Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Kurdistan»Ez û Helbestvan Ehmedê Huseynî
Kurdistan

Ez û Helbestvan Ehmedê Huseynî

Konê ReşBy Konê Reş09/04/2026Updated:02/05/2026Şîrove tune ye8 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

40 Salîya Dostaniyê û 40 Rojiya Koçkirinê

Di destpêka vê sala nû 2026an de, van her 3ê lehengên peyva kurdî a resen ji nav me barkirine: M. Emîn Bozarslan (15/ 09/ 1934-22/01/2026) nivîskar, siyasetmedar û wergêrê têr berhem, li bajarê Uppsalayê di roja 22/01/2026an de, Dr. Refîq Sabir (1950-28/2/2026) helbestvanê navdar, yê ku yek ji damezrînerên Komeleya Rewange bû li Silêmaniyê, di sala 1970î de, û Ehmedê Huseynî (1955-10/3/2026), şêxê helbesta Kurdî a nûjen û xwediyê 15 komên helbestên nûjen. Erê, hersiyan li Swêdê, di xerîbtiyê de, dûrî xaka bav û kalan koça dawî kirine.. Sed mixabin, berî ku ez vê nivîsê bi dawî bînim, min nûçeya koçkirina welatparêz û nivîskarê Kurdê Dêrsimî Riza Colpan (1934-2026), yê ku 39 pirtûkên wî bi zimanê Kurdî û zimanên din li dor Kurdistanê û rewşenbîriya Kurdî hene, bihîst, ku ew jî di roja 9ê vê Nîsana 2026an de li Australya bajarê Sydneyê, di xerîbiyê de, bi hisreta mistek ji axa welat çûye ber dilovaniya Xwedê.. Xwedê wan bi dilovaniya xwe şad bike.

Ji ber ku dostaniyeke dûr û dirêj di navbera min û Ehmedê Huseynî de hebû, bêtir karim konê xwe li dor wê dostaniyê vegrim. Vêca bi min xweş e ku mijara vê hejmarê li dor wî be.

Di roja 19ê vê Nîsanê de (2026), 40 roj di ser koçkirina Ehmedê Huseynî re derbas dibe. Evê ku di sala 1955an de li bajarê Amûdê li malbata Bavê Kal zêde bûye. Amûda ku bi şêxên mala Bavê Kal navdar e. Gelek zanyar, aqilmend û bîrewer ji vê malbatê derketine wek: Şêx Selîm, Şêx Tewfîq, Şêx Efîf û her yek ji wan di warekî şarezayê de. Ehmedê Huseynî jî neferek ji vê malbata xêrxwaz û huşmend bû. Xweş tê bîra min; her ku problem dihatin serê dayika min Xensê û rê lê teng dibû, berjorî Xwedê dibû û digot: hawar û hêviyên min di mala Bavê Kal de.. Erê dayika min hawara xwe digîhand mala Bavê Kal..!

Ehmedê Huseynî xwendina xwe di felsefeyê de li zankoya Şamê bi dawî ani bû û di sala 1989an de ji ber zext û zorên rêjîmê wek gelek kesên din koçberî Ewropa, welatê Swêdê bibû. Di sala 2004an de, piştî serhildana 12ê Adara 2004an ku li Qamişlo rûdabû, wî, digel dor 50 hevalên xwe ji nivîskar û helbestvanên Kurd li Ewropa “Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê: HRRK” li Swêdê, bajarê Sandvîkin damezirand û serkêşiya wê dikir.

Di sala 2016an de vegeriya Amûdê û Qamişlo û navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK)ê jî bi xwe re guhest bajarê Qamişlo. Ji Qamişlo dest bi çalakiyên di xizmeta ziman û rewşenbîriya Kurdî de kir.

Yek ji wan çalakiyan Xelata HRRKê ya Afirandinê ku di sala 2016an de damezirandine û di roja 18/11/2021ê de, Komîteya Kargêr bi navê hemû endamên HRRKê ez û Salihê Heydo bi vê xelatê hatine xelat kirin. Ev bû gotina Komîteya Kargêr a Xelata HRRKê bo me: “Îsal jî di 2021ê de, du kedkarên çand û wêjeya kurdî, du xebatkarên qada afirandin û dahênana bê rawestan û bê westan ku temenên xwe ji boyî berfirehkirina asoyên Kurmanciyê û vedîtina kêlîkên wendayî yên dîrok û hiş û bîr û şopên talanbûyî yên hest û nestan terxan kirin.. Du şervanên ziman û dîrok, û du serkêşên gernameya hişmendiya Kurmanciya me ya birîndar, ku bi dehan sal in li koşeyên tarî, li gencîneyên veşartî digerin û hewl didin pêşkêşî me û nifşên nû bikin. Komîteya Kargêr bi navê hemû endamên HRRKê herdu xelatgirên XELATA HRRKê YA AFIRANDINÊ ya sala 2021ê; Konê Reş û Salihê Heydo, ji dil û can pîroz dike, serkeftin û berdewamiya berhemdayîn û afirandinê ji wan re dixwaze..”.

Erê.. Bi hatina wî ji Qamişlo re, hat serdana min û alîkariya min xwest.. Min jî bi sîngek fireh alîkariya xwe jê re diyar kir û bûm wek piştgerekî ji HRRKê re.. Di sala 2019an de ji min xwest ku, ez bi wan re beşdariyê di yekemîn pêşangeha pirtûkan de li Kobanî bikim. Min jî bi kêf daxwaza wan pejirand û bi wan re beşdarî kir.

Di roja 12ê Tîrmeha 2024an de, dema ku 9emîn Kongreya HRRKê li Qamişlo hat lidarxistin, min bi vê pîroznameyê Kongreyê wan pîroz kir: Ez ji dil û can 9.emîn Kongreya HRRKê yê ku wê di roja 12ê Tîrmeha 2024an de, di bin durişma “Ber bi rewşenbîriyeke Kurdî ya resen ve” lidarkeve, pîroz û bimbarek dikim. Ji mêj ve ez çalakiyên “Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK), bi xweşbînî dişopînim. Di encam de ji min ve diyar bûye ku Ehmedê Huseynî HRRKê ye û HRRKê Ehmedê Huseynî ye. Bi hêvî me ku çalakiyên HRRKê dûrî siyasetê û bêtir di xizmeta ziman û rewşenbîriya Kurdî de be. Serketinê ji Nehemîn kongireyê HRRKê re hêvî dikim.

Ez Ehmedê Huseynî ji sala 1985an ve nas dikim, ji bîranîna yeksaliya koçkirina Seydayê Cegerxwîn ve. Hingê min û wî bi hev re beşdarî di wê bîranîna Seydayê Cegerxwîn de li Qamişlo kir. Anku dostaniya min û wî li berî 40 salî vedigere.. Ji 40 salî ve ez wî dost bûn û min ew dişopand; helbestên wî dixwendin, çalakiyên wî didîtin.. Ez dilbijokê xwendina helbestên wî bûm..!

Bi min xweş e bêjim: eger Qedrî Can mîrê helbesta Kurdî a nûjen be, bêguman Ehmedê Huseynî nûjenî li nûjeniya Qedrî Can zêde kiriye.. Û hêjaye bêjim ku ez Ehmedê Huseynî mîna Selîm Berekatê ku di nav Ereban de bi hunandina helbesta nûjen nav û deng daye, Ehmedê Huseynî jî bi hunandina helbesta Kurdî a nûjen di nav kurmancîaxêvan de nav û deng daye.. Tevî ku ew bi zimanê Erebî melevan bû, lê tenê bi zimanê kurdî tev berhemên xwe nivîsandine.. Û di encam de wek Şêxê Helbesta Kurdî bi sofî û mirîd hatiye naskirin..! Ji rexekî din ve vegera wî a Qamişlo ji bo ku xizmeta ziman û rewşenbîriya Kurdî mêranî dibînim.. Di heyamê ku xelk ji Rojava direviyan Ewropa, ew hat nav problem û qerebalixa me xelkên Rojava..

Mixabin ku sala 2023an de bi nexweşiya penceşêrê ket û ji bo rehetkirina bedena xwe çû Eworpa.. Bi sehkirina ku helbestvanê gewre Ehmedê Huseynî ji ber tenduristiya xwe çûye Ewropa, Qamişlo, Amûdê û navenda HRRKê li Qamişlo, li ber çavên min reş bûn, bûn wek buhareke Beriya Mêrdînê ya bê gul û kulîlk! Û hişt ku ez hawar û hêviyên xwe ji ocaxên mala Bavê Kal re pêşkêş dikim, ji wan hêvî û rece bikim ku Şêxê Helbesta Kurmancî bi tenduristiyeke çak li me vegerîne.. Di nav ponijandina rewşa wî de, ev gotin hatin ser zimanê min: Mêrdînê bi minare ye.. Amûdê bi sîneme ye.. Nisêbînê bi qijle ye.. Qamişlo di bin re ye.. Şêx Ehmed jê xewle ye.. reca min ji Xwedê heye.. vegere mala xwe ye.. bigre serê dîlanê û xweşke zimanê me ye.. li min.. li min.. li min.. li min şêxê mino..!

Û çendî kêfxweş bûm dema ku Ehmedê Huseyni di roja 31ê Tîrmeha 2019an de ev çend gotinên helbestî ji bo min nivîsandine:

PIRTÛKA KEDKARÊN ROJAVA DESTÊN TE, BO KONÊ REŞ

Destên te Konê Reş!

Li pişta dilê min siwar dibin

Di helkehelka rihê min de har dibin..

Destên te

Li Qamişloka min, di ser dev re diçin

Di rondikên eşqa min de, nema radiwestin..

Destên te

Konê mirina min li vê deştê vedigirtin

Ez ê bimirim,

Lê va ye dîsa li te vedigerim!

Li te vedigerim Konê Reş..!

Di roja 10ê Adara 2026an de dema ku min bihîst Ehmedê Huseynî li Swêdê bajarê Sandvîkin koça dawî kiriye, bawer bikin min yeqîn nekir û ta niha jî yeqîn nakim! Belê bêhemdê min, rondik ji çavên min hatin xwarê û min wiha li ser rûpelê xwe nivîsand: Oxir be Şêxê helbesta Kudî.. Ku li ser yên wek te zimanhez û afrêner negrîm ez ê li ser kê bigeîm..?

Di roja 27/3/2026an de merasîmê cenazeyê Ehmedê Huseynî li Amedê/ Diyarbekir hat pêşwazîkirin û di roja 28.03.2026an de cenazeyê wî gîhişt Qamişlo, Navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) û ji Qamişlo me berê kerwanê xêliyên wî da bajarê Amûdê, goristana Şermola, ya ku di roja 13/11/1960î de, 280 zarokên Kurd ji encamê şewata sînema Amûdê têde hatine veşartin.. Piştî veşartinê, merasîmên sersaxiyê di hola Navenda Çandê ya bajarê Amûdê de hat lidarxistin û gelek kesan gotin di pesnê wî de xwendin. Erê.. Ew şêxê helbesta Kurdî a nûjen e û ew Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bû! Ehmedê Huseynî mezin bû û gerek lêkolînên berfireh û mezin li dor kesayetî û berhemên wî bêne nivîsandin. Dawî bi min xweş e vê gotina bav û kalan bêjim: Ga dimre çerim dimîne, mêr dimre nav dimîne.

 

7/4/2026

Ehmedê Huseynî Helbestvan The Raising Of Kurds 16
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Konê Reş

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.