Hevpeyvîn Digel Ferhan Stêrk, Hev-dîrektorê LKFFê
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê, LKFFê piştî navbereke bi 2 sal û nîv vedigere nav bajêr û 25ê Nîsanê roja îne bi galayeke taybet dest pê kir. Festival îsal 58 fîlm û belgefîlm û anîmasyonek tîne ber destê hezkiriyên sînemayê. Herwiha 2 panêl û workshopek jî di çarçveya festîvala îsal de têne lidarxistin. Nîşandana hemû filman û çalakiyên din dê li 2 eywanên sînemayê pêk werin. Picture House û Rio Cînema. Beriya ku festival dest pê bike me bi hev-dîrektorê festîvalê Ferhan Stêrk re hevpeyvînek kir.
Wî bi dilgermî bersiva pirsên me da û hûrguliyên di nav bernameya festîvalê de bi me re parve kir. LKFF îsal bi mottoya “Dîsa Govend” li dar dikeve. Çima ev motta hatiye hilbijartin û dê festîvaleke çawa çêbe? Fermo di sohbeta me de bibînin.
Festîvala dawî di sala 2022an de bû. Festîvaleke bi coş û serkeftî we li darxistibû. Piştre bêdengiyek çêbû. Lê piştî maweyek 2 sal û nîv festival dîsa gazî hezkiriyên sînemaya kurdî dike. Ev bendemayîn çima ewqas dirêj bû? Û wek hev-dîrektorê festîvalê îro tu çi hîs dikî?
Erol, em di her hejmarê de bi kelecan, bi hestek mezin dest pê dikin. Û em bi daxwaziyeke mezin dil dikin ku bernameyeke taybet li dar bixin. Heta niha ez li ser tecrûbeyên xwe dikarim bêjim ku festival li ser 2 esasan pêk tên. A yekê aliyê aboriyê ye. Aborî cihekê mezin digre. Heke aboriya te baş nebe, derfeta te tune be tu nikarî bêjî ez îsal festîval çêdikim. Helbet zero budget (bê butçe) festîval hene. Ew tercîheke e. Lê LKFF hatiye astekê. Şopînerên me, gundarên me, temaşevanên me li benda qalîteyekê ne. Li benda fîlmên bi qalîte, pêşkeşkirineke bi qalîte, naverokeke bi qalîte ne. Dixwazin bila mîna festîvalên din bê pêşkeşkirin. Ê tabî em li Londonê dijîn. Alternatîfên LKFFê gelek in. Xelkê me yê kurd û yên ne kurd li benda pêşkeşkirineke gelek mezin in, ji her alî ve. Ez bêjim peyamê te, dîmenên te, vîdeoyên te, hemû çalakiyên di nava festîvalê de cîh digrin, mêvanên te, ew têkiliyên te bi temaşevanan re, lokasyon û her tiştên te. Ew jî bi aboriyê bi pereyê baştir dibe. Bêyî wê nabe. Me di sala 2020î de festîvala online bi zero budget çêkir. Ew di nava wê konteksê de, wê demî gelek baş bû. Lê niha li ser ekranan, têkiliyên fizîkî bi temaşavan re, ew gotûbej û nîqaşên bi qalîte bi qapasîteyê çê dibe. Û ew derfet îsal çêbû loma em îsal festîvalê li dar dixin. A diduyan jî fîlm e. Tu jî dizanî heke fîlm tune bin em nikarin festîvalê amade bikin. Ew fîlmên metraj dirêj ku niha di bernameya festîvalê de ne, em hay jê hebûn. Û em li benda wan bûn. Em dişopînin ka derhenerê kurd çi dikin, kî li ku derê ye, li ser çi dixebitin? Em wana ji nêzîk ve dişopînin. Helbet derengmayîn ne baş e. Lê ji ber van du sedeman me navber dabû. Bi coşeke mezin, bi hesteke mezin me ev festîval amade kir. Me bêriya fîlman kiriye. Dîtina fîlman bi zimanê xwe li ser ekranan hîseke mezin dide me. Li Londonê jî ew bûye çandekî. Temaşevan hene û li benda fîlmên bi qalîte ne.
Festîvala Londonê dirêjtîn û kevintirîn festîvala Kurdî ye li ewropayê. Îsal cara 14an tê li darxistin. We festîvaleke çawa amade kir ku em bi hejmaran behs bikin?
Di nava du sal û nîv navberê de gelek film hatin çêkirin. Me jî kapasiteya xwe hinek zêde kir. Di nava 9 rojan de nêzîkî 60 fîlm dê werin nîşandan li Bakurê Londonê. Picture House mazûvaniya me dike. Ji wan fîlman 10 fîlm fiction dirêj in. 13 jî belgefîlmên dirêj in. Herwiha 14 belgefîlmên kurt û 20 jî fiction kurt film hene. Û yek jî anîmasyon e. “Anita, Lost In The News” me ev film berê jî nîşan dabû. 17 deqe ye. Di çarçoveya festîvalê de 2 panêlan jî emê li dar bixin. Panêla yekem “Reclaiming (Mother) Land-Xwedîlêderketina/Daxwazkirina Axa Xwe”. Ev dê sohbetek be digel derhênerên jin ên kurd. Panêla duyem jî digel derhênerên ne kurd re ye ku fîlmen xwe li ser kurdan çêkirine. Û herwiha anîmasyon workshopek emê li dar bixin. Nur Ozkaya li ser trailera festîvalê worksopek bide û behsa çêkirina wê bike. Festîval di 25ê Nîsanê de bi galaya vekirinê dest pê bike û di galayê de fîlma derhêner Hîşam Zaman “A Happy Day” bê nîşandan. Fîlm behsa 3 zarokan dike ku li kampa penaberan dijîn û dikin jê birevin. Derhêner qala zaroktîya xwe jî dike di nava vê fîlmê de. Me ev fîlm bijart ji ber ku me xwest em behsa vegerîna malê bikin. Fîlma Mehmet Ali Konar, fîlma Binevşa Berivan û Rêber Doskî jî qala vegerîna malê dikin. Festîval jî li ser wê disekine îsal.
Îsal cudahîyek çawa heye ku em vê festîvalê û ya berê bidin ber hev?
Endameke nû heye. Her sal ciwanên nû bi perspektîfên nû tevlî me dibin. Ew festîvalên din teqîp dikin. Li modelên din dinêrin. Û di wê fîlmê de çi tê gotin, nêrînên xwe parve dikin. Îsal jî di vê hejmarê de tesîra ciwanên nû hene. Pêşkeşkirin û parvekiirna festîvalê li ser medya civakî ew dikin. Lewre ew ji zimanê nifşê nû û ciwan bêtir fehm dikin. Û îsal ez ne tenê direktor im. Ez bûm co-director digel Shler Murdochy. Shler ji Başûrê Kurdistanê ye. Û gelek salin di tîma festîvalê de ye û gelek keda wê di LKFFê de heye. Di festîvala îsal de jî keda wê mezin e.
2 sal berê di festîvalê de Rojava li pêş bû. Lê îsal em li ser hesta hezkirinê, welatê û li ser xwe disekinin. Îsal qalîteya fîlman zêde bûye û fîlmên herî baş jî derhênerên jin çêkirine. Ez gelekî pê şad im. Wek mînak fîlma Binevşa Berîvan li ser keça Êzîdî ya ku hatiye ewropayê û li nasnameya xwe digere. Fîlma Ayşe Polat ku li ser tolhildana zarokên ku bavê wan bûne qurbaniya kuştinên kiryar nediyar. Fîlma Solîn Yusif behsa jiyana rojane ya zarokên penaber ku hatine Almanya bi zimanekî pêkenok dike. Fîlmên ji Rojhilatê Kurdistanê gelek in. Ji çar perçeyê Kurdistanê rengekî derketiye holê.
Postera festîvalê jî balê dikşîne. Poster ji aliyê kê ve hat amade kirin û çi dibêje ji me re?
Postera festîvalê ji aliyê Soniya Ahmed ve hat çêkirin. Sonia jî Nûr jî gotin Kurd ji mirinê aciz bûne. Em hinek jî pîroz bikin. Lê em çawa dikarin pîroz bikin? Rêyek heye ew jî govend e. Kurd ne tenê di şahiyê de govendê digerînin. Gava rexne dikin, şer dikin jî govendê digerînin. Loma motto ya vê hejmarê “Dîsa Govend e.” Dîsa Govend yanî em dest ji govenda xwe bernadin. Mêr û jin bi hev re emê govenda xwe bigrin. Emê navbera xwe xurt bikin. Emê cilûbergên xwe li xwe bikin. Ev dev ji wan jî bernadin.
Rengê posterê jî, dîzayna wê jî hemû dîroka Kurda ye. Reng ji xwezayê tê. Kurd di xwezayê de hîn xweştir in. Em li nav bajarê mezin Londonê vê çîrokê dibêjin lê em bêriya welatê xwe dikin û ew xweza welatê temsîl dike. Ji bo LKFF poster û trailer gelek mûhîm in. Kî çêkiriye, çima çêkiriye? Em bi gelek kesan re axivîn lê axir me bi Soniayê da çêkirin. Me Nûr kifş kir îsal. Nûr jî ciwanekê ye û li yek ji zanîngehên herî baş li tirkiyeyê xwendiye. Û bi kelecanî ev îş çê kir. Bi şev û roj nesekinî trailer çêkir.
We dest bi firotina bilêtan kiriye. Rewş çiye heta niha çiqas hatin firotin û hêviya wê çi ye?
Me hinek dereng dest bi firotina bilêtan kir. Îsal bilêtan em nafiroşin lê sînema bi xwe difroşin. Picture House û Rio Cinema difroşin. Kesên ku dixwazin bilet bikirin, bila biçin malpera me, bilêtan bibînin. Gava bitikînin ew malpera wan sînemayan vebe û ji wir bilêta xwe bikirin. Me vê yekê, yanî çawa dikarî bilêt bikirî, bi vîdeoyek vegot û li ser înstagramê jî parve kir. Em pass bilêt difroşin. Bi pass biletê kesek dikare hemû fîlman temaşe bike û beşdarî hemû çalakiyan bibe. Me îsal bihayê bilêtan û bihayê pass bilêtê erzantir kir. Me got bila her kes bikare were festîvalê. Yek slotê ji bo zarokan me çêkiriye. Tenê fîlmên zarokan em nîşan didin û bêpere ye. Diduyê Gulanê de saet 4 û nîvan da emê 4 fîlman nîşan bidin. Leyîstikê zarokan hebe û dramayek heye. Dramatorek ê were û bi zarokan re bilîze. Yek silotekî fîlmên jinan heye. Em bi komeleyên wek IKWRO û ROJ WOMEN re bi hev re vê karî dikin. Û em jinên malê ên kurd û yên bûne mexdûrê tûndî û zordestiya mêran vedixwînin. Ev slot jî bê pere ye.
Fîlma Hussein Hassan Ali ya bi navê The Rain Bride wê were nîşandan. Film behsa kuştinên ji ber namûs û toreyê dike. Emê bi jinan re temaşe bikin û bi wan re jî emê nîqaş bikin piştre.
Û wek pirsa dawî ez dixwazim em behsa galayê û xelatan jî bikin.
Festival wê bi galayê despê bike. 25ê Nîsanê li Picture House saet 8an de bi fîlma Hîşam Zaman a binavê A Happy Day em dest bi dest bi festîvalê dikin. Lê beriya nîşandana fîlmê dê resepsîyonek çêbe. Me dora 150 kesî vexwendiye vê resepsiyonê. Xwarinên kurdî û şeraba Kurdistanê dê hebe. Şerab dê ji fransayê were. Stranbêj Alî Tekbaşê mûzîkjenê koma Lawje dê derkeve ser dikê û çend stranên xwe bêje. Ev şanseke mezine bo me ku ew li Londonê ye. Îsal grubeke govendê jî dê hûnera pêşkeş bike li ser dikê. Ev kom di newroza Londonê de jî derketibû.
Daxwazî an bangewaziyek we heye ji hezkiriyên sînemayê?
Em bang li her kesî dikin ku bila cilûbergên kurdî li xwe bikin û werin festîvalê. Îsal hinek li gorî çanda kurd û Kurdistanê bidome. Hêviya me ewe ku her kes weke Kurdistanî were wir. Em weke kurd wê festîvalê organize dikin. Ne tenê ji bo Kurdan e. Lê em dixwazin nasnameya xwe bi awayekî herî baş nîşan bidin. Emê bi xwarin, vexwarin, mûzîk, cilûberg û bi her alî nîşan bidin. Ev platformeke bo me. Nûnerê Endûstriya Fîlman a Brîtish (BFI) dê were. Şaredarên Harringay û Hackney û wekîla Kurd Feryal Clark dê were. Mêvan gelek in. Em hêvîdar in dê şeveke xweş be.
Di roja dawî de jî ceremoniya dawiya festîvalê heye. Dê xelat bên dayîn. Îsal jî emê di 7 qadan de xelat bidin. Xelata Fîlma herî baş ya Fiction dirêj li ser navê Roja Zêrîn, belgefîlma herî baş li ser navê Mehmet Aksoy. Li ser navê Yilmaz Guney fîlmê kurt û fiction dê were bijartin. Li ser navê Taha Kerîmî belgefîlma kurt a herî baş. Û aktor û aktirîsta herî baş bêne hilbijartin. Endamên jûriyê jî îsal wiha ne: Di beşa fiction film de Joanna Bocheńska, Arsalan Amiri, Ozgur Amed. Di beşa belgefîlman de Seray Genç, Zahavî Sancavî, Dimitris Kerkinos.
Brêz Ferhan Stêrk gelek spas dikim ji bo van bersivên we te yên ji dil.


