Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Hemû Hejmar»Hejmar 12»Ez ne şaş bim
Hejmar 12

Ez ne şaş bim

Çayan OkuducîBy Çayan Okuducî01/12/2022Updated:11/12/2022Şîrove tune ye1 Min Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

çend zeman berê ez ne şaş bim
rojek li ber bilura Meyro
di tenura mêtingeriyê da
stranên esmanan li gundek cûdiyê dihat gotin

xwestiyê Meyro fille bû, ez ne şaş bim
xwe avêtibû bextê sar
pir neajot me dî li eynika bav da xwe
bo jibîr nekim datînim vir:
hezar û du sed maske we bi kû va bir?

eger rojek dar bifrin
bila bi dilek teng bimrê cirnexweşê heram

di bazara erzaniyê de, ez ne şaş bim
risteyên giranbûha çûn bi çend dolaran
çend xwedî hevok xwe dan ber siya ap û xalan
û ew ê bimîne ji me re hêrs û nefret

vêga ez ji we re bêjim min Meyro dî
hûnê gazî min û sifre yê bikin
min jê re qala îska îska wê kiribû
li ser sifreya tehma sarkî
bo pêşarojê datînim vir:
hezar û du sed maske we bi kû va bir?

destê min êdî nagîhijin çavên min
poz bi wan va ma?
Meyro bila bavê te qurbana te be
Di vê helbesta tirş da

Hezar û du sed maske we bi kû va bir?

2022 Çayan Okuducî Hejmar 12 Helbest Kanûn Kanûn 2022
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Çayan Okuducî
  • Website

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.