em rojek bibin zarok dîsa
û pêşbaziya avjeniyê bikin
di ser zinarên reş de
bi hev re em biqêrin
yek
du
sê
û em xwe berdin ber hembêza çemê Muradê va
bira hulma me di bin avê de
belboq belboq bi ser avê bikeve
bira dîsa xwişka me ya mezin
serê me bişo bi sabûna hêşîn va
kefa sabûnê biqûltînin em,
bi kênê xwe yê zaroktiyê va
û em bi têra dilê xwe bikenin dev vekirî
wekî hechecikên hêlînên bin qatiyên mala
û em xwe dîsa bavêjin çemê Muradê
bira dîsa dengê kenên me
olan bide di paşla avê da


