Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Dîrok»Enstîtuya Kurdî Ya Lozanê
Dîrok

Enstîtuya Kurdî Ya Lozanê

AdminBy Admin14/05/2025Updated:18/01/2026Şîrove tune ye4 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

 Meha Gulanê şahidîya gaveke dîrokî kir. Di 4ê vê mehê de li Lozana Swîsreyê Enstîtuya Kurdî Ya Lozanê hate damezrandin û bi resepsiyoneke taybet hate ragihandin. Hilbijartina cihê enstîtuyê û binavkirina wê watedar e. Lewra dora sed sal berê Kurdistan bi peymaneke navdewletî ku li vî bajarî hatibû îmzekirin, hate dabeşkirin di navbera 4 welatan de. Herwiha nasnameya kurdî tune hate hesibandin û miletê Kurd bê dewlet ma. Ev enstîtû ku serokê wê yê damezrîner Necat Zivingî ye bi armanceke pîroz radibe. Di rêveberiya enstîtuyê de her çar parçeyê Kurdistanê nûner hene. Ev enstîtuyeke çawa ye û dê çawa bixete, xebatên wê yên pêşîn dê çi bin? Vaye deklarasyona enstîtuyê.

 Deklarasyona Avakirina Enstîtuya Kurdî ya Lozanê

Îro, ji bo diyarkirin û parastina mafên neteweyî, hebûna çandî û sîyasî ya miletê Kurd, bi berpirsiyariya dîrokî û hişmendiya neteweyî, em avakirina Enstîtuya Kurdî ya Lozanê radigihînin.

Çima Lozan, Çima Niha?

Enstîtuya Kurdî ya Lozanê navê xwe ji Peymana Lozanê ya 1923yan werdigire, ku bi wê, mafê çarenûsê yê miletê Kurd bi awayekî sîstematîk hat înkarkirin. Kurd, bêdewlet man.

Ev nav ji bo me ne sembola reddiyeyekê ye, ya rûbirûbûn, ji nû ve avakirin û vejînê ye. Ji ber vê yekê Enstîtû, li warê înkarê hatiye damezrandin, ji bo heqîqeta hatiye çewisandin ji nû ve ava bike, gava xwe ya yekem li vir avêtiye.

Enstîtuya me, ji bo şikestina dîrokî teşhîr û derbas bike, wek hemleyeke entelektuel û sazûmanî ava bû.

Şêmûga demkî: Sedsala bêdengiya dîrokî

Rejima înkar, parçebûn û bêdengiyê ya Peymana Lozanê ji sed salî zêdetir bi miletê Kurd da jiyandin, êdî bi dawî dibe. Veguherînên li Rojhilata Navîn yên piştî 2023yan, zimanê têkiliyên Kurdan yên navxweyî û yê huqûqa navneteweyî vediguherîne. Enstîtu berhema wê vîzyonê ye ku vê momenta dîrokî dibîne û vediguherîne pêşengiyeke hizrî.

Mîsyon û Amancên me

Amanca esasî ya Enstîtuya me, parastina mafê çarenûsê yê neteweya Kurd ji alîyên dîrokî, huqûqî û siyasî ve û di astên sazûmanî û şêwazên meşrû de amadekirina asta hizrî ye. Di vê kontekstê de, pirsgirêkên nasname, ziman, çand û azadiyê yên Kurdan, xalên sereke yên xebat û lêkolînên Enstîtuyê ne.

Karkirina wek navendeke hizrî (think-tank) ku di asta herêmî, neteweyî û navneteweyî de li ser Kurdan û Kurdistanê lêkolînan bimeşîne û di maweya dirêj de, avakirina Universiteya Kurdî li Ewropayê, pêkanîna saziyeke xwedî xweseriya akademîk, ku bikare zanîna gerdûnî û zanist, huner û hizra Kurdî bigihîne hev, amancên Enstîtuyê ne.

Ji parçebûnê ber bi yekbûnê: Îradeyeke gettoyan derbas dike

Enstîtuya Kurdî ya Lozanê, derbaskirina gettoyên parçeyan yên di nav Kurdan de, ku bi parçebûna dîrokî pêk hatiye, bi yekîtiya neteweyî nûbûneke zîhnî û sazûmanî esas digre.

 

 

Sîstema damezrêner û rêvebirî ya Enstîtuya me, xwe dispêre îradeya pêşeng ji hemû parçeyên Kurdistanê. Ev terkîb siberoja yekgirtî ya miletê Kurd di mustewaya zihnî û kiryarî de temsîl dike.

Tenê ne li hember gettoyên li nav Kurdan, di heman demê de li hember gettoyên sosyal yên li welatên Kurd lê dijîn derdikeve, li ser esasê yekbûn, xwebawerî û entegrasyonê hebûneke neteweyî teşwîq dike.

Li Lozanê bangewaziyeke dîrokî: Komxebata Navneteweyî

Li gor vê vîzyonê, em bi dilxweşî û bibiryar radigihînin, di salvegera Peymana Lozanê de, Temûza 2025an, bi pêşengiya enstîtuya me, em ê li Lozanê bi beşdarîya akademisyen, huqûqnas û siyasetmedaran bi navê “Mafê Çarenûsê û Siberoja Kurdan” komxebatekê pêk bînin. Ev komxebat, di mekana înkara dîrokî de, wê bibe platformek ku dengê lêgerîna me ya azadiyê û hêza hizrî bigihîne cîhanê.

Swîsre: Hevkarî û Dahatuyeke Hevbeş

Enstîtuya Kurdî ya Lozanê, Swîsreyê tenê weke merkez û mekanekê nabîne, weke mînaka azadiya fikrî, pirdengiya siyasî û demokrasiya pêşketî dibîne. Enstîtuya me, bi civaka Swîsreyê û cîhana çandî ya vî welatî re yekparebûnê esas digre.

Li ser vî esasî, em bi dilgermî spasiya dostên Swîsreyî, saziyan û raya giştî dikin ku bi taybet di prosesa avakirina Enstîtuyê de piştgiriya me kirin.

Saziyeke ji dîasporayê wêdetir

Bi vê deklarasyonê, em tenê ne enstîtuyekê, di heman demê de, di meşa miletê Kurd ya azadiyê de, destpêkirina qonaxeke nû ya hizrî radigihînin.

Enstîtuya Kurdî ya Lozanê, saziya fikrî, zanistî, çandî û akademîk ya neteweyeke kevnar e. Em bangewaziyê li hemû rewşenbîr, akademîsyen, hunermend û neteweperwerên Kurd dikin ku bibin parçeyek ji vê hewldanê.

Enstîtuya Kurdî ya Lozanê

Lozan, Swîsre

04 Gulan 2025

Enstîtuya Kurdî Enstîtuya Kurdî Ya Lozanê Kurdistan Lozan Peymana Lozanê RK HEJMAR 5 the Raising of Kurds 5
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Admin

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.