025) Hate Dîtin

Nivîskarê navdar ê Macar László Krasznahorkai îsal Xelata Wêjeyê ya Nobelê (2025) wergirt. Akademîya Swêdê ragihand ku, wêjekar Krasznahorkai ji ber “Berhemên xwe yên bandorker û vîzyoner ku hêza hunerê ji nû ve teyîd dike” hêjayî Xelata Nobelê ya Wêjeyê hate dîtin.

Wêjekarê hoste László Krasznahorkai di heman demê de senaryoyên hin fîlmên derhênerê hoste Béla Tarrî yên Kárhozat (1988), Sátántangó (1994), Werckmeister harmóniák (2000), A Londoni férfi (2007) û A torinói ló (2011) jî nivîsîne. Nivîskar ji bilî cureya romanê gelek pirtûkên çîrokan jî nivîsandine û heta niha hêjayî gelek xelatên wêjeyê hate dîtin.**

László Krasznahorkai, xelata pereyê (nêzîkî 1 mîlyon dolar e) û medalyaya zêrîn qezenc kir. Medalyaya zerîn a nivîskarê, di 10ê meha Berfanbarê de li Stokholma Swêdê dê bi merasimek bê dayîn. Sala par nivîskara Koreya Başûr Han Kang hêjayî Xelata Wêjeyê ya Nobelê hatibû dîtin. Ji destpêka mehê bi vir de Xelatên Nobelê yên tib, fizîk, kîmye, aştî û aborî jî hatin eşkerekirin.

Xelatên Nobelê, ji ber wesyeta zanyar û nûvekarê Swêdî Alfred Nobelî, ji sala 1901ê bi vir de her sal ji bo mirovên an jî sazîyên ku xizmetên girîng ên mirovahîyê dikin, têne dayîn. Xelatên Nobelê di bin sîwana Akademîya Swêdê de, ji aliyê Komîteyeke Wêjeyê ya Nobelê ve têne hilbijartin, her sal di nava meha Cotmehê de têne eşkerekirin û di 10ê Berfanbarê de di salvegera mirina Alfred Nobelî de, li Stokholma Swêdê û li Osloya Norwecê bi merasiman têne dayîn.

Lîsteya xelatgirên Xelata Nobelê ya Wêjeyê:

https://en.wikipedia.org/wiki/List_of_Nobel_laureates_in_Literature

Hin berhemên László Krasznahorkai: “Sátántangó”, “Az ellenállás melankóliája” (1989), “Az urgai fogoly” (1992), “Háború és háború” (1999), “Északról hegy, Délről tó, Nyugatról utak, Keletről folyó” (2003) “Rombolás és bánat az Ég alatt” (2004) “Seiobo járt odalent” (2008), “Báró Wenckheim hazatér” (2016),  Herscht 07769, (Ottilie Mulzet, 2021), “Zsömle odavan” (2024).*

Çîrokên Winda Yên Harper Leeyê Piştî 70 Salan Hatin Weşandin

Heşt kurteçîrokên nû yên wêjekara navdar Harper Leeyê hatin dîtin û bi navê “The Land of Sweet Forever'” weke pirtûk derketin li pêşberî xwîneran. Li gorî rexnegirên wêjeyê, kurteçîrokên ku nû hatine dîtin, bingeha hin temayên romana “To Kill a Mockingbird”ê jî dihewînin, destpêka serpêhatîya nivîskarîya Harper Leeyê nîşan dide û çavderîyên nivîskareke ciwan dide der.

Heşt kurteçîrokên nû yên nivîskar Harper Leeyê piştî mirina wê hatin dîtin û hate ragihandin ku kurteçîrokên nivîskarê di salên 1950an de di mala wê de hatine nivîsandin. Pirtûka kurteçîrokan a Leeyê bi pêşgotina nivîskara jînenigarîyê Casey Cep re bi navê “The Land of Sweet Forever: Stories and Essays’ (21ê Cotmehê) ji aliyê Weşanên Harper ve hate weşandin. Nivîskar Casey Cep di nivîsa xwe ya rojnameya The Guardianê de got, “Van metnan, şopên dema nivîskareke ku li dengê xwe digere dihewîne.”

Harper Lee di meha Reşemîya sala 2016ê de di 89 saliya xwe de çû ser dilovanîya xwe. Berî mirina nivîskarê romana wê ya bi navê “Go Set a Watchman” hatibû çapkirin.

“To Kill a Mockingbird” (1960) yek ji berhemên sereke yên wêjeya Amerîkayê tê qebûl kirin û qala çîroka jiyana mirovekî çermreş dike. “To Kill a Mockingbird” ji aliyê wergêr Ekrem Koçbaşî ve bi navê “Kuştina Çivîkan” ji bo Kurdîya Kurmancî hate wergerandin û îsal ji Pall Weşanê derket li pêşberî wêjehezan.

Romana “To Kill a Mockingbird” Xelata Pulitzerê girtibû, di 1962an de weke fîlmê sînemayê hatibû kişandin û Xelatên Oscarê (Gregory Peck, Lîstikvanê Herî Serketî), (Horton Foote, Senaryoya Lêanîn a Herî Serketî) û Xelatên Gilovera Zêrîn jî têde di gelek festîval û bernameyên sînemayê de xelat girtibû. Roman, heta niha ji bo bi dehan zimanan hate wergerandin û li seranserê cîhanê ji zêdetirî 42 milyon kopî hatibû firotin.

Çavkanî:

  • NobelPrize
  • https://www.bbc.com/turkce/articles/czjvxvzj0jro
  • ** https://en.wikipedia.org/wiki/László_Krasznahorkai
  • Edebiyat Haber
  • https://en.wikipedia.org/wiki/Harper_Lee
Nobel Sînema The Raising Of Kurds 11 Xelat
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Rûmet Med

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.