Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Kategorî»Wêje»Em Hemû Raskolnikov In
Wêje

Em Hemû Raskolnikov In

Siltana EtoBy Siltana Eto15/07/2025Updated:18/01/2026Şîrove tune ye10 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Wêje li gel ku hizira bedew e di nava wê hizirê de mirov êş û azaran dibîne, ya baştir jiyanê bi tevahî dibîne, lê ew jî bi wê hizira bedew dixemile û bi reng û şemaleke din û careke din derdikeve ser dika jiyanê.

Heya roja îro di nava wêjeyê de nirxine zindî û nemir hene, gava behsa wan tê kirin hemû kêliyên wê tê bala xwînerên wêjeyê, ew jî berhemên wêjeyî yên giran û bihan e. Ew berhem bi pênûsên wêjevanên behremend derdikevin, dibe ku îro an vê kêliyê mirov an xwîner wan nebîne, lê sed ji sedî xwîner hizir, daxwez û armancên wan bi zelal nas dikin bi riya berhemên wan.

Berhemên wêjeyî tê wateya ew nivîsên ku wêjevan bi hizireke bedew di serdema xwe de nivîsandiye, tê de rastiya jiyan an mirovahiyê heye li gel ku pir xeyal tê de cih digire, ew xeyal jî li paş xwe rastiyê dihewîne.

Pir wêjevan berhemên xwe ji nava civakê bi taybet ji hundirê mirov didin afirandin ango ew taybetî ku di hundirê her mirovekî de heye ew her tim vedişêrin, wêjevan wê bi aşkere derdixe. Lewra wêjevan ji nava civaka xwe derdikeve û wê civaka xwe temsîl dike. Gava em çavekî li wêjevanan bixin em ê bibînin ku bandora derdorê pir li ser heye bi taybet ew serdema tê de jiyaye, çimkî di gera berhemên wan de ev yek xuya dibe, yek ji wan jî wêjevan Dostoyevsky ye.

Dostoyevsky, wêjevanê ku derûniya mirovahiyê nas kiriye di qada wêjeyê de ev taybetî derbasî nava berhemên wêjeyî kiriye.

Di sala 1821ê de li Moscow ji dayik bûye û di sala 1881ʼan de li Petersburg jiyana xwe ji dest daye.

Gelek berhem li pey xwe hiştine ku heya roja îro tê xwendin û nîqaşkirin.

15 roman, 17 kurteçîrok û gelek gotar weşandin li aliyê din karê wergerê kiriye.

Hin ji berhemên wî:

  • Poor Follk ( 1846 roman)
  • Double (1846 roman)
  • The village of Stepanchikov (1859 roman)
  • The Brothers Karamazov (1880 roman)
  • Crime and Punishment (1866 roman)

Ji bilî van romanan gelek kuteçîrokên wî hene, lê tenê me xwest ku hin ji berhemên wî bînin ziman.

Fyodor Dostoyevsky xwedî taybetmendiyeke wiha ye ku di wêjeyê de kûrahiya nefes û hişmendiya mirov di berhemên xwe de bi kar aniye gava xwîner wî dixwîne, xwe di nav de dibîne û tiştê ku mirov bi xwe nizane di hundirê xwe de wî rê nîşan da. Heya gelek kesan li ser wî gotinên watedar gotin.

Nizh dibêje: Naskirina min ji berhemên wî re, tiştê pir mezin di jiyana min de ye.

Ernest Hemingway dibêje: Yek ji kesên kêm ku piştî berhemên wî mirov diguhere.

 

Di piraniya romanên wî de pirsgirêkên derûnî heye ku mirov tê de dijî bi wateya kesayetî, civakî, siyasî heya ol û dadmendî digire nava xwe û bandora wan li ser kesayeta mirov çi ye Dostoyevsky behsa wê yekê dike. Dostoyesky wêjevanekî wiha ye ku di romanên xwe de em hest û hizirên kesên tewanbar, belengaz, kujer û yên ku di civakê de qet behsa wan nayê kirin wî girtiye dest. Di demeke ku hemû tişt di destê yek kesî de em dibînin ku Dostoyevsky qala wan kesên hejar û bindest kiriye heya pevçûnên wan yên xwe bi xwe re ku her kêlî têkoşîn dikin û behsa aştî, azadî, kêfxweşî, xemgînî, hebûn, tunebûn û hwd dike, dikeve kûrahiya wan, lewra Dostoyevsky derûniya mirovan nas kiriye wek di romana The Brother Karamazov de bavek bi zarokên xwe re neyî dilsoze û her tim bi ser wan de dengê xwe radike, law jî ji neçarî bavê xwe dikuje heya ji wê zordestî rizgar bibe ango karakter di romanê de li pey paqijkirina giyana xwe dikeve û xwe  rizgarkirina ji êşan ku ew jî bi riya hezkirinê tê.

Di heman demê de, ew serdema ku mirovên Rûsî di welatê xwe de dijî tîne ziman wek di romana Poor Folk de vê yekê tîne ziman.

Ji xwe giştî mijarên ku wî girtine dest derûnî ne di her romaneke xwe de karakterên cuda ava dike; hin belengaz, hin xemgîn û hin jî nezan, lê hemû jî li paqijiya giyana xwe digerin jê zêdetir di romanên xwe de çareseriya wan pirsgirêkan jî pêşînyar dike.

Yek ji romanên wî jî ku mijara gotara me ye, ew jî Crime and Punishment e ango Sûc û Ceza yek ji romanên wî yên navdar e. Wergeriya pir zimanan ji du cildan pêk tê di nava xwe de pir beşan dihewîne. Mijarên romanê ev in: Şer, aştî, dadmendî, siza, sûc, mirovahî, belengazî, wijdan û rewşa derûnî ya mirovan li aliyê din mijarên felsefî jî derdikeve holê wek xwenaskirin, îman û kesayet.

Crim and Punishment romaneke derûnî ye ku derdora xwendekarekî zanîngehê mafnasî dixwîne, lê ji ber rewşên aborî dev ji xwendinê berdide. Navê xwe Radion Romanovich Raskolnikov e, temenê xwe derdora 23 ye, li bajarê Petersburg dijî dûrî malbata xwe ye ango bi tenê dijî. Ew kes pir têgihîştê ye, ji ber ku di jiyaneke pir zehmet de jiyaye û dijî, lê xwe kesekî şopîner dibîne, derdora xwe dişopîne, ji bo ku xwe îsbat bike û di cîhaneke aram de bijî bi kiryarekê radibe ew jî pîreke bi navê  Alyona Ivanovna bi çakoç dikuje piştî wê bûyer hêdî hêdî ber bi nexweşiya derûniyê ve diçe û tirs her ku diçe wî dagir dike di dawî de ji ber tirsa xwe tê zanîn ku ew kujer e ji ber vê yekê diya wî dimire.

Lê hezkirin careke din wî vedigerîne jiyanê ew jî bi riya yara xwe û paqijkirina giyana xwe di dawî de Raskolnikov bi aramiyekê dihise, lê hîn jî wê yekê bawer nake ku carek din ji dayîk bûye.

Raskolnikov karakterê sereke yê romanê ye, piştî ku xwîner romanê bi dawî dike hesteke wisa têyê ku ew xwe dixwîne di hundirê karakter de, ji ber jiyana ku ew tê de dijî ew  jiyana me ye. Kê ji me nedixwest êş û derdên xwe bi kesekî re par ve bike (ji bilî hin kesan)? Raskolnikov di temenkî biçûk de barekî giran girt ser xwe ew jî tenêtî bû, barê tenêtî pir giran e dibe ku mirov ji aliyê derve wiha xuya neke, lê di kûrahiya derûniya xwe de helbet tenêtî dibîne wek dibêjin: Her mirovê ku em nas dikin di hundirê wî de mirovekî em nas nakin heye.

Ew di jiyaneke ne normal de jiyaye jîngehê bandor li kesayeta wî kiriye li pey nasîna jiyanê dike ji bo ku çêja jiyanê nas bike rêwitiyeke cuda hilbijart û li pey pirsên her kêlî di mêjiyê me de digere bersivan geriya.

Çima zilm û zor heye?

Çima yê me nas nake tenaziyan bi me dike?

Çima mirov ji bo mirov xwe feda dike?

Çima mirovên xerab hene?

Û bi hezaran pirsên wiha di mêjiyê xwe de gerand.

Li aliyê din pirsên girêdayî hebûn, tunebûn heya kêfxweşî û xemgîniyê dike bi wê dikeve nava kambaxeke ku ne dawî û ne destpêka wê heye.

Raskolnikov ji ber belengazî û pêwistiyên peran pîr û xwişka wê nekuşt, çimkî ew di hundir de kesekî dilnizm û hestên  mirovahî li gel hebû.

Piştî ku dibe kujer ew dest bi rêwitiya xwe ya derûnî dike wan hestan nikare ji kesekî re parve bike heya ku ev bandor li rewşa wî ya tendirustî dike ew sûca ku kiriye bi xwe re dikeve nava pevçûneke dûr û dirêj çima min wiha kir min per zêde nebirin? Wek ku bi poşmaniyekê bihise, lê ew sûcê ku kiriye di nêrîna wî de ne guneh û ne jî tewanbarî ye, ji ber ku bi wê kuştinê wî dawî li zilmekê anî.

Lê pirs ew e; tiştê ku kiriye rast an na?

Di dilê me her yekî de bi hezaran hizirên wiha hene gelo tiştên ku em dikin rast in an na? Lê rastî çi ye tiştên ku em pê dihizirin çima em pêk neanîn çi dihêle em pêk neyînin gelo tirs an tiştekî din dibe asteng?

Raskolonkov, tevî vê yekê, di ya dil û mêjiyê xwe de pêk anî kuştina kirî ne ji ber peran bû berevajî wê ji ber kiryara xwe ev yek kir. Di dawî de em dibin gava ku pereyên pîrê nabe ew li pey hizirên ku di mêjiyê xwe de kom kiriye çûye ev kar kiriye.

Em jî wek mirov di hundir me de hizirine wiha hene lê pêkanîna wê zehmet dibe, dibe ku di hizira me de kuştin tune be, lê bi sedan tiştên din hene em di bin hişê xwe de vedişêrin hêza axaftina wê li gel me tuneye li vir dimîne pevçûna di navbera mêjî û dil de wê demê heya em pêk bînin pêwistiya me bi sizayan tuneye ji ber ku wijdana me bi xwe sizayan dide me ya giran jî ew tu bikarî mafê derûniya xwe bidî yê ku dihêle Raskolnikov bi sûca xwe bihise bêguman wijdan bû. Gava ku derdikeve derve û dibêje: “Ez kujer im” wê demê bi rihetiyekê dihise gelo çi dihêle vê yekê bike?

Bêguman hezkirin û bawerî vê yekê pêk tîne. Gava ku ji Sona hez dike bi riya evîna wê û baweriya bi ol dihêle ku Raskolonkov careke din dest bi jiyanê bike her çiqas nexweş dikeve, lê dilsozî û bawerî wî rizgar dike. Em wek mirov dê di wê gunehê de bijîn ger ku wek Raskolnikov bang nekin em ê her tim di wê pevçûnê de bijîn û hezkirin û bawerî me jî rizgar nake. Dibe ku di romanê de ew wek kujer hatibe şeyasandin, lê em ji hundir ve wek wî ne. Her çiqas Raskolnikov xwe ji dûrî vê yekê dida di dawî de çare nedît ji bilî ku par ve bike lewra bi beşdarbûna bi derdorê re riya rizgarî nîşanî wî da û mafê jiyanê careke din da wî, bi wê Raskolnikov karibû derûniya xwe aram bike û mafê wê bide gava em bi vî çavî lê temaşe bikin bê guman em hemû Raskolnikov in. Çimkî di me de jî ev hest hene û pêwistî bi axaftinê heye da ku derûniya me hinekî aram bibe.  Di dawî de em dibînin ku wêje li cem Dostoyevsky navgînek bû ku bi wê hewl dida ku dermanê pirsgirêkên derûnî diyar bike, ne ku kesayetan analîz bike bi vê yekê cudayî yê beriya xwe bû di hemû romanên wî de mirov rastî vê yekê tê bi taybet ev romana wî. Karakterê Raskolnikov di cîhana wêjeyê de kesayetek nû afirand ku xwe di dilê her xwînerî de bi cih kir dike û dê bike, ji ber ku ew karakter riya xwe paqijkirin û rizgarkirinê nîşanî mirov dide, lewra ger em li xwe vegerin em hemû Raskolnikov bûn û Raskolnikov in û dê ger bixwezin xwe û jiyanê nas bikin, Raskolnikov bi hebûn û ramana xwe, xwe di dilê her xwînerî de bi cih kir. Ji ber ku wî derûniya mirovahiyê nas kiriye û hemû mirov jî di dawî de di xalekê digihên hev ew jî mirovbûn e.

 

 

 

 

 

Dostoyesky Raskolnikov Sûc û ceza the Raising of Kurds 7
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Siltana Eto

Nivîskar , Kobanê

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.