Wek ku diyar e ji berî dor 20 salan ve, malperên Înternêtê û Social Media derbasî cîhana ragihandina dinyayê bûne. Dinya kirine wek gundekî! Xelkên dinyayê ji çarhawêr ve, van ragihandinê dişopînin û bikar tînin. Ez jî bi van alavên ragihandinê, Înternêtê û Social Medyayê, kêfxweş im. Hem ku ji alavên pêşketina dinyayê ne û hem ku sûdeya me kurdan, li gor perçekirina Kurdistanê, ji gelek miletên din bêtir têdê di wan de heye. Wan, sînorên ku di nav xaka Kurdistanê de hatine danîn, daye alî û di encam de Kurdistanî dikarin di rêka wan re hev nas bikin, hev bibînin, dengê xwe bigihînin hev û bilind bikin. Bîr û baweriyên xwe ji hev re bêjin, gilî û gazinên xwe şanî xelkên dinyayê bikin, digel ku bi firehî serwextî nûçeyên Kurdistanê û dinyayê bibin.
Belê di van 13-14 salên dawî de, Medyaya Civakî/ Social Media; Facebook, Twitter, YouTube, Instagram, Viber, WhatsApp -hin ji wan li Sûriyê qedexe ne- bi firehî derbasî nav me Kurdên Rojavayê Kurdistanê bûne. Ez jî, wek nivîskarekî kurd, çavdêriya vê medyayê dikim, dişopînim û car caran bikar tînim. Wê, wek şûrê ku ji herdu rexên xwe ve tûje be dibînim. Anku hem erênî û neyênî ye. Belê erêniyên wê ji neyêniyên wê ji me kurdan re mezintir in.
Bi xêra wê, ew qedexebûn û sansora ku ji rex rêjîman ve li ser Zimanê me hebû, di rêka vê Medyayê de hatiye hilanîn. Êdî her kes zû digihêje nûçeyan û bi serbestî kare nerînên xwe bêje. Her kes dikare his û hestê xwe, bîr û baweriyên xwe bi zimanê Kurdî, zimanê dayika xwe, di vê pencereya cîhanî de eşkere bike. Her kes dikare kultur û zargotina bav û kalan ya ku ji sedê salan ve nehatiye nivîsandin û danhev, di vê pencereyê de belav bike. Her kes dikare bervedêriyê di ber azadî û mafê gelê xwe de li Sûriyê û Rojhilata Navên bike û bersiva şovînîstên ku nav û dîroka kurdan reş dikirin, bide. Her kes dikare zilm û zora ku li gelê wî hatiye kirin û dibe şanî gelên dinyayê bike.
Hem jî, mirov dikare sûdeyê ji agahiyên vê medyayê bigire û di rêya wê re banga xwe bigihîne raya giştî. Digel ku di aliyê perwerdeyê de jî hin dersên ziman têne dayîn. Ez vê medyaya pêşketî, ji bo ziman, çanda Kurdî û şiyariya civaka Kurdî zor baş dibînim. Di baweriya min de, gereke em Kurdên Rojava di vê Medya Civakî de, kêm-zêde li çareseriya kêmasiyên xwe yên kesayetî û hebûna xwe a Kurdî bigerin. Sebaretî min a herî giring serbestiya zimanê Kurdî ye.
Belê neyêniyên wê jî hene; gelek kesên ku vê medyayê bikar tînin di cîhaneke cuda de, dûrî civaka xwe dikevin. Nexweşiyên derûnî û tendûristî çê dike. Bi rêya wê şerên taybet bi navên sexte têne kirin. Diziya nivîsandinan bi rêka (copy û paste) têne kirin. Bernameyên bê çavdêrî, dijî pîvanên sincî/exlaqî yên civakê, hin bikar tînin. Mirovan ji nava civakê bi dûr dixîne. Ew şêraniya malbat û civakê qelis dike. Serdana mirovan ji hev re kêm dike. Metirsiya wê ji zarokan re zor mezin e. Belê ya herî mezin ku xwendina pirtûkan di nav nifşên nû de ta pileyeke mezin pûç kiriye. Jixwe wek ku diyar e, civak bi xwendinê pêş dikeve. Hem jî dikarim bibêjim ku ta pileyeke mezin vê Medyaya Civakî çapemeniya kaxetî di gelek waran de li paş xwe hiştiye û êdî neme berdeste wek heyamê berê. Û hin kêmasiyên wê yên din jî hene. Lê her çakiyên wê zor mezin in.
Sebaretî welat û welatiyên me li Rojavayê Kurdistanê ku roja îro di rewşek awarte, dijwar û tevlîhev re derbas dibin; tê gotin ku 92 Partî, rêxistin, Komele, Sazî, Hevrêzên Xortan, Hol û Malbend Rewşenbîrî, Hevgirtinên Jinan, Nivîskaran, Mafê Mirovan û Saziyên têvel lê hene û her yek ji wan di vê Medyaya Civakî û Nêtê de straneke cuda, li gor berjewendiyên xwe dibêje!
Wek nivîskarekî ku ez di rewşa civaka me Kurdên Rojava de diponijim û li tabloya siyasetmedar, rewşenbîr û hunermendan mêze dikim, dibînim ku ew hestê netewî, hin bi hin di nav me de qels û lawaz dibe! Siyasetmedar, siyaseta xwe bi zimanê erebî dikin. Yekîtiyên nivîskaran, bêtir ji nivîskariyê, siyasetê dikin û gelek ji endamên wan berê xwe didin nivîsandina bi zimanê erebî. Ez ne dijî zimanê erebî me, lê wek ku Kurd dibêjin “Lêv ji diranan pêştir e”. Roja îro, li gor vê rewşa xerab ku em tê re derbas dibin, mêze dikim ku dengbêj û hunermed in, yên ku bê plan hestê netewî bi stranên xwe diparêzin. Di vê derbarê de spasiya wan ji dil û can dikim.
Di baweriya min de, li gor vê rewşa xerab ku em tê re derbas dibin, Medyaya Civakî ji me re derfeteke zêrîn e. Zêrîn e ku em di rêka wê re gotina xwe bikin yek, bervedêriyê di ber xak û hebûna xwe de bikin û kevirên xwe bi ser serê neyarên xwe de bidêrin. Wek ku bapîrên me ji mêj ve gotine “Ku ba hat kevira bidêre û ku ba nehat guh bidêre”.
Îro, roj roja kevirdêranê ye! Gereke em di vê medyayê de ji guhdêranê derbasî kevirdêranê bibin. Û kevirên xwe bi ser serê wan kesên ku navê Kurdan reş dikirin û dikin û dijî azadî û serxwebûna Kurdistanê bûn, bibarînin û bervedêriyê di ber hebûna xwe de bikin. Ne ku em xwe bi xwe, di vê medyayê de şerê hev bikin. Bêguman ev rewşa tevahiya xelkên Rojhilata Navîn e jî.
Sebaretî min û vê rewşa welatê me ya tevlîhev li Rojava, dibînim zor e ku ez karibim karekî hevbeş bi hina re bikim. Vêca wek ku ez ji mêj ve fêrî xwendinê bûme, careke din, di mala xwe de, min berê xwe daye xwendin û guhdêranê. Bi tenê hin caran, hin tiştan ji nivîs û arşîvê xwe yê ku bi keda salan hatiye komkirin, di vê Medyaya Civakî/ Social Media de belav dikim.
Û bila kes quretiya neke!


