Di kitêbên pîroz de, hem valahî û qevastin hene û hem jî vegotinên cûda hene. Ev rewş jî, bi hinek mirovan re îmaja nakokiyan çêdike. Bêgûman bi nêrîneke rast û erênî û bi tevîlên baş ev îddîayên nakokîyan çareser dibin. Jibo mijar baş werê fêmkirin em ê mijarê di 3 qonaxên girîng de vekin.
- Mijara Wehyên Devkî û Nivîskî
Xwedê Te’ala, ji lutf û kerema xwe bi wehyên nivîskî ku di “kitêbên pîroz” de ne, bi me re muxatab bûye. Her wiha ye, aqil daye me û her tim bi îlhamên îlahî û erênî rêbêrîya me jî dike. Û çaxê ji pêyxemberan re wehîy nazil dibû, ji wehya di nava kitêbên pîroz yên nivîskî zêdetir wehîy ji wan pêxemberan re dişîyand. Lê li ber wehya nivîskî, qismek ji wan wehîyan bi devkî belav dibû. Muxatabên wehya wê dema pêxember dijîyan re, ev “wehîyên devkî” jî meqbûl û muteber bûn. Lê ji bo me bawermendên îro, piştî nazilbûna wehyên devkî demeke dirêj derbas bûye divê em îddîayên wehyên devkî ku ji me re tên gotin, arzî “wehyên nivîskî(kitêbên pîroz)” bikin. Yanî jibo hemû vegotinan divê “kitêbên pîroz” ji me re pîvanek bin, bêjing bin û hakem bin. Ji kerema xwe hûrgiliyên di van ayetan de bi baldarî lêkolîn bikin.
“Û ew(Ûsiv, Meryem û Îsa) çûn bajarekî ku, ji wê re dibêjin Nisret/Nasira(Nazaret). Ev ûsa bû ku, ew gotina bi navgîniya peyxemberan HATIYA GOTIN, bête cih; ya ku dibêje: Dê ji Wî (Îsa Mesîh) re yê Nisretî/Nasirayî bibêjin.”[1]
Wextê em li Tewratê (Peymana Kevin/Nivîsên Îbranî) dinêrin vê gotina ku dibêjê: “Dê ji Wî (Îsa Mesîh) re yê Nisretî/Nasirayî bibêjin.” em nabînin. Jibo Îsa Mesîh peyva “NETSER” di Yeşeya 11:1 tenê de derbas dibe. Lê li gorî Matta 2:23’yê ji gelek pêyxembaran re ev hatîye wehîy kirin. Naxwe ev peyve “netser” nayê wateya Nasira (Nazaret). Di ayeta Yeşeya 11:1’de ma’na vê peyvê “netser” a lîtêral rast e. Ew ma’na jî “şax/çiqil/şiv” e. Ji darekî (ji şecereya Yeşeya) çiqilek (Îsa Mesîh) ê şîn bide.
“Wê wextê ew gotina ku, bi navgînîya Yêremya peyxember ve HATIYE GOTIN, hate cih: Wan sî zîv qîmet standin, çawa ku ji lawên Îsraêlê hin kesên jibo wî qayîl bûn û ew jibo standina zevîya Kûzikvanê dan, çawa ku Xudan ji min re emir kiribû.”[2]
Çaxê em li nava Tewratê li nivîsâ wehya Yêremya Pêyxember dinêrin ev meseleya “SÎ (30) ZÎV” î jî em nabînin. Di vê ayeta Tewrat/Zekerîya 11:13 de bi nivîskî mirov dikarê bibînê. Naxwe gelo di van ayetan de pirsgirêkek û nakokîyek heye? Wextê em bi baldarî ayetan lêkolîn bikin ev hurgilî têne pêşberê me.
Heke di ayetekî de îfadeya “wekî hatîye GOTIN (bi Yûnanî, TO RETHEN)” derbas bûbê, ew îfade heye ku di kitêbên berê de bi nivîskî hebin. Lê ne qetî ye. Heye ku ev gotin di kitêbên berê de nebê jî. Mûhtemel e ku wehya ji pêyxemberekî berê re nazil bûyî di demeke dirêj de veşartî mabê. Lê di wehya “mûtêakîp” de, piştre dîse ji me re derdikevê meydanê. Wehyên “devkî” heta bi wesîleya wehyên “mûtêakîp” ji me re newin gotin, em ne mecbûr in ji wan ma’lûmatan (zanînan) bawer bikin. Bi kurtasî wehyên hatibin GOTIN, tenê bi vegotinên devkî jî transferi heta dema “wehya mûtêakîp” nazil dibe. Lê dibe ku hem bi devkî hem jî bi nivîskî jî transferê demên piştre bibe…[3]
Heke di ayetekî de îfadeya “wekî hatîye NIVÎSANDIN (bi Yûnanî, O GEGRAPTAÎ, bi Îbranî KAKKATUB)” derbas bûbê, ew îfade, qetîyên yanî ji sedî sed (%100) di kitêbên mezkûr de bi nivîskî ê hebê.
Di van ayetan de mirov dikarê qontrola peyîva “nivîsandinê” bi Îbranî bike:
Yeşu 8:31 (kakkatub), Tekrara Qanûnê 31:9, Mez 40:7(katub), 1.Qral.2:3(kakkatub), Daniel 9:13(katûb),
Di van ayetan de jî mirov dikarê qontrola peyîva “nivîsandinê” bi Yûnanî bike:
Îbranîyan 10:7 “Bîblîoû Gegraptaî), Yuhanna 12:16(Gegrammena), Karên Şagirtan13:33(Gegraptaî)
Îddîa:
Li gorî vê teza wehyên devkî, çareserîya polemîka mijara “AHMED”, muhtemel e ku wiha be: Jibo ayeta Qurana Pîroz Saf 61:6 nabêjê, di Încîlê de an jî di Tewratê de hatîye NIVÎSANDIN. Dibêjê Îsa Mesîh,….GOT,…”. Naxwe navê “AHMED”, di Încîl û di Tewratê de rasterast derbas nebê, ev rewş normal e.
Quran/Saf 61:6 “Bi bîr bîne, dema Îsayê kurê Meryemê GOT: Gelî zarokên Îsraîl! Ez qasidê Xwedê me ji bo we hatime şandin, ez rastderêxê kitêba berî xwe me ku Tewrat e û mizgîna pêxemberekî didim we ku dê piştî min were, navê wî EHMED e. Lê belê çi gava ku wî delîlên aşkera ji wan re anîn, gotin: Ev, sêrbaziyeke aşkera ye.”
- Mîsyona Pirtûkên Pîroz
Nêrîna me ji bo “kitêbên pîroz” û çavkaniyên me ên zanînê divê wiha be:
Ji bo Xwedê te’ala bi me re bi navgînîya “kitêbên pîroz” mûxatab bûye, û ev kitêp rêbêrîyê li jîyana me dikin û ronahîyê didin me, ji loma ji hemû çavkanîyan girîngtir in. Divê lêkolîn û di xebatên ‘ilmî de û di jîyana me de di navendê de kitêbên pîroz hebin. Lê jibo di kitêbên pîroz de valahî û qevastin hene, divê em gelek mijarên girtî û veşartî em bi çavkanîyên alîkar vekin û zelal bikin. Ev çavkanîyên piştî ne li dijî pêyamên kitêbên pîroz bin, em dikarin ji wana îstîfade bikin.
Avên di deryayan de hemû bibin hibir û dar hemû jî bibin qelem nebesin peyîvên Xwedê hemûyan binivîsênin. Naxwe ev gotinên di kitêbên pîroz de zêde zêde kêm in û nebes in bi hurgilî hertiştî ji me re şîrove bikin. Jibo mijarek bi piralî werê vegotin, her wehîyek cûdahîyek û hurgilîyeke wê mijarê ji me re beyan dikin. Mîna di fitbolê de resmên pozîsyoneke avêtina golekî bi gelek nêrînên cuda werin kişandin. Her vegotineke cuda dewlemendî û rengînîyê dide famkirina wê mijarê. Lê jibo kesên kêm lêkolîner, bipêşdaraz, nezan an jî kesên xwedî nêrîneke neyînî, ev vegotinên cuda zahîrên dibin sebeba nakokîyan. Lê divê em vê rastîyê qebûl bikin: Kêm şîrovêkirin, şîrovekirinên cuda, vegotinên cuda û balkêşîyên cuda, derbdayînên cuda, ayêtên girtî û valahîyên di kitêbên pîroz de nayê maneya ku nakokî hene. Em dikarin bêjin ku tiştên erênî û neyînî yên sereke ku ji me re hatine beyan kirin heye ku tenê ji sedî yek be. Yanî wekî dîwarekî ku qada wî 100 m² be, 1 m² tenê reş û 1 m² jî spî hatibe boyaxkirin. Lê, hêjî di dîwar de 98 m² vala ye an jî gewr e. Ev qada %98’an ku pir zêde ye, tiştên veşartî, valahî, kêm vegotin û qevastinên di wehyan de û nezanîna me temsîl dike.
- Mînakên Berbiçav
Çaxê em mijara wehyên devkî û wehyên nivîskî û hebûna valahiyên di wehyan de û hebûna vegotinên cuda em bênin berçavan, gelek mijarên ku nakokî xwîya dikin, çareser dibin. Nîha êdî ev lêkolîn û tespîtên me a nedîtbar bi tarzekî berbiçav bi çend mînakan em ê bi kemilênin. Bêgûman tarîfkirina mijarekî û rewşekî ji gelek alîyên cûda ve mimkûn e. Jibo em vê heqîqetê nêzîkî aqil bikin em ê çend mînakan bidin. Hinek ji van mînakan xeyalî ne, hinek ji van mînakan jî qismen rast in an jî hinek mînak jibo di ayetan de derbas dibin, bi temamî rast in:
Mînaka 1.:
Wehya A’yê dibêjê: “Adar î heftê û pênc salî ye.”
Wehya B’yê dibêjê: “Adar, mirovekî lêkolîner e.”
Wehya C’yê dibêjê: “Adar, mirovekî bejin dirêj e û por zer e.”
Wehya D’yê dibêjê: “Adar, mirovekî dilovan û bêhnferih e.”
Şîrovekirin: “Ev mînak vê hişmendîyê dide me: Tarîfkirina kesekî, mijarekî an jî rewşekî bi gelek nêrin û alîyan ve mimkûn e.”
Mînaka 2.:
Wehya A: “Adar, di rêwîtîya çûna Mêrdînê de selika sêvan li pişta xwe dikir.”
Wehya B: “Di rêwîtîya çûna Mêrdînê de hevalê Adar selika sêvan hilgirt.”
Şîrovekirin: Di navbera vegotinên bi vî rengî a ji hev cuda de zahîren nakokî xwîya dike. Lê îzahata vê rewşê halo mimkun e: “Di qismekî rêwîtîyê de Adar selik hilgirtîye û di qismê din de jî hevalê wî selik higirtîye. Yanî mimkun e ku ev her du vegotin bi hevre rast bin.”
Mînaka 3.:
Wehya A: “Navê kurê Mîrza beg Se’îd e.”
Wehya B: “Navê kurê Mîrza beg Bedîûzzeman e.”
Şîrovekirin: “Îzahata vê nakokîya zahîrî jî halo ye: Navê kurê Mîrza beg ê bi rastî û fermî Se’îd e. Lê navê wî ku piştre gel lê danîye, yanî leqabê wî “Bedîûzzeman” e.
Mînaka 4.:
Wehya A: “Nêçîrvan di pênc rojan de ji Dersîmê çû Wanê.”
Wehya B: “Nêçîrvan di heft rojan de ji Dersîmê çû Wanê.”
Şîrovekirin: Di wehya A’yê de roja destpêka rêwîtîyê û roja ku rêwîtî diqedê nehatine hijmartin, rojên di navberê de yên tam hatine hijmartin. Lê di wehya B’yê de hemû roj hatine hijmartin.
Mînaka 5:
Wehya A: “Rahêl bi tenê ji malê derket û bi ber daristanê ve çû.”
Wehya B: “Wextê Rahêl çar saetan li daristanê ma, bavê Rahêl got: “keça min êdî em vegerin.”
Şîrovekirin: Îzahata vê mînakê halo mimkun e. Çaxê Rahêl ji malê derket a bi tenê bû. Lê piştre bavê wê jî çûye cem keça xwe û li daristanê demekî man.
Mînaka 6.:
Wehya A: “Wextê Berzan ji balafirê peya bû, keça wî rahişte çenteyê wî û çûne mal.”
Wehya B: “Wextê Berzan ji balafirê peya bû, dîya wî rahişte çenteyê wî û çûne mal.”
Şîrovekirin: Mimkun e ku du heb çenteyên Berzan hebin û keça wî rahişt be çenteyekî û dîya wî jî rahişt be çenteyê din. An jî yek çente hebê demekî dîya wî û demeke din jî keça wî çente hilgirtî ye. An jî keç û dayik pevre rahiştina çente.
Mînaka 7.:
Wehya A: “Roja newrozê Aram û Ahmed xwe ser agir ve avêtin.”
Wehya B: “Roja newrozê Aram û Fatima xwe ser agir ve avêtin.”
Şîrovekirin: Heye ku Aram carekî bi Ahmed re û careke din jî bi Fatima re xwe ser agir ve avêtibe.
Mînaka 8.:
Wehya A: “Xwedê dibêjê: bibin GEROK û li ser rûyê erdê bigerin û tefekkur bikin.”
Wehya B: “Xwedê dibêjê: gelî mirovan hûn nebin GEROK ji we re çêtir e.”
Şîrovekirin: Heye ku di dema wehya A’yê nazil dibû di wê deme de an jî li wê heremê wateya peyîva “GEROK”ê di ma’neya “TÛRÎST” de hatibê bikaranîn. Û dîse mimkun e ku di dema wehya B’yê nazil dibû di wê demê de an jî li wê heremê wateya peyîva “GEROK”ê di ma’neya “PARSEK” de hatibê bikaranîn. Ma’lûm e wateya peyîvan carina li gorî demê an jî li gorî hereman tê gûhertin. Ma’ne, carina teng dibe carina jî fireh dibe.
Mînaka 9.:
Wehya A: “Gelî bawermendino ji Îsraîl hesnekin.”
Wehya B: “Gelî bawermendino ji Îsraîl hesbikin.”
Şîrovekirin: Hîtaba pêşî jibo di konjektûreke ku artêş û hikûmeta dewleta Îsraîl zilmê dike ye. Hitaba duyemîn jî jibo Îsraîlê ku navê wî yê heqîqî Hz. Yaqûb e.
Mînaka 10.:
Wehya A: “Enes di rêwîtîya ku ji Mêrdînê diçû Romayê de di hespê xwe de ket.”
Wehya B: “Enes di rêwîtîya ku ji Mêrdînê diçû Romayê de ji keştîyê kete nav avê.”
Wehya C: “Enes di rêwîtîya ku ji Mêrdînê diçû Romayê de wextê di çîya de dimeşî, di zinarekî de ket.”
Şîrovekirin: Mimkun e ku Enes ji Merdînê heta Deryaya Spî bi hespê xwe rêwîtî kiribê. Di Deryaya Spî de jî bi keştîyê rêwîtî kiribê. Ji bêndera(lîman) deryayî heta qonaxeke bajarê Romayê de jî bi peya rêwîtîya xwe domandî ye.
Mînaka 11.:
Wehya A: “Agît, kurê Elî Heyder e.”
Wehya B: “Agît û bavê xwe Welat beg mala xwe barkirin û çûne Elmanyayê.”
Wehya C: “Agît, bi bavê xwe Selahaddîn serbilind e.”
Şîrovekirin: Navê bavê Agît î fermî û rastî Elî Heyder e. Lê piştî ku koç kirin çûne Elmanyayê bavê Agît jibo hesreta welatê xwe navê xwe gûhert, navê xwe yê nû “WELAT” danî. Di wehya C’yê de jî bavê Agît kalikekî/bavekî hemû Kurdan yê manevî û temsîlî Selahaddîn Eyyûbî ye, ne bavê wî yê biyolojik e.
Mînaka 12.:
Wehya A: “Îsa Mesîh, mirî sax kirin, çavên koran vekirin û ji herîyê teyrikek çêkir.”
Wehya B: “Îsa Mesîh, mirî sax kirin, çavên koran vekirin û hê di dergûşê de axivî.”
Wehya C: “Îsa Mesîh, mirî sax kirin, çavên koran vekirin û bahoz rawestand.”
Şîrovekirin: Jibo, kirinên Îsa Mesîh û pêxemberan zahf zahf zêdene, kitêp nebes in ku hemû kirin û mûcîzeyan bênin ziman. Ji loma normal e ku her wehyek mûcîzene cuda bênin ziman.
Mînaka 13.:
Wehya A: “Keştîya Nûh Pêyxember li çîyayê Araratê rûnişt.”
Wehya B: “Keştîya Nûh Pêyxember li Cûdî rûnişt.”
Şîrovekirin: Her du wehîy mimkun e ku bi hev re a rastbin. Heke keştîya Nebî Nûh li çîyayê Cûdî rûnişt be naxwe qeste Ararat zincîra çîyayên ku ji çîyayê Cûdî heta çîyayê Agirî ye. Lê heke keştî li çîyayê Agirî rûnişt be naxwe qesta “cûdî” ne çîyayê li Şernex “Cûdî” ye. Qasit: bi ‘Erebî wateya peyîva “cûdî”, bilindahî an jî dereke bilind e.
Mînaka 14.:
Wehya A(ewil nazil bûye): “Îsa Mesîh kurê Xwedê ye.” (Qesta rast a metaforik e. Lê fam kirina bawermendên sedsalên piştre kurêkî biyolojik e.) Û Îsa Mesîh ê nêzîkî qîyametê dîse vegerê ser rûyê erde.”
Wehya B(piştî wehya A’yê nazil bûye): “Xanima Xwedê tine ye ku kurê wî hebê(li hemberî famkirina bîyolojîk redkirin heye),….?….”
Şîrovekirin: “Wehya ku piştre nazil bû mecbur e ku li ser wehyên berîya xwe şaşîtîyan/famkirinên şaş sererast bikê. Mîna, sererastkirina têgiha “kurê Xwedê” ye ku famkirineke bîyolojîk e. Lê tiştên rast ne mecbur e tim û daîm erê(tasdîq) bikê. Bêdeng mayîn jî tesdîqeke veşartî ye. Jibo cara duyemîn hatina Îsa Mesîh, wehya B’yê bêdeng maye, naxwe vê bawerîyê û îddîayê tasdîq dike.
Mînaka 15.:
Wehya A: “Meryem, li Mêrdinê çêbûye.”
Wehya B: “Meryem, li Stenbolê hatiye dinyayê.”
Şîrovekirin: Heye ku Meryem di rastîyê de li “Mêrdînê” ji dayîk bûbê. Lê di qeydên fermî de, yani di nasnameya wê de bajarê ku lê çêbûye, “Stenbol” derbas dibe. Naxwe wehya A’yê rastîya di nav malbata Meryem de û di nava gel de îfade dike. Wehya B’yê jî qeydên fermî ji me re neqil dike.
ÇAVKANÎ
ÊSÎ, Mela Huseyn; Girdarî, Mela Se’îd; Bêrkevanî, Mela Muhammed, Wergera Qur’ana Pîroz Bi Zimanê Kurdî, Weşanên Bang, Tebax 2008 İstanbul, Çapa 1.
ÊSÎ(GÜNDÜZ), Hüseyin, Mehmet Seyhan,MEALA QUR’ANA PÎROZ A KURDÎ,Weşanên Serokatiya Karûbarên Dîyanetê/Diyanet İşleri Başkanlığı Yayınları, İstanbul 2015, 1.Baskı
KITÊBA PÎROZ, Wergervan: Resûlê QEREQOÇANÎ û Seîdê DEWRÊŞ, Komela Hêvî û Jîyanê Postfach 101382.33513 Bielefeld-Germany, Mijdar 2011
KUTSAL KİTAP(Tevrat, Zebur, İncil), Yeni Yaşam Yayınları, Seoul/Republic of KOREA, Kasım 2011
[1] Matta 2:23
[2] Matta 27:9-10
[3] https://www.jba.gr/Turkish/Vahiyler-yaz%C4%B1l%C4%B1-ve-s%C3%B6zl%C3%BC.htm


