Emroo

Ji aliyê Zana Zengenî – – Nûkirin: Şirove tune ye 1 deqe xwendin

Emroo!
Te ne sebr e
Ne hedan e
Ne xêreke di heban e
Neçar maye yek daban e…

Emroo!
De ka silavekê ji yarê re bişîne.
De ka vê xeydê ji holê hilîne…

Emroo!
Ev dil û kesera min
Li ser kevçîka dilê min
Hene êş û azarên min
De derbide kula hundirê min…

Emroo!
De ka maçekê ji yarê re bişîne.
De ka vê xemê ji holê hilîne…

Zana Zengenî
m.zana47@gmail.com
Avrêla 2018an